Skip to content
Home » Tewrata Mûsa der barê Îsa Mesîh de kehaneteke çawa kir?

Tewrata Mûsa der barê Îsa Mesîh de kehaneteke çawa kir?

  • by

Încîl diyar dike ku xaçkirin û vejîna Pêxember Îsa Mesîh (AS) navenda plana Xwedê bû. Tam 50 rojî piştî vejîna Pêxember, Petrûs, serokê hevalên wî, ev deklarasyana li ser Mesîh da îlankirin:

“Gelî Îsraîliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erêkirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin. Li gorî armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew bi destê yên ku Qanûnê nas nakin li xaçê xist û kuşt.  

Karên Şandiyan 2:23-24

Piştî peyama Petrûs, hezaran bawer kir û peyam ji aliyê kesên li çar aliyên dinyayê yên wê demê vê hate qebûlkirin –bêyî ku tu mecbûriyet hebe. Sedema wê qebûlkirina bi berfirehî nivîsarên Tewratê û pêxemberên Zebûrê bû ku bi sedsalan berê hatibûn nivîsandin. Mirov li ser wan nivîsaran xebitîn da ku bibînin bê bi rastî wan nivîsaran behsa mirin û vejîna Îsa Mesîh kiriye yan na. Heman nivîsar bêyî ku werin guherandin li ber destên me jî hene îro, lewma em jî dikarin li ser wan bixebitin û bibînin bê ew ‘li gorî plan û zanîna Xwedê pêk hatine’ çawa ku Petrûs îlan kiriye. Li vê derê em kurteya hin tiştên ku guhdarên pêşî ji Încîlê bihîstine û di Tewratê de dîtine didin ku digihîjin heta dema Adem û şeş-rojên afirandinê, ji ber ku wan

“her roj li ser Nivîsarên Pîroz lêkolîn kirin…”

Karên Şandiyan 17:11

Wan lêkolîn kirin li ser nivîsaran bi baldarî, ji ber ku peyama şagirtan ji wan re ecêb û nû bû. Em bi pêşdarazî red dikin peyamên ku nû ne û ji guhên me re ecêb tên. Em hemû wê yekê dikin. Lê, heke ev peyam ji bo Xwedê hatibe û wan ew red kiribe, hişyarîkirina Sureya Xaşiyeyê (Sure 88 – Niximînker) wê bi ser wan de bihata.

Bes ew kesê ku pişta xwe bide îmanê û kafir bibe, vêca Xweda dê bi ezabê herî mezin wî bide ezabdanê. Bêguman vegera wan ber bi bal me ve ye. Paşê hesabdîtina wan li ser me ye.

Sureya Xaşiyeyê 88:23-26

Wan dizanî ku ew ê çawa jê piştrast bibin bê ev peyama ecêb ji ba Xwedê hatiye yan na bi testkirina peyamê ya bi nivîsarên pêxemberan. Bi wî awayî ew ê ji cezayê redkirina peyameke ji bal Xwedê xelas bibûna. Em jî têra xwe biaqil in ku em mînaka wan bişopînin û em ê lêkolînê li ser nivîsarên pîroz bikin da ku em bibînin bê peyama mirin û vejîna Pêxember Îsa Mesîh (AS) ji aliyê nivîsarên berê ve hatine dayîn yan na. Em bi Tewratê dest pê bikin.

Pêşzanîna Xwedê di destpêka Tewratê û Quranê de tê aşkerakirin

Di rûpelên pêşî yê Tewratê de em dikarin bibînin ku rojên Îsa Mesîh (AS) û qurbanîkirina wî ji aliyê Xwedê ve dihate zanîn. Di hemû Pirtûkên Pîroz de (Tewrat, Zebûr, Încîl & Quran) bi tenê du hefte hene ku di her rojên wan de bûyerên ku li pey hev tên hatine gotin. Di du beşên pêşî yên Tewratê de çîroka heftiya pêşî tê gotin da ku nîşan bide bê Xweda çawa her tişt afirandiye di şeş rojan de. Bala xwe bidinê bê Quran çawa behsa şeş rojên Afirandinê dike. 

Bêguman Xwedayê we erd û asîman di şeş rojan de afirandin, paşê li ser Textê Xwe yê hikimdariyê rûnişt. Şev û rojê bi hev dinixumîne, her du bi lez, li pey hev digerin. Roj û heyv û stêrk li ber fermana xwe berdestbûyî afirandin. Agahdar bin! Afirandin û fermandayîn her jê re ye. Xweda pîrozdêrayî ye, bi xêr û ber e—Xwedayê hemû alemê ye.

Sureya A’rafê 7:54

Xwedê erd û asîman û yên ku di navbera wan de hene di şeş rojan de afirandine. Paşê Xweda li ser Textê xwe yê hikimraniyê rûnişt. Ew her dilovan e! Vêca der heqê wî de her jê pirsê bike ku ew agahdarê her tiştî ye.

Sureya Furqanê 25:59

Ew Xwedayê ku erd û asîman û yên ku di navbera wan de hene di şeş rojan de afirandine û ew ê ku li ser textê hikimraniyê rûniştiye, ji wî pê ve ji bo we tu arîkar û navbeynkar tune ne. Erê ma hê jî hûn aqil nagirin?

Sureya Secdeyê 32:4

Sond be, me erd û asîman û yên ku di navbera wan de hene di şeş rojan de afirandine û tu westandin jî negihîşte me.

Sureya Qafê 50:38

Xweda erd û asîman di şeş rojan de afirandine û piştre li ser textê hikimdariyê rûniştiye. Ew bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve, bi ya ku ji asîman tê xwarê û bi ya ku hildibe asîman jî dizane. Hûn li ku derê bin, Ew ligel we ye. Xweda bi ya ku hûn dikin bîner e.

Sureya Hedîdê 57:4

Heftiya din a ku bûyerên her roja wê hatine qeydkirin heftiya dawî ya Pêxember Îsa Mesîh e. Hemû bûyerên heftiyeke tu pêxemberî nehatine gotin, Mûsa, Dawid û Mihemed (AS) jî di nav de. Çîroka tevahiya heftiya afirandinê ya ku destpêka Tewratê ye li vir hatine dayîn. Me li bûyerên her roja heftiya dawî ya Îsa Mesîh dîtibûn. Ev tablo hemû rojên wan her du heftiyan li rex hev rêz dike ji bo miqayesekirina wan.

Roja heftiyêHeftiya AfirandinêHeftiya dawî ya Îsa Mesîh
Roj 1Tarî hebû û Xwedê got, ‘Bila ronahî çêbe’ û ronahî çêbû. Di nav tariyê de ronahî çêbû.Îsa Mesîh kete nava Orşelîmê û got “Ez hatim ku bibim ronahiya dinyayê…” Di nav tariyê de ronahî çêbû
Roj 2  Xweda erd û asîman ji hev du veqetandinÎsa tiştên dinyayî ji tiştên asîmanî veqetandin bi paqijkirina Perestegehê ji bo ku bibe cihê diakirinê
Roj 3 Xweda dibêje û erd ji nav deryayê bilind dibe.Îsa dibêje îman dikare çiyayan ji cihê xwe rake û bibe nav deryayê
 Xweda dîsa dibêje ‘Bila erd giyayan hilberîne’ û ew dibe.Îsa ji dara hejîrê re dibêje hişk bibe û ew hişk dibe.
Roj 4 Xweda dibêje ‘Bila li asîman ronahî hebe’ û roj, heyv û stêrk asîman ronahî dikin.Îsa behsa nîşaneya vegera li dinyayê dike – roj, heyv û stêrk wê tarî bibin.
Roj 5 Xweda hemû heywanên bibask diafirîne, dînazorên bibask = ejder jî di nav deŞeytan, ejderê mezin dikeve nava Cihûda da ku êrîşî Mesîh bike
Roj 6 Xweda dibêje û heywanên bejahiyê zindî dibin.Berxên Derbasbûnê tên serjêkirin li Perestgehê.
 ‘Xweda… pif dike firnikên Adem û hilma jiyanê didiyê’. Adem hilmê distîne.“Piştî qîrînekê Îsa hilma xwe ya dawî dide.” (Marqos 15:37)
 Xwedê Adem di nav Bexçe de bi cih kirÎsa bi daxwaza xwe dikeve nava Bexçeyê Getsemeniyê
 Adem tê hişyarîkirin ku dûrî Dara Zanîna Başî û Xerabiyê ya Naletkirî bisekine.Îsa bi darekê ve tê mîxkirin û naletkirin. (Galatî 3:13)
 Tu heywan ji Adem re guncav nayên dîtin. Miroveke din lazim bû.Di Derbasbûnê de qurbanîkirina heywanan ne bes bû. Diviya kesek bûya. (Îbranî 10 :4-5)
 Xwedê Adem dixe xeweke giranÎsa dikeve xewa mirinê
 Xweda birînek di kêleka Adem de çêkir ji bo ku Hewayê-Bûka Adem biafirîne.Birînek di kêleka Îsa de hat tê çêkirin. Bi saya qurbanîkirina xwe Îsa bûkek-yên ku aîdî wî bûn- bi dest xist. (Peyama Yûhenna 21:9)
Roj 7 Xweda bêhn veda. Ew roj wekî Roja Pîroz hat îlankirin.Îsa Mesîh di mirinê de bêhn veda

Bûyerên her rojê yên van du heftiyan wekî dîmenên neynika hev du ne. Sîmetrî di wan de heye. Di dawiya van her du heftiyan de, berê pêşî yê jiyana nû amade ye ji bo ku biteqe û gelek jiyanên nû biafirîne. Adem û Îsa Mesîh dîmenên hev du yên bermeqlûb in. Quran li ser Îsa Mesîh û Adem wiha dibêje:

Bêguman li cem Xwedê rewşa Îsa jî wekî rewşa Adem e. Xwedê ew ji axê afirand, piştre jê re got, “çêbe!” Vêca ew jî çêbû.

Sureya Îmranê 3:59

Încîl ji bo Adem dibêje ku

… Adem mînaka wî kesê ku wê bihata bû.

Romayî 5:14

û

Madem ku mirin bi destê mirov hat, rabûna miriyan jî bi destê mirov çêbû. Çawa ku hemû bi Adem dimirin, wisa jî hemû wê bi Mesîh bên vejandin.

Korîntî I 15:21-22

Bi miqayesekirina van her du heftiyan em dibînin ku Adem dîmenekî bermeqlûbkirî yê Îsa Mesîh e. Ma ji Xwedê re şeş roj lazim bûn ji bo afirandina gerdûnê? Ma wî nedikarî bi yek fermanê wê çêke? Nexwe çima wî ew bi wî awayî afirand? Çima Xwedê bêhn veda di roja heftemîn de, digel ku ew ne westiyayî bû? Wî ew hemû bi wî awayî çêkirin da ku çalakiyên dawî yên Îsa Mesîh bi kirinên her rojên heftiya Afirandinê werin nîşandayîn di pêşiyê de. Bi taybet ev yek xwe di Roja Şeşemîn de dide der. Em dikarin mînakan rasterast di gotinan de bibînin. Wekî mînak li şûna ku hema bibêje ‘Îsa Mesîh mir’, Încîl dibêje ‘hilma xwe ya dawî da’, ku rasterast dibe wêneyekî bermeqlûb ê Adem ku dibêje ‘hilma jiyanê girt’. Ji destpêka dîrokê ve qalibek heye ku behsa ‘pêşdîtinê’ dike çawa ku Petrûs piştî vejîna Îsa Mesîh gotiye.

Mînakên piştre di Tewratê de

Tewrat piştre bûyerên spesifîk qeyd dike û rîtuelên wisa derdixe holê ku dibin wêneyên qurbanîkirina Pêxember Îsa Mesîh a ku wê çêbe. Ew hatine dayîn da ku ji me re bibin alîkarî ji bo fêmkirina pêşzanîna plana Xwedê. Em li hinek ji van bûyerên girîng binêrin. Tabloya li jêrê kurteya wan bûyeran dide ku têkildarî van Nîşaneyên mezin in ku hatine qeydkirin bi hezaran salan beriya Pêxember Îsa Mesîh.

Nîşane ji TewratêEw çawa nîşan dide ku plana qurbanîkirina Îsa Mesîh a ku wê çêbe
Nîşaneya AdemDema ku Xweda bi Adem re hevrû bû piştî bêîtaetiyê, Wî jê re behsa kurekî ku (bi tenê) wê ji jinekê (yanî çêbûna ji bakîreyekê) çêbe kir. Ew kur wê Şeytan biperçiqîne, lê ew bi xwe jî wê di wê pêvajoyê de were perçiqandin.
Nîşaneya Qabil û Habil  Qurbanîkirineke mirinê pêwîst dikir. Qabil sebze (ruhê wan nebû) qurbanî kirin, lê Habil jiyana heywanekî pêşkêş kir. Ew ji aliyê Xwedê ve hat qebûlkirin. Ev plana ji bo qurbanîkirina Îsa Mesîh nîşan dide.
Nîşaneya qurbanîdana ÎbrahîmDîmen bêtir hûrguliyan dide dema ku cihê ku Pêxember Îbrahîm wê kurê xwe lê qurbanî bikira û bi hezaran sal piştre cihê ku Pêxember Îsa Mesîh lê hate qurbanîkirin heman cih bû û Pêxember Îbrahîm behsa wê qurbanîkirina di siberojê de kir. Kurê wî diviya bimira, lê di kêliya dawî de berx ket şûna wî û kur sax ma. Ev nîşan dide bê Îsa Mesîh ‘Berxê Xwedê’ çawa xwe qurbanî kir da ku em bijîn.
Nîşaneya Derbasbûnê ya MûsaBêtir hûrguliyên plana Xwedê tên aşkerakirin dema ku berx tên qurbanîkirin di rojeke diyarkirî-Derbasbûnê de. Firewnê Misrê yê ku berxek qurbanî nekir mirina xwe dît. Lê Îsraîliyên ku berxek qurbanî kiribûn ji mirinê xelas bûn. Bi sedsalan piştre Îsa Mesîh hate qurbanîkirin di heman roja salnameyê-Derbasbûnê de.
Nîşaneya qurbanîdana HarûnHarûn rîtuelên spesifîk ji bo qurbanîkirina heywanan derxistin. Îsraîliyên ku guneh kiribûn dikarîn qurbaniyekê pêşkêş bikin da ku gunehên wan werin rakirin. Lê divê mirin di qurbanîkirinê de hebûya. Bi tenê Serekkahînan dikarî qurbaniyan pêşkêş bikin li şûna hemû mirovan. Ew pêşbîniyek bû ku Îsa Mesîh wê rola kahînekî bilîze û jiyana xwe feda bike ji bo me hemûyan.

Tewrata Pêxember Mûsa (AS) bi awayekî zelal hatina Pêxember Îsa Mesîh nîşan dide û ew wiha behsa wê dike:

Qanûn ne xuyabûna rastîn a tiştên qenc ên ku wê bên, lê bi tenê siya wan e. Ji ber vê yekê Qanûn tu caran nikare bi wan eynî goriyên ku hergav sal bi sal tên pêşkêşkirin, wan ên ku nêzîk dibin, bigihîne bêkêmahîtiyê.

Îbranî 10:1

Û Îsa Mesîh hişyariyê dide wan kesên ku bi mîsyona wî ne bawer in:

 Ez bi navê Bavê xwe hatim û hûn min qebûl nakin; eger yekî din bi navê xwe bê, hûn ê wî qebûl bikin. Hûn ên ku rûmetê didin hev û li rûmeta ku ji Xwedayê bi tenê tê nagerin, hûn çawa dikarin bawer bikin? Nefikirin ku ez ê we li ber Bav sûcdar bikim; yê ku we sûcdar dike Mûsa ye, ew ê ku we hêviya xwe bi wî ve girê daye. Eger we ji Mûsa bawer bikira, we yê ji min jî bawer bikira, ji ber ku wî li ser min nivîsiye. Lê eger hûn bi nivîsînên wî bawer nakin, hûn ê çawa bi gotinên min bawer bikin?”

Yûhenna 5:43-47

Îsa Mesîh wiha jî got ji şagirtên xwe re da ku ew mîsyona wî fêm bikin:

Hingê wî ji wan re got: “Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Qanûna Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.”

Lûqa 24:44

Pêxember bi awayekî zelal gotiye ku ne bi tenê Tewrat, her wiha nivîsarên ‘Pêxemberan û Mezmûran’ jî behsa wî kiriye. Em li vir lê binêrin. Tewratê bûyerên ku hatina wî nîşan didin bi kar anîne, wan pêxemberên piştre jî rasterast nivîsên ku behsa mirin û vejîna wî dikin nivîsandine.

Li vir em ê bizanibin bê em ê çawa diyariya jiyana bêdawî ya ku Pêxember Îsa Mesîh pêşkêşî me kiriye bigirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *