Paqijî çi qasî girîng e? Sureya Nîsa (Sure 4- Jin) wiha dibêje:
Gelî yên u bawerî anîne! Dema hûn serxweş bin, heta hûn bizanin ka hûn çi dibêjin û dema hûn bi cenabet bin –ji bilî yê rêwî- heta hûn xwe neşon, zinhar xwe nêzî nimêjê nekin. Eger hûn nexweş bin, yan rêwî bin yak yek ji we avrêjê hatibe, yan jî we dest li jinan dabe û we av bi dest nexistibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; pê rû û destên xwe vemalin (mesih bikin). Bêguman Xweda efûkar e, bexşende ye.
Sureya Nîsayê 4:43
Fermana di Sureya Nîsayê de ew e ku em rûyê xwe û destên xwe bi axa paqij bişon berî îbadetan. Paqijiya derveyî girîng e.
Sureya Şems (Sure 91 – Roj) jî ji me re dibêje ku Ruhê me – hundirê me bi xwe jî ew qasî girîng e.
Bi nefsê û yê ku şekil û awa dayê, bi îlhama neqencî û teqwayê nîşan dayê, ku bi rastî yê nefsa xwe ji gunehan paqij kir, ew serfiraz bûye. Kesê ku nefsa xwe bi gunehan kêm kir, ew xesirî ye.
Sureya Şemsê 91:7-10
Sureya Şems ji me re dibêje ku heke Ruhê me, yan jî hundirê me pak be, nexwe em serfiraz in, her wiha heke ruhê me xera bûbe, nexwe em têkçûyî ne. Îsa Mesîh (AS) jî Paqijiya hundirîn û derveyî hîn dike.
Me dîtibû bê gotinên Îsa Mesîh (AS) çawa xwedî hêza hînkirina bierk bûn, ji bo başkirina mirovan û kontrolkirina xwezayê jî. Her wiha wî aşkerakirina rewşa dil a ku – em pê kesê li hundir û derve ezmûn bikin hîn kir. Em dizanin bê em ê çawa paqijiya derveyî bikin, em beriya ku nimêj bikin em destnimêja xwe digirin, em goştê helal dixwin. Pêxember Mihemed (AS) di hedîsekê de wiha gotiye:
“Nîvê îmanê paqijî ye…”
Muslim Ch. 1 Pirtûk 002, Hejmar 0432
Pêxember Îsa Mesîh (AS) jî dixwest ku em li ser nîvê din jî bifikirin – yanî paqijbûna xwe ya hundirîn. Ev girîng e, ji ber ku mirov jî dikarin paqijbûna derveyî ya mirovan bibînin, lê ji bo Xwedê ew cuda ye – Ew paqijbûna hundirîn jî dibîne. Yek ji padîşahên Cihûda yê ku ji derve hemû şertên dînî pêk dianîn, lê nava dilê xwe paqij nedigirt, bi vê peyamê hate cem pêxemberê wê demê:
Çavên Xwedê her derê dibînin da ku hêzê bide hemû kesên ku ji dil û can pê ve girêdayî ne. Te ehmeqiyek kiriye û ji niha û pê de tê her tim di nav şer de bî.”
Tarîx II, 16:9
Çawa ku ev peyam aşkera dike, paqijiya hundirîn têkildarî ‘dilên’ me ye – ‘ew’ê ku difikire, hîs dike, biryar dide, teslîm dibe yanî îteat dike û ziman kontrol dike. Pêxemberên Zebûrê difikirîn ku ew tîbûna dilên me ye ku dibe sedema gunehên me. Dilên me wisa girîng in ku Îsa Mesîh (AS) di hîndariyên xwe de bi miqayesekirina pakbûna me ya derveyî re behsa vê yekê dikir. Încîl di demên cuda de hîndariya wî ya li ser paqijbûna hundirîn bi vî awayî dide:
Hundir jî bi qasî Derve paqij bike
(Li vir behsa ‘Fêrisiyan’ tê kirin. Ew alimên Cihû bûn di wê demê de, wekî melayên îro. Îsa behsa dayîna ‘dehekê’ ya ji Xwedê re dike. Ew Zekata Cihûtiyê bû.)
Dema ku Îsa dipeyivî, yekî Fêrisî ew vexwend ku li ba wî xwarinê bixwe. Ew jî çû û li ser sifreyê rûnişt. Lê gava yê Fêrisî dît ku berî xwarinê wî destê xwe li gorî adeta wan neşûştiye, şaş ma. Lê Xudan ji wî re got: “Hûn Fêrisî derveyê tas û sêniyan paqij dikin, lê hundirê we ji tiştên talankirî û xerabiyê tije ye. Hey bêaqilno, ma yê derve çêkirî hundir jî çênekiriye? Lê ya qenc ew e ku hûn ji tiştên xwe yên hundir xêran bidin, hingê her tişt wê ji we re paqij bibe. Lê belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka pûng, catir û hemû cureyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî û hezkirina Xwedê berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana. Wey li we Fêrisiyan! Hûn di kenîştan de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silavstandinê hez dikin. Wey li we! Hûn wek wan gorên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin, bi wan nizanin.”
Lûqa 11:37-44
Destdana bedeneke mirî li gorî Qanûnê Cihûyek qirêjî dikir. Dema ku Îsa (AS) got ku mirov li ser gorên nenas digerin, wî xwest bibêje ku ew yek wan qirêjî dike bêyî ku ‘haya wan jî jê çêbe’, ji ber ku wan guh nedida paqijiya hundirîn. Heke em guh nedin wê, dibe ku em qirêjî bibin bi qasî xwedênenasekî ku guh nade tu paqijiyê.
Dil ji aliyê dînî ve mirov qirêjî dike
Di hîndariya din de, Îsa Mesîh (AS) ji pêxember Yeşaya (AS) yê ku di sala 750’yî BZ de jiyaye) jêgiranek kir (li vir binêrin ji bo bêtir agahiyên li ser Yeşaya).
Hingê ji Orşelîmê hinek Fêrisî û Qanûnzan hatin ba Îsa û jê pirsîn: “Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişikînin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!” Îsa li wan vegerand û got: “Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişikînin? Ji ber ku Xwedê gotiye: ‘Qedrê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bibêje, divê bê kuştin.’ Lê hûn dibêjin: ‘Eger yek ji dê yan jî ji bavê xwe re bibêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn, êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.’ Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir. Hey durûno! Yeşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye: ‘Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min lê dilê wan ji min dûr e. Bi pûçîtî diperizin min, di hîndariya xwe de, emrên mirovan hîn dikin.’” Îsa qerebalix gazî ba xwe kir û ji wan re got: “Guh bidinê û fêm bikin. Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî qirêjî nake, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov qirêjî dike.” Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: “Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?” Îsa li wan vegerand: “Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ew ê ji reh ve bê rakirin. Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, her du jî wê bikevin çalê.”
Hingê Petrûs jê re got: “Mana vê meselê ji me re bibêje.” Îsa ji wan pirsî: “Ma hûn jî hê fêmkor in? Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve? Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov qirêjî dikin. Ji ber ku fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr ji dil dertên. Tiştên ku mirov qirêjî dikin ev in, lê xwarina bi destê neşûştî mirov qirêjî nake.”
Metta 15:1-20
Di vê civînê de Îsa Mesîh (AS) destnîşan dike ku em ji peyama Xwedê bêtir ji bo bicihanîna fermanên dînî yên ku ji ‘kevneşopiyên mirovan’ pêk tên dilezînin. Di dema pêxember de, serekên Cihû guh nedida peywirên xwe yên ji bo Xwedê û wan qedr nedida dê û bavê xwe û wan pereyê xwe dida ji bo karên dînî li şûna ku alîkariya dê û bavê xwe bikin.
Îro em bi heman problemê re rû bi rû ne bi guhnedana paqijiya hundirîn. Lê Xweda gelekî girîngiyê dide qirêjiya ku ji dilê me dertê. Ev qirêjî wê bike ku em werin şermezarkirin di Roja Darizandinê de heke ew neyê paqijkirin.
Ji derve Xweşik lê ji Hundir ve tijî gunehkarî
“Wey li we Qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Hûn derveyî tas û sêniyan dişon, lê hundirê wan ji tiştên talankirî û çavbirçîtiyê tije ye. Hey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û sêniyan bişo, wê derveyê wan jî paqij bibe. “Wey li we Şerîetzan û Fêrisîno! Hey durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne ku ji derve xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne. Bi vî awayî hûn jî ji derve wek ên rast li mirovan xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tije durûtî û neheqî ne.
Metta 23: 25-28
Îsa Mesîh (AS) tiştên ku em hemû dibînin dibêje. Guhdana paqijiya derve di nav hemû bawermendên Xwedê de berbelav e, lê belê gelek kes hêj jî di hundirê xwe de çavbirçî û xerab in – ew ên ku ji aliyê dînî ve girîng in jî. Bidestxistina paqijiya hundirîn pêwîst e – lê belê ew zehmettir e. Xweda wê pakbûna hundirê me pir bi baldarî darizîne. Îcar pirsek derdikeve holê: Em ê çawa dilên xwe paqij bikin da ku em bikaribin bikevin Padîşahiya Xwedê di Roja Darizandinê de? Em bê bi Încîlê bidomînin ji bo bersivan.