Skip to content
Home » Îsa Mesîh (AS) bi Metelokan hîndariyê dike

Îsa Mesîh (AS) bi Metelokan hîndariyê dike

  • by

Me dît bê çawa Îsa Mesîh (AS) bi erka bêhempa hîndarî dikir. Her wiha wî bi gotina çîrokan ên ku prensîbên rastîn nîşan didin hîndarî dikir. Wekî mînak, me dît bê çawa wî li ser Padîşahiya Xwedê bi gotina çîroka Ziyafeta Mezin hîndarî kir û bi gotina çîroka Xulamê Bêrehm li ser bexşandinê hîndarî kir. Ji van çîrokan re dibêjin metelok û Îsa Mesîh (AS) di nav pêxemberan de bêhempa bû ji aliyê bikaranîna metelokan de ji bo hîndariyê û çîrokên wî gelekî bibandor in.

Sureya Enkebût (Sure 29 – Pîrepind) ji me re dibêje ku Xweda jî metelokan bi kar tîne. Dibêje:

Em ji bo mirovan metelokan bi kar tînin, lê ji yên zana pê ve tu kes tênagihîje.

Sureya Enkebût 29:43

Sureya Îbrahîm (Sure 14) ji me re dibêje bê Xweda çawa bi meteloka darekê hîndariyê dike.

Ma te nezaniya ka çawa Xwedê metelokek anî û ronî kir; peyveke pak û paqij wekî dareke paqij e ku koka wê di erdê de binecih e û çiqilên wê li ber asîmanan in.

Mîna peyva pîs wekî wê dara pîs e ku ji ser erdê hatiye hilkirin, jê re tu binecihî û mikûmî nîn e.

Sureya Îbrahîm 14 :24-26

Metelokên Îsa Mesîh

Şagirtên wî carekê jê pirsîn bê çima ew bi metelokan hîndariyê dike. Încîl ravekirina wî qeyd dike:

Îcar şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: “Tu çima bi wan re bi metelokan dipeyivî?” Wî li wan vegerand û got: “Zanîna sirên Padîşahiya Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn. Ji ber ku bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û jê re zêde bibe. Lê bi kê re tune be, tiştê ku pê re heye jî wê jê bê standin. Ji ber vê yekê ez ji wan re bi metelokan dibêjim: Ew dibînin, lê nabînin, ew dibihîzin, lê nabihîzin û fêm nakin.

Metta 13:10-13

Hevoka wî ya dawî jêgiranek bû ji pêxember Yeşaya (AS) ku di sala 700’î BZ de jiyaye û li hemberî hişkbûna dilê me hişyarî dabû me. Bi gotineke din carinan em tiştekî fêm nakin, ji ber ku em ravekirinê fêm nakin yan jî pir tevlîhev e û fêmkirina wê zehmet e. Di rewşeke wiha de ravekirineke zelal tevlîheviyê ji holê radike. Gelek caran em tiştekî fêm nakin, ji ber ku di kûrahiya dilê xwe de em naxwazin wê fêm bikin. Dibe ku em vê yekê qebûl nakin, lewma em pirsan dikin, ji ber ku em tunebûna fêmdariya xwe ya hişî wekî astenga xwe dibînin. Lê heke tevlîhevî di dilê me de be û ne di hişê me de, hingê tu ravekirin bi kêr nayê. Nexwe problem ew e ku em naxwazin teslîm bibin, ne ku em ji aliyê hişî ve nikarin fêm bikin.

Dema ku pêxember Îsa Mesîh (AS) bi metelokan hîndarî dikir, bandora wan pir li ser xelkê çêdibû. Ew ên ku bi hişê xwe fêm nedikirin, bêtir ji wan re dibû meraq bi saya çîrokê û wan bêtir pirs dikirin ji bo ku wê fêm bikin, lê yên ku ji bo teslîmêbûnê ne dilxwaz bûn bi çavekî biçûk li çîrokê dinêrî û bala xwe nedidan serê û wan hewl nedida ji bo bêtir fêmkirinê. Bikaranîna metelokan wekî riyekê bû ji bo hîndekarekî pispor da ku mirovan ji hev veqetîne, çawa ku cotkar genim ji kelpika wî vediqetîne bi dêrandinê. Ew ên ku dilxwaz bûn ji bo teslîmbûnê ji yên ku ne dilxwaz bûn dihatin veqetandin. Ew mirovên ku ne dilxwaz bûn ji teslîmbûnê re çîrok tevlîhev didîtin, ji ber ku dilê wan nedixwest rastiya wê qebûl bike. Ku wan bidîta jî wan xala girîng fêm nedikir.

Meteloka Tovçîn û Çar Axan

Dema ku şagirtên wî ji Pêxember Îsa (AS) der barê hîndariya wî ya bi metelokan de pirs kirin, wî li ser Padîşahiya Xwedê û bandora wê ya li ser mirovan hîndarî dikir. Va ye ya pêşî:

Îcar Îsa bi metelokan ji wan re li ser gelek tiştan peyivî û got: “Cotkar derket ku tov biçîne. Gava ku wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin. Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû. Lê çaxê ku roj hilat ew kizirî û ji ber ku rayên wî tune bûn, hişk bû. Hinek tov ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin û hinek tov jî ket ser erdekî qenc, hinekan sed, hinekan şêst û hinekan jî sî qat ber dan. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.”

Metta 13:3-9

Îcar ev metelok dihat çi wateyê? Hewce nake ku em texmîn bikin, ji ber ku ew ê ku dilxwaz bûn ji bo teslîmbûnê metelokê bala wan kişand û pirsa wateya wê kirin, wî ev bersiv da:

“De îcar guhdariya meteloka yê cotkar bikin: Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e. Ew ê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê qebûl dike. Lê ji ber ku rehê wî tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê derdikeve. Ew ê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bê ber dimîne. Lê ew ê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide.

Metta 13:18-23

Çar bersivê hene ji bo peyama der barê Padîşahiya Xwedê de. Ya pêşî ‘fêmnekirin” e, yanî yê xerab (Îblîs) e ku peyamê ji dilê wan digire û dibe. Îcar sê bersiv dimînin ku di serî de gelekî erênî ne û ew peyamê bi kêfxweşî digirin. Lê ev peyam divê mezin bibe di nava dilê me de di demên zor û zehmet de. Ew ne tenê zanînek e ku divê di hişê me de be û em jiyana xwe dîsa li gorî kêfa dilê xwe bijîn. Îcar em werin ser wan her du bersivên din, digel ku ew serê pêşîn peyamê digirin, ew nahêlin ku ew peyam di dilê wan de mezin bibe. Bi tenê dilê çaremîn ê ku ‘gotinê dibihîze û wê fêm dike’ bi awayê ku Xweda dixwaze bi rastî xwe teslîm dike.

Armanceke vê metelokê ew e ku vê pirsê bi me bide kirin; ‘ji van mirovan ez kîjan im?’ Bi tenê ew ên ku bi rastî ‘fêm dikin’ wê bibin berekî baş. Riyeke xurtkirina fêmdariyê ew e ku bi zelalî were fêmkirin bê pêxemberê berê çi gotine, hê ji dema Adem ve plana Xwedê di ser Tewrat û Zebûrê re hatiye aşkerakirin. Piştî Adem, Nîşaneyên girîng di Tewratê de hatin dayîn bi wehda ji Îbrahîm (AS) û qurbanîdana wî re, bi Mûsa (AS), bi Deh Fermanan û bi Harûn (AS). Di Zebûrê de jî fêmkirina jêderka ‘Mesîh’ û wehiyên Yeşaya, Yeremya, Zekeriya, Danîel û Malakî wê me amade bikin ji bo ku em ‘peyama Padîşahiya Xwedê fêm’ bikin’.

Meteloka Zîwanê

Piştî ravekirina vê metelokê pêxember Îsa Mesîh (AS) hîndariya meteloka li ser zîwanê kir.

Îsa metelokeke din ji wan re got: “Padîşahiya Ezmanan dişibe vê yekê: Zilamekî tovê qenc li erdê xwe çand. Lê çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat, di nav genim de zîwan çand û çû. Çaxê ku genim gihîşt û ber da, hingê zîwan jî xuya bû. Xulamên malxwê malê hatin û gotin: ‘Ezbenî, ma te tovê qenc di zeviya xwe de neçand? Îcar ev zîwan ji ku derê çêbû?’ Wî ji wan re got: ‘Dijminekî ev yek kiriye.’ Xulaman jî jê pirsî: ‘Tu dixwazî ku em herin û wan aşêf bikin?’ Wî got: ‘Na, çimkî çaxê ku hûn aşêfa zîwanê bikin, dibe ku hûn genim jî pê re hilkin. Bihêlin, bila her du bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê. Wî çaxî ez ê ji paleyan re bibêjim: Pêşî zîwanê berhev bikin û ji bo şewitandinê bikin gurz, piştre genim berhev bikin û bînin bixin embara min.’”

Metta 13: 24-29

Va ye ravekirina ku wî kiriye:

Hingê Îsa qerebalix hişt û çû malê. Şagirtên wî hatin balê û jê re gotin: “Wateya meteloka zîwana zeviyê ji me re bibêje.” Wî bersiva wan da û got: “Yê ku tovê qenc diçîne Kurê Mirov e. Zevî dinya ye û tovê qenc jî zarokên Padîşahiyê ne. Zîwan zarokên Yê Xerab in û dijminê ku ew çandiye jî Îblîs e. Dirûn dawiya dinyayê ye û pale jî ferîşteh in. Îcar çawa ku zîwan tê berhevkirin û di nav êgir de tê şewitandin, di dawiya dinyayê de jî wê wisa bibe. Kurê Mirov wê ferîştehên xwe bişîne û ew ê her tiştên ku mirov ji rê derdixin û yên ku neheqiyê dikin ji Padîşahiya wî bicivînin. Ew ê wan biavêjin nav firina dadayî û li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan. Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.

Metta 13:36-43

Meteloka Liba Xerdelê û Hevîrtirş

Pêxember Îsa Mesîh (AS) her wiha bi metelokên pir kurt hîndarî dikir.

Îsa metelokeke din ji wan re got: “Padîşahiya Ezmanan dişibe vê yekê: Zilamekî rahişt libeke xerdelê û ew di zeviya xwe de çand. Ew liba ku ji hemû tovan biçûktir e, dîsa jî gava ku ew mezin dibe, ji pincaran mezintir e û dibe dar. Wisa ku teyrên ezmanan tên û li ser çiqilên wê bi cih dibin.”

Wî metelokeke din jî ji wan re got: “Padîşahiya Ezmanan dişibe hevîrtirşê ku jinekê ew hilda û xist nav sê çap arvan, heta hemû tirş bû.”

Metta 13:31-33

Padîşahiya Xwedê wê li vê dinyayê bi awayekî biçûk û negirîng dest pê bike, lê piştre ew ê bibe dareke mezin. Ew bi darê zorê yan jî bi carekê re çênabe, kes wê nebîne bê ew çawa mezin dibe, lê ew ê li her derê û bêsekan be.

Metelokên Gencîneya Veşartî û Dura Giranbuha

“Padîşahiya Ezmanan dişibe vê yekê: Di nav zeviyekê de gencîneyeke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirî.

“Dîsa Padîşahiya Ezmanan dişibe vê yekê: Bazirganek li durên spehî digeriya. Gava ku wî dureke gelek giranbiha dît, çû hemû hebûna xwe firot û ew kirî.

Metta 13:44-46

Ev metelok li ser nirxê Padîşahiya Xwedê hûr dibe. Bifikirin ku gencîneyek di nav zeviyekê de binaxkirî ye. Ji ber ku veşartî ye, kesên ku di ber zeviyê re diçin dibêjin qey zevî hinekî bênirx e û ew bala wan nakişîne. Lê kesek pê dihese ku gencîyek tê de heye û ew zeviyê gelekî giranbuha dike – buhayekî wisa zêde ye ku têrî kirîna her tiştî dike û ew kes wê gencîneyê digire. Nexwe Padîşahiya Xwedê nirxekî wisa ye ku haya gelek kesan jê nîn e, lê kesê ku bi qedrê wê dihese, wê nirxekî mezin bigire.

Meteloka Torê

“Dîsa Padîşahiya Ezmanan dişibe vê yekê: Tora ku her cureyê masiyan dicivîne, tê avêtin nav deryayê. Gava ku ew tije dibe, masîgir wê dikişînin qerêx. Hingê ew rûdinin, yên qenc dixin selikan û yên neqenc jî diavêjin. Di dawiya dinyayê de wê wiha bibe. Ferîşteh wê bên û wê xeraban ji nav rastan veqetînin û wan biavêjin firina dadayî. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.”

Padîşahiya Xwedê wê mirovan ji hev veqetîne. Ev veqetandin wê di di Roja Darizandinê de bi temamî aşkera bibe – dema ku ya di dilan de derket holê.

Padîşahiya Xwedê bi razmendî mezin dibe, wekî hevîrtirşê di hevîr de ku xwedî nirxekî mezin e, bi piranî veşartî ye û ew di nav mirovan de dibe sedema bertekên cuda. Her wiha ew di mirovan de yên ku fêm dikin ji yên ku fêm nakin vediqetîne. Piştî hîndariya bi van metelokan pêxember Îsa Mesîh ji guhdaran pirseke girîng kir.

Îsa ji wan pirsî: “Ma we ev tiştên ha hemû fêm kirin?” Wan got: “Erê.” 

Metta 13:51

We jî fêm kir?

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *