Skip to content
Home » Wê Rojê: Tebbet û Hedîd û Mesîh

Wê Rojê: Tebbet û Hedîd û Mesîh

  • by

Sureya Tebbetê (Sure 111- Bila Hişk Bibe) hişyariya Agirê Darizandinê yê Roja Dawî dide.

Her du destên Ebû Leheb hişk û şeht bibin û şeht jî bûn. Serwet û qezenca ku kirî tu feyde nedayê. Ew ê di nav agirekî bipêt de bişewite, her wiha jina wî jî ya ku piştîhilgira dar û striyan bû, di stûyê wê de werîsekî ji lîfên xurmeyê.

Tebbet 111:1-5

Sureya Tebbetê hişyariya îhtimala şewitîna me dide. Kesên nêzî me yên wekî jinên me jî wê bi xetereya cezagirtinê re rû bi rû bimînin di Roja Dawî ya Darizandinê de.

Îcar em ê çawa amade bin ji bo ezmûna Xwedayê ku bi hemû razên me yên şermîker dizane?

Sureya Hedîd (Sure 57 – Hesin) ji me re dibêje ku Wî Nîşane şandine ji bo ku rêberiya me bikin û me ji nav Tariya razên me yê şermîker bibin nav Roniyê.

Ew e Yê ku ji bendeyê xwe re nîşanên aşkera dişîne da ku we ji tarîtiyê derîne ronahiyê. Bêguman Xweda ji bo we dilnerm û dilovîn e.

Sureya Hedîdê 57:9

Lê em tên îqazkirin ku ew ên ku di Tariyê de jiyane wê wekî dînan li Roniyê bigerin di wê Rojê de.

Roja ku mêr û jinên munafiq dê ji yên bawermend re bibêjin; li benda me bimînin da ku em jî ji nûra we parçeyekî wergirin, dê ji wan re bê gotin, “Li pişt xwe (li dinyayê) vegerin, (li wir) li nûrê bigerin. Êdî di neqeba wan de navberek tê danîn, jê re dergehek heye ku ji rexê hundir ve tê de rehmet e û ji rexê derve jî tê de ezab e.

Munafiq gazî bawermendan dikin, “Ma em ne ligel we bûn?“ Bawermend ji wan re dibêjin, “Erê hûn ligel me bûn, lê belê we bi xwe xwe helak kir, we çavnêriya nebaşiyê dikir, hûn ketin gumanê (ji rastiyê), hêviyên pûç hûn xapandin heyanî ku fermana Xwedê (ya mirina we) hat û Serokê Xapînokan li ser Xwedê hûn xapandin.

Sureya Hedîd 57:13-14

Heke em li gorî ku Roniyê negirin jiyabin, di wê Rojê de em ê çi bikin? Ji bo me hêvî heye?

Pêxember Îsa Mesîh (AS) hatiye ku alî me bike di wê Rojê de. Wî bi awayekî zelal gotiye ku Ew ji bo wan kesên di nav tarîtiya şermîker de ne Ronî ye ku wê lazim bibe di Roja Darizandinê de.

Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: “Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de bi rê ve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.” Fêrisiyan lê vegerand û gotin: “Tu şahidiya xwe dikî; şahidiya te ne rast e.” Îsa bersiv da û ji wan re got: “Eger ez bi xwe şahidiya xwe dikim jî, şahidiya min rast e; ji ber ku ez dizanim ku ez ji ku derê hatim û diçim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê têm an diçim ku derê. Hûn li gor ku çav dibîne dadbar dikin, lê ez tu kesî dadbar nakim. Lê eger ez dadbar bikim jî, dadbarkirina min rast e; ji ber ku ez ne bi tenê me, ez û Bavê ku ez şandime em bi hev re ne. Di Qanûna we de jî hatiye nivîsîn ku şahidiya du kesan rast e. Ez şahidiya xwe dikim û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.” Li ser vê yekê wan jê pirsî: “Bavê te li ku derê ye?” Îsa bersiva wan da: “Hûn ne min nas dikin ne jî Bavê min. Eger we ez nas bikirama, we yê Bavê min jî nas bikira.” Îsa ev peyvên ha, çaxê li Perestgehê hîn dikir, li cihê ku lê pere dicivandin gotin, lê kesî ew negirt, çimkî hê saeta wî nehatibû. Wî dîsa ji wan re got: “Ez diçim; hûn ê li min bigerin û hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.” Li ser vê yekê Cihûyan wiha got: “Ma ew ê xwe bikuje ku dibêje: ‘Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê’?” Îsa ji wan re got: “Hûn ji jêr in, ez ji jor im; hûn ji vê dinyayê ne, lê ez ne ji vê dinyayê me. Lewma min ji we re got ku hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin.” Îcar wan jê pirsî: “Tu kî yî?” Îsa ji wan re got: “Ez tam ew im, yê ku min ji destpêkê ve ji we re gotiye. Gelek tişt hene ku ez li ser we bibêjim û we sûcdar derxim; lê yê ku ez şandime rastî ye û bi tenê tiştên ku min ji wî bihîstine, ez ji dinyayê re dibêjim.” Wî li ser Bav ji wan re got, lê wan fêm nekir. Îcar Îsa ji wan re got: “Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûn ê bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim û yê ku ez şandime bi min re ye û wî ez bi tenê nehiştime. Ji ber ku ez her gav wan karên ku li wî xweş tên, dikim.” Dema ku Îsa wiha peyivî, gelek kesan bawerî bi wî anî.

Yûhenna 8:12-30

Pêxember Îsa Mesîh (AS) erkdariyeke mezin a wekî ‘Roniya Dinyayê’ îdia dike – û ‘Qanûn’ê ji xwe re dike referans. Ew Tewrata Pêxember Mûsa ye ku kehaneta hatina wî û erkdariya wî kiriye. Piştre Zebûrê û pêxemberên piştre jî hûrguliyên wê hatinê kehanet kiribûn da ku em bizanibin ku ew xwedî wê erkê bûye ku îdia dikir. Kurê Mirov çi bû û qesta Îsa Mesîh çi bû dema ku wî digot ‘Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê’? Qesta wî çi bû dema ku digot ‘roniya Jiyanê’? Em li vir lê dinêrin. Îro wê bikin, ji ber ku di Roja Darizandinê de, wê bibe dereng ji bo destpêkirina lêgerînê, çawa ku Hedîd hişyariyê dide me:

Îcar îro, ne ji we (riyakaran) û ne ji yên bêbawer tu fîdye dê neyê qebûlkirin. Cihê we Agir e, ew e ji bo we xwedî û heval. Ew çi cihekî xerab e!”

Hedîd 57:15

Pêxember Îsa Mesîh jî li ser vê rewşê di hîndariya xwe de gihîştiye vê encamê:

Îsa ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbûn re got: “Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in. Hûn ê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.” Wan bersiva wî da: “Em ji dûndana Îbrahîm in û tu caran em neketine bin nîrê tu kesî. Çawa tu dibêjî: ‘Hûnê azad bibin’?” Îsa li wan vegerand û got: “Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, her kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e. Xulam her û her di malê de namîne, lê kur her û her dimîne. Lewma, eger Kur we azad bike, bi rastî hûn ê azad bibin. Ez dizanim ku hûn ji dûndana Birahîm in, lê dîsa jî hûn li kuştina min digerin. Jı ber ku hûn di dilê xwe de cih nadin peyva min. Ez ji tiştên ku min li ba Bavê xwe dîtine dipeyivim û hûn jî tiştên ku we ji bavê xwe bihîstine dikin.” Wan bersiva Îsa da û jê re got: “Bavê me Îbraîm e.” Îsa ji wan re got: “Eger hûn zarokên Îbrahîm bûna, we yê kirinên Îbrahîm bikirana. Lê niha hûn li kuştina min – li kuştina wî mirovê rastiya ku ji Xwedê bihîstî ji we re gotiye – digerin. Îbrahîm ev yek nekir. Hûn karên bavê xwe dikin.” Wan ji wî re got: “Em ji zînayê çênebûne! Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye.” Îsa ji wan re got: “Eger Xwedê Bavê we bûya, we yê ji min hez bikira, ji ber ku ez ji ba Xwedê hatime û niha ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime. Çima hûn tiştên ku ez dibêjim fêm nakin? Ji ber ku hûn peyva min ranagirin. Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, ji ber ku rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; ji ber ku ew derewkar e û bavê derewan e. Lê ji ber ku ez rastiyê dibêjim, hûn ji min bawer nakin. Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min heye? Madem ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin? Yê ku ji Xwedê be, gotinên Xwedê dibihîze; ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne, hûn nabihîzin.” Cihûyan bersiva wî da û gotin: “Ma heqê me tune bû, dema ku me got, tu ji Sameryayê yî û tu bi cinan ketiyî?” Îsa ji wan re got: “Ez bi cinan neketime, berevajiyê vê, ez siyaneta Bavê xwe digirim, lê hûn min bê siyanet dikin. Ez li rûmeta xwe nagerim, lê yekî ku lê digere û dîwanê dike heye. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, eger yek gotina min bigire, ew tu caran mirinê nabîne.” Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: “Niha em dizanin ku tu bi cinan ketiyî! Îbrahîm jî mir, pêxember jî mirin. Û niha tu dibêjî: ‘Eger yek gotina min bigire, tu caran mirinê tam nake.’ Nexwe tu ji bavê me Îbrahîm mezintir î? Ew mir. Pêxember jî mirin. Ma tu xwe kî dibînî?” Îsa bersiv da: “Eger ez rûmetê bidim xwe, rûmeta min ne tiştek e; yê ku rûmetê dide min Bavê min e ku hûn jê re dibêjin: ‘Ew Xwedayê me ye.’ Hûn wî qet nas nakin, lê ez wî nas dikim. Eger min bigota ku ez wî nas nakim, ez jî wek we dibûm derewker; lê ez wî nas dikim û gotina wî digirim. Bavê we Îbrahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû.” Cihûyan jê re got: “Hê tu ne pêncî salî yî! Ma te Îbrahîm jî dîtiye?” Îsa ji wan re got: “Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Îbrahîm ez heme.” Îcar wan kevir hildan, da ku biavêjin wî, lê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê derket derve.

Yûhenna 8:31-59

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *