Skip to content

Pentîkos – Alîkar tê ku Hêz û Rêberiyê bide

  • by

Sureya Beledê (Sure 90 – Bajar) behsa şahidiya tevahiya bajarekî dike û Sureya Nesrê (Sure 110 – Piştgiriya Xwedayî) teswîra girseyeke mirovên ku tên ji bo perestineke rast a bi Xwedê dide.

Sond bi vî bajarî (Mekke) ku tu jî (Ya Pêxember) niştecih î di vî bajarî de- Sureya Beledê 90:1-2

Dema arîkariya Xwedê û riya fethê ji bo te hat, te jî dît ku mirov kom bi kom dikevine dînê Xwedê. Vêca hingê Xwedayê xwe ji her kêmasiyê pak bidêrê, wî bişêkirîne, daxwaza lêborîna xwe jê bike. Bi rastî ew e yê her pir tobewergir.

Sureya Nesrê 110:1-3

Tam pêncî rojî piştî vejîna Îsa Mesîh (AS) xuyaniya ku di Sureya Beledê û Sureya Nesrê de derbas dibe pêk hat. Bajar Orşelîm bû û şagirtên Îsa Mesîh zilamên azad bûn ku şahidî li bajarî kirin, lê ew Ruhê Xudan bû ku di nav girseya bajêr de bû sedema ku pîrozbahî, pesindayîn û bexişandin çêbe. Em jî dikarin wê rojê bijîn îro, dema ku em hînî dîroka wê roja bêhempa bûn û me ew fêm kir.

Pêxember Îsa Mesîh hatibû xaçkirin di roja Derbasbûnê de, lê piştre ew ji mirinê rabûbû di roja Yekşemê de. Bi vê serkeftina xwe ya di ser mirinê re ew îcar diyariya jiyanê pêşkêşî her kesê ku wê dixwaze dike. Piştî ku ew 40 rojî bi şagirtên xwe re ma, ji ber ku wan êdî ji vejîna wî bawer kir, ew paşê bilind bû asîmanan. Lê berî ku ew bilind bibe, wî ev talîmat dan:

Lewma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz mesh bikin, hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin da ku pêk bînin. Va ye, ez her dem heta dawiya dinyayê bi we re me.”

Metta 28:19-20

Wî soz da ku ew ê her dem bi wan re be, lê wî ew terk kirin piştî demeke kurt û bilind bû asîmanan. Wî çawa dikarî hê jî bi wan re be (û bi me re be) piştî ku bilind bû?

Bersiv piştî demeke kurt bi tiştên ku qewimîn re hat. Berî ku ew were girtin li ser şîvê wî soz dabû ku Alîkar wê were. Pêncî rojî piştî vejîna wî (û 10 rojan piştî bilindbûna wî) ew soza wî hate bicihanîn. Ji vê rojê re dibêjin Roja Pentîkosê yan jî Yekşema Pentîkosê. Ew wekî rojeke girîng tê pîrozkirin, lê sedem bi tenê ne ew e bê çi qewimiye di wê rojê de, her wiha dema tiştê ku qewimî û sedema qewamê nîşaneya Xwedê û diyariyeke xurt a ji bo we aşkera dike.

Li Pentîkosê çi qewimî?

Tevahiya bûyerê hatiye qeydkirin di Pirtûka Karên Şandiyan, beşa 2. a Încîlê de. Di wê rojê de Ruhê Pîroz ê Xwedê daket ser şopînerên pêşî yên Îsa Mesîh (AS) û wan dest pê kir bi dengê bilind û bi zimanên ji çar aliyên dinyayê peyivîn. Wê yekê geremoleke wisa çêkir ku bi hezaran kesên li Orşelîmê di heman demê de derketin derve da ku bibînin bê çi diqewime. Li pêşberî girseya mirovan, Petrûs yekem peyama mizgîniyê digot û wê rojê sê hezarên din jî li hejmara wan zêde bûn’ Karên Şandiyan 2:41) Hejmara şopînerên mizgîniyê zêdetir dibû ji Yekşema Pentîkosê ve.

Ev kurteya Pentikosê ne temam e. Ji ber ku wekî bûyerên din ên Pêxember, bûyera Pentîkosê jî di heman roja Cejnekê de pêk hatibû ku bi Tewratê re dest pê kiribû di dema Pêxember Mûsa (AS) de.

Pentîkos ji Tewrata Mûsa

Mûsa (AS – 1500 BZ) çend cejn danîbûn ji bo ku di seranserê salê de werin pîrozkirin. Derbasbûn cejna pêşî ya sala Cihûyan bû. Îsa di roja Cejna Derbasbûnê de hatibû xaçkirin. Yek bi yek hevgirtina wextê mirina wî û wextê qurbanîkirina berxên Derbasbûnê nîşaneyek in ji bo me.

Mihrîcana duyemîn Cejna Berê Pêşî bû û me dît bê çawa Pêxember ji mirinê hate rakirin di roja wê cejnê de. Ji ber ku vejîna wî di roja cejna ‘Berê Pêşî’ de pêk hat, ew Wehdek bû ji bo vejîna her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne. Vejîna wî ‘berekî pêşî’ bû, çawa ku navê cejnê jî ew kehanet kiribû.

Tam 50 rojî piştî Yekşema ‘Berê Pêşî’ Tewrat dibêje divê Cihû Pentîkostê (‘Pente’ ji bo 50) pîroz bikin. Serê pêşî ji wê cejnê re digotin Cejnên Heftiyê, ji ber ku ew wekî heft heftiyan dihatin jimartin. Heta dema Îsa Mesîh (AS) ew 1500 sal bûn ku Cihûyan Cejnên Heftiyê pîroz dikirin . Sedema ku mirovên ji çar aliyên dinyayê peyama Petrûs a li ser daketina Ruhê Pîroz a Orşelîmê bihîst bi taybetî ew bû ku ew mirov wê rojê hatibûn wê derê da ku Pentîkosa di Tewratê de pîroz bikin. Îro jî Cihû cejna Pentîkosê pîroz dikin, lê jê re dibêjin Şavuot.

Em ji Tewratê dixwînin bê Cejnên Heftiyê çawa dihatin pîrozkirin:

Heta roja piştî Septa heftan pêncî rojan bijmêrin û wê rojê pêşkêşiya dexlê ya nû pêşkêşî Xudan bikin. Ji dera hûn lê dijîn, hûn ê wekî pêşkêşiya hejandinê du nanî bînin. Wê nan ji berê pêşî bin û ji dehan duyê efayeke arvanê hûr hatibin çêkirin. Wê ji bo Xudan bin û bi hevîrtirş hatibin pehtin. 

Lêwî 23:16-17

Wextê Pentîkosê: Nîşaneya ji ba Xwedê

Wextekî diyarkirî yê Pentîkosê hebû, dema ku Ruhê Pîroz daket ser mirovan, ji ber ku ew di heman roja Cejna Heftiyan (yan jî Pentîkos) a Tewratê de pêk hat.  Xaçkirina Îsa Mesîh di Cejna Derbasbûnê de pêk hat, vejînadi Cejna Berê Pêşî de pêk hat û ev hatina Ruhê Pîroz a di Cejna Heftiyan de nîşaneyên zelal ên ji ba Xwedê ne. Digel ku gelek rojên din di salê de hebûn, çima xaçkirin, vejîn û piştre hatina Ruhê Pîroz tam di wan her sê rojên cejnên biharê yên Tewratê de çêbûn, heke ew ne ji bo nîşandana plana Wî be?

Bûyerên Încîlê tam di rojên sê Cejnên Biharê yên Tewratê de pêk hatine

Pentîkos: Alîkar Hêza Nû dide

Di ravekirina nîşaneyên hatina Ruhê Pîroz de, Petrûs îşaretî kehaneteke pêxember Yoel dike wî ku pêşbînî kiribû ku rojekê Ruhê Xwedê wê bi ser hemû mirovan de bibare. Bûyerên Pentîkosê wê kehanetê tînin cih.

Me dît ku pêxemberan ji me re aşkera kiribû ku xwezaya tîbûna me ya ruhî berê me dide nav guneh. Pêxemberan her wiha pêşbînî kiribû ku Peymana Nû wê were û Qanûn wê di nava dilê me de were nivîsandin, ne li ser tabletan, keviran yan jî pirtûkan. Tenê bi Qanûna di nava dilê me de nivîsandî em ê bikaribin bibin xwedî hêz û şiyana şopandina qanûnê. Hatina Ruhê Pîroz a di roja Pentîkosê de da ku bikeve nava bawermendan jî bicihanîna vê Wehdê ye.

Yek ji sedemên ku Mizgînî ‘xebera xweş’ e ew e ku ew hêzê dide ji bo jiyaneke baştir. Jiyan êdî girêdanek e di navbera Xwedê û mirovan e. Ev girêdan dema ku Ruhê Xwedê dikeve nava me çêdibe – û wê yekê di Yekşema Pentîkosê ya Karên Şandiyan 2’yan de dest pê kir. Ew Mizgînî ye ku êdî em dikarin jiyanê di asteke cuda de bijîn, di nav têkiliya bi Xwedê re ya di ser Ruhê Pîroz re. Ruhê Pîroz rêberekî rastîn ê hundirîn ê ji ba Xwedê dide me. Încîl wê wiha rave dike:

Gava we peyva rastiyê, Mizgîniya xilasiya xwe bihîst û bawerî bi wî anî, hûn jî bi Ruhê Pîroz ê ku hatibû sozdan, di şexsê wî de hatin morkirin. Ruh, heta dema rizgariya wan ên ku yên Xwedê ne, destberiya mîrasa me ye. Şikir ji rûmeta Xwedê re!

Efesî 1:13-14

Û eger Ruhê wî yê ku Îsa ji nav miriyan rakir, di dilê we de rûniştiye, ew ê ku Mesîh ji nav miriyan rakir, wê bi Ruhê xwe yê ku di dilê we de rûdine, bedenên we yên mirindar jî vejîne.

Romayî 8:11

Û ne bi tenê afirandin, lê em bi xwe jî, em ên ku me Ruh wek para pêşî standiye, ji kûr ve dinalin û li benda kurîtiyê û azadbûna bedena xwe ne. 

Romayî 8:23

Ketina Ruhê Pîroz a nava me duyemîn berê pêşî ye, ji ber ku Ruh tehmkirinek e – garantiyek e- ji bo temambûna veguherîna me ya ber bi ‘zarokên Xwedê’ ve.

Mizgînî jiyaneke nû pêşkêş dike ku parastina Qanûnê ne bi ceribandinê, bi têkçûnê ye. Ew ne jiyaneke bibereket a bi saya milk, statu, serwet û zewq û sefayên vê dinyayê ye ku ji Silêman re pûç û vala dihat. Li şûna wê, Încîl jiyaneke nû û bibereket a bi saya ketina Ruhê Pîroz a nava dilê me pêşkêş dike. Heke Xweda teklîf bike ku bikeve nava me, hêz û rêberiyê bide me, nexwe ew Mizgînî ye! Pentîkosa Tewratê, bi pîrozbahiya nanê xweş ê bi hevîrtirş wêneyê vê jiyana bibereket nîşanî me da. Wextê hevgirtî yê di navber Pentîkosa Kevin û Nû de nîşaneyeke zelal e ji bo plana Xwedê ya ku wê jiyaneke bibereket bide me hemûyan.

Leave a Reply

Your email address will not be published.