Skip to content
Home » Wê Rojê: Tariq, Adiyat û Mesîh

Wê Rojê: Tariq, Adiyat û Mesîh

  • by

Sureya Tariqê (Sure 86 – Ronîker) hişyariyê dide me li ser Roja Darizandinê dema ku dibêje:

Bêguman Ew li ser saxkirina mirovan a piştî mirinê xwedanhêz e di Roja ku nehênî aşkera dibin de. Ne hêzek ne jî alîkarek heye (ku wan biparêze).

Sureya Tariqê 86:8-10

Sureya Tariyê ji me re dibêje ku Xweda wê hemû razên me û fikir û kirinên me yên şermîker ezmûn bike bêyî ku tu kes me ji ezmûna darizandina Wî biparêze. Bi heman awayî Sureya Adiyatê (Sure 100 – Bezokên Bixurexur) wê Rojê wiha teswîr dike:

Mirov li hemberî Xwedayê xwe pir nankor e –û bêguman ew bi xwe jî li ser vê şahid e–û bêguman ew pir pir ji maldariyê hez dike. Erê ma ew nizane gava miriyên di goran de radibin û sax dibin, ya di sîng û dilan de veşartî jî aşkera dibe? Bi rastî wê rojê haya Xwedayê wan ji wan heye!

Sureya Adiyatê 100:6-11

Sureya Adiyatê hişyariyê dide ku razên me yên şermîker ên di nava singên me de veşartî wê derkevin holê, ji ber ku Xweda bi wan kirinên me baş dizane.

Em dikarin guh nedin wê Roja ku wê were û em hêvî bikin ew ê bi kêrî me were, lê Sureya Tariqê û Sureya Adiyatê bi awayekî pir zelal hişyariya li ser wê Rojê didin.

Em amade bin wê ne baştir be? Lê çawa?

Pêxember Îsa Mesîh (AS) ji bo wan kesên ku dixwazin amade bin ji bo wê Rojê hatiye. Wî di Încîlê de gotiye:

Erê, ka çawa Bav dikare miriyan rake û jiyanê bide wan, her wiha Kur jî dikare jiyanê bide wan kesên ku wê dixwazin. Bav darizandina tu kesî nake, lê hemû desthilatiya darizandinê daye Kur, da ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wisa ji Kur re jî hurmetê bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî hurmetê nake. “Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê darizandin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê dengê Kurê Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn. Ji ber ku çawa ku Bav serkaniya jiyanê ye, bi vî awayî wî kir ku Kur jî serkaniya jiyanê be. Wî desthilatiya darizandinê jî da wî. Ji ber ku ew Kurê Mirov e.

Yûhenna 5:21-27

Pêxember Îsa Mesîh (AS) erkdariyeke mezin îdia dike – ku di Roja Darizandinê de jî wê hebe. Erkdariya wî hatibû pesendkirin dema ku Tewrata Pêxember Mûsa erka wî bi şeş rojên Afirandina dinyayê kehanet kiribû. Piştre Zebûrê û pêxemberên piştre jî hûrguliyên wê hatinê kehanet kiribûn bi pesendkirina ku desthilatiya wî ji ba Xwedê hatiye dayîn. Lê qesta pêxember çi bû dema ku wî digot “yê ku guhê xwe dide gotinên min, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê darizandin”?. Em li vir dibînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *