Home » Nîşaneya Kurê Bakîreyê

Nîşaneya Kurê Bakîreyê

  • by

Di Danasîna Zebûrê de, min gotibû ku Pêxember û Padîşah Dawid (AS) bi nivîsarên wehiyên pirtûka Mezmûran dest bi Zebûrê kiriye û ew pirtûkên din ji aliyê pêxemberên ku piştre hatine ve lê hatine zêdekirin. Pêxemberekî gelekî girîng ê ku wekî pêxemberekî mezin tê qebûlkirin (ji ber ku pirtûka wî gelekî dirêj e), Yeşaya bû. Ew li derdora sala 750 BZ jiyaye. Tabloya li jêrê nîşan dide bê Yeşaya kengî jiyaye dema ku bi pêxemberên din re tê miqayesekirin.

Tabloya Demê ya Pêxember Yeşaya (AS) ya bi hin pêxemberên din ên Zebûrê re

Digel ku Yeşaya berî demeke gelek dirêj (bi qasî 2800 sal berê) jiyaye, wî gelek kehanet kirine li ser bûyerên di siberojê de, çawa ku Mûsa Pêxember (AS) pêşî gotibû divê pêxemberek kehanetan bike. Ew kehaneta mûcîzeyeke wisa dike ku Sureya Tahrîm (Sure 66 – Qedexe) di ayeta 12’an de xulase dike.

Xwedê Meryema keça Îmranî dike mînak, ewa ku namûsa xwe parastiye. Îcar Qasidê me Cebraîl, bi fermana me pif kire berîka kirasê wê. Wê bawerî bi qanûna Xwedayê xwe û pirtûkên wî anî û ew ji îtaetkaran bû.

Sureya Tahrîm 66:12

Sureya Tahrîm çi teswîr dike? Em vegerin ser Yeşaya ji bo ravekirina kehanetê.

Çawa ku di Danasîna Zebûrê de hate gotin, padîşahên ku piştî Silêman (AS) hatine bi piranî xerab bûn û ev ji bo Pêxemberên dema Yeşaya jî derbas dibû. Lewma kitêba wî bi hişyariyên darizandina ku wê were tijî bû (ew darizandin piştî 150 salî dema ku Orşelîm hate rûxandin ji aliyê Babîliyan ve pêk hat – ji bo dîrokê li vir binêrin). Lê belê wî kehaneteke ji wê wêdetir kir û li kûrahiya dîroka siberoja xwe nihêrî dema ku Xwedê nîşaneyeke taybet şand – ku qet ji mirovatiyê re neşandibû. Yeşaya bi Padîşahê Îsraîlê – yê ku ji zuriyeta Dawid (AS) bû re peyivî, lewma ev Nîşane ‘Mala Dawid’ nîşan dike.

Yeşaya got: “Ya Mala Dawid, niha bibihîzin! We mirov aciz kirin ne bes bû, îcar hûn dixwazin Xwedayê min jî aciz bikin? Lewma wê Reb bi xwe nîşanekê bide we. Va ye, wê keçik bi zaro bimîne û kurekî bîne. Wê navê wî bike Îmmanûêl. Gava kurik qencî û xerabiyê ji hev derxe, wê nivişk û hingiv bixwe. 

Yeşaya 7:13-15

Helbet ev kehaneteke bi wêrekî bû. Ma kê bihîstibû ku ji jineke bakîre kurek çêbûye? Ew dişibiya pêşbîniyeke wisa nedîtî ku piştre bi gelek salan mirovan meraq kir bê xeletiyek hatiye kirin yan na. Helbet heke zilamek pêşbîniyeke basît bike ji bo siberojê –û binivîse ji bo her kesê ku piştî wî tên da ku bixwînin- ew ê pêşbîniyeke wisa neke ku nepêkan xuya bike. Lê ew wisa bû. Her wiha ji Qeydên Behra Mirî yên ku îro hene em dizanin ku ev kehanet berî demeke dirêj hatiye nivîsandin – bi hezaran sal berî ku Îsa (AS) ji dayîk bibe.

Hatibû kehanetkirin ku Îsa Mesîh (AS) wê ji bakîreyekê bibe

Em îro, ji ber ku piştî Îsa Mesîh (AS) dijîn, em dikarin bibînin ku ew kehaneta hatina wî bû. Ne ya pêxemberên din, Îbrahîm, Mûsa û Mihemed (AS) jî tê de, ji bakîreyekê çênebûne. Bi tenê Îsa (AS) ji nav hemû mirovan bi vî awayî hatiye dinyayê. Lewma Xwedê bi sedsalan beriya jidayîkbûna wî, Nîşaneyek daye me ji bo hatina wî û her wiha em amade kirine ji bo ku em tiştan bizanibin der barê hatina kurê bakîreyekê de. Bi taybetî em balê dikişînin ser du tiştan.

Diya wî jê re digot ‘Îmanuel’

Pêşî, diya wî ji vî kurê ku ji bakîreyekê çêbûbe re digot ‘Îmanuel’. Ev nav wekî peyv tê wateya ‘Xweda bi me re ye’. Îcar ew tê çi wateyê? Dibe ku çend wateyên wî navê hebin, lê ji ber ku ev kehanet ji bo padîşahên xerab ên ku wê ji aliyê Xwedê ve piştî demeke kurt bihatina darizandin hatibû ragihandin, yek wateya girîng ew bû ku dema ew kur ji dayîk bû, ew nîşaneyek bû ku Xweda êdî ne li dijî wan bû di darizandinê de, lê ‘bi wan re bû’. Dema ku Îsa (AS) ji dayîk bû, wisa xuya dikir ku Îsraîlî hatibûn jibîrkirin ji aliyê Xwedê ve, ji ber ku dijminên wan hikmî wan dikir. Jidayîkbûna kurê bakîreyê nîşaneyek bû ku Xweda bi wan re bû, ne li dijî wan bû. Di Încîla Lûqa de tê diyarkirin ku diya wî Meryem straneke pîroz distra dema ku ferîşteh peyama hatina kurekî dayê. Gotinên wê stranê li jêrê ne:

Hingê Meryemê got: “Canê min pesnê Xweda dide û ruhê min bi Xelaskarê min, Xwedê şa dibe, ji ber ku wî li nizimahiya cêriya xwe nêrî. Îcar ji niha û pê ve hemû nifş wê ji min re bibêjin: ‘Xwezî bi te.’ Ji ber ku Xwedayê hêzdar tiştên mezin ji min re kirin. Navê wî pîroz e û rehma wî nifş bi nifş li ser wan e, yên ku ji wî ditirsin. Wî bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da û wî yên di dilê xwe de pozbilind ji hev belav kirin. Wî yên mezin ji textên wan anîn xwarê û yên nizim bilind kirin. Yên birçî bi tiştên qenc têr kirin û yên dewlemend destvala rêkirin. Wî rehma xwe anî bîra xwe û alîkariya xulamê xwe Îsraêl kir, çawa ku ji bav û kalên me re, ji Îbrahîm û zuriyeta wî re soza xwe ji bo her û her daye.”

Lûqa 1: 46-55

Hûn dikarin bibînin ku Meryem dema ku hate agahdarkirin ku kurek wê jê re çêbe digel ku ew bakîre bû, wê fêm kir ku ew tê wê wateyê ku Xwedê Dilovaniya xwe ya ji bo Îbrahîm û zuriyeta wî ya bêdawî bi bîr aniye. Darizandin nedihat wê wateyê ku Xweda wê tu carî ne bi Îsraîliyan re be.

Kurê bakîreyê ‘ya xelet red dike û ya rast hildibijêre’

Beşa newaze ya vê kehaneta di Yeşaya de ew e ku ev kur ‘wê nivişk û hingiv bixwe dema ku têra xwe bizanibe ya xelet red bike û ya rast hilbijêre’. Tiştê ku Yeşaya dibêje ew e ku ev kur çawa ku têra xwe mezin bû ji bo biryarên bîrbir bide, ew ê ‘ya xelet red bike û ya rast hilbijêre’. Kurekî min ê xort heye. Ez jê hez dikim, lê helbet nabe ku ew bi xwe ya xelet red bike û ya rast hilbijêre. Ez û jina xwe divê em bixebitin, hîn bikin, bi bîr bixin, îqaz bikin, bibin mînak, disîplîne bikin, hevalên rast bibînin, bizanin ku ew kesên rast mînak digire û hwd. da ku hîn bikin ya xelet red bike û ya rast hilbijêre – lê digel van hemû zehmetiyên me, garantiya vê yekê nîn e. Wekî bavê wî dema ku ez li vê yekê dixebitim, bîranînên zarokatiya min tên bîra min, dema ku dê û bavê min bi heman awayî lê dixebitîn ku hîn min bikin da ku ez ‘ya xelet red bikim û rast hilbijêrim’. Heke dê û bav vê yekê nekin, bihêlin ku jixweberî her tişt pêk were –  zarok wê nikaribe ‘ya xelet red bike û ya rast hilbijêre’. Ew dişibe tiştekî wisa ku em li hemberî ‘erdkêşiya exlaqî’ li ber xwe bidin û çawa ku em dev jê berdin, ber bi jêr ve herin.

Ji ber vê yekê em hemû deriyên xanî û daîreyên xwe kilît dikin, ji ber vê yekê pêwîstiya her welatî bi polîsan heye; ji ber vê yekê şîfreyên me yên bankayê hene; ji ber vê yekê li hemû welatan em zagonên nû çêdikin – ji ber ku divê em xwe biparêzin li hemberî hev du, ji ber ku em nikarin ‘ya xelet red bidin û ya rast hilbijêrin.

Pêxember jî her tim nikarin ya xelet red bikin û ya rast hilbijêrin

Û ev ji bo Pêxemberan jî derbas dibe. Tewrat dibêje ku pêxember Îbrahîm (AS) du caran derew kir û got ku xwişka wî bi tenê jina wî ye (Destpêkê 12:10-13 & Destpêk 20:1-2). Her wiha ew dibêje ku pêxember Mûsa (AS) yekî Misrî kuşt (Derketin 2:12) û carekê wî rasterast bi ya fermana Xwedê nekir (Jimarî 20:6-12). Mihemed Pêxember (AS) ferman girt ku lêborînê bixwaze di Sureya Mihemed de (Sure Mihemed 47) – ev jî nîşan dide ku wî jî her tim nekariye ya xelet red bike û ya rast hilbijêre.

Vêca tu bizane ku ji bilî Xwedê tu xweda nîn in. Daxwaza lêborîna gunehên xwe û gunehên jin û mêrên bawermend bike. Xweda tevgera we û cihê hûn lê dimînin jî dizane.

Sureya Mihemed 47:19

Hedîsa li jêrê ya ji Sahîha Muslîm nîşan dide bê çawa ew ji dil dia dike ji bo bexişandinê.

Ebû Mûsa el-Aşarî diyar kir ku Hewariyê Xwedê (bila rehma Xwedê li ser be) bi van gotinan ji Xwedê lava dikir: “Ya Xweda, kêmasiyên min bibexşîne, nezaniya min bibexşîne, bêexlaqiya min a di endîşeyên min de bibexşîne. Tu ji min bêtir bi emelên min dizanî. Ya Xweda, qisûrên min (ên ku min bi hemdê xwe kirine yan jî bêyî hemdê xwe kirine) bibexşîne. Ev hemû qisûrên min di min de ne. Ya Xweda, qisûrên min ên ku min bi eceleyî kirine yan jî yên ku min taloq kirine, qisûrên min ên ku min bi dizî kirine yan jî di nav xelkê de û Tu ji min wan bêtir dizanî bibexşîne. Tu yê Pêşî û yê Dawî yî û yê di ser her tiştî re yî, Tu dikarî her tiştî bikî.”

Sahîha Muslîm 35:6563

Ev gelekî dişibe diaya Dawid pêxember (AS) dema ku wî ji bo bexişandina gunehên xwe dia dikir:

Bi kerema xwe li min were rehmê, Ya Xweda; bi dilovaniya xwe ya bêdawî paqij bike gunehên min. Bi tevahî min bişo ji sûcê min, min paqij bike ji gunehê min… Min bi zûfayê bişo da ku ez pak bibim, min bişo da ku ez ji berfê spîtir bibim… Rûyê xwe veşêre li hember gunehên min, paqij bike hemû sûcên min.

Mezmûr 51:1-9

Îcar em dibînin ku ev zilam – tevî ku ew pêxember in – bi gunehan re têkoşînê dikin û pêwîstî bi bexişandinê dibînin. Ev yek wer dixuye ku rewşa gelemperî ya hemû kesên ji zuriyeta Adem in.

Kurê Pîroz ê bakîreyê

Ev kurê ku hatibû kehanetkirin ji aliyê Yeşaya ve ya xelet red dike û ya rast hildibijêre bi xwezayî ji temenê xwe yê biçûk ve. Ew ji bo wî dozînek e. Ji bo ku ev yek bibe diviya ew ji nijadeke din bûya. Hemû pêxemberên din di ser bavên xwe re digihîjin Adem û wî nekarî ‘ya xelet red bike û ya rast hilbijêre’ çawa ku me dît. Ji ber ku gen ji bav derbasî zuriyeta wî dibin, ew tebîetê serhildêr a Adem jî derbasî me tevan bûye, pêxember jî tê de. Lê kurê ku ji bakîreyekê çêbe, bi awayekî xwezayî wê ne ji nijada Adem be ji aliyê bav ve. Nijada bavê vî kurî wê cuda be û bi wî awayî ew ê pîroz be. Lewma Quran dema ku behsa peyama ferîşteyî ya li ser kurê ji bakîreyê ya ji Meryemê re dibêje, ji kur re dibêje ‘pîroz’.

Wî got, “Ez bes qasidê Xwedayê te me û ji te re hatime da ku kurekî pak bidime te.” Wê got, “Dê çawa kur ji min re çêbe? Hal ev e ku tu kesî dest nedaye min û ez ne dawpîs im jî.” Wî got, “Fermana Xwedê wisa ye. Xwedayê te got: Ev ji min re hêsan e û da ku em hatina wî ji bo mirovan, ji cem xwe bikin nîşan û dilovanî. Fermana vî karî hatiye dayîn. Îcar ew bi wî ducanî bû, piştre wê xwe kişand cihekî dûr.

Sureya Meryem 19:19-22

Yeşaya Pêxember rast digot û Kitêbên piştre jî qebûl dikin – kurek heye ku wê were û ew ê ji bakîreyekê çêbe, bi vî awayî wê bavê wî yê dinyayî nebe û ev tebîetê guneh wê pê re nebe û bi vî awayî ew ê Pîroz be.

Vegera li ser Ademê li Bihuştê

Lê ne bi tenê kitêbên piştre behsa vî kurê bakîreyê yê ku wê bihata dikin. Ew jixwe ji destpêkê ve li wir bû. Me di Nîşaneya Adem de dît ku Xweda ji Şeytên re Wehdekê dibêje. Ez wê li vir dubare dikim.

Ez ê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, nav zuriyeta te û ya wê. Ew ê serê te biperçiqîne, tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”

Destpêk 3:15

Xweda wê bike ku hem ji Şeytan zuriyetek çêbe hem jî ji jinê ‘zuriyetek’ çêbe. Di navbera van zuriyetên Şeytên û yên jinê de wê ‘dijminatî’ û kîndarî hebe. Şeytan wê ‘êrîşî pehniya’ zuriyeta jinê bike û zuriyeta jinê jî wê ‘serê Şeytan biperçiqîne’. Ev têkiliya di navbera wan de li ser vê dîagramê xuya dike.

Karakter û têkiliya navbera wan a di Wehda Xwedê de ku li Bihuştê daye

Ji kerema xwe bala bidinê ku Xwedê tu wehda zuriyetê nedaye mêr wekî ku daye jinê. Ev tiştekî gelekî awarte ye, ji ber ku bi taybetî di Tewrat, Zebûr û Încîlê de behsa kurên ku ji zuriyeta bavan hatine tê kirin. A rast yek ji rexneyên Rojavayiyên modern ên ku li van kitêban tê girtin ew e ku ev kitêb behsa xeta xwînê ya ku ji jinê derbasî zarokan dibe nakin. Li ber çavên wan ev tiştekî ‘seksîst’ e, ji ber ku ew bi tenê kurên ji mêran esas digirin. Lê di vê rewşê de ew cuda ye – li vir tu wehda zuriyeteke ji mêrekî nayê dayîn. Ew bi tenê dibêje zuriyetek wê ji jinê çêbe, bêyî ku behsa mêrekî bike.

‘Kurê bakîreyê’ yê Yeşaya JI ‘zuriyeta jinê ye’

Îcar ji perspektîfa kehaneta rast a Yeşaya ya kurekî ji bakîreyekê diyar dibe ku tiştê ku dihat behskirin ew bû ku berî demeke dirêj li Bexçeyê Edenê li ser hatina zuriyeteke (kurekî) ji jinikê hatibû gotin. Ez ji we dixwazim ku hûn lê vegerin û vê nîqaşa li ser Nîşaneya Adem bixwînin ji vê perspektîfê ve û hûn ê bibînin ku ew ‘lê tê’. Hemû kurên Adem ên ji destpêka dîrokê ve heman problemê dijîn û nikarin ‘ya xelet red bikin û ya rast hilbijêrin’ çawa ku pêşiyê me Adem jî nekarî. Îcar Xweda piştî ku guneh kete nava dinyayê, wehdek da ku kesekî pîroz ê ne ji Adem were û ‘serê Şeytan biperçiqîne’.

Îcar vî kurê pîroz wê çawa ev yek bikira? Heke wî yê ji ba Xwedê peyamek bianiya, jixwe pêxemberên din ên wekî Îbrahîm û Mûsa (AS) bi dilsozî peyam anîbûn. Na, rola vî kurê pîroz cuda bû, lê ji bo fêmkirina wê divê em bêtir Zebûrê keşif bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *