Sureya E’leq (Sure 96 – Xwîna Hişk) ji me re dibêje ku Xweda tiştên nû hînî me dike ku me berê nedizanîn.
Ew ê ku bi riya qelemê fêrî mirovatiyê kiriye ya ku wan nedizanî.
Sureya E’leq 96:4-5
Sureya Rûmê (Sure 30 – Romayî) dibêje ku Xweda ji bo ku em fêm bikin bê em di ku dera perestina rast a bi Xwedê de xeletiyan dikin peyaman dide pêxemberan.
Yan jî qey me delîlek ji wan re aniye xwarê ku ew delîl ji wan re ji ya ku ew ji Xwedê re dikine şirîk xeber dide?
Sureya Rûmê 30:35
Ew pêxember xwedî wê erkê bû ku nîşanî me bidin bê em di ku dera fikir, axaftin an ji kirinên xwe yên têkildarî Xwedê de xeletiyan dikin. Pêxember Îsa (AS) hîndekarekî wisa bû û xwedî erkeke bêhempa bû ku dikarî fikrên me yên hundirîn jî derxe holê da ku em ji xeletiyeke di hundirê xwe de vegerin. Em ê li vê binêrin. Piştre em ê li nîşaneya erkê ya şîfadayîna bi mucîzeyan hatibû dayîn binêrin.
Piştî ku Îsa Mesîh (AS) hate ceribandin ji aliyê Şeytên (Îblîs) ve, wî dest bi xizmeta hîndekariyê kir wekî pêxember. Hîndariya wî ya herî dirêj a di Încîlê de Weaza li serê Çiyê ye. Hûn dikarin tevahiya Weaza li serê Çiyê ji vir bixwînin. Em li jêrê hin xalên girîng didin û piştre em ê girêdanê di navbera hîndariya Îsa Mesîh û pêşbîniya Pêxember Mûsa ya di Tewratê de çêkin.
Îsa Mesh (AS) vê hîndariya li jêrê dike:
“We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‘Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin!’ Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bibêje: ‘Bêmejî!’ wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bibêje: ‘Ehmeq!’ ew ê agirê dojehê heq bike. Lewma gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye, diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike. Hê ku tu di riya dadgehê de yî, zû bi sûcdarkerê xwe re li hev were. An na, ew ê te bide destê dadger û dadger jî te bide destê parêzkar û tê bikevî zîndanê. Bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê dawî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.
“We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Zînayê neke!’ Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, jixwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye. Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe biavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê. Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jê bike û ji xwe biavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te neçe dojehê.
“Hatiye gotin: ‘Kî ku jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê.’ Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemeke din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike.
“We ev jî bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‘Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih.’ Lê ez ji we re dibêjim, qet sond nexwin! Ne bi ezmên, ji ber ku ew textê Xwedê ye, ne jî bi erdê, ji ber ku binlingê wî ye, ne jî bi Orşelîmê, ji ber ku ew bajarê Padîşahê Mezin e û ne jî bi serê xwe sond bixwe, ji ber ku tu nikarî mûyekî spî bikî yan reş bikî. Bila erêya we “Erê” be û naya we “Na” be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.
“We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Çav di ber çav de, diran di ber diran de.’ Lê belê ez ji we re dibêjim, li ber ê xerab ranebin. Eger yek sîleyekê li lama te ya rastê bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek bixwaze te bide dadgehê û kirasê te ji te bistîne, ebayê xwe jî bi dest wî ve berde. Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re du kîlometreyan here. Bide wî yê ku ji te dixwaze, rûyê xwe ji yê ku ji te deyn dixwaze, nezivirîne.
“We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Ji cîranê xwe hez bike, ji dijminê xwe nefret bike!’ Lê ez ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin, da ku hûn bibin zarokên Bavê xwe yê li ezmanan. Ji ber ku ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne. Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be? Ma bacgir jî wiha nakin? Û eger hûn bi tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn ji yên din zêdetir çi dikin? Ma pûtperest jî wiha nakin? Lewma bêkêmasî bin, çawa ku Bavê we yê li ezmanan bêkêmasî ye.
Metta 5:21-48
Mesîh û Weaza li serê Çiyê
Îsa Mesîh (AS) bi forma “We bihîstiye ku wisa hatiye gotin… Lê ez ji we re dibêjim…” hîndarî kir. Di vê formê de ew pêşî ji Tewratê jêgiranan dike û piştre bergeha fermanê bi navajo, fikir û gotinan berfireh dike. Îsa Mesîh bi fermanên tund ên ku di ser Pêxember Mûsa (AS) hatibûn dayîn hîndariyê dike û piştre ew wan gelekî dijwartir dike!
Lê awayê wî yê berfirehkirina fermanên Tewratê jî gelekî balkêş e. Wî bi erka xwe ew yek dikir. Wî bi tenê digot ‘Lê ez ji we re dibêjim…’ û bi vî awayî wî bergeha fermanan berfireh dikir. Ev tiştekî gelekî bêhempa bû di hîndariya wî de. Dema ku wî ev Weaza xwe qedand çawa ku Încîl dibêje:
Gava ku Îsa ev gotinên xwe xilas kirin, xelk li hînkirina wî gelek şaş ma. Ji ber ku wî ne wek Qanûnzanên wan, lê wek yekî xweyî desthilatiyê ew hîn dikirin.
Metta 7:28-29
A rast Îsa Mesîh (AS) wekî yekî xwedî erkeke mezin hîndarî dikir. Piraniya pêxemberan bi tenê peyamnêr bûn û peyameke Xwedê dida, lê li vir ew cuda bû. Çima Îsa Mesîh dikarî vê yekê bike? Ji ber ku ‘Mesîh’ çawa ku me li vir dît nasnavê kesê ku wê bihata bû di Zebûrê de, ew xwedî erkeke mezin bû. Mezmûra 2’yan a Zebûrê, ya ku tê de Nasnavê ‘Mesîh’ cara pêşî hatiye dayîn axaftina Xwedê ya ji Mesîh re bi vî awayî teswîr dike:
Ji min bixwaze, ez ê wek mîrasê miletan, wek milk jî çar aliyên dinyayê bidim te. (Mezmûr 2:8)
Erkeke di ser neteweyan re ji Mesîh re hatibû dayîn, çar aliyên dinyayê jî. Yanî Mesîh Îsa xwedî erk bû ku bi wî awayî hîndariyê bike.
Pêxember û Weaza li serê Çiyê
A rast çawa ku me li vir dît, di Tewratê de pêxember Mûsa (AS) pêşbîniya hatina ‘Pêxember’ê ku wê bi awayekî balkêş hîndekariyê bike kiribû. Mûsa wiha nivîsandibû:
Ez ê ji wan re ji nav birayên wan Îsraîliyan pêxemberekî wekî te derxim û ew ê ji wan re her tiştê ku ez lê ferman dikim bibêje. Ez ê bi xwe wan kesan ceza bikim ku guh nadin gotinên min ên ku pêxember li ser navê min dibêje.
Tesniye 18:18-19
Îsa bi hîndekariya bi vî rengî wekî Mesîh erka xwe bi kar dianî û wî kehaneta Mûsa ya ji bo Pêxemberê ku wê were û ew ê bi erkeke mezin hîndariyê bike pêk anî. Ew hem Mesîh bû Û hem jî Pêxember.
Tu & ez û Weaza li serê Çiyê
Heke hûn bi baldarî li ser Weaza li serê Çiyê xebitîbin ji bo ku bibînin bê divê hûn çawa îtaet bikin, dibe ku serê we tevlîhev bûbe. Em çawa dikarin van fermanên ku xîtabî dil û navajoyên me dikin bînin cih? Armanca Îsa Mesîh a bi vê Weazê çi bû? Em dikarin bersivê ji hevoka wî ya encamê bibînin.
Lewma bêkêmasî bin, çawa ku Bavê we yê li ezmanan bêkêmasî ye.
Metta 5:48
Bala xwe bidinê ku ev fermanek e, ne pêşniyarek e. Şertê wî ew e ku em bêkêmasî bin! Çima? Ji ber ku Xweda bêkêmasî ye û heke em dixwazin bi Wî re bin li Bihuştê, ji bêkêmasiyê kêmtir nabe. Em carinan difikirin ku kirinên me yên baş ên li şûna kirinên xerab – wê bes bin. Lê heke rewş wisa be û Xweda bihêle em bikevin Bihuşta wî, em ê her tiştê Bihuştê yê bêkêmasî xera bikin û em ê wê serobino bikin wekî vê dinyayê. Şehwet, çavbirçîtî û hêrsa me jiyana me ya îro xera dike. Heke em wê şehwet, çavbirçîtî û hêrsa xwe hilgirin ba xwe û herin Bihuştê, Bihuşt wê di demeke kurt de bibe wekî vê dinyaya – bi problemên ku me çêkirine tije ye.
A rast piraniya hîndariyên Îsa Mesîh li ser nava dilê me hûr dibin ji merasîmeke li derve bêtir. Bifikirin bê çawa di hîndariyeke din de ew li ser nava dilê me hûr dibe.
Wî domand û got: Ew tiştên ku ji dilê mirov derdikevin, wî mirar dikin. Ji ber ku ji dilê mirov fikrên xerab derdikevin: Fuhûşî, dizî, kuştin, zîna, çavbirçîtî, xerabî, hîlebazî, bêedebî, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî. Tevahiya van xerabiyan ji dil derdikevin û mirov mirar dikin.
Marqos 7:20-23
Pakiya nava me pir girîng e û standarda pêwîst jî kêmasîtî ye. Xweda wê bi tenê bihêle ‘bêkêmasîtî’ bikeve bihuşta wî ya bêkêmasî. Lê digel ku di teoriyê de xweş xuya dike, ew problemeke mezin jî çêdike. Em ê çawa bikevin wê Bihuştê, heke em ne bêkêmasî bin? Ji ber ku bêkêmasîbûna me qet ne mimkun e, ev yek bêhêvîtiyê bi me re çêdike.
Lê jixwe ew vê dixwaze! Heke em bêhêvî bibin ji ber ku em têra xwe ne baş in, hingê em ê bes baweriya xwe bi xûypakiya xwe bînin û em ê ‘bi ruh belengaz’ bibin. Îsa Mesîh di serê wê Weazê de wiha gotiye:
“Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, ji ber ku Padîşahiya Ezmanan a wan e.
Metta 5:3
Ji bo me destpêka zanatiyê ne ew e ku em guh nedin van hîndariyan û bibêjin ne ji bo me ne. Ji bo me ne! Standard ew e ku em ‘bêkêmasî bin’. Heke em bihêlin ku ev standard bikevin nava me û em fêm bikin ku em ne li gorî wan in, hingê em ê bikevin Riya Rast. Em ê bikevin Riya Rast, ji ber ku pêhesîna bi kêmasiyên xwe, wê me amade bike ji bo qebûlkirina alîkariyê li şûna ku em bibêjin em ê wê bi wesfên xwe bikin.