Skip to content
Home » Nîşaneya Nûh

Nîşaneya Nûh

  • by

Em bûyeran bi awayekî kronolojîk ji destpêkê ve didin (wekî mînak Adem/Hewa û Qabil/Habil) û niha jî dor hate ser pêxemberê me yê girîng ê di Tewradê de Nûh (AS) ku bi qasî 1600 salî piştî Adem jiyaye. Gelek mirovên li Rojava bawer dikin ku çîroka Nûh Pêxember (AS) û ya tofanê dûrî aqilan e. Lê li ser rûyê dinyayê gelek zinarên telpikî hene ku ji telpika di dema tofanekê de pêk hatine. Yanî di destên me delîleke fizîkî ya vê tofanê heye, lê nîşaneya Nûh a ku divê em bala xwe bidine ser çi bû? (Ji bo xwendina çîroka Nûh (AS) a di Tewrat û Quranê de vir bitikînin.)

Dîtin û Windakirina Dilovaniyê

Dema ez bi Rojavayiyan re li ser darizandina Xwedê dipeyivim, carinan bersiveke wiha digirim, “Ez nakevim fikara Darizandinê, ji ber ku Ew wisa dilovan e ku min ne bawer e Ew bi rastî min darizîne”. Ji ber çîroka Nûh (AS) ez bi şik û guman li vê fikra wan dinêrim. Belê, Xweda dilovan e û ji ber ku Ew tu carî naguhere, di dema Nûh (AS) de jî ew gelekî dilovan bû. Lê dîsa jî tevahiya dinyayê (ji xeynî Nûh û malbata wî) bi wê darizandinê hate tunekirin. (Sureya Nûh (Sure 71 – Nûh) ji me re dibêje ku:

Bi sedema gunehên xwe ewan (di tofanê de) xeniqîn û ketine nav agirê (ezabê) û ewan li şûna Yezdan tu alîkarê wan nedîtin. 

Sureya Nûh 71:25

Nexwe dilovaniya Wî li ku bû? Di keştiyê de bû. Çawa ku Quran dibêje:

Me (Xwedê) ew (Nûh AS) tevî wan kesên ku di keştiyê de bi wî re bûn xelas kir

E’raf 7:64

Xwedê bi dilovaniya Xwe, Nûh Pêxember (AS) bi kar anî û keştiyeke ku têrî her kesî bike dabîn kir. Her kesî dikarî li keştiyê siwar bibe û ewlehî û dilovaniyê bibîne. Problem ew bû ku hema hema tu kesî baweriya xwe bi wê peyamê neanî. Wan henekên xwe bi Nûh (AS) kir û bawer nekirin ku darizandin wê were. Heke ew li keştiyê siwar bibûna, ew ê ji Darizandinê xelas bibûna.

Ayeta di Qurana Pîroz de jî ji me re dibêje ku kurekî Nûh ji Xwedê û Darizandina ku wê were bawer kir. Ji ber ku wî hewl daye ku hilkişe serê çiyayekî, diyar dibe ku wî hewl daye ku ji darizandina Xwedê xwe xelas bike (yanî wer dixuye ku wî ji Xwedê û Darizandinê bawer kiriye). Lê dîsa jî  problemek hebû. Wî baweriya xwe û îtaet girêdayî hev du nedîtine û li şûna wê yekê wî biryar daye ku ew bi tena serê xwe ji Darizandinê bireve. Lê bavê wî jê re gotiye:

Îro tu tişt nikare ji fermana Xwedê xelas bibe, ji xeynî wan kesên ku Ew ê li wan were rehmê!

Hûd 11:43

Pêdiviya kurê Nûh bi dilovaniya Xwedê hebû ne bi hewldana xwe ji bo xelasbûna ji Darizandinê. Hewldana wî ya hilkişîna çiyayekî beredayî bû. Lewma encama wî jî wekî ya wan kesan bû ku henekên xwe bi Nûh Pêxember (AS) dikirin – mirina bi xeniqînê. Heke li keştiyê siwar bibûya, ew ê ji Darizandinê xelas bibûya. Ji vê yekê em fêm dikin ku bi tenê baweriya bi Xwedê û Darizandinê ne bes e ji bo xelasbûna jê. A rast heke em xwe teslîmî Dilovaniya ku Xweda dide bikin li şûna ku em bi ya fikrên xwe bikin, Xweda wê Dilovaniya xwe bide. Nîşaneya Nûh a ji bo me – keştî ye. Ew Nîşaneyeke Darizandina Xwedê bû ji gel re, her wiha ew dihat wateya Dilovanî û xelasiyê. Dema ku keştî dihat çêkirin, her kesî temaşe dikir, ew ‘nîşaneya zelal’ a hatina Darizandin û Dilovaniyê bû. Lê ew nîşan dide ku dilovaniya Wî bi tenê bi riya ku Ew ava dike tê bidestxistin.

Îcar Xweda çima Dilovanî nîşanî Nûh da? Tewrat gotinekê çend caran dubare dike:

Û Nûh hemû fermanên XWEDÊ bi cih anîn.

Ez pê hesiyam ku ez dixwazim tiştê ku ez fêm dikim, hez dikim û beşdar dibim bikim. Helbet niha di serê Nûh (AS) de jî gelek pirs hebûne ji ber hişyariya Xwedê ya hatina tofanê û fermana Wî ya ji bo çêkirina keştiyeke wisa mezin a li ser erdê. Helbet hingê wî dikarî bigota ji ber ku ew zilamekî baş e ji hin aliyên din ve, belkî hewce nake ku ew guh bide çêkirina wê keştiyê. Lê wî ‘hemû’ fermanên ku lê hatibûn kirin anîn cih – ne tenê yên ku bavên wî jê re gotin, ne tenê yên ku wî fêm kirin, ne tenê yên ku jê re xweş hatin, ne tenê yên ku aqilê wî ji wan birî. Ev mînakeke pir baş e da ku em bişopînin.

Deriyê Xelasiyê

Tewrat jî ji me re dibêje ku piştî Nûh, malbata wî û heywan li keştiyê siwar bûn û

“Piştre Xwedê derî girt.”

Destpêk 7:16

Yek deriyê Keştiyê hebû û kontrola wî di destê Xwedê de bû – ne di destê Nûh (AS) de. Dema ku Darizandinê dest pê kir û av bilind bû, li derveyî keştiyê kîjan mirovî bikira hewar jî Nûh nedikarî derî lê veke. Xwedê ew deriyê tekane kontrol dikir. Lê di heman demê de kesên di nava keştiyê de di ewlehiyê de bûn, ji ber ku kontrola derî di destê Xwedê de bû û ne ba ne jî pêlan nedikarî wî veke. Ew bi Dilovanî û çavdêriya Xwedê di ewlehiyê de bûn.

Ji ber ku Xweda naguhere, heman tişt wê were serê me jî. Hemû pêxember dibêjin ku wê Darizandineke din çêbe – û ew ê bi agir çêbe – lê nîşaneya Nûh (AS) ji me re teqez dike ku bi Darizandina Wî re Dilovaniya Wî jî wê hebe. Lê divê em li ‘keştiya’ wî ya yek-deriyî bigerin da ku Dilovaniyê nîşanî me bide.

Qurbaniya Pêxemberan

Tewrat ji me re dibêje ku Nûh (AS) :

ji bo Xwedê gorîgehek çêkir û ji hemû heywan û teyrên paqij qurbaniyên şewitandinê pêşkêş kirin.

Destpêk 8:20

Ev yek dişibe mînakên qurbanîkirina heywanan a Adem/Hewa û Qabil/Habil. Ev tê wê wateyê ku careke din, bi mirina heywanekî û rijandina xwînê çawa Nûh Pêxember (AS) dia kiriye û hatiye qebûlkirin ji aliyê Xwedê ve. A rast Tewrat dibêje ku pişt wê qurbaniyê Xwedê ‘Nûh û kurên wî pîroz kirin’ (Destpêk 9:1) û ‘bi Nûh re peymanek çêkir’ (Destpêk 9:8) ku Ew ê careke din bi tofanekê hemû mirovan nedarizîne. Îcar wer dixuye ku qurbanîkirin, mirin û rijandina xwîna heywanekî ya ji aliyê Nûh ve girîng bû ji bo perestina wî ya bi Xwedê. Ev yek çi qasî girîng e? Em ê bi Pêxemberên di Tewratê de lêkolîna xwe bidomînin, di ser Lûtê re.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *