Skip to content
Home » Çima ev qasî zêde ‘Versiyonên’ Încîlê hene?

Çima ev qasî zêde ‘Versiyonên’ Încîlê hene?

  • by

Beriya demekê min li mizgeftekê li weaza meleyekî guhdarî dikir. Wî meleyî tiştekî ku ji binî ve xelet bû got. Ew tiştê ku wî got min berê jî gelek caran bihîstibû – ji hevalên xwe yên baş. Dibe ku we jî ew tişt bihîstibe û wê di serê we hin pirs jî çêkiribin. Îcar ka werin em li ser wî tiştî bifikirin.

Wî meleyî got gelek versiyonên cuda yên Încîlê (Pirtûka Pîroz) hene. Bi zimanê Îngilîzî ev hene (wî navê wan got), Versiyona Padîşah James, Versiyona Nû ya Navneteweyî, Versiyona Standard a Nû ya Emerîkî, Versiyona nû ya Îngilîzî û her wekî din. Piştre mele got ji ber ku gelek versiyonên cuda hene, ev yek nîşan dide ku Încîl (Pirtûka Pîroz) xera bûye yan jî qet nebe em nizanin bê kîjan a rast e. Erê rast e ku ev versiyonên cuda hene – lê tu eleqeya vê yekê bi xerabûna Încîlê re nîn e yan jî em nikarin bibêjin ku ev versiyonên cuda yên Încîlê ne. Di rastiya xwe de bi tenê yek Încîl/Pirtûka Pîroz heye.

Wekî mînak dema ku em behsa Versiyona Nû ya Navneteweyî dikin, em behsa wergereke diyar dikin ku ji Yewnaniya orjînal (Încîl) û Îbranî (Tewrat & Zebûr) bo Îngilîzî hatiye kirin. Versiyona Standard a nû ya Amerîkî jî wergereke din a bo Îngilîzî ye, lê ya heman metna bi Yewnanî û Îbranî ye.

Heman rewş ji bo Quranê jî derbas dibe. Ez bi piranî wergera Yûsiv Elî bi kar tînim, lê ez carinan wergera Pickthall jî bi kar tînim. Pickthall ew ji heman Qurana bi Erebî ya ku Yûsiv Elî bi kar aniye wergerandiye, lê tercîha wî ya peyvên Îngilîzî di wergera wî de her tim ne eynî bûye. Ji ber ku ew wergerên ji hev cuda ne. Lê tu kes – ne Xiristiyanek, ne Cihûyek, ne jî xwedênenasek nabêje ji ber ku du wergerên cuda yên Quranê di Îngilîzî de hene (wergera Pickthall û ya Yûsiv Elî), ev yek nîşan dide ku du Quranên ‘cuda’ hene yan jî Qurana Pîroz hatiye xerakirin. Bi heman awayî, metneke bi Yewnanî ya Încîlê (li vir binêrin) heye û metneke bi Îbranî ya Tewrat û Zebûrê (li vir binêrin) heye. Lê piraniya mirovan bi van zimanan naxwînin, lewma gelek wergerên bi Îngilîzî (û zimanên din) hene da ku ew bikaribin peyamê bi zimanê xwe yê zikmakî fêm bikin. ‘Versiyon’ bi kurtasî wergerên cuda ne ji bo ku peyam baştir were fêmkirin.  

Lê em ê çi bikin ji xeletiyên ku ji ber wergerê qewimîne? Gelo hebûna wergerên cuda nîşan dide ku wergerandina rast a tiştê ku nivîskarê orjînal nivîsandiye ne mimkun e? Ji ber edebiyata berfireh a ku bi zimanê Yewnanî hatiye nivîsandin, wergera rast a fikir û gotinên nivîskarên orjînal mimkun bûye. A rast versiyonên modern ên cuda vê yekê nîşan didin. Wekî mînak, li vê derê versiyoneke ji Peymana Nû heye ku ji 1 Tîmotêyos 2:5, a bi Yewnaniya orjînal hatiye girtin.

εις γαρ θεος εις και μεσιτης θεου και ανθρωπων ανθρωπος χριστος ιησους

1 Tîmotêyos 2:5

Ev jî çend wergerên populer yên vê ayetê ne:

Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê aştîkerek heye, ew jî Mesîh; Îsayê mirov e,

Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de û bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e,

Xwedêk heye û nava Xwedê û meriva da jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv, 

Çawa ku hûn bi xwe jî dikarin bibînin, werger gelekî nêzîkî hev in – bi tenê bi çend peyvan ji hev cuda ne. Lê ya girîngtir ew e ku wateya wan yek bi yek heman tişt e digel bikaranîna peyvên piçekî cuda. Sedem jî ew e ku bi tenê yek Pirtûka Pîroz/Încîl heye û wergerên ji wê jî wê gelekî wekî hev bin. Încîlên ‘cuda’ nîn in. Çawa ku min di serî de jî nivîsand, ew tiştekî ji binî ve xelet e ku yek bibêje ji ber ku versiyonên cuda hene, nexwe ew tê wê wateyê ku Încîlên cuda hene.

Ez pêşniyar dikim ku her kes versiyoneke Pirtûka Pîroz/Încîlê bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne. Ew ê hêjayî wê hewlê be.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *