Skip to content


Afirandina dinyayê

1 Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin. 2Erd vikîvala û bêşikil bû, tariyê kûrahî rapêçabû. Ruhê Xwedê li ser rûyê avê digeriya.

3 Xwedê got: “Bila ronahî çêbe.” Ronahî çêbû. 4Xwedê dît ku ronahî qenc e û wî ronahî ji tariyê veqetand. 5Xwedê navê ronahiyê “Roj” û navê tariyê “Şev” danî. Bû êvar û sibe, ev roja pêşî bû.

6 Xwedê got: “Bila di nava avê de qûbeyek çêbe ku avê ji hev veqetîne.” 7Xwedê qûbeyek çêkir û ava bin qûbeyê, ji ava li serê wê veqetand. Wisa jî bû. 8Xwedê navê qûbeyê “Ezman” danî. Bû êvar û sibe, ev roja diduyan bû.

9Xwedê got: “Bila ava di bin ezmên de li derekê bicive û bejahî bê dîtin.” Wisa jî bû. 10Xwedê navê bejahiyê “Erd” û navê ava civiyayî “Derya” danî. Xwedê dît ku ev qenc e.

11Xwedê got: “Bila li erdê giya û şînahiyên bi dar û ber çêbin û li gorî cureyên xwe ber û fêkî bidin.” Wisa jî bû. 12Erdê, giya û şînahiyên li gorî cureyên xwe ber didin û darên wiha gihandin ku berê wan di fêkiyê wan de ne. Xwedê dît ku ev qenc e. 13Bû êvar û sibe, ev roja sisêyan bû.

14Xwedê got: “Bila di qûbeya ezmên de ronahî çêbin ku roj û şevê ji hev veqetînin û ji roj, demsal û salan re bibin nîşan. 15Bila ev di qûbeya ezmên de bibin ronahî ku ronahiyê bidin erdê.” Wisa jî bû. 16Xwedê du ronahiyên mezin çêkirin: Ya mezin ji bo ku serweriyê li rojê bike, ya biçûk jî ji bo ku serweriyê li şevê bike. Wî stêr jî çêkirin. 17Xwedê ew di qûbeya ezmên de bi cih kirin ku ew ronahiyê bidin erdê, 18serweriyê li şev û rojê bikin û ronahî û tariyê ji hev veqetînin. Xwedê dît ku ev qenc e. 19Bû êvar û sibe, ev roja çaran bû.

20Xwedê got: “Bila av kerî bi kerî bi afirîdên jîndar tije be û bila li ser erdê, li qûbeya ezmên teyr bifirin.” 21Xwedê hûtên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên di avê de tevdigerin û teyrên ku difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e. 22Xwedê ew pîroz û bereket kirin û got: “Zêde û berdar bin, ava deryayan dagirin. Bila teyr li erdê zêde bin.” 23Bû êvar û sibe, ev roja pêncan bû.

24Xwedê got: “Bila erd li gorî cureyên wan afirîdên jîndar, heywanên kedî, afirîdên bi erdê ve dişêlin û heywanên kovî derîne.” Wisa jî bû. 25Xwedê li gorî cureyên wan heywanên kovî, kedî û hemû cureyên dişêlin afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.

26 Xwedê got: “Em mirovan di sûretê xwe de çêkin ku bişibin me. Bila ew bibin serwerên masiyên avê, teyrên ezmanan, heywanên kedî, afirîdên bi erdê ve dişêlin û serwerên hemû dinyayê.”

27 Xwedê mirov di sûretê xwe de, di sûretê Xwedê de afirandin. Wî ew bi awayê nêr û mê afirandin. 28Xwedê ew pîroz û bereket kirin û ji wan re got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe. Bibin serwerên masiyên deryayan, teyrên ezmanan û hemû afirîdên dişêlin.” 29Piştre Xwedê got: “Ez hemû giya û şînahiyên li ser rûyê erdê ber didin û her dara fêkiyan didim we ku tovê wê di berê wê de ye. Wê ev ji we re bibin xwarin. 30Ez ji bo hemû heywanên kovî, teyrên ezmanan û afirîdên dişêlin –ji bo her tişta ku hilma jiyanê pê re ye– ez hemû şînahiyan ji bo xwarinê didim.” Wisa jî bû. 31Xwedê hemû tiştên çêkiribûn dîtin ku qenc e. Bû êvar û sibe, ev roja şeşan bû.

1Erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam bûn. 2Xwedê di roja heftan de karê xwe bir serî. Wî di roja heftan de ji hemû karên xwe bêhna xwe veda. 3Xwedê roja heftan pîroz û bereket kir. Wekî rojeke pîroz kifş kir. Çimkî Xwedê di wê rojê de ji hemû afirandinên xwe, bêhna xwe veda.

Bexçeyê Adenê

4Serpêhatiya afirandina erd û ezmanan ev e: Gava Xwedê Xudan erd û ezman afirandin, 5hê li erdê tu şitlekî çolê tunebû û tu giyayekî çolê şîn nebibû. Çimkî Xwedê Xudan hê baran bi ser erdê ve nebarandibû û mirovê erdê bajo jî tunebû. 6Lê ji erdê hilm radibû û tevahiya rûyê erdê av dida. 7Xwedê Xudan Adem ji axa erdê çêkir û hilma jiyanê pif kir pozê wî. Bi vî awayî Adem bû canekî jîndar.

8Xwedê Xudan li rojhilat, li Adenê bexçeyek çand û Ademê ku şikil dabûyê danî wê derê. 9Xwedê Xudan ji axê cûr bi cûr darên spehî û xweşfêkî gihandin. Di nava bexçeyê de dara jiyanê û dara zanîna qencî û xerabiyê jî hebû.

10Çemek ji Adenê dertê, bexçe av dide, li wir ji hev vediqete û dibe çar mil. 11Navê çemê pêşî Pîşon e. Ew ber bi seranserê herêma Hawîlayê ve diherike ku li wir zêr heye. 12Zêrê vê herêmê qenc e û li vir benîştê daran û onîks jî hene. 13Navê çemê diduyan Gîhon e ku ber bi seranserê welatê Kûşê ve diherike. 14Navê çemê sisêyan Dîcle ye û ber bi rojhilatê Aşûrê ve diherike. Çemê çaran jî Ferat e.

15Xwedê Xudan Adem hilda û li nav Bexçeyê Adenê danî ku li wê derê bixebite û hay ji bexçeyê hebe. 16Xwedê Xudan li Adem emir kir û got: “Tu dikarî ji her dara bexçe bixwî, 17lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî.”

18Xwedê Xudan got: “Ne baş e ku Adem tenê bimîne, ezê alîkareke li gorî wî jê re çêkim.” 19Xwedê Xudan tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmanan ji axê çêkir. Wî hemû anîn ba Adem ku bibîne, wê çi navî li wan bike. Adem bi çi navî bangî afirîdên jîndar kir, ew bû navê wan. 20Adem nav li hemû heywanên kedî, heywanên kovî û teyrên ezmanan danî. Lê ji bo Adem alîkareke li gorî wî nehate dîtin.

21Xwedê Xudan kir ku Adem bikeve xeweke giran. Hê di xewê bû, wî parsûyekî wî derxist û goşt xist cihê wî. 22Xwedê Xudan ji wî parsûyê ku ji bedena Adem derxistibû, jinekê çêkir û anî ba wî. 23Li ser vê yekê Adem got:

“Niha ev hestî ji hestiyê min,

Goşt ji goştê min e.

Wê jê re ‘Jin’ bê gotin,

Çimkî ew ji mêr hate hildan.”

24 Ji ber vê yekê wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, xwe li jina xwe bigire û wê herdu bibin bedenek. 25Adem û jina xwe, herdu jî tazî bûn û şerm nedikirin.