Skip to content
Home » Îsa Mesîh (AS) ‘Ava Jiyanê’ pêşkêş dike

Îsa Mesîh (AS) ‘Ava Jiyanê’ pêşkêş dike

  • by

Di Sureya Muteffifînê de (Sure 83 – Sextekar) tê gotin ku li Bihuştê kaniyeke ava zindîkirinê heye ku ji bo kesên nêzî Xwedê ye.

Ew ji meyeke safî ya devgirtî têne avdayîn… Kaniyeke wisan e ku yên nêzîkî Xwedê jê vedixwin.

Sureya Muteffifînê 83:25,28

Sureya Însan (Sure 76 – Mirov) bi heman awayî kaniyên ava egzotîk ên ji bo vexwarina kesên ku dikevin Bihuştê teswîr dike.

Xelkê bihuştê, tê de ji meyeke wisa têne avdayîn ku zencefîl tevî wê bûye. Ev şerab di bihuştê de kaniyeke wisa ye ku jê re “Selsebil” tê gotin.

Sureya Însan 76:17-18

Lê em ê çi bi tîbûna xwe ya di vê jiyana niha de çawa bikin? Heke em ne kesên ‘nêzî Xwedê’ bin ji ber rabirdûya gunehkar û şermîker? Pêxember Îsa Mesîh (AS) dema ku bi jineke redkirî re dipeyive, li ser vê yekê hîndariyê dide.

Beriya niha em hîn bûbûn ku pêxember Îsa Mesîh (AS) hîndarî kiribû bê divê em çawa nêzî dijminên xwe bibin. Li dinyaya me ya îroyîn di navbera gelekan de pevçûn hene û ev yek dinyaya me dike wek dojehê. Îsa Mesîh (AS) di vê Metelokê de hîn kir bê çawa ketina Bihuştê girêdayî nêzîkbûna me ya li hemberî dijminên me ye!

Hînkirina tiştekî hêsan e, lê kirina wê gelekî cuda ye. Gelek mele û alimên din ên dînî tiştekî dibêjin lê ew bi xwe tiştekî cuda dikin. Gelo pêxember Îsa Mesîh (AS) çawa dijiya? Carekê ew rastî Sameriyekê (dijminên Cihûyan ên wê demê) hatibû. Încîl wê rasthatinê bi vî awayî qeyd dike:

Dema Îsa hîn bû ku Fêrisiyan bihîstiye, wî ji Yûhenna bêtir şagirt civandine û bi avê mesh dike – lê belê ne Îsa bi xwe, bi tenê şagirtên wî mesh dikirin – ew ji Cihûstanê derket û dîsa çû Celîlê. Di dema rêwîtiyê de diviya ku ew di Sameryayê re derbas bibe. Ew hat bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî wê zeviyê bû ku Yaqûb dabû kurê xwe Yûsiv. Bîra Yaqûb li wê derê bû. Îsa ji ber rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû. Jineke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: “Avê bide min ez vexwim.” Şagirtên wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirin. Jinika Samerî jê re got: “Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.” – Tu têkiliya Cihûyan bi Sameriyan re tune. – Îsa bersiva wê da û got: “Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‘Avê bide min ez vexwim’ bizaniya, tê jê bixwesta û wî yê ava jiyanê bida te.” Jinikê jê re got: “Ezbenî, tiştekî te yê ku tu pê avê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê bînî? Ma tu ji bavê me Yaqûb mezintir î ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.” Îsa bersiv da û jê re got: “Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe. Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ez ê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.” Jinikê jê re got: “Ezbenî, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim.” Îsa lê vegerand û jê re got: “Here gazî mêrê xwe bike û were vir.” Jinikê bersiva wî da û got: “Mêrê min tune.” Îsa jê re got: “Te rast got ku mêrê te tune, ji ber ku pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.” Jinikê jê re got: “Ezbenî, ez dibînim ku tu pêxemberek î. Bav û kalên me li vî çiyayî perizîn, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.” Îsa jê re got: “Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê ku hûn ê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê biperizin Bav. Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin, ji ber ku xilasî ji Cihûyan tê. Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ew ê bi ruh û bi rastiyê biperizin Bav. Ji ber ku yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî. Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.” Jinikê jê re got: “Ez dizanim ku Mesîh” – yê ku jê re ‘Yê Bijartî’ dibêjin – “wê bê û gava ku ew bê, ew ê her tiştî nîşanî me bide.” Îsa jê re got: “Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.”

Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî negot: “Tu çi dixwazî?” an “Çima tu bi wê re dipeyivî?” Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got: “Werin, wî mirovî bibînin ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?” Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin. Di vê navê de şagirtên wî jê lava dikirin û digotin: “Mamoste, tiştekî bixwe!” Lê Îsa ji wan re got: “Xwarineke min a ku hûn pê nizanin heye.” Şagirtan ji hev du pirsî: “Gelo kesekî jê re xwarin aniye?” Îsa ji wan re got: “Xwarina min ew e ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim. Ma hûn bi xwe nabêjin: ‘Hê ji dema dirûnê re çar meh hene’? Va ye, ez ji we re dibêjim, çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin. Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber dicivîne da ku hem ê ku diçîne û hem ê ku didirû bi hev re dilgeş bibin. Ji ber ku li vir peyva ‘Yek diçîne û yek didirû’ rast e: Min hûn şandin da ku hûn zeviya ku hûn di ber de nexebitîne bidirûn; hinekên din di ber de xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin.”

Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: “Hemû tiştên ku min berê kiribûn wî ji min re gotin”, bawerî bi Îsa anîn. Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava kirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma. Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn û wan ji jinikê re got: “Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, ji ber ku me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskerê dinyayê ev e.”

Yûhenna 4:1-42

Jina Samerî şaş bû ku pêxember Îsa Mesîh (AS) bi wê re dipeyive – ji ber ku di navbera Cihûyan û Sameriyan de dijminatî hebû di wê demê de. Pêxember bi jinikê re sohbet dikir bi riya xwestina avekê ji bo du sedeman. Sedema pêşî, çawa ku tê gotin, ew bû ku ew tî bûbû. Lê wî (ji ber ku pêxember bû) dizanî ew jin ji ber sedemeke gelekî cuda tî ye. Ew ji bo zewq û têrbûna di jiyana xwe de tî bûbû. Wê digot qey ew ê bi têkiliyên nelirê yên bi mêran re tîna xwe bişikîne. Ji ber vê yekê gelek mêrên wê çêbûbûn û dema ku ew bi pêxember re dipeyivî jî ew bi zilamekî re bû ku ne mêrê wê bû. Her kesî bi çavê jineke bêexlaq li wê dinihêrî. Belkî ji ber wê yekê ew bi tena serê xwe hatibû ku avê bibe ji bîrê çaxê nîvro, ji ber ku jinên din ên li gund nedixwest ku ew bi wan re be dema ku ew hênikiya serê sibehê de çûbûn avê. Têkiliya vê jinê bi gelek mêran re çêbûbû û hetiketiya wê kiribû ku ew ji jinên li gund dûr bikeve.

Zebûrê nîşan da bê guneh çawa tîbûneke mezin a di jiyana me de ye – tîbûneke ku divê were şikandin. Gelek kes îro, hema dînê wan çi be, gunehkar dijîn ji ber vê tîbûna xwe.

Pêxember Îsa Mesîh (AS) xwe ji ber vê jina gunehkar neda alî. Li şûna wê ew bi wê re peyivî da ku ew bikaribe ‘ava jiyanê’ bidiyê da ku tîna wê bişikîne. Lê wî behsa ava fizîkî nedikir (ku mirov carekê vedixwe û mirov piştre dîsa tî dibe), wî behsa guherîneke di dilê wê de dikir, guherîneke di nava wê de. Pêxemberên Zebûrê kehanet kiribûn ku Peymaneke dil a nû wê were. Îsa Mesîh (AS) ev peymana nû ya guhertina dil pêşkêşî wê dikir ku wê ew ber bi ‘jiyana bêdawî’ ve biherikanda.

Bawer kirin – Aşkerakirina rastî

Lê vê pêşkêşkirina ‘ava jiyanê’ jinik xist nav krîzekê. Dema ku Îsa jê re got mêrê xwe bîne, wî bi qest wisa got da ku ew bi xwe bihese, gunehê xwe qebûl bike û aşkera bike. Ev tiştekî wisa ye ku em zû zû xwe nadin ber! Em dixwazin gunehên xwe veşêrin û hêvî dikin kes nebîne. Yan jî em pê dihesin û piştguh dikin. Adem û Hewa jî li Bexçe ev kirin û hê jî em dixwazin gunehên xwe veşêrin an piştguh dikin. Lê heke em dixwazin Dilovaniya Xwedê ya ku ‘jiyana bêdawî’ tîne bigirin, nexwe divê em durist bin û gunehê xwe qebûl bikim, ji ber ku Încîl wehd dike ku:

Lê eger em gunehên xwe aşkera bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibore û me ji her neheqiyê paqij bike.

Yûhenna I, 1:9

Ji ber vê sedemê dema ku pêxember Îsa Mesîh (AS) ji jina Samerî re got

Xweda ruh e û peristyar jî divê bi Ruh biperizin û bi rastiyê

Qesta wî ji ‘rastiyê’ ew bû ku em bi xwe re rast û durist bin, xeletiyên xwe veneşêrin an jî piştguh nekin. Mizgînî ew e ku Xweda ‘li wan digere’ û ew ê tu peristyarên xwe yên ku bi duristî tên red neke.

Lê ji bo wê pir zehmet bû ku gunehê xwe qebûl bike. Riyeke berbelav a veşartina eyba xwe ew e ku em mijarê ji guneh dibin ser nîqaşeke dînî. Jixwe dinya jî îro bi nîqaşên dînî mişt tijî ye. Di wê demê de jî nîqaşeke dînî hebû di navbera Sameriyan û Cihûyan de li ser cihê rast ê ku divê lê îbadet were kirin. Cihûyan digot divê îbadet li Orşelîmê were kirin û Sameriyan jî digot divê îbadet li çiyayekî bi navê Gerîzîm were kirin. Wê jinikê jî mijar anî ser vê nîqaşê bi hêviya ku mijara sohbeta wan a li ser gunehê wê biguhere. Bi wî awayî wê yê bikariya gunehê xwe li pişt dîn veşarta.

Çawa ku em heman tiştî bi hêsanî û xwezayî dikin – nemaze heke em dîndar bin. Hingê em dikarin bibêjin bê yên din çi qasî xelet in û em çi qasî rast in – bêyî ku em gunehên xwe aşkera bikin.

Pêxember Îsa Mesîh (AS) bi wê jinikê re neket nava wê nîqaşê. Wî bi israr got ku cihê ku lê îbadet tê kirin ne ew qasî girîng e, ya girîng ew e ku ew bi xwe re durist be di îbadetkirinê de. Wê dikarî li her derê here pêşberî Xwedê (ji ber ku Ew Ruh e), lê divê ew rastiya xwe qebûl bike berî ku ew bikaribe ‘ava jiyanê’ bi dest bixe’.

Yanî diviya wê biryareke girîng bidaya. Wê dikarî riya veşartina gunehê xwe li pişt nîqaşeke dînî bidomanda û yan jî biçûya. Lê wê biryar da ku gunehê xwe qebûl bike –aşkera bike- û çawa ku ew vegeriya gund, wê ji her kesî re got bê çawa wî pêxemberî her tiştê wê û kirinên wê zaniye. Wê êdî tiştek veneşart. Bi vê kirina xwe ew bû ‘bawermendek’. Ew berê jî dîndar bû, wekî gelekan ji me, lê niha ew – û gelek kesên li gund – bûn ‘bawermend’.

Bawermendî bi tenê ne ew e ku yek ji aliyê hişî ve rastiya doktrînekê qebûl bike – digel ku ew girîng e. Her wiha divê yek bawer bike ku wehda Wî ya dilovaniyê pêewle ye û ji ber vê yekê hewce nake ku êdî ew gunehê xwe veşêre. Pêxember Îbrahîm (AS) jî ev yek kiribû beriya demeke dirêj û rastî bi dest xistibû – wî bawerî bi wehdê anî.

Hûn gunehê xwe piştguh dikin yan vedişêrin? Hûn wî vedişêrin bi xebatên dînî yan jî nîqaşên dînî? Yan hûn gunehê xwe aşkera dikin? Çima hûn naçin pêşberî Xwedayê xwe yê Afirîner û bi duristî gunehê xwe yê ku sûc û şermê çêdike aşkera nakin? Hingê hûn ê werin kêfxweşkirin, ji ber ku Ew li îbadeta we “digere” ew ê we ‘pak bike’ ji hemû gunehan.

Me ji wê sohbetê dît ku girîng bû ku wê jinê fêm kir ku pêxember Îsa (As) Mesîh e û piştî ku pêxember Îsa (AS) du rojên din jî li wê derê ma û li wan hîndarî kir, wan fêm kir ku ew ‘Xelaskerê dinyayê’ ye. Dibe ku em bi temamî fêm nekin bê ev hemû tên çi wateyê. Lê çawa ku Pêxember Yehya (AS) mirov amade kiribûn ji bo fêmkirinê, aşkerakirina gunehên xwe jî wê me amade bike ji bo girtina Dilovaniya Wî. Ev gava yekemîn e li ser Riya Rast.

‘Xwedê, were rehmê li min gunehkarî.’

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *