Skip to content
Home » Jidayîkbûna Mesîh: pêşbînîkirina ji aliyê pêxemberan ve & îlankirina ji aliyê Cebraîl ve

Jidayîkbûna Mesîh: pêşbînîkirina ji aliyê pêxemberan ve & îlankirina ji aliyê Cebraîl ve

  • by

Me lêkolîna xwe ya li ser Tewrat û Zebûrê, pirtûkên pêxemberên ji Îsraîla antîk qedand. Me di temamkirina xwe ya Zebûrê de dît ku bendewariyeke ji bo pêkhatina wehdên di demên bê de heye.

Lê di ser qedîna Zebûrê re ji çarsed salî bêtir dem derbas bûye. Me dît ku gelek bûyerên polîtîk û dînî qewimîne di dîroka Îsraîliyan de di wê demê de ku ew li bendê bûn ku wehd pêk werin, lê tu peyamên nû ji aliyê pêxemberan ve nehatine dayîn. Îsraîliyan her wiha di ser hikimdariya Herodê Mezin re pêşxistina Perestgehê domandiye heta ku ew bûye avahiyeke newaze û mirovên ji çar aliyên alema Romayê ber bi xwe ve bikişîne ji bo perestinê, qurbanîdanê û diakirinê. Lê belê digel ku mirov gelekî oldar bûn û êdî xwe ji pûtperestiya di dema pêxemberên berê de ku ew dixistin kemînê dûr dixistin jî dilên wan hişk bûbûn û ew ji derve lê hûr dibûn. Yanî wekî gelek mirovên di dema me de,  di nav kar û xebatên oldarî û diakirinê de, diviya dilên mirovan biguherîna. Îcar di dawiya hikimdariya Herodê Mezin de, li derdora sala 5’an a BZ, peyamnêrekî bêhempa hate şandin da ku ew daxuyaniyeke mezin bike.

Sureya Meryem (Sure 19) kurteyeke vê peyama ku ji Meryemê re hatiye dayîn dide

(Ya Pêxember) Di vê Pirtûkê de behsa Meryemê bike dema ku ew ji malbata xwe veder bû û rexê rojhilatê ji xwe re kire wargeh, di nav xwe û wan de perdeyek kişand. Me ferîştehê Xwe (Cebraîl) şande cem û jê re kire şeklê însanekî tekûz. Meryemê jê re got, “Ez xwe bi Xwedayê ku Rehman e ji te diparêzim! Lewma nêzîkî min neb, eger tu bi rastî mirovekî xwedantirs bî.” Wî jê re got, “Ez bes qasidê Xwedayê te me (û ji te re hatime şandin) da ku kurekî pak bidime te.” Wê got, “Dê çawa kur ji min re çêbe? Hal ev e ku tu kesî dest nedaye min û ez ne dawpîs im jî?” Wî lê vegerand, “Ew ê bibe! Xwedayê te got, ‘Ew ji min re hêsan e û da ku em hatina wî ji bo mirovan, ji cem xwe bikin nîşan û dilovanî.’ Biryara wî hatiye dayîn.”

Sureya Meryem 19:16-21

Cebraîl hatina Yehya (Yûhennayê Meshker AS) îlan dike

Ew peyamnêr Cebraîl bû, di Pirtûka Pîroz (Încîlê) de wekî ferîştehê sereke jî tê zanîn. Heta niha bi tenê ew hatiye şandin ji pêxember Danîel (AS) re da ku peyama (li vir binêrin) dema hatina Mesîh bidiyê. Îcar Cebraîl hatibû cem keşîşekî bi navê Zekeriya (AS) yê ku li Perestgehê dia dikir. Ew û jina wî Elîzabet pîr û kal bûn û zarokên wan jî nebûn. Cebraîl bi vê peyama li jêrê ya ku di Încîlê de (Mizgînî) qeydkirî ye xwe nîşanî wan da.

Ferîşteh jê re got: “Zekeriya, netirse! Ji ber ku duaya te hat bihîstin û jina te Elîzabet wê kurekî ji te re bîne, tê navê wî Yûhenna deynî û ew ê ji te re bibe şahî û geşî û gelek wê bi bûyîna wî dilxweş bibin. Çimkî ew ê li ba Xweda mezin be. Ew ê şerab û vexwarinên giran qet venaxwe û hê di zikê diya xwe de wê bi Ruhê Pîroz tije be. Ew ê gelek Îsraîliyan li Xweda, Xwedayê wan vegerîne û ew ê bi ruh û bi hêza Îlyas pêxember li pêşiya Xweda here da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne da ku ji Xwedê re neteweyeke pêkhatî amade bike.” Zekeriya ji ferîşteh re got: “Ma ez ê vê yekê bi çi bizanim? Ez pîr im û jina min jî bi nav salan ve çûye.” Ferîşteh lê vegerand û got: “Ez Cebraîl im, ê ku li ber destê Xwedê radiweste û ez hatime şandin da ku ez ji te re bibêjim û vê mizgîniyê bidim te. Va ye heta wê roja ku ev tişt pêk bê, tê lal bibî û hew bikarî bipeyivî. Ji ber ku te bi wan gotinên min ên ku wê di wextê xwe de bên cih bawer nekir.”

Lûqa 1:13-20

Zebûr hatibû qedandin bi wehda ku Amadekar wê were û ew ê wekî Îlyas (AS) be. Cebraîl vê wehda spesifîk bi bîr dixe dema ku ew dibêje kurê Zekeriya (AS) wê ‘di nava ruh û hêza Îlyas de” were. Ew ê bihata da ku neteweyek amade bikira ji bo XWEDÊ’. Ev daxuyanî dihat wê wateyê ku wehda ji bo hatina Amadekar nehatibû jibîrkirin – ew ê bihata pêkanîn bi jidayîkbûn û jiyana vî kurê ku wê ji Zekeriya û Elîzabetê re çêbûya. Her wiha ji ber ku Zekeriya baweriya xwe bi wê peyamê neanîbû zimanê wî hatibû lalkirin.

Cebraîl jidayîkbûna ji bakîreyekê îlan dike

Jidayîkbûna Amadekar tê wê wateyê ku kesek wê were û mirovan amade bike ji bo – Mesîh an jî Îsa – yê ku wê piştî demeke kurt were. Hema piştî çend mehan, Cebraîl îcar ji jineke bakîre ya ciwan a bi navê Meryem re hate şandin bi vê daxuyaniya li jêrê ya ku di Încîlê (Mizgînî) de cih digire.

Cebraîl hat ba wê û jê re got, “Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xweda bi te re ye.” Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî bê ka ev çi silav e. Ferîşteh jê re got, “Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye. Va ye tê bi zaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî. Ew ê mezin bibe û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin û Xweda wê textê bavê wî Dawid bide wî û ew ê her û her li ser mala Yaqûb padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî wê neyê.” Meryemê ji ferîşteh re got, “Gelo ew ê çawa çêbe? Ji ber ku tu mêr nêzîkî min nebûne.” Ferîşteh lê vegerand û got, “Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Ya Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin û va ye Elîzabeta ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bi zaro ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayîne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye. Ji ber ku tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.” Meryemê got, “Va me, ez cêriya Xwedê me. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.” Piştre ferîşteh ji ba wê çû.

Lûqa 1:28-38

Di daxuyaniya Cebraîl bi xwe de em vî nasnavê balkêş ‘Kurê Xwedê’ dibînin. Ez di vê gotara xwe ya li vir de bêtir agahiyan didim. Di vê gotarê de em ê bi vegotinên li ser jidayîkbûnan bidomînin.

Jidayîkbûna pêxember Yehya (Yûhennayê Meshker – AS)

Bûyer yek bi yek bi awayê ku pêxemberên Zebûrê pêşbînî kiribûn pêk dihatin. Pêxember Malakî pêşbînî kiribû ku Amadekarek wê di bin hêza Îlyas de were û niha Cebraîl jidayîkbûna wî îlan dikir. Încîl wiha didomîne:

Gava ku dema zarokanîna Elîzabetê hat, wê kurek anî. Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xwedê rehmeke mezin li wê kiriye û ew jî bi wê re şa bûn. Di roja heştan de ji bo sinetkirina kurik hatin û xwestin navê bavê wî Zekeriya lê bikin. Lê diya wî li wan vegerand û got, “Na, navê wî wê Yûhenna be.” Wan jê re got: “Di nav mirovên te de kesekî bi vî navî tune.” Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî, ka ew dixwaze çi navî li wî bike. Wî lewheyeke nivîsê xwest û wiha li ser nivîsî: “Navê wî Yûhenna ye.” Hemû şaş man. Di cih de dev û zimanê wî vebûn, peyivî û pesnê Xwedê da. Tirs ket dilê hemûyên li dora wan rûdiniştin û li seranserê çiyayên Cihûstanê li ser van tiştan hat peyivîn û hemûyên ku ev tişt bihîstin, ew xistin dilê xwe û gotin, “Gelo ev zarok wê bibe çi?” Ji ber ku destê Xweda li ser wî bû.

Lûqa 1:57-66

Jidayîkbûna Mesîh (Îsa – AS)

Pêxember Yeşaya (AS) pêşbîniya kehaneteke bêhempa (li vir bi temamî tê ravekirin) kiribû

Lewma wê Xweda bi xwe nîşanekê bide we. Va ye wê keçik bi zaro bimîne û kurekî bîne. Wê navê wî bike Îmmanûel.

Yeşaya 7:14

Îcar Cebraîlê ji ferîştehên sereke zarokanîna Meryemê îlan kiribû, digel ku ew hê jineke bakîre bû û ev kehaneta ku berî demeke dirêj hatibû kirin rasterast pêk dihat. Va ye bi vî awayî Încîl (Mizgînî) jidayîkbûna Îsa Mesîh (AS) qeyd dike.

Yûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê çû Beytlehmê, bajarê Dawid ê li Cihûstanê, ji ber ku ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. Ew çû wê derê da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bi zaro bû. Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, ji ber ku cihê wan li mêvanxaneyê tune bû. Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobet digirt. Ferîştehekî Xwedê ji wan re xuya bû û rûmeta Xweda hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan. Ferîşteh ji wan re got, “Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we ku ji tevahiya gel re ye. Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e. Bila ev ji we re bibe nîşan. Hûn ê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.” Û ji nişkê ve artêşeke leşkerên ezmên bi ferîşteh re xuya bûn, pesnê Xwedê dan û gotin, “Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye re silamet.” Çaxê ferîşteh ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got, “De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xwedê bi me daye zanîn, bibînin.” Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Yûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin. Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin. Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man. Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî. Şivan vegeriyan, ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan û rûmet didanê. Her tişt bi awayê ku ji wan re hatibû gotin dîtibûn. Dema ku heşt roj temam bûn, ew hat sinetkirin û navê wî Îsa danîn, wek ku hê berî ew bikeve zikê diya xwe, ferîşteh gotibû.

Lûqa 2:4-21

Rola van her du pêxemberên mezin a di siberojê de

Du pêxemberên mezin çend mehan li pey hev ji dayîk bûn, her du pêkhatina wan kehanetan bûn ku beriya sedsalan hatibûn kirin! Jiyana wan û peyamên wan wê çi bûna? Zekeriya (AS), bavê Yûhennayê Meshker (Yehya AS) kehanet kiribû li ser her du kuran û wiha gotibû:

Û bavê wî Zekerya bi Ruhê Pîroz tije bû, wî kehanet kir û got: “Pesin ji Xwedayê Îsraêlê re ku ew hat serdana gelê xwe û wî ew bi berdêl xilas kir. Wî ji mala xulamê xwe Dawid stroyekî xilasiyê ji me re rakir, çawa ku wî hê ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotibû – ku em ji dijminên me û ji destê hemûyên ku ji me nefret dikin, xilas bike da ku li bav û kalên me bê rehmê û peymana xwe ya pîroz, wê sonda ku ji bavê me Îbrahîm re xwaribû, bîne bîra xwe ku em ji destê dijminên xwe xilas bibin û bê tirs li ber wî di hemû rojên jiyana xwe de bi paqijî û rastî biperizin wî. Tu jî, zaroko, wê ji te re pêxemberê Yê Herî Berz bê gotin, ji ber ku tê di pêşiya Xweda de herî da ku tu riyên wî amade bikî û ji bo lêborîna gunehên wan, xilaskirinê bi gelê wî bidî zanîn. Ji rehm û dilovaniya Xwedayê me, wê ji jor wek ku roj hiltê bê serdana me da ku ronahiyê bide wan ên ku di tariyê de û di bin siya mirinê de rûniştine û ew ê berê lingên me bide ser riya silametê.”  

Luke1:67-79

Zekeriya (AS) yê ku îlham girt ji bo van gotinan, di navbera jidayîkbûna Îsa û wehda ku hem ji Dawid (ji bo wehdê li vir binêre) – û Îbrahîm re (ji bo wehdê li vir binêre) hatibû dayîn de girêdanek dît. Plana Xwedê ya ku beriya sedsalan hatibû gotin û mezin bûbû, niha digihîşt radeya herî bilind. Lê gelo di vê planê de çi hebû? Gelo ew xelasiya ji Romayiyên dijminên wan bû? Gelo ew qanûneke nû bû ku wê biketa şûna qanûna Dawid (AS)? Ew dînekî nû bû yan jî pergaleke siyasî ya nû bû? Ne yek ji van bû (ku mirovan behsa wan dikir yan jî li benda pêkhatina wan bûn). Plan ew bû ku ‘me amade bike ji bo ku em xizmeta wî bikin bêyî tirs û di nav pîrozî û rastiyê de’ digel ‘xelasiya di ser lêborîna gunehên xwe re’ bi motîvasyona bidestxistina ‘rehm dilovaniya Xwedayê me’ ji bo me kesên ku dijîn di bin siya mirinê de’ da ku ‘berê lingên me bide ser riya silametê’. Hê ji dema Adem ve em bi dijminatiyê û mirinê û bi hewldana bidestxistina rastiyê û bexişandina gunehên xwe hatine lanetkirin. Li ber Adem, Hewa û Şeytan, Xwedê planek îlan kir ku di navendê de ‘zarokekî’ ji ‘jinê’ hebû. Helbet planeke bi vî rengî baştir e ji hemû planên ji bo şer û pergalên fikrî û tevgerî yên ku em hêvî dikin. Ev plan wê pêwîstiyên me yên di kûrahiyê de pêk bîne, ne yên serveyî. Lê ev plan wê bi Amadekar û Mesîh çawa pêk bihata? Em ê bi Mizgîniya Încîlê bidomînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *