Skip to content
Home » Nîşaneya Tewratê ya Pêxember

Nîşaneya Tewratê ya Pêxember

  • by

Pêxember Mûsa (AS) û Harûn (AS) ji bo 40 salan pêşengiya Îsraîliyan kir. Wan Ferman nivîsandin û wan qurbanîkirin dan destpêkirin ku bûn gelek Nîşane di Tewratê de. Piştre wextê mirina her du pêxemberan tê. Ka em li motîfên di Tewratê de binêrin berî ku Tewrat bi dawî bibe.

Nihêrtina li motîfên di Tewratê de

Îcar motîfa Nîşaneyên di Tewratê de çi ye?

Qurbanî di Tewratê de

Bala xwe bidinê bê qurbanî çi qasî girîng in û çi qasî tên kirin. Li yên jêr ên ku me li wan nihêrîbû bifikirin:

Qurbanî hemû ji heywanên paqij dihatin kirin – çi berx, çi nêrî çi jî ga. Hemû nêr bûn, ji xeynî noginê.

Ew qurbanî kefaret bûn ji bo mirovên ku qurbanî pêşkêş dikirin. Ev tê wê wateyê ku ew rûberek bû ji bo nixumandina sûc û şerma mirovekî ku qurbaniyek dida. Wê yekê bi Adem dest pê kir, dema ku wî bi Dilovaniya Xwedê cilên çermî girtin. Ji bo wan cilên çermî diviya heywanek bimira da ku tazîbûna wî bihata veşartin. Pirseke girîng a ku were pirsîn ev e: Çima êdî qurbanî nayên dayîn an jî pêşkêşkirin? Em piştre bersiva wê bibînin.

Rastiya di Tewratê de

Peyva ‘rastiyê’ serê carê derket pêşberî me. Me pêşî ew di çîroka Adem de dît, dema ku Xwedê ji wî re got ‘cilên rastiyê yên herî baş in’. Me ew di çîroka Îbrahîm de dît, dema ku Îbrahîm mirovê rast hate hesibandin, ji bo ku wî biryar dabû ku baweriya xwe bi soza Xwedê bîne. Îsraîliyan dikarî rast werin hesibandin, heke wan Ferman bianîna cih – lê diviya wan bi temamî û her tim ew bianîna cih.

Darizandina di Tewratê de

Her wiha me dît ku têkçûna bicihanîna fermanan bi Darizandina Xwedê bi dawî dibû. Vê bi Adem Dest pê kir ku bi yek bêîtaetiya xwe ew hate darizandin. Darizandin her tim bi mirinê bi encam dibû. Yan mirovê ku dihat darizandin dimir yan jî heywanek dihat qurbanîkirin. Li lîstiya jêrîn bifikirin:

  • Di Adem de heywanekî ku ji bo çermê wî hat qurbanîkirin mir.
  • Di Habil de heywanê qurbaniya wî ya hat qebûlkirin mir.
  • Di Nûh de  mirov mirin di tofanê de û Nûh jî, piştî tofanê, – qurbaniyek pêşkêş kir, heywanek mir.
  • Di Lût de, gelê Sodomê û Gomorahê di Darizandinê de mir – her wiha jina wî mir.
  • Di qurbanîkirina Îbrahîm a kurê xwe de kurê wî wê bimira, lê berxik li şûna wî mir.
  • Di Derbasbûnê de hem kurê pêşî yê (Firewn û kurên nûzayî yên xwedênenasên din) mirin hem jî berxikên ku xwîna wan li deriyan dabûn mirin.
  • Di Fermanên Şerîetê de, hem mirovê sûcdar mir hem jî nêriyek mir di Roja Kefaretê de.

Ev tê çi wateyê? Dema ku me domand, em ê bibînin. Lê niha Mûsa û Harûn (AS) wê Tewratê biqedînin. Lê ew Tewratê bi du peyamên gelekî girîng ên rasterast ji bal Xwedê ve diqedînin, her du jî li siberojê dinêrin û ew ji bo me girîng e îro – ew li hatina Pêxember û li hatina Nalet & Pîroziyan dinêrin. Em li Pêxember dinêrin li vir.

Pêxemberê ku Wê Were

Dema ku Xwedê Tablet dan li Çiyayê Sînayê, Wî dîmenekî erjeng ê hêzê nîşan da. Di Tewratê de tê gotin ku ew dîmen berî ku Tablet werin dayîn xuya kir.

Roja sisiyan serê sibê birûskê lê xist û ewrekî giran ser çiyê girt. Dengê boriyeke hêzdar hat bihîstin. Hemû kesên li artêşgehê lerizîn. Mûsa gel ji artêşgehê deranî ku herin pêşwaziya Xwedê. Ew li qûntara çiyê sekinîn. Ji her dera Çiyayê Sînayê dû bilind dibû, ji ber ku Xudan di nav êgir de daketibû serê çiyê. Wekî dûyê ji êtûnekê rabe, ji serê çiyê dû bilind dibû û hemû çiya dilerizî.

Derketin:16-18

Dilê mirovan tijî tirs û saw dibe. Tewrat wê bi vî awayî teswîr dike

Gava tevahiya gel şahidiya dûyê serê çiyê, dengê boriyê, gurmîn û şirqîna birûskan kir, tirsiya û dûr sekinî. Wan ji Mûsa re got: “Tu bi me re bipeyive, em ê guhdariya te bikin. Bila Xwedê bi me re nepeyive, yan na em ê bimirin.”

Derketin 20:18-19

Di serê serdema pêşengiya Mûsa (AS) ya 40 salî ya ji bo civaka wî de ev yek pêk hatibû. Di dawiyê de, Xweda bi Mûsa (AS) re peyivî der barê rewşa derbasbûyî de da ku tirsa wan a derbasbûyî bîne bîra wan û sozekê bide ji bo siberojê. Mûsa (AS) di Tewratê de dibêje:

Xwedayê we wê ji nav we, ji birayên we pêxemberekî wekî min derxe. Guh bidin wî. Roja ku hûn Xorevê civiyabûn we ji Xwedayê xwe ev tişt xwestibû, ‘Em careke din ne dengê Xwedê bibihîzin ne jî wî agirê mezin bibînin, yan na em ê bimirin. Xwedê ji min re got, ‘Gotinên wan rast in’. Ez ê ji nav wan, ji birayên wan pêxemberekî wekî te derxim. Hûn gotinên min ji devê wî bibihîzin. Hemû fermanên min wê ji wî re werin ragihandin. Ew ê li ser navê min bipeyive. Kesên ku guh nedin gotinên wî, ez ê ceza bikim. Lê pêxemberê ku gotinên ne ji bal min ve li ser navê min bibêje yan jî li ser navê xwedayên din bipeyive, wê were kuştin. Belkî hûn bibêjin, ‘Em ê çawa bizanibin ku gotinek ji bal Xwedê ve ye yan na?’ Heke pêxemberek li ser navê Xwedê bipeyive, lê gotina wî pêk neyê yan jî rast dernekeve, ew gotin ne ya Xwedê ye. Pêxember bêyî rêzdarî peyiviye. Ji wî netirsin.

Tesniye 18: 15-22

Xweda xwest ku mirov bi riyeke tendurist jê re rêz bigirin, lewma Wî Fermanên li ser Tabletan bi awayekî ku tirseke mezin di nava mirovan de çêkir dan. Lê niha Ew li siberojê dinêre û soz dide ku demek wê were ku pêxemberekî wekî Mûsa (AS) wê ji nav Îsraîliyan derkeve. Piştre du made tên dayîn:

  1. Xweda bi xwe wê mirovan berpirsyar bigire, heke ew guh nedin Pêxemberê ku wê were
  2. Riya biryardayîna bê Xweda di ser pêxemberekî re diaxive yan na wê ew be ku peyam siberojê texmîn bike û rast derkeve.

Madeya pêşî nayê wê wateyê ku piştî Mûsa (AS) wê bi tenê pêxemberek were, lê ew tê wê wateyê ku yek wê were ku bi taybetî divê em guh bidinê, ji ber ku ew ê xwedî roleke bêhempa be bi peyama xwe – ew ê ‘Gotinên Min’ bin. Ji ber ku bi tenê Xweda bi xwe bi siberojê dizane – bi teqezî tu mirov wê nizanin – şertê duyemîn riyek e ji bo mirovan da ku bizanibin bê peyam bi rastî ji bal Xwedê hatiye yan na. Em piştre dibînin bê Mûsa (AS) çawa ev madeya duyemîn texmîn kiriye ji bo siberoja Îsraîliyan a bi Pîrozîkirin û Naletên Îsraîliyan– ku Tewrat pê bi dawî dibe.

Îcar ew Pêxemberê ku wê were? Ew kî bû? Hin alim îdia dikin ku ew Pêxemberê ku hatiye behskirin pêxember Mihemed (AS) bûye. Lê bala xwe bidinê ku kehanet dibêje ku ew pêxember wê “ji nav gelê Îsraîl derkeve” – yanî ew ê Cihûyek be. Nexwe ne mimkun e ku behsa wî hatibe kirin. Alimên din jî meraq dikin bê ew ê ku behsa wî hatiye kirin pêxember Îsa (AS) bûye yan na. Ew Cihû bû û wî bi otorîteyeke mezin hîndarî dikir – çawa ku gotinên Xwedê ‘di devê wî de bin’. Hatina Îsa Mesîh (AS) hatibû pêşbînîkirin di qurbanîkirina Îbrahîm de, di Derbasbûnê de û her wiha di vê kehaneta ‘pêxemberê’ gotinên Xwedê di devê wî de.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *