Skip to content
Home » Nîşaneya 1. a Mûsa: Cejna Derbasbûnê

Nîşaneya 1. a Mûsa: Cejna Derbasbûnê

  • by

Di ser Pêxember Îbrahîm (AS) re 500 sal derbas bûne û niha sala derdora 1500’î ya BZ ye. Piştî ku Îbrahîm mir, ziriyeta wî ya ji kurê wî Îsheq ku niha ji wan re dibêjin Îsraîlî, bûbû hejmareke zêde a mirovan, lê ew hê jî li Misirê kole bûn. Ev yek pêk hat, ji ber ku Yûsifê neviyê Îbrahîm (AS) wekî kole li Misirê hatibû firotin û piştî salan malbata wî ew şopandibû. Ev çîrok hemû di Destpêk 45-46 – a Yekemîn Pirtûka Mûsa, Tewratê de tê ravekirin.

Îcar em tên ser Nîşaneyeke din a Pêxemberê mezin – Mûsa (AS) a ku di duyemîn Pirtûka Tewratê de hatiye gotin. Mûsa (AS)  ji Xwedê ferman girtibû ku here cem Firewnê Misrê û ev yek di navbera Mûsa û kahînên Firewn de bi rikberiyekê bi encam bûbû. Vê rikberiyê kiribû ku neh şewbên webayê yan jî karesatên navdar li hemberî Firewn çêbin ku ji bo wî nîşane bûn. Lê Firewn xwe teslîmî daxwaza Xwedê nekiribû û li gorî van nîşaneyan tevnegeriyabû.

Sureya Nazî’at – (Sureya 79’an – Canstînên bi Dijwarî) van bûyeran wiha teswîr dike:

Serpêhatiya Mûsa ji te re hatiye ragihandin?

Wê dema ku Xwedayê wî li newala pîroz, li Tuwayê gazî wî kir (û jê re got:)

Here bal Firewn! Bi rastî ew (di zilmê de) pir ji ser xwe çûye.

Bibêje: Ma te divê li xwe bizivirî û ji gunehan xwe paqij bikî?

Ez ê bi bal Rebê te ve te rasterê bikim, vêca da ku tu jê bitirsî.

Di wê navê de Mûsa mûcîzeya herî mezin nîşanî Firewn da (ku gopalê wî bû mar).

Sureya Nazî’at 79: 15-20

Sureya Muzzemmil (Sureya 73’yan – Yê ku Cil li Xwe Werdaye) bersiva Firewn wiha dide:

Lê belê Firewn li pêxember guhdarî nekir û pê bawerî neanî, vêca me jî bi cezayekî dijwar û tûj ew ceza kir.

Sureya Muzzemmil 73:16

‘Nîşaneya Mezin’ a Mûsa ya ku di Sureya Nazî’at de tê behskirin û ‘cezayê mezin ê li Firewn ê ku di Sureya Muzzemmil de tê teswîrkirin çi ye? Hem Nîşane hem jî Ceza di karesata 10. de bû.

Karesata 10.

Ji ber vê yekê Xweda wê karesata (belaya) 10. a herî mezin bîne. Di vê xalê de Tewrat berî ku karesata 10. were hin amadekarî û ravekirinan dide. Quran jî bi ayeta xwe ya li jêr behsa wê xala çîrokê dike:

Sond be, me neh ayetên aşkera dan Mûsa, vêca ji Îsraîliyan bipirse, dema Mûsa hate nik wan, Firewn jê re got: Ey Mûsa! Ez guman dikim ku sêhr li te hatiye kirin!

(Mûsa ji Firewn re) Got: Bêguman tu bi xwe jî dizanî ku ji Xwedayê erd û asîmanan pê ve tu kesê din ev ayetên biîbret danexistine (lê belê dîsa jî tu rikdariyê dikî). Hey Firewn! Bi rastî ez jî te di helakê de werbûyî dibînim!

Sureya Îsra 17: 101-102

Îcar Firewn ‘di helakê de werbûyî’ bû. Lê ew yek çawa pêk hat? Xweda berê karesat bi riyên cuda şandibûn. Ji bo mirovên di dema Nûh de ew karesat tofaneke seranserî dinyayê bû, ji bo jina Lût ew karesat ew bû ku ew bû kevirekî ji xwê. Lê ev karesat wê cuda bûya, ji ber ku ew ê bibûya Nîşaneyek ji bo hemû mirovan, ew ê bibûya – Nîşaneya Mezin. Çawa ku Quran dibêje:

Di wê navê de Mûsa mûcîzeya herî mezin nîşanî Firewn da

Sureya Nazî’at 79:20

Hûn dikarin ravekirina Karesata 10. a di Derketina Tewratê de ji vê girêdanê bixwînin. Ew çîrokeke berfireh e û ravekirina li jêrê jî wê bike ku hûn mijarê baştir fêm bikin.

Berxê Derbasbûnê ji Mirinê Xelas dike

Ev nivîsar ji me re dibêje ku karesata bi fermana Xwedê ew bû ku her pitikê kûr ê nûzayî bimire ji xeynî wan pitikên kur ên di nava xaniyekî de ku li ser deriyê wî xwîna berxikekî ku hatibe qurbanîkirin hebe. Karesata Firewn, heke ew îtaet neke, wê ku kurê wî yê wêrisê textê wî bimire. Û li hemû malên li Misirê pitikekî kur ê nûzayî wê bimire – heke ew berxikekî qurbanî nekin û bi xwîna wî deriyê xaniyê xwe boyax nekin. Hingê Misir bi karesateke neteweyî re rû bi rû mabû.

Lê li xaniyên ku berxikek hatibû qurbanîkirin û bi xwîna wî deriyê xanî hatibû boyaxkirin soz hatibû dayîn ku her kes wê di ewlehiyê de be. Cezayê Xwedê wê ji wan malan derbas bibûya. Îcar ji wê rojê û Nîşaneyê re gotin Derbasbûn (ji ber ku mirin derbas bûbû di ser hemû xaniyên deriyê wan bi xwîna berxikekî boyaxkirî). Lê Nîşaneya ji xwînê ya li ser deriyan ji bo kê bû? Tewrat dibêje:

Xwedê ji Mûsa re got…” … Ez Xweda me. Xwîna (berxê Derbasbûnê) li ser deriyê xaniyên we, wê ji bo we bibe nîşan; û gava ez xwînê bibînim, ez ê di ser we re derbas bibim.

Derketin 12:13

Îcar ji ber ku Xweda li deriyê ku xwîn li ser wan bû digeriya û dema Wî ew didît Ew jê derbas dibû, xwîn ne Nîşaneyek bû ji bo Wî. Tewrat dibêje xwîn “nîşaneyek e ji bo we’ – mirovan.  Yanî ew Nîşaneyek e ji bo me hemû kesên ku vê çîroka di Tewratê de dixwînin. Îcar ew çawa Nîşaneyek e ji bo me? Piştî wê şeva qederê Xweda fermanê dide wan:

Ji wan re bibêjin: ‘Ev qurbana Cejna Xwedê ya Derbasbûnê ye. Ji ber ku gava Xweda li Misriyan xist, di ser malên me re derbas bû û em xilas kirin.’ Îsraîlî deverû çûn erdê û perizîn.

Derketin 12:27

Derbasbûn Salnameya Cihûyan Dide Destpêkirin

Li Îsraîliyan hate fermankirin ku her sal wê rojê cejna Derbasbûnê pîroz bikin. Salnameya Îsraîliyan hinekî ji salnameya Rojavayiyan cuda ye, lewma heke hûn di ser salnameya Rojavayiyan re wê bişopînin, hûn ê bibînin ku dema wê roja salê her sal hinekî diguhere, ew dişibe Remezanê, ji ber ku ew dirêjahiyeke cuda ya salê esas digire, di Salnameya Rojavayiyan de her sal dema wê diguhere. Lê di roja me de hê jî wekî berî 3500 salî, Cihû her sal, li gorî fermana ku di Tewratê de ji aliyê Xwedê ve li Mûsa hatiye kirin wê rojê pîroz dikin.

1 Sehneyeke ji dema modern a ku tê de gelek berxik tên serjêkirin ji pîrozbahiya Derbasbûnê ya Cihûyan.

Li vir wêneyekî demên modern ê ku Cihû tê de berxikan serjê dikin ji bo cejna Derbasbûnê heye. Ew dişibe pîrozbahiya Cejna Qurbanê.

Heke em vê pîrozbahiyê di dîrokê de bişopînin, em dikarin tiştekî derasayî tê de bibînin. Heke hûn di Mizgîniyê (Încîl) de li hûrguliyên girtina Îsa Mesîh (AS) û darizandina Wî binêrin, hûn dikarin wê bibînin.

“Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin” … [Pîlatos]  [ji serokên Cihûyan re] got “…Lê adeta we ye ku ez di Cejna Derbasbûnê de yekî girtî ji bo we berdim. Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan [yanî Mesîh] berdim?”

Li ser vê yekê wan bi qîrîn got: “Ne vî mirovî…”

Yûhenna 18:28, 39-40

Bi gotineke din, Îsa Mesîh (AS) li gorî salnameya Cihûyan, roja Cejna Derbasbûnê hatiye girtin û mehkûmî mirinê bûye. Heke Nîşaneya 3. a Îbrahîm were bîra we, hûn ê bibînin ku yek ji bernavên ku Yehya (AS) li Îsa kiribû ev bû:

Dotira rojê Yûhenna dît ku Îsa ber bi wî ve tê. Û wî got: ‘Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike. Ev ew kes e ku min ji bo wî gotibû: Piştî min yek tê ku di ser min re ye, ji ber ku ew beriya min hebû.’ 

Yûhenna 29:30

Îsa (A) Di Derbasbûnê de Hat Mehkûmkirin

Li vir em bêhempatiya vê Nîşaneyê dibînin. Îsa (AS), ‘Berxê Xwedê’, hatibû mehkûmkirin bi cezayê çarmixkirinê di heman rojê de û hemû Cihûyên hingê (sala 33’yan a BZ di salnameya Rojavayiyan de) berxek qurbanî kirin ji bo bîranîna Derbasbûna pêşî ya ku berî 1500 salî pêk hatibû. Ji ber vê yekê Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan bi piranî di heman hefteya Hêkesorkê de tê pîrozkirin. Cejna Hêkesorkê ji bo bîranîna mirina Îsa ye – ji ber ku Îsa (AS) di heman rojê de ji bo qurbanîkirinê hatibû şandin. (Cejna Hêkesorkê û ya Derbasbûnê nakevin heman rojê, ji ber ku salnameya Cihû û Rojava salan bi awayên cuda eyar dikin; lê bi piranî di heman hefteyê de pêk tên.)

Îcar ji bo deqeyekê em lê bifikirin bê ‘nîşane’ çi dikin. Di wêneyê jêrîn de çend nîşane hene.

2 ‘Nîşane’ çi dikin? Ew nîşander in ji bo ku tiştên cuda bînin bîra me.

Dema ku em nîşaneya ‘qoq û hestiyan’ dibînin, ew dike ku em li mirin û xetereyê bifikirin. Nîşaneya ‘Kevaniyên Zêrîn’ dike ku em li McDonaldê bifikirin. Nîşaneya ‘√’ a li ser banda serê lîstikvanê tenîsê Nadal nîşaneya Nikeyê ye. Nike dixwaze dema ku em li ser Nadal vê nîşaneyê bibînin ew were bîra me. Bi gotineke din, Nîşane nîşander in ji bo ku hişê me here ser objeke ku tê xwestin. Bi vê nîşaneya Mûsa (AS) Xweda nîşaneyê ji bo me dide. Çima Ew vê nîşaneyê dide me? A rast ev nîşaneya bêhempa ya ku dema qurbanîkirina berxan a di heman roja qurbanîkirina Îsa de nîşan dide divê nîşanderek be ji bo qurbanîkirina Îsa Mesîh (AS).

3 Derbasbûn ‘nîşaneyek’ e bi dayîna ji bo qurbankirina Îsa Mesîh

Ew di hişê me de wekî ku min di diyagramê de nîşan daye dixebite. Nîşane dike ku hişê me here ser fedakirina Îsa Mesîh. Di wê Derbasbûna pêşî de berx hatibûn qurbanîkirin û xwîn hate rijandin da ku mirov bikaribin bijîn. Bi vî awayî ev nîşaneya ku Îsa nîşanî me dide ji me re dibêje ku ew, ‘Berxê Xwedê’, hate fedakirin da ku em bijîn.

4 Qurbanîkirina kurê Îbrahîm dike ku em li Îsa Mesîh bifikirin

Me di Nîşaneya 3. a Îbrahîm de dît ku cihê Îbrahîm (AS) lê hate ezmûnkirin bi qurbanîkirina kurê xwe Çiyayê Moriya bû. Lê berxek di kêliya dawî de hate qurbanîkirin li şûna kurê wî. Berxek mir da ku kurê Îbrahîm bijî. Çiyayê Moriya heman cih bû ku Îsa (AS) lê hate qurbanîkirin. Ew Nîşaneyek bû da ku em li qurbanîkirina Îsa Mesîh (AS) bifikirin bi nîşandana wî cihî. Di vê Nîşaneya Mûsa de em dibînin ku nîşandereke din jî heman bûyerê nîşan dide – fedakirina Îsa (AS) ji bo qurbanîkirinê – bi nîşandayîna roja di salnameyê de ya Qurbanîkirina Derbasbûnê.  Qurbanîkirina berxekî careke din tê bikaranîn ji bo nîşandana heman bûyerê. Çima? Em bi Nîşaneya Mûsa ya di rêzê de didomînin da ku em baştir fêm bikin. Ev Nîşane dayîna Şerîeta li Çiyayê Sînayê ye.

Lê ji bo qedandina vê çîrokê, gelo çi bi Firewn hat? Çawa ku em di ayeta Tewratê de dixwînin, ew guh nade hişyariyan û kurê wî yê pêşî (wêrisê wî) wê şevê dimire. Îcar axirê ew dihêle ku Îsraîlî ji Misirê derkevin. Lê piştre ew fikra xwe diguherîne û dide ser şopa wan heta Behra Sor. Li wê derê Xweda dike ku Îsraîlî di Behra Sor re derbas bibin, lê Firewn di Behra Sor de dixeniqe tevî artêşa xwe. Piştî neh karesatan, miriyên Derbasbûnê û windakirina artêşê, Misir bi rastî gelekî qels bû û careke din nekarî wê statuya xwe ya hêza herî mezin a cîhanê bi dest bixe. Xweda ew darizandibû. 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *