Skip to content
Home » Çima di Încîlê de çar Mizgînî hene?

Çima di Încîlê de çar Mizgînî hene?

  • by

Carinan ji min re dibêjin heke bi tenê Încîlek hebe, nexwe çima çar pirtûkên Mizgîniyê (Pirtûka Pîroz) hene ku her yek ji aliyê nivîskarekî cuda ve hatiye nivîsandin. Ma nabe ku ev yek wan bike pirtûkên xelet (û binakokî) ên bi destên mirovan li şûna Xwedê?

Încîl (Pirtûka Pîroz) bi xwe dibêje:

Tevahiya Nivîsara Pîroz ji hilma Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê da ku mirovê Xwedê ji bo her karê qenc bêkêmasî û rapêçandî be.

2. Tîmotêyos 3:16-17

Îcar Încîl/Pirtûka Pîroz dibêje ku Xweda nivîskarê dawî ye, ji ber ku Wî îlham daye van nivîskarên mirov. Her wiha Quran vê yekê bi temamî qebûl dike çawa ku me di gotara Quran li ser Încîlê çi dibêje de dîtibû.

Lê em ê çar pirtûkên Mizgîniyê yên ji bo yek Încîlê çawa fêm bikin? Di Quranê de bi piranî hin beş hene ku behsa bûyerekê dikin û dema em wan bi hev re hildidin dest, ew dikin ku em wêneyekî tam ê wê bûyerê bibînin. Wekî mînak gotara nivîsarên pîroz ên ji bo Nîşaneya Adem Sureya 7:19-26 (E’raf) bi kar anîbû ji bo ku ji me re Ademê li Bexçeyê Adenê vebêje. Her wiha wê Sureya 20:121-123 (Ta-Ha) jî bi kar anîbû. Vê pasaja 2. agahiyeke zêdetir a li ser Adem dabû bi ravekirina ku ew hatiye ‘xapandin’ ku ev yek di E’rafê de nîn bû. Dema ku em bi hev re wan hildidin dest, ew wêneyekî bêtir temamkirî didin me da ku em bizanibin bê çi qewimiye. Armanc ew bû – ku pasaj hev du temam bikin.

Bi heman awayî çar Mizgîniyên di Încîlê (Pirtûka Pîroz) de her tim û bi tenê ji bo yek Încîlê ne. Da ku dema em wan bi hev re hildin dest, ew fêmkirineke tam a Încîla pêxember Îsa Mesîh (AS) bidin. Her yek ji van çar pirtûkan xwedî hin materyalan in ku di her sêyên din ne nîn in. Lewma dema ku em wan bi hev re hildidin dest ew wêneyekî tam ê Încîlê didin.

Ji ber vê yekê dema ku behsa naveroka Încîlê tê kirin, ew her tim yek e, ji ber ku bi tenê yek Încîl heye. Wekî mînak em li vir dibînin ku di Peymana Nû de bi tenê yek Mizgînî heye.

Birano, ez bi we didim zanîn ku ew Mizgîniya ku ji aliyê min ve tê dayîn, ne ji mirovan e. Ji ber ku min ew ji mirovan nestand û ez ji aliyê wan ve nehatim hînkirin, lê belê min ew bi peyama Îsa Mesîh stand. We li ser jiyana min a berê ya di Cihûtiyê de bihîst. Hingê min pir zêde tengahî dida civîna bawermendan a Xwedê û min dixwest ku ez wê ji holê rakim.

Galatî 1 :11-13

Mizgînî her wiha wekî yek pirtûkê hatiye nivîsandin di Qurana Pîroz de (li motîfa ‘Mizgîniyê’ binêrin di Quranê de). Lê dema ku em behsa şahidiyê yan jî pirtûkên mizgîniyê dikin, ew çar in. Jixwe di Tewratê de nedibû ku biryarek tenê bi şahidiya kesekî were dayîn. Şertê Qanûna Mûsa ew bû ku herî kêm ‘du yan jî sê şahidan’ şahidî bikira (Tesniye 19:15) ji bo ku li ser bûyereke taybet an jî li ser mijarekê biryar were girtin. Bi dabînkirina çar şahidan Încîl wan şertên asgarî yên Qanûnê tîne cih.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *