Skip to content
Home » Mezmûr û Pêxemberan çawa kehaneta Îsa Mesîh kir?

Mezmûr û Pêxemberan çawa kehaneta Îsa Mesîh kir?

  • by

Tewrata Pêxember Mûsa (AS) pêşzanîna Îsa Mesîh (AS) bi Nîşaneyên ku mînak bûn ji bo hatina Pêxember aşkera kir. Pêxemberên ku piştî Mûsa hatin bi jêgiranan plana Xwedê nîşan dan. Dawid (AS) ê ku ji aliyê Xwedê ve wehiy jê re hatibû şandin, kehaneta pêşî ya hatina ‘Mesîh’ di Mezmûra 2. de li derdora sala 1000’î BZ kir. Piştre di Mezmûra 22. de wî peyamek girt li ser kesekî ku wê ‘dest û piyên wî werin qulkirin’ bi îşkenceyê, piştre wê ‘di nav axê de bimîne’, lê piştre wê serkeftineke mezin bi dest bixe ku wê bandorê li ‘hemû malbatên dinyayê’ bike. Ew kehaneta xaçkirin û vejîna Îsa Mesîh bû? Sureya Sebeyê (Sure 34) û Sureya Nemlê (Sure 27) dibêjin bê çawa Xwedê wehiy dane Dawid di Zebûrê (yanî Mezmûra 22.) de, em çavekî li wan bigerînin.

Kehaneta Mezmûra 22.

Hûn dikarin tevahiya Mezmûra 22. ji vir bixwînin. Di tabloya li jêrê de Mezmûra 22. li rex teswîra xaçkirina Îsa Mesîh a bi şahidiya şagirtên (hevalên) wî ya di Încîlê de hatiye dayîn. Nivîsên ku hev du digirin bi heman rengî hatine rengandin da ku bi hêsanî werin dîtin.

Încîl ji perspektîfa şahidiya kesên ku xaçkirin dîtine ve hatiye nivîsandin. Lê Mezmûra 22. ji perspektîfa kesekî ku ew tecrûbe kiriye ve hatiye nivîsandin. Em ê vê hevşibîna di navbera Mezmûra 22. û xaçkirina Îsa Mesîh de çawa rave bikin? Gelo ew tesaduf e ku hûrguliyên wan ev qasî hev du digirin çawa ku di her duyan de jî cil tên parkirin (kirasê dirûtî di cihên dirûtî re ji serî heta binî tê qetandin û di navbera leşkeran de tên parkirin) û pişk tê avêtin (kirasê nedirûtî wê xera bibûya heke bihata dirîn, lewma ew li ser pişkê diavêjin). Mezmûra 22. berî ku xaçkirin were îcadkirin hatiye nivîsandin, lê ew bi hûrguliyên spesifîk wê teswîr dike (qulkirina dest û piyan, şikandina lingan – vezelîna qurban dema ku dadiliqe). Her wiha Încîla Yûhenna qeyd dike ku xwîn û av jê herikî dema ku rim di kêleka Îsa re kirin, ew jî nîşan dide ku li dora dilê wî av kom bûye. Yanî Îsa Mesîh ji ber krîza dil miriye. Ev awayê mirinê û teswîra Mezmûra 22. a ku dibêje ‘dilê min wek şimayê dihele’ hev du digirin. Peyva Îbranî di Mezmûra 22. de ku bi awayê ‘qulkirin’ tê wergerandin tê wateya ‘wekî şêrekî’. Bi gotineke din, dest û ling wekî ku tên parçekirin ji aliyê şêrekî ve, dema ku tên qulkirin.

Xwedênenas dibêjin sedema van hevşibînên di navbera Mezmûra 22. û qeydên şahidiya çavan a di Încîlê de ew e ku şagirtên Îsa ew li gorî ku li kehanetê werin honandine. Ma ev yek dikare hevşibînê rave bike?

Mezmûra 22. û mîrata Îsa Mesîh

Lê Mezmûra 22. bi ayeta 18’an a di tabloya jorê de naqede – ew didome. Li vir bala xwe bidinê bê çawa serfiraz e di dawiyê de – piştî mirinê!

Wê yên feqîr bixwin û têr bibin, yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin. Bila dilê me her û her bijî! Wê çar aliyên dinê bi bîr bîne û vegere Xudan û hemû milet wê li pêş te herin ser çokan. Ji ber ku padîşahî ya Xudan e, karê wî serweriya hemû miletan e. Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin û li ber wî herin ser çokan. Hemû yên ku diçin axê û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng wê li pêş wî herin ser çokan. Nifşên bê evdîtiyê ji wî re bikin, wê Xudan ji nifşên pêş re bê gotin. Ew ê kirin û edaleta wî ji gelê ku hê çênebûye re bibêjin.

Mezmûr 22:26-31

Ev beş behsa hûrguliyên mirina wî kesî nake. Ew di serê Mezmûrê de hatibû gotin. Pêxember Dawid (AS) îcar bêtir li siberojê dinêre û behsa bandora mirina wî kesî ya li ser ‘nesl’ û nifşên siberojê’ dike (ayet 30). Ew nifşê siberojê yê ku behsa wî dike em in ku 2000 salî piştî mirina Îsa Mesîh dijîn. Dawid dibêje ‘neslê’ piştî wî zilamê ‘dest û pê’ qulkirî, yê ku bi mirineke erjeng mir, wê ji wî re xizmet bike û wê ji wan re ‘behsa wî were kirin’. Ayeta 27’an behsa belavbûnê dike û dibêje – ew ê bigihîje heta ‘dawiya dinyayê’ û ‘hemû malbatên gelan’ û ew ê bike ku ew ‘li Xweda vegerin’.  Ayeta 29’an nîşan dide bê çawa ‘ew kesên ku nikarin xwe zindî bihêlin’ (yanî em hemû) wê rojekê li pêşberî wî herin ser çokên xwe. Rastiya wî zilamî wê ji mirovên ku niha ne zindî ne (yanî ‘hê çênebûne’) re were ragihandin di dema mirina wî de.

Tu eleqeya vê dawiyê bi honandina Încîlê ya li gorî rastderxistina Mezmûra 22. re nîn e, ji ber ku êdî behsa bûyerên ku wê piştre çêbin – yên dema me dike. Nivîskarên Încîlê di sedsala 1. de, nikarîbûn bandora mirina Îsa Mesîh a di dema me de ji ba xwe li hev bînin. Rasyonelkirina xwedênenasan nikare mîrata demdirêj û berbelav a Îsa Mesîh ku beriya 3000 salî di Mezmûra 22. de rast hatibû pêşbînîkirin rave bike.

Quran – Pêşzanîna ku Xwedê daye Dawid

Ev pesnê serkeftinê yê di dawiya Mezmûra 22. de tê wateya heman tiştî ku di Sureya Sebeyê û Nemlê (Sebe 34 û Neml 27) ya di Quranê de hatiye gotin, dema ku li ser Mezmûrên Dawid dibêje:

Sond be me ji cem xwe qenciyek da Dawid û me got: “Gelî çiya! Hûn digel firendeyan bi dengê wî re bixulxulînin.” Me jê re hesin nerm kir.

Sureya Sebeyê 34:10

Sond be, me zanîn daye Dawid û (kurê wî) Silêman. Her duyan got: “Hemd ji Xwedê re be ku em di ser gelek bendeyên xwe yên bawermend re girtine.”

Sureya Nemlê 27:15

Çawa ku ev ayet dibêjin, Xweda zanîn û keremê dide Dawid da ku siberojê bibîne û bi wê zanînê ew strana pesnê ya di Mezmûra 22. de qeydkirî dibêje.

Îcar em li ser pirsa ku di Sureya Waqî’eyê (Sure 56 – Rûdan) de tê pirsîn bifikirin.

Çima nexwe (hûn bêçare ne) gava ku ruh (ê kesekî ku dimire) digihîje qirika (wî), hûn berê xwe didinê û lê dinêrin? Em ji we bêhtir nêzîkî wî ne, lê belê hûn nabînin. Madem hûn dê neyêne cezakirin, de wî ruhî vegerînin wî cesedî; heke (bi rastî) hûn di doza xwe de rastgo ne.

Sureya Waqî’eyê 56:83-87

Kî dikare ruhekî mirî ji mirinê vegerîne? Ev yek ji bo veqetandina karê mirovan ji yê Xwedê hatiye dayîn. Sureya Waqî’eyê yek bi yek tiştê ku Mezmûra 22. teswîr dike dibêje – ew wê yekê bi gotin yan jî kehanetkirina karê Îsa Mesîh (AS) dike.

Tu kes nikare pêşbîniyeke baştir a ji Mezmûra 22. bike li ser bandora xaçkirina Îsa Mesîh. Di dîroka dinyayê de wekî din kî dikare hûrguliyên mirina wî û jiyana wî û mîrata wî ya ji bo siberojeke dûr, bêrî ku pêk were, berî 1000 salî texmîn bike û bibêje? Ji ber ku tu mirov nikarin siberojeke ew qasî dûr bi hûrguliyên wisa pêşbînî bikin, ev yek delîl e ku qurbanîkirina Îsa Mesîh li gorî “plan û pêşzanîna Xwedê” çêbûye.

Pêxemberên din behsa qurbanîkirina Îsa Mesîh dikin

Çawa ku Tewrat bi wêneyekî neynikî yê bûyerên rojên dawî yên Îsa Mesîh dest pê dike û piştre wêneyekî zelal ê hûrguliyên piştre çêdike, pêxemberên ku piştî Dawid hatine jî hûrguliyên mirin û vejîna Îsa Mesîh zelaltir dikin.Tabloya li jêrê kurteya hinek ji wan bûyerên ku me li wan nihêrî dide.

Pêxember DibêjinEw çawa plana hatina Mesîh aşkera dike
Nîşaneya Jidayîkbûna ji BakîreyêPêxember Yeşaya di sala 700’î BZ de gotiye ‘Kurek wê ji bakîreyekê çêbe’ û ew ê bêqisûr û bêguneh bijî. Jiyana bêqisûr bi tenê bi qurbanîbûna ji bo yên din dikare were pêşkêşkirin. Îsa Mesîh ji bo pêkanîna vê kehanetê hate dinyayê û Jiyana Pîroz jiyaye.
Guliya’ ku wê were, navê Îsa û rakirina gunehên me kehanet kirPêxember Yeşaya, Yeremya û Zekeriya gelek kehanet kirin li ser kesê ku wê were û Zekeriya rasterast navê Îsa da – 500 salî berî ku Îsa bijî. Zekeriya kehanet kir ku ‘rojekê’ gunehên mirovan wê werin rakirin. Îsa xwe pêşkêş kir wekî qurban û tam di wê ‘rojê’ de guneh hatin rakirin, ew hemû kehanet pêk hatin.
Pêxember Danîel û dema hatina MesîhDanîel ji bo hatina Mesîh tabloyeke demê ya tam 480 salî kehanet kir. Îsa tam li gorî dema di wê kehanetê de hat.
Pêxember Danîel kehanet kir ku Mesîh wê were ‘qutkirin’Pêxember Danîel nivîsand ku piştî hatina xwe Mesîh wê were ‘qutkirin û tiştekî wî wê nebe’. Ew kehanetek bû li ser mirina Îsa Mesîh dema ku ew ji jiyanê hate ‘qutkirin’.
Pêxember Yeşaya mirin û vejîna Xulamê ku wê were pêşbînî kirPêxember Yeşaya bi gelek hûrguliyan pêşbînî kir ku Mesîh wê ‘were qutkirin ji warê zindiyan’ wê îşkenceyê bibînî, wê were redkirin û ‘qulkirin’ ji ber gunehên me, wê wekî berxekî were gurandin, jiyana wî wê bibe pêşkêşî ji ber gunehên me, lê piştre ew ê dîsa ‘jiyanê’ bibîne û bibe serfiraz. Ev hemû pêşbîniyên bihûrgulî hatin pêkanîn dema ku Îsa Mesîh hate xaçkirin û piştre ji mirinê rabû. Ew hûrguliyên ku beriya 700 salî hatibûn pêşbînîkirin, Nîşaneyeke mezin in ji bo nîşandana ku ew plana Xwedê bûye
Pêxember Yûnis û mirina Îsa MesîhPêxember Yûnis ketibû nava gorê dema ku ew di nava masiyekî mezin de bû. Ew wêneyek bû ku Îsa Mesîh bi kar dianî ji bo ravekirina xwe ya ku ew ê jî bi heman awayî mirinê bijî.
Pêxember Zekeriya û azadkirina girtiyên mirinêÎsa Mesîh behsa kehaneta Zekeriya ya ku digot ew ê ‘girtiyên mirinê’ (yên ku jixwe mirine) azad bike dikir. Mîsyona wî ya ketina mirinê û azadkirina yên girtî ji wê derê hatibû gotin ji aliyê pêxemberan ve.

Ev qas kehanetên ku hatine kirin ji aliyê pêxemberên ku bi sedsalan ji hev du dûr bûne, li welatên curbicur jiyane, xwedî paşxaneyên curbicur bûne, lê dîsa jî hemû li ser heman pêşbîniyê hûr bûne ku hin beşên wê ji serkeftina mezin a Îsa Mesîh a di ser mirina wî û vejînê re pêk tên delîl in ku ew li gorî plana Xwedê çêbûye. Ji ber vê yekê Petrûs, serokê şagirtên Îsa Mesîh ji guhdarên xwe re dibêje:

Îcar bi vî awayî Xwedê, ev tiştên ku ji pêşî ve bi devê hemû pêxemberan gotibû ku Mesîh wê cefayê bikişîne, anî cih.

Karên Şandiyan 3:18

Piştî ku Petrûs wiha dibêje, ew vê yekê îlan dike:

Loma tobe bikin û li Xwedê bizivirin da ku gunehên we bên xîşkirin, 

Karên Şandiyan 3:19

Wehdeke pîrozîkirinê heye ji bo me da ku em bikaribin gunehên xwe bidin ‘rakirin’. Em ê li vir lê binêrin bê ev tê çi wateyê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *