Skip to content
Home » Rojên 3. & 4. – Îsa Mesîh Siberojê û Vegera xwe radigihîne

Rojên 3. & 4. – Îsa Mesîh Siberojê û Vegera xwe radigihîne

  • by

Çi hevpariyên dara hejîrê û stêrkan hene? Her du jî nîşaneyên hatina bûyerên mezin in û wekî hişyariyan tên dayîn ji bo yên ku ne amade ne. Sureya Tînê wiha dest pê dike:

Sond bi hejîr û zeytûnê…

Sureya Tînê 95:1

Tiştên ku wê bibin nîşan didin.

Me însan di baştirîn awayan de afirandiye. Paşê me ew gerandiye nizmtirînê nizman (nava Dojehê).

Sureya Tînê 95:4-5

Sureya Murselat (Şande), Sureya Tekwîrê (Pêçan) û Sureya Infîtar (Derizîn) bi dubareyî radigihîne ku stêrk wê bitefin û ew nîşane ji bo qewimîna tiştekî mezin:

Vêca dema ku stêrk birijin û dema ku asîman qul bibe û dema ku çiya belawela bibin,

Sureya Murselatê 77:8-10

Dema ku roj tarî dibe û dema ku stêrk bikevin û dema ku çiya hûr û ber ba bibin,

Sureya Tekwîrê 81:1-39

Dema ku asîman biterike, dema ku stêrk birijin û dema ku derya biteqin û li nav hev bikevin,

Sureya Infîtarê 82:1-3

Ev tên çi wateyê? Pêxember Îsa Mesîh (AS) di heftiya xwe ya dawî de rave dike. Pêşî em çav lê bigerînin.

Piştî têketina Orşelîmê di Yekşema 9’ê Nîsanê de li gorî pêxember Danîel û Zekeriya û piştî têketina nava Perestgehê di Duşema 10’ê Nîsanê de li gorî qayîdeyên Pêxember Mûsa (AS) yên di Tewratê de, Îsa Mesîh (AS) wekî berxê Xwedê tê hilbijartin, lê ew ji aliyê serekên Cihû ve tê redkirin. A rast dema ku wî Perestgeh paqij dikir, wan dest bi plana xwe ya kuştina wî kiribû. Încîl dibêje bê Îsa Mesîh piştre çi kir.

Naletkirina Dara Hejîrê

Û wî ew (serekên Cihû yên li Perestgehê di Duşema Roja 2. a 10’ê Nîsanê de) li wir hiştin, derket derveyî bajêr û çû cihê ku wê bi şev lê bimîne.

Serê sibê (Sêşema 10’ê Nîsanê, Roja 3.) çaxê ku Îsa vedigeriya bajêr ew birçî bû. Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re got: “Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!” Dara hêjîrê di cih de hişk bû.

Metta 21:17-19

Gelek kes meraq dikin bê çima Îsa Mesîh bi darhejîrê peyivî û ew hişk kir. Încîl rasterast rave nake, lê pêxemberê pêşî dikarin ji bo fêmkirinê alî me bikin. Wan pêxemberan dema ku hişyariya darizandina ku wê were dikirin, bi piranî wan wêneyê darhejîreke hişk bi kar dianî. Bala xwe bidinê bê çawa wan wêneyê darhejîra hişk bi kar aniye di hişyariyên xwe de:

Mêw ziwa dibe û dara hejîrê hişk dibe; dara hinarê, xurmeyê û sêvê – hemû darên bexçeyan- hişk dibin. Helbet kêfxweşiya mirovan jî tune dibe.

Yoel 1:12

“Gelek caran ez li bexçe û rezên we didim, wan xera dikim bi nexweşî û kufikê. Kulî talan dikin darên we yên hejîr û zeytûnan, lê hûn dîsa jî li min venegeriyan,” got Xwedê.

Amos 4:9

Ma di embarên we de tov hebû? Mêw, hejîr, hinar, darzeytûn heta îro jî qet ber dabûn? Lê ez ê ji niha û pê ve bereketê bi ser we de bibarînim.’”

Hagay 2 :19

Wê hemû nexşên ezmanan birizin, wê ezman wekî lûlikên nivîsê bên pêçan. Wê hemû nexşên ezmanan biçilmisin, wekî pelê mêwê biçilmise, wekî fêkiyê darhejîrê diçilmise.

Yeşaya 34:4

“‘Ez ê debira wan tune bikim, dibêje Xweda. Bi mêwan ve tirî wê nemîne. Bi darhejîran ve hejîr wê nemînin û hemû pelên wan wê hişk bibin. Min çi dabe wan, ew ê ji wan were standin.’”

Yeremya 8:13

Pêxember Hoşeya (AS) wêdetir diçe bi bikaranîna darhejîrê wekî metaforeke Îsraîlê û piştre naletekê tîne zimên.

“Min Îsraîl li çolê wek weşiyeke tirî dît, bav û kalên we wekî berê pêşî yê darhejîrê dît. Lê ew hatin Baal-Peorê û xwe spartin tiştê şermê, bi qasî tiştê ku jê hez dikirin kirêt bûn. Lewma rûmeta Efrayîm wê wek çivîkekê bifire û here, wê ne zarokanîn, ne bizarobûn, ne jî bizaromayîn hebe. Heger zarokên xwe mezin jî bikin, ez ê wan ji zarokên wan bikim da ku kesek nemîne. Wey li wan kesan ku ez wan biterikînim!

Li Efrayîmê hat xistin. Koka wan ziwa bû, wê êdî ber nedin. Heger ew zarokan bînin dinyayê jî, ez ê berê zikê wan ê delal bikujim.“ Xwedayê min wê wan red bike, ji ber ku guh nedan wî. Wê di nav miletan de wek ewareyan bigerin. 

Hoşeya 9:10-12, 16-17; nîşe Efrayîm = Israîl

Ev nalet pêk hatin dema ku Orşelîm cara pêşî di sala 586’an a BZ de hate rûxandin (li vir binêre ji bo dîroka Cihûyan). Dema ku Îsa Mesîh dara hejîrê hişk kir, wî bi awayekî sembolîk rûxandineke din a Orşelîmê û sirgunkirina Cihûyan a ji welatê wan kehanet dikir.

Piştî naletkirina dara hejîrê, Îsa Mesîh ber bi Perestgehê ve çû, hîndarî da mirovan û bi serekên Cihû re kete nîqaşê. Wî gelek hişyarî dan der barê Darizandina Xwedê de. Încîl hîndariyên wî qeyd dike û bi temamî li vir in.

Pêxember Nîşaneyên Vegera Xwe Pêşbînî dike

Pêxember Îsa Mesîh piştre kehaneteke reş a hilweşîna Perestgeha Cihûyan a li Orşelîmê dike. Di wê demê de, ew perestgeh yek ji avahiyên herî bandorker a li tevahiya Împaratoriya Romayê bû. Lê Încîl qeyd dike ku wî hilweşîna wê pêşbînî kiriye. Ev yek bi nîqaşeke li ser vegera wî ya li dinyayê û nîşaneyên vegera wî dest pê dike. Încîl hîndariyên wî qeyd dike.

Gava ku Îsa ji Perestgehê derket û çû, şagirtên wî nêzîkî wî bûn û xwestin ku bala wî bikişînin ser avahiyên Perestgehê. Wî ji wan re got: “Hûn van hemûyan dibînin? Bi rastî ez ji we re dibêjim, li vir kevir li ser kevir namîne. Qet tiştek namîne ku neyê hilweşandin!” Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: “Ji me re bibêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?”

Metta 24:1-3

Pêxember bi pêşbînîkirina hilweşîna ji binî ve ya Perestgeha Cihûyan dest pê kir. Em ji dîrokê dizanin ku ev yek di sala 70’yî ya BZ de pêk hatiye. Piştre êvarê[i] ew ji Perestgehê derdikeve û diçe Çiyayê Zeytûnê yê ku li derveyî bajarê Orşelîmê bû. Ji ber ku roja Cihûyan di hingorê de dest pê dikir, êdî roja 4. a hefteyê bû Çarşema 12’ê Nîsanê, dema ku wî bersiva pirsên wan da û der barê dawiya dinyayê û vegera xwe de hîndarî kir.

Îsa bersiva wan da û got: “Hay ji xwe hebin ku tu kes we nexapîne. Ji ber ku gelek wê bi navê min bên û bibêjin: ‘Mesîh ez im’ û wê gelekan bixapînin. Hûn ê dengê şeran û li ser şeran bibihîzin. Hay jê hebin û netirsin. Tiştên wiha divê bibin, lê hê dawî nehatiye. Milet wê li hemberî miletan, padîşahî li hemberî padîşahiyan rabin û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin. Lê ev tiştên ha hemû destpêka janan in. Hingê wê we teslîm bikin da ku êşê bi we bidin kişandin û we bikujin. Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin. Hingê gelek wê ji rê derkevin, hev du bidin dest û ji hev nefret bikin û gelek pêxemberên derewîn wê derkevin û gelekan bixapînin. Bi zêdebûna neheqiyê, hezkirina gelekan wê sar bibe. Lê yê ku heta dawiyê ragire, ew ê xilas bibe û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê. Çaxê hûn tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, çawa ku Daniel pêxember got, li cihê pîroz rawestayî bibînin – bila yê ku dixwîne fêm bike – hingê yên ku di Cihûstanê de ne bila birevin çiyayan. Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û tiştekî ji hundir hilnede û yê ku li nav zeviyê be jî, bila venegere ku ebayê xwe hilde. Lê wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin! Dua bikin ku reva we nekeve zivistanê an roja Şemiyê. Ji ber ku hingê tengahiyeke wisa mezin wê çêbe ku ji destpêka dinyayê ve tiştekî wiha çênebûye û tu caran çênabe jî. Eger ew roj nehatana kurtkirin, tu kes xilas nedibû, lê ji bo xatirê yên bijartî ew roj wê bên kurtkirin. Hingê eger yek ji we re bibêje: ‘Va ye, Mesîh li vir e!’ an jî: ‘Wa ye, ew li wir e!’, bawer nekin. Ji ber ku mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê derkevin, wê nîşan û karên mezin çêkin, wisa ku eger bibe, ew ê bijartiyan jî bixapînin. Va ye, min ji pêşî ve ev ji we re got. Îcar eger yek ji we re bibêje: ‘Wa ye, Mesîh li çolê ye!’ dernekevin derve, yan bibêje: ‘Va ye, li oda hundir e!’, bawer nekin. Çawa ku birûsk ji Rojhilat diavêje û heta Rojava ronahî dike, hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be. Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin. Di pey tengahiya wan rojan de, di cih de, roj wê tarî bibe û heyv ronahiya xwe nede, stêr wê ji ezmên bikevin û rojgêranên ezmanan wê ji riya xwe derkevin. “Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmên xuya bibe û hemû miletên li ser erdê wê li xwe bixin. Ew ê bibînin ku ‘Kurê Mirov bi hêz û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên tê.’ Ew ê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin.

Metta 24:4-31

Li vir Pêxember Îsa Mesîh li pişt hilweşîna Perestgehê ya ku wê were nihêrî. Wî hîn kir ku pêvajoya piştî hilweşîna Perestgehê heta vegera wî wê bi zêdebûna xerabiyê, erdhejan, xelayan, şeran û çewisandina şopînerên wî were karakterîzekirin. Her wiha wî pêşbînî kir ku Încîl wê bibe ‘mizgînî li seranserê dinyayê’ (ayet 14). Heta ku dinya Mesîh nas bike, wê gelek pêxemberên sexte derkevin holê û ew ê li ser wî û vegera wî derewan bikin. Nîşaneya rastîn a vegera wî di nav şeran de, di nava kaos û nexweşiyan de wê bibe xerabûna rojê, heyvê û stêrkan. Bi awayekî ew ê di nav tariyê de bimînin.

Em dibînin ku şer û nexweşî û erdhej zêde dibin – lewma dema vegera wî nêzîk dibe. Lê belê hê jî li ezmanan tu xerabûn nîn e – nexwe vegera wî niha wê çênebe. Lê em çi qasî nêzîkî wê ne? Ji bo bersivdana vê pirsê, Îsa Mesîh wiha didomîne:

“Îcar ji dara hêjîrê vê dersê hîn bibin: Çaxê ku çiqilên wê dibişkivin û pelên wê şîn dibin, hûn dizanin ku havîn nêzîk e. Bi vî awayî, çaxê ku hûn jî van hemû tiştan bibînin, bizanin ku ew nêzîk e, li devê derî ye. Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre. Erd û ezman wê pûç bibin, lê peyvên min tu carî pûç nebin.

Metta 24:32-35

Ew sê darên hejîran ên ku sembola Îsraîlê bûn û wî ew nalet kiribûn û hişk kiribûn roja berê tên bîra we? Dema ku Perestgeh hate hilweşandin di sala 70’yî ya BZ de Îsraîl jî bi wî awayî hişk bû û ew bi hezaran salan wisa hişk ma. Pêxember ji me re dibêje ku şaxikên heşîn û pel wê ji dara hejîrê biçin û hingê em ê bizanibin ku wext êdî ‘nêzîk’ bûye. Di van 70 salên dawî de em hemû bûne şahidên wê ‘dara hejîrê’ ku dest bi hêşînbûnê kiriye û pelên wê hêşîn dibin dîsa. Vejîna Îsraîlê dest pê kiriye û didome. Ji ber ku Cihû dîsa li Îsraîlê vedigerin û erdê xwe dîsa av didin. Erê, ev yek bû sedema şer, nexweşî û teşqeleyan bi salan di dema me de, lê divê ev yek me matmayî nehêle, ji ber ku pêxember der barê vê yekê de hişyarî dabûne me di hîndariyên xwe de. Ji gelek aliyan ve hê jî mirinek heye di wê ‘darê’ de, lê pelên dara hejîrê dest pê kirine hêşîn dibin.

Divê em hay jê hebin û baldar in di vê dema xwe de, ji ber ku Pêxember ji bo bêhaybûn û bêbaldariya ji bo vegera xwe hişyarî daye me.

“Lê heçî ew roj û ew saet e, ne ferîştehên ezmanan û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane. Ka di rojên Nûh de çawa bû, hatina Kurê Mirov jî wê wisa be. Ji ber ku di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê, wan pê nizanibû ku wê çi bibe, heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be. Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê birin û yek bê hiştin. Du jin wê bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiştin. Loma hişyar bimînin, ji ber ku hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê were. Lê vê yekê bizanin: Eger malxweyê malê bizaniya ku bi şev çi çaxî diz wê bê, ew ê hişyar bimaya û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî. Ji ber vê yekê hûn jî amade bin, ji ber ku Kurê Mirov wê di saetekê de bê ku hûn nizanin.

Xulamê dilsoz û şareza kî ye? Ew ê ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe da ku xwarina wan di dema wan de bide wan. Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, ew ê wî deyne ser hemû malê xwe. Lê eger ew xulamê xerab ji xwe re bibêje: ‘Axayê min wê bi derengî bikeve’ û dest pê bike li hevalên xwe yên xulam bixe, bi serxweşan re bixwe û vexwe, axayê wî xulamî wê di wê rojê de bê ku ew ne li hêviya wî ye û di wê saetê de ku ew pê nizane û wê wî perçe perçe bike û para wî bi durûyan re bide. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.”

Metta 24:36-51

Îsa Mesîh der barê vegera xwe de bêtir hîndariyan dike di Încîlê de û lînka wê li vir e.

Kurteya Roja 3. û Roja 4.

Tabloya demê ya nûkirî nîşan dide bê pêxember Îsa Mesîh çawa dara hejîrê hişk kiriye di Roja 3. – Sêşemê de û çûye bi serekên Cihûyan re nîqaş kiriye. Ew tevgera wî bi awayê sembolîk kehaneta li ser Îsraîlê bû. Piştre roja Çarşemê, di Roja 4. de wî nîşaneyên vegera xwe teswîr kirin – nîşaneya herî mezin ew bû ku asîman wê di nav tariyê de bimîne.

Nîşaneyên Îsa Mesîh di Rojên 3. û 4. yên heftiya wî ya dawî de li gorî qayîdeyên Tewratê

Piştre ew hişyariyê dide me li ser baldarbûna ji bo vegera wî. Ji ber ku em niha dibînin ku dara hejîrê hêşîn dibe dîsa, divê em bi baldarî û haydar bijîn.

Încîl qeyd dike bê piştre çawa Şeytan (Îblîs) dikeve nav tevgerê li dijî pêxember di Roja 5. de, em ê lê binêrin.


[i] Bi teswîrkirina her roja wê hefteyê pirtûka Lûqa bi kurtasî dibêje: “Îsa bi roj di Perestgehê de hîn dikir û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin û şeva xwe dibihûrand û xelk hemû sibê zû dihatin Perestgehê ba wî da ku guhdariya wî bikin.”

Lûqa 21:37

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *