Skip to content
Home » Îbrahîm (AS) Îsmaîl kir qurbanî yan Îsheq?

Îbrahîm (AS) Îsmaîl kir qurbanî yan Îsheq?

  • by

Dema ku em behsa qurbanîkirina Îbrahîm Pêxember (AS) a kurê xwe dikin, hevalên min bi israr dibêjin kurê wî yê ku hew mabû were qurbanîkirin Hezretî Îsmaîl –kurê Îbrahîm (AS) yê mezin ê ji Hacerê bû- ne Îsheq ê biçûk ê ji Serayê bû. Her wiha ez şaş bûm dema min ev çîrok di Quranê de xwend. Dema ku ez wê nîşanî hevalên xwe didim, ew jî şaş dibin. Di Nîşaneya 3. a Îbrahîm de min li bûyereke girîng nihêrîbû û ez wê ayetê bi temamî li vir didim. Ew çi dibêje? Ew ayet dîsa tê dubarekirin.

Me di ber kurê wî de qurbaniyeke mezin şand

Sureya Saffat 37:107

Navê kur nayê gotin di vê ayeta der barê kurbanîkirina Îbrahîm (AS) a kurê xwe de. Di rewşeke wiha de ya herî baş ew e ku em bêtir lêkolîn û xebatê li ser vê yekê bikin. Heke hûn li tevahiya Quranê binêrin ji bo deverên ku behsa pêxember di wan de Îsmaîl tê kirin, hûn bibînin ku 12 caran behsa wî tê kirin.

  • Du caran ew bi tenê bi navê Îbrahîmê bavê xwe derbas dibe (2:125, 2:127)
  • Pênc caran behsa wî bi bavê wî Îbrahîm re û bi birayê wî Îsheq re tê kirin. (3:84, 4,163, 2:133, 2:136, 2:140). 
  • Di pênc ayetên mayî de jî bêyî bavê wî Îbrahîm behsa wî tê kirin, lê di lîsteya pêxemberên din de tê dayîn (6:86, 14:39, 19:54, 21:85, 38:48). 

Du caran bi tenê bi bavê wî Îbrahîm (AS) re behsa wî tê kirin û ayet jî behsa bûyerên din ê li ser diakirinê dikin – ne qurbanîkirinê.

Wê demê me Kabe ji bo mirovan kire cihekî bêrîdar û ewlegeh. Me ji mirovan re got: “Hûn jî meqamê Îbrahîm ji xwe re bikin nimêjgeh. Me ferman li Îbrahîm û Îsmaîl kir ku hûn ê mala min ji bo tewafkaran, îtîrafkaran, rukûkaran û secdekaran paqij bikin.”

Beqere 2:125

Bînin bîra xwe; wê dema ku Îbrahîm û Îsmaîl hîmên Beytê bilind kirin û gotin: “Xwedayê me! Ji me qebûl bike, bêguman her Tu yî, yê bihîzer, yê zana.

Beqere 2:127

Qurana Pîroz qet nabêje ku Îsmaîl bi qurbanîkirinê hatiye ezmûnkirin, ew bi tenê dibêje ‘kur’. Îcar ma ji ber vê yekê tê bawerkirin ku Îsmaîl tê pêşkêşkirin?

Şîroveya li ser Qurbanîkirina Kurê Îbrahîm

Yusuf Elî şîrovekarekî rêzdar ê Quranê ye, her wiha wergêrekî rêzdar e. Şîroveya wî li vir tê peydakirin. http://al-quran.info

Şîroveya li ser ayeta qurbanîkirinê xwedî du jêrenotên li ser qurbanîkirina kur in.

4071 Ew der axa Sûriye û Filîstinê ya bibereket bû. Du kur jê re çêbûbûn, li gorî kevneşopiya Misilmanan, kurê Îbrahîm ê ku pêşî ji dayîk bûye Îsmaîl e. Navê wî bi xwe ji koka Samîa ye ku tê wateya bihîstinê, ji ber ku Xwedê diaya Îbrahîm bihîstibû (ayet 100). Îbrahîm 86 salî bû dema ku Îsmaîl jê re çêbû .

Destpêk 16:16

Palpişta Yusuf Elî bi tenê ‘kevneşopiya Misilmanan’ e.

4076 Versiyona me belkî divê bi versiyona Peymana Kevn a Cihû-Xiristiyan re were miqayesekirin. Kevneşopiya Cihûyan, ji bo bilindkirina şaxê nû yê malbatê, yê ji ziriyeta Îsheqê pêşiyê Cihûyan, li hemberî şaxê kevin ê ji ziriyeta Îsmaîlê pêşiya Ereban, dibêje ew qurbanî Îsheq e. (Destpêk 22:1-18) Îcar dema ku Îsheq ji dayîka xwe bû, Îbrahîm 100 salî bû (Destpêk 21:5), her wiha dema ku Îsmaîl ji dayîka xwe bû, Îbrahîm 86 salî bû (Destpêk 16:16). Yanî Îsmaîl 14 salan ji Îsheq mezintir e. Heta 14 saliya xwe Îsmaîl tekane kurê Îbrahîm bûye; tu carî Îsheq nebûye tekane kurê Îbrahîm. Lê di mijara qurbanîkirinê de Peymana Kevin dibêje (Destpêk 22:2): ‘Û Wî got: “Kurê xwe yê yekta Îsheqê tu jê hez dikî hilde û here herêma Moriyayê: û li wê derê wî bike qurbana şewitandinê.”

Di vê jêrenotê de ew îdia dike ku ji ber ku Tewrat dibêje ‘kurê xwe yê yekta… (Destpêk 22:2) û Îsmaîl 14 salan mezintir e, nexwe bi tenê Îsmaîl dikarî bê pêşkêşkirin ji bo qurbanîkirinê wek ‘kurê yekta’. Lê ew ji bîr dike ku berî wê di Destpêk 21 de Îbrahîm (AS) Îsmaîl û Hacer ji ba xwe şandine. Yanî di Destpêk 22’yê de Îsheq bi rastî jî ‘kurê yekta’ ye, ji ber ku Îsmaîl hatiye şandin. Ji bo hûrguliyên zêdetir li vir binêrin.

Qurbanîkirina kurê Îbrahîm: Şahidiya Tewratê

Quran rasterast nabêje bê kîjan kur e, lê Tewrat wê gelekî bi zelalî dide. Hûn dikarin bibînin ku Tewrat di Destpêk 22’yan de bi şeş navên cuda behsa Îsheq dike (di 22:2, 3, 6, 7 (2 caran), 9 de).

Tewrat ji aliyê Pêxember Mihemed (AS) ve tê qebûlkirin

Bi zelalî di hedîsan de xuya dike Tewrata îro ji aliyê Pêxember Mihemed (AS) ve dihat destekkirin. Ev gotina min di çend hedîsan de tê behskirin, yek ji wan hedîsan dibêje:

Komeke Cihûyan hatin û Resûlê Xwedê (AS) vexwendin Kufê. Îcar wî ew li dibistana wan ziyaret kirin. Wan got: Ebul Qasim, yek ji zilamên me, sûcê zînayê kiriye bi jinekê re; ka cezayê wan bibêje. Wan mînderek xistibû bin Resûlê Xwedê (AS) yê rûniştî û Wî got: Tewratê bînin. Wan Tewrat anî. Piştre wî mînder ji bin xwe derxist, Tewrat danî ser û got: “Ez bi te û bi yê ku tu şandî bawer im.”

Sunena Ebu Dawid, Pirtûk 38, No: 4434

Tewrat ji aliyê Pêxember Îsa Mesîh (AS) ve tê qebûlkirin

Pêxember Îsa Mesîh (AS) jî Tewratê qebûl dike çawa ku em li vir dibînin. Hîndariyeke wî ya di vê ayetê de dibêje:

Bi rastî ez ji we re dibêjim, beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih. Loma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişikîne û bi wî awayî mirovan hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re yê herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re mezin bê gotin.

Metta 5:18-19

Hişyarî: Kevneşopî ne di ser re Tewratê re ye

Ew ê nebe tiştekî beraqil heke em ji bo xatirê kevneşopiyê Tewrata Mûsa piştguh bikin. A rast Pêxember Îsa (AS) rêberên dînî yên dema xwe rexne dike, ji ber ku wan ‘kevneşopiyên’ xwe dixistin pêşiya Şerîetê, çawa ku em li vir dibînin:

Îsa li wan vegerand û got: “Îcar hûn jî çima ji bo kevneşopiyên xwe emrê Xwedê dişikînin? Ji ber ku Xwedê gotiye: ‘Qedrê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bibêje, divê bê kuştin.’ Lê hûn dibêjin: ‘Eger yek ji dê yan jî ji bavê xwe re bibêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn, êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.’ Bi vî awayî we ji bo kevneşopiyên xwe peyva Xwedê rakir. 

Metta 15: 3-7

Hişyariya Pêxember a ku dibêje ji bo xatirê ‘kevneşopiyê’ Peyamê piştguh nekin pir zelal e.

Tewrata Roja me ji aliyê Nivîsarên Behra Mirî ve tê qebûlkirin

Şemaya li jêrê nîşan dide ku destnivîsarên herî kevin ên Tewratê, Nivîsarên Behra Mirî, diçin heta sala 200’î a B.Z (bêtir agahî li vir in). Ev tê wê wateyê ku Tewrata ku Pêxember Mihemed (AS) û Pêxember Îsa Mesîh (AS) serî lê didan heman Tewrat e ku îro jî tê bikaranîn.

Nivîsarên Încîla Îro – ji berî demeke dirêj ve

Dema ku em bi paş de diçin, em dibînin ku Pêxemberan bersiva vê pirsê dane ji me re.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *