Skip to content

Nîşaneya 1. a Îbrahîm: Pîrozî

  • by

Îbrahîm! Ew bi navê Abraham û Abram (AS) jî tê zanîn. Her sê dînên yekxwedayî Cihûtî, Xiristiyanî û Îslam wî wekî modelekî dibînin û dişopînin. Ereb û Cihû îro bav û kalên xwe di ser kurên wî Îsmaîl û Îsheq re digihînin wî. Her wiha ew di rêza pêxemberan de jî girîng e, ji ber ku pêxemberên piştî wî li ser wî hatine avakirin. Lewma em ê di çend beşan de li nîşaneya Îbrahîm (AS) binêrin. Ji bo xwendina nîşaneya wî ya yekemîn a di Quran û Tewratê de vir bitikînin.

Em di ayeta Quranê de dibînin ku “eşîrên” mirovan wê ji Îbrahîm (AS) çêbin. Piştre ew mirov wê bibin xwediyê ‘şahînşahiya mezin’. Lê ji bo ku zilamek ‘Eşîrên’ mirovan çêke, qet nebe divê pêşî kurekî wî hebe, her wiha divê cihekî wî jî hebe da ku ew mirov li wir bikaribin bibin xwediyê ‘Şahînşahiya Mezin’.

Wehda ji Îbrahîm (AS) re

Ayeta di Tewratê de (Destpêk 12:1-7) nîşan dide bê Xweda çawa wehda ‘eşîran’ û ‘Şahînşahiya Mezin’ a ji bo Îbrahîm (AS) pêk tîne. Xweda sozekê dide wî ku jê re dibe hîmê avakirina siberojekê. Ka em bi baldarî li hûrguliyên wê binêrin. Em dibînin ku Xweda ji Îbrahîm re dibêje:

Ez ê te bikim neteweyeke mezin û te pîrozî bikim. Ez ê nav û dengê te derxim û tê bibî kaniya bereketê. Kesên te pîrozî bikin ez ê jî wan pîrozî bikim. Kesê ku nifiran li te bike, ez ê naletê lê bînim. Wê hemû eşîrên dinyayê bi te pîrozî bibin.

Destpêk 12:2-3

Mezinahiya Îbrahîm

Gelek mirovên li dera ku ez îro lê dijîm meraq dikin bê Xweda heye û çawa mirov dikare bizane bê bi rastî Wî xwe di ser Tewratê re nîşan daye. Li vir wehdek heye ku em dikarin gelek beşên wê piştrast bikin. Dawiya van ayetan diyar dike ku Xwedê rasterast soz daye Îbrahîm (AS) bi gotina ‘Ez ê nav û dengê te derxim’. Digel ku em niha di sedsala 21’ê de ne, navê Îbrahîm/Abraham/Abram di dîrokê de yek ji wan navan e ku herî zêde tê zanîn. Ev wehd hem ji aliyê rastiyê ve, hem ji aliyê dîrokî ve pêk hatiye. Tewrata îro li ber destê me kopyaya nusxeya wê ya salên 200-100 a Berî Zayînê ya Qeydên Behra Mirî ye. Ev jî tê wê wateyê ku ev wehd herî kêm ji wê demê ve nivîsandî ye. Di wê demê de kesekî bi navê Îbrahîm baş nedihate zanîn – bi tenê gelê Cihû yê kêmar ê ku Tewrat dişopand ew nas dikir. Lê îro navê wî gelekî tê zanîn, yanî em dikarin ispat bikin ku ew wehd piştî ku hatiye nivîsandin pêk hatiye, ne berî wê.

Ev beşa soza ji Îbrahîm re bi teqezî pêk hatiye, kesên xwedênenas jî dikarin vê yekê bi awayekî zelal bibînin, lewma ev yek pêbaweriyeke mezin dide me ji bo fêmkirina beşa mayî ya vê soza Xwedê ya ji Îbrahîm re. De em xebata xwe li serê bidomînin.

Pîroziya ji me re

Îcar em soza ‘neteweyeke mezin’ a ji Îbrahîm re û ‘pîrozîkirina’ Îbrahîm dibînin. Lê tiştekî din jî heye, pîrozîkirin ne bi tenê ji bo Îbrahîm e, ji ber ku ayet dibêje ‘Wê hemû eşîrên dinyayê bi te pîrozî bibin” (yanî di ser Îbrahîm re). Ev yek ji bo min û we girîng e û divê em bala xwe bidinê. Ji ber ku em parçeyek ji ‘hemû gelên li ser rûyê erdê’ ne – qet ferq nake bê dînê me çi ye, neteweya me çi ye, em li ku dijîn, statuya me ya civakî çi ye û em bi kîjan zimanî dipeyivin. Ev wehd ji bo hemû kesên îro zindî ye. Ev wehdek e ji we re. Digel ku bi piranî dînên me yên cuda, neteweyên me û zimanên me mirovan ji hev vediqetînin û pevçûnan derdixin, wer dixuye ku ev wehd di ser wan hemû tiştan re ye ku me ji hev vediqetînin. Çawa? Kengî? Pîroziyeke çawa? Ev yek bi zelalî nehatiye aşkerakirin, lê vê Nîşaneyê wehdek çêkiribû ji bo min û we di ser Îbrahîm (AS) re. Ji ber ku em dizanin ku beşek ji wê wehdê pêk hatiye, em dikarin bêguman pê bawer bibin ku beşa mayî jî wê bi awayekî zelal û bi teqezî ji me re pêk were – bi tenê divê em kilîla ku wê vedike bibînin.

Em dibînin ku dema Îbrahîm ew soz girtiye, wî îtaetî Xwedê kiriye û…

“Îcar Îbrahîm çawa ku Xwedê gotibû da rê û çû”

ayeta 4.
Nexşeya rêwîtiya Îbrahîm a ji Urê bo Kenanê

Rêwîtiya ber bi Welatê Wehdkirî ve çi qasî domiya? Ev nexşe rêwîtiya wî nîşan dide. Ew di eslê xwe de li Urê (Rojhilatê Iraqa îro) dijî û bar kir Haranê (Bakûrê Iraqê). Îbrahîm (AS) piştre çû devera bi navê Kenanê ya di dema xwe de. Hûn jî dibînin ku ew rêwîtiyeke dirêj bûye. Ew li ser pişta deve, hesp yan jî kerekî çûye, lewma wê rêwîtiyê gelek mehan ajotiye.  Îbrahîm malbata xwe û jiyana xwe ya rehet (Mezopotamya di wê demê de navenda şaristaniyê bû), ewlehiya xwe û hemû tiştên ku aşînayî wan bû terikandin û berê xwe da welatekî jê re biyan. Û Tewrat ji me re dibêje ku ew hingê 75 salî bû.

Qurbanîkirina heywanan wekî Pêxemberên berê

Her wiha Tewrat ji me re dibêje dema ku Îbrahîm (AS) bi ewlehî gihîşt Kenanê:

“Wî li wir gorîgehek çêkir ji Xwedê re”

ayeta 7

Li wir gorîgehek hebû wekî ya Habil û Nûh ên berî wî, wî xwîna heywanên qurbanîkirî pêşkêşî Xwedê kir. Em dibînin ku ev awayekî diakirina pêxemberan e ji Xwedê re.

Îbrahîm (AS) ketibû rîskekê û di kalîtiya xwe de rêwîtiya welatekî nû kiribû. Lê bi wê kirina xwe wî xwe teslîmî Wehda Xwedê kiribû ji bo ku hem pîrozî bibe û hem jî hemû Gelê xwe pîrozî bike. Lewma ew ji bo me ew qasî girîng e. Em bi Nîşaneya 2. a Îbrahîm didomînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.