Skip to content
Home » Yûsif kî bû? Nîşaneya wî çi bû?

Yûsif kî bû? Nîşaneya wî çi bû?

  • by

Sureya Yûsif (Sure 19 – Yûsif) çîroka Hezretî Yûsif dibêje. Yûsif kurê Hezretî Yaqûb, ê kurê Hezretî Îshaq, ê kurê Hezretî Îbrahîm bû. Dozdeh kurên Yaqûb hebûn, yek ji wan Yûsif bû. Yazdeh birayên Yûsif komplo lê gerandin û planên wan yazdeh birayan çîroka Yûsif pêk tînin. Ev çîrok cara pêşî di Tewrat Mûsa de hatiye qeydkirin beriya 3500 salî. Tevahiya çîrokê ya di Tewratê de li vir e. Çîroka di Sureya Yûsif (Sure 12 – Yûsif) de li vir e. Sureya Yûsif ji me re dibêje ku ew bi tenê ne çîrokek bûye.

Sond be, di çîroka Yûsif û birayên wî de ji bo yên ku pirsyar dikin ders hene.

Sureya Yûsif 12:7

‘Nîşaneya’ di çîroka Yûsif û birayên wî de çi bû? Ji bo fêmkirina wan ‘nîşaneyan’ em ê hem çîroka di Tewratê de û hem jî Sureya Yûsif di ber çavan re derbas bikin.

Pêşî secde…?

Nîşaneyeke zelal xewna Yûsif e ku ji bavê xwe Yaqûb re dibêje.

Dema ku Yûsif ji bavê xwe re got, “Bavê mino! Min di xewna xwe de dît ku yazdeh stêrk, roj û heyv ji bo min diçûn secdeyê.”

Sureya Yûsif 12:4

Di dawiya çîrokê de bi rastî em dibînin ku

Dê û bavê xwe deranîn ser text, (li tenişta xwe) ew rûnandin. Tevekan jê re xwe nizim kir. (Yûsif) got: Ey bavê mino! Ha ev e şîroveya wê xewna ku berê min dîtî. Xwedayê min ew anî cih. Bêguman Xwedayê min qencî li min kir ku ez ji zîndanê deranîm, piştî ku Şeytên navbera min û birayên min xera kir, hûn ji çolê anîn cem min. Bêguman Xwedayê min kê bivê, keremê lê dike. Bêguman Xweda her ew e yê zana, yê karbinecih. (Sureya Yûsif 12:100)

Di seranserê Quranê de gelek caran behsa ‘secdeyê’ tê kirin. Lê ew hemû behsa secdeya li ber Xwedayê Mezin, secdeya di dema diakirinê de, secdeya li Kabê yan jî secdeya beriya mûcîzeyên Xwedê (wekî ya Mûsa û kahînên Misrê) dikin. Li vir îstîsnayek heye û li ber zilamekî (Yûsif) secde tê kirin. Tekane bûyera ku dişibê vê bûyerê ew e ku li ferîştehan hatibû fermankirin ku li ber Hezretî Adem herin secdeyê (Ta-Ha 116 û Araf 11). Lê ferîşteh ne mirov bûn, qayîdeya giştî ew e ku mirov bi tenê li ber Xwedê herin secdeyê.

Gelî bawermendan! Herin rikû’ê, herin secdeyê, îbadeta Xwedayê xwe bikin û qenciyê bikin da ku hûn bi ser bikevin.

Sureya Heccê 22:77

Gelo çi kiribû ku Yûsif bibe îstîsnayê vê qayîdeyê û bavê wî Yaqûb û birayên wî li ber wî herin secdeyê?

Kurê Mirov

Tabloya Demê ya dîrokî ya ku Pêxember Danîel û pêxemberên din ên Zebûrê nîşan dide

Bi heman awayî di Încîlê de tê fermankirin ku bi tenê li ber XUDAN secde tê kirin û yan jî pê tê perizîn, lê îstîsnayeke wê heye. Pêxember Danîel xuyaniyeke ji bo demeke gelekî paşê ya dema ku Padîşahiya Xwedê wê were avakirin dît û di wê xuyaniyê de wî ‘Kurê Mirov’ dît.

“Îcar min di xewna wê şevê de dît, yekî ku dişibiya kurê mirov bi ewrên ezmanan re tê. Ew hat heta ber Yê Herheyî û ew anîn ba wî. Serwerî, berzî û padîşahî dan wî. Hemû gel, milet û kesên ji her zimanan jê re xulamî kir. Serweriya wî serweriyeke herheyî ye û padîşahiya wî wê tu caran hilneweşe.”

Danîel 7:13-14

Di wê xuyaniyê de ji ‘kurê mirov’ re secde tê kirin, çawa ku malbata Yûsif ji Yûsif re secde dikir.

‘Kurê Mirov’ nasnavê pêxember Îsa Mesîh (AS) e ku bi piranî wî ji bo xwe bi kar dianî. Wî erkdariyeke mezin nîşan da di hîndarî, başkirin û di ser xwezayê re dema ku ew li dinyayê dimeşiya. Lê ew ‘bi ewrên esmanan re’ nayê wekî ku xuyaniya Danîel gotiye. Sedema wê ew e ku ew xuyanî piştî hatina wî ya yekemîn li hatina wî ya duyemîn dinêre ji nêzîk ve – duyemîn vegera wî ya li dinyayê da ku Deccal têk bibe (çawa ku pêşî ji Hezretî Adem re hatiye gotin) û Padîşahiya Xwedê ava bike.

Hatina wî ya yekemîn, çêbûna ji Meryema Bakîre ji bo xelaskirina mirovan bû da ku wan bike welatiyên Padîşahiya Xwedê. Lê hingê jî wî behs kir bê çawa Kurê Mirov wê mirovan ji hev veqetîne dema ku li ser ewran vegeriya. Wî pêşbînî kir ku hemû netewe wê li ber wî herin secdeyê çawa ku birayên Yûsif li ber wî çûn secdeyê. Tiştê ku Mesîh hîn kiriye ev e:

“Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ew ê li ser textê xwe yê rûmetê rûne. Hemû milet wê li ber wî bicivin û ew ê wan ji hev du veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne. Ew ê miyan bide aliyê xwe yê rastê, bizinan bide aliyê xwe yê çepê. Hingê Padîşah wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bibêje: ‘Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin. Ji ber ku ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm we av da min; ez xerîb bûm we ez hewandim; ez tazî bûm, we ez bi cil kirim; ez nexweş bûm, hûn hatin serdana min; ez di zîndanê de bûm, hûn hatin ba min.’ “Hingê yên rast wê li wî vegerînin û bibêjin: ‘Ya Xudan, me kengê tu birçî dîtî û tu têr kirî, yan kengê me tu tî dîtî û av da te? Me kengê tu xerîb dîtî û tu hewandî, yan tazî dîtî û tu bi cil kirî? Me kengê tu nexweş an di zîndanê de dîtî û em hatin ba te?’ Padîşah wê bersivê bide û ji wan re bibêje: ‘Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.’

“Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî bibêje: ‘Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye amadekirin. Ji ber ku ez birçî bûm, we xwarin neda min, ez tî bûm, we av neda min. Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.’ “Hingê ew ê li wî vegerînin û bibêjin: ‘Ya Xudan, me kengê tu birçî, yan tî, yan xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di zîndanê de dîtî û me alîkariya te nekir?’ -Hingê ew ê bersîva wan bide û bibêje: ‘Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji bo yekî ji vanên herî biçûk nekiribe, we ew ji bo min jî nekiriye.’ Îcar evên ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.”

Metta 25: 31-46

Hezretî Yûsif û Îsa Mesîh

Ji xeynî îstîsnaya ku mirovên din ji wan re secdeyê dikin, gelek bûyerên din ên ku dişibin hev bi serê Hezretî Yûsif û Îsa Mesîh hatine. Bala xwe bidinê bê çawa ji gelek aliyan ve jiyanên wan dişibin hev.

Bûyerên di jiyana Hezretî Yûsif deBûyerên di jiyana Îsa Mesîh de
Birayên wî yên ku 12 qebîleyên Îsraîlê pêk tînin, ji Yûsif nefret dikin û wî red dikinGelê Cihû ji Îsa Mesîh nefret dike û wî red dike wekî Mesîh
Yûsif secdekirina birayên xwe ya ji Îsraîlê re îlan dike (Navê Yaqûb ji aliyê Xwedê ve tê dayîn)Îsa Mesîh secdekirina birayên xwe (gelê Cihû) ya ku wê ji Îsraîlê re were kirin îlan dike.
Yûsif ji aliyê Yaqûbê bavê wî ve ji birayên wî re tê şandin, lê ew wî red dikin û komployê lê digerînin da ku canê wî bistînin.Îsa Mesîh ji aliyê Bavê Wî ve ji birayên wî yên Cihû re tê şandin, lê “wan ew qebûl nekir.” (Yûhenna 1:11) û wan “şêwira kuştina wî kir” (Yûhenna 11:53)
Wan ew avêt nava çaleke di erdê deÎsa Mesîh dadikeve nava çala erdê
Yûsif tê firotin û teslîmî destê biyanan tê kirin da ku jê xelas bibinÎsa Mesîh tê firotin û teslîmî destê biyanan tê kirin da ku jê xelas bibin
Ew tê dûrxistin û birayê wî û bavê wî dibêjin qey ew miriyeÎsraîl û birayên wî yên Cihû dibêjin qey Îsa Mesîh mirî ye hê jî
Yûsif dikeve asta xulamekîÎsa Mesîh “xwezaya xulamekî” digire û ‘xwe biçûk dixe’ bi mirinê. (Fîlîpî 2:7)
Yûsif beleheq bi gunehkirinê hat sûcdarkirinCihûyan beleheq “ew bi gelek tiştan sûcdar kir” (Marqos 15:3)
Yûsif wekî koleyekê diavêjin zindanê û li wê derê ew pêşbînî dike ku ew hin girtiyan ji tariya zindanê (firinvan) xelas dike.Îsa Mesîh tê şandin “…da ku birîna dilşikestiyan bipêçim, azadiyê ji êsîran re û vebûna zîndanê ji girtiyan re diyar bikim…” (Yeşaya 61:1)  
Yûsif derdikeve ser textê Misirê, di ser hemû hêzdaran re, bi tenê di bin Firewn bi xwe re. Mirovên ku tên balê li ber wî secdeyê dikin.“Xwedê ew gelek bilind kir û navê di ser her navî re da wî da ku bi navê Îsa, hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de, herin ser çokan…” (Fîlîpî 2:9-10)
Digel ku birayên wî ew red kirin û bawer kirin ku ew miriye, mirov hatin ba Yûsiv ji ber ku wî dikarî nan ji wan re dabîn bikeDigel ku ew tê redkirin û tê bawerkirin ku mirî ye ji aliyê birayên wî yên Cihû ve, gel tên cem Îsa Mesîh ji bo nanê jiyanê yê ku bi tenê ew dikare ji wan re dabîn bike
Yûsif behsa îxaneta birayên xwe dike: “We niyet kir ku hûn xerabiyê bi min bikin, lê Xwedê ev niyet vegerand ser qenciyê. Loma gelek kes ji mirinê filitîn.” (Destpêk 50:20)Îsa Mesîh dibêje ku îxaneta birayên wî yên Cihû daxwaza Xwedê ye û ew ê gelek jiyanan xelas bike. “Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê.” (Yûhenna 5:24) 
Birayên wî û neteweyan li ber Yûsif secde kirinDanîel kehaneta Kurê Mirov ê ku “hemû netewe û mirovên ji her zimanî wê pê biperizin” dike

Gelek Mînak – Gelek Nîşane

Hema hema di jiyana hemû pêxemberên antîk ên Tewratê de mînak hene ku Îsa Mesîh – nîşan didin bi sedsalan beriya hatina Wî. Ew yek hatiye kirin da ku nîşanî me bide ku hatina Îsa Mesîh bi rastî plana Xwedê bûye, ne fikreke mirovan bûye, ji ber ku mirov nikarin siberojê wisa ji pêş ve bibînin.

Hê ji dema Hezretî Adem ve, kehanetek hebû li ser Mesîh. Încîl dibêje ku Hezretî Adem

mînaka wî kesê ku wê bihata bû (yanî Îsa Mesîh)

Romayî 5:14

Digel ku di dawiyê de birayên Yûsif jê re secde kirine jî, redkirin, qurbanîkirin, vedêrkirina wî ya ji aliyê birayên wî ve di çîroka jiyana wî de tên gotin. Behsa qurbanîkirina Mesîh jî di mînaka qurbanîdana Pêxember Îbrahîm de jî heye. Piştî Yûsif, dozdeh kurên Yaqûb bûn dozdeh qebîleyên Îsraîlê ku Pêxember Mûsa (AS) ew ji Misirê derxistin. Awayê wê kirina wî jî mînakek bû ji bo vegotina hûrguliyên qurbanîkirina Mesîh a di pêş de. A rast di Tewratê de gelek hûrguliyên berfireh hatine nivîsandin beriya Mesîh bi hezaran salan. Zebûr û pêxemberên din bêtir hûrgulî nivîsandibûn bi sedan salan beriya ku Mesîh were û behsa redkirinê hatibû kirin di kehaneta Xulamê Azarkêş de. Ji ber ku tu mirov bi siberojê nizane beriya sedsalan, çawa van pêxemberan ev qas hûrgulî zanîne, heke ji ba Xwedê wehiy negirtibin? Heke wan wehiy girtibin ji Xwedê, nexwe redkirin û qurbanîkirina Îsa Mesîh plana Wî bûye.

Piraniya van mînakan yan jî kehanetan têkildarî hatina yekemîn a Mesîh e ku wî tê de xwe pêşkêş kiriye da ku em bikaribin werin xelaskirin û bikevin Padîşahiya Xwedê.

Lê mînaka Yûsiv wer dixuye ku bêtir bi pêş de çûye û nîşan dide bê wê kengî Padîşahî dest pê bike û hemû netewe secde bikin jê re dema ku Îsa Mesîh vegeriya dinyayê. Ji ber ku em niha di vê demê de dijîn û tên vexwendin ji bo Padîşahiya Xwedê, divê em wekî zilamê ehmeq ê di Me’aricê de nekin ku ew bi paş de dixist heta wê Rojê ku li Xelaskerekî digeriya –lê dereng mabû. Bêtir agahiyan hîn bibin li ser teklîfa Îsa ya jiyanê ya ji bo we.

Mesîh gotiye ku vegera wî wê bi vî rengî çêbe

“Hingê Padîşahiya Ezmanan wê bimîne vê yekê: Deh keçikan qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê. Pênc ji wan bêaqil û pênc ji wan şareza bûn. Yên bêaqil rahiştin qendîlên xwe, lê bi xwe re dohn hilnedan. Lê yên şareza bi qendîlên xwe re, di derdanan de dohn jî hildan. Gava ku zava bi derengî ket, xewê ew hemû girtin û razan. Nîvê şevê dengek hat: ‘Va ye, zava tê! Derkevin pêşiya wî!’ Hingê hemû keçik rabûn û qendîlên xwe amade kirin. Yên bêaqil ji yên şareza re gotin: ‘Hinekî ji dohnê xwe bidin me, ji ber ku qendîlên me ditemirin.’ Wan bersiv da û got: ‘Na, çênabe, ew têra me û we nake. Çêtir e ku hûn herin ba dohnfiroşan û ji xwe re bikirin.’ Lê çaxê ew çûn ku dohn bikirin, zava hat. Keçikên ku amade bûn bi wî re ketin şahiya dîlanê û derî hat dadan. Paşê keçên din jî hatin û gotin: ‘Mîrza, mîrza! Derî li me veke!’ Wî li wan vegerand û got: ‘Bi rastî ez ji we re dibêjim, ez we nas nakim.’ Lewma hişyar bimînin, ji ber ku hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin.”

“Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamek hebû, gava ku çû welatekî din, gazî xulamên xwe kir û malê xwe spart wan. Wî li gorî karîna her yekî ji wan da wan: Pênc telant dan yekî, du telant dan yekî û telantek jî da yekî û derket riya xwe. Yê ku pênc telant standibûn, zû rabû, perê xwe da xebitandin û pênc telantên din kar kirin. Bi vî awayî yê ku du telant standibûn jî du telantên din kar kirin. Lê yê ku telantek standibû, rabû erd kola û perê axayê xwe veşart. Piştî demeke dirêj axayê xulaman vegeriya û bi wan re hesabê xwe kir. Yê ku pênc telant standibûn, hat û pênc telantên din jî anîn. Wî got: ‘Ezbenî, te pênc telant dabûn min. Binêre, min pêncên din jî qezenc kirin.’ Axayê wî jê re got: ‘Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ez ê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!’ Yê ku du telant standibûn jî hat û got: ‘Ezbenî, te du telant dabûn min; binêre, min diduyên din jî qezenc kirin.’ Axayê wî got: ‘Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ez ê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!’ Piştre yê ku telantek standibû hat û got: ‘Ezbenî, min dizanibû ku tu mirovekî hişk î û cihê ku te lê neçandiye tu didirûyî û cihê ku te tov lê nereşandiye tu berhev dikî. Lewma ez tirsiyam, ez çûm, min telantê te di nav axê de veşart. Ha, ji te re telantê te.’ Axayê wî lê vegerand û got: ‘Hey xizmetkarê xerab û tiral! Madem te dizanibû cihê ku min lê neçandiye ez didirûm û cihê ku min tov lê nereşandiye ez berhev dikim? Nexwe diviya te pereyên min danîna banqê, gava ku ez vegeriyam min ê bi faîza wan ve bistanda. Ji bo vê yekê wî telantî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh telantên wî hene. Ji ber ku yê ku pê re heye, wê ji wî re bê dayîn û bi ser de bê zêde kirin. Lê yê ku pê re tune be, tiştê ku di destê wî de ye jî wê jê bê standin. Lê vî xizmetkarê bêkêr biavêjin tariya derve. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.’”

Metta 25:1-30

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *