Skip to content

Peyama Pirtûka Pîroz çi ye?

  • by

Pirtûka Pîroz (Încîl) rasterast tê wateya ‘Pirtûkê’. Pirtûka Pîroz nivîsara yekemîn e di dîrokê de ku ketiye forma pirtûkên di roja me de. Încîl pirtûkeke klasîk a cîhanê ye ku hemû gel û neteweyên li ser rûyê cîhanê di nava xwe de dihewîne. Lewma ev pirtûka mezin hema hema li hemû zimanên li ser rûyê cîhanê hatiye wergerandin. Încîlê bandoreke mezin li ser gelek neteweyan kiriye û hema hema li her çar aliyên cîhanê tê xwendin. Lê ev pirtûkeke dirêj e û çîrokên kompleks tê de hene. Lewma gelek ji me temayên vê pirtûkê nizanin yan jî fêm nakin. Ev gotar wê hevokekê ji Încîlê bigire da ku çîroka vê pirtûka klasîk a ku berhema Pêxember Îsa Mesîh (AS) e rave bike.

Încîl hate dayîn da ku problemeke me ya rastîn a di siberojê de nîşan bide. Ev problem hatiye ravekirin di Sureya Mucadeleyê (Sure 58 – Jina Lavaker) de bi nêrîna li Roja Darizandinê.

Wê roja ku Xweda hemûyan vedijîne, Ew ê wan bi karên ku wan kirine agahdar bike. Xwedê hemû kirinên wan qeyd kirine û wan jî kirinên xwe ji bîr kirine. Xweda li ser her tiştî çavdêr e. Ma tu nabînî, muheqeq çi tiştên li erd û asîmanan hene her Xweda bi wan dizane? Çi pistepista ku di nav sisêyan de çêbe, her Xweda yê çaran e ji wan ku pênc bin, şeşê wan her Xwada ye. Çi kêmtir û çi zêdetirî van, ew li ku derê dibin bila bibin Xweda her (bi zanîna xwe) ligel wan e. Paşê roja qiyametê bi kirinên wan dê wan haydar bike. Bi rastî Xweda bi her tiştî zana ye.

Sureya Mucadeleyê 58:6-7

Sureya Mucadeleyê ji me re dibêje tu raz nîn e ku Xweda nizane der barê me de û ew ê wê zanînê bi kar bîne di darizandina me de.

Sureya Qiyametê (Sure 75 – Vejîn) ji vê rojê re dibêje ‘Roja Vejînê’ û her wiha hişyariyê dide bê di wê rojê de mirov wê çawa hesabê jiyana xwe bidin.

Wê rojê însan dê bibêje, “Ez bi ku ve birevim?” Lê na! Cihê revê tune ye. Wê rojê veger tenê bi bal Xwedayê te ve ye. Wê rojê ji însên re kar û kiryarên ku kirine wê bên gotin. Êdî însan bi xwe şahidê ser nefsa xwe ye. Çendî ew hinceta xwe bîne jî.

Sureya Qiyametê 75:10-15

Îcar em ê çi bikin heke di jiyana me de niyet û kirinên ku şermê didin me hebin? Peyama Încîlê ji bo wan kesan de ku ketine xema vê pirsê.

Peyama Pirtûkê

Me li ser heftiya dawî ya pêxember Îsa Mesîh (AS) lêkolîn kir. Încîl qeyd dike ku ew di Roja 6. – Îna Pîroz de hate xaçkirin û ew dîsa li jiyanê vegeriya di roja Yekşemê de. Ew hem di Tewratê de hem jî di Mezmûran û nivîsarên Pêxemberan de tê pêşbînîkirin. Lê çima ew çêbû û ew di roja me de ji min û we re tê çi wateyê? Li vir em ê hewl bidin ku fêm bikin bê çi hatiye pêşkêşkirin ji aliyê Pêxember Îsa Mesîh ve û em dikarin çawa wê bigirin. Li vir em ê hewl bidin ku fêm bikin bê çi hatiyê pêşkêşkirin ji aliyê Pêxember Îsa Mesîh ve û em çawa dikarin dilovanî û bexişandinê bigirin. Ev ê bike ku em fîdyeya Îbrahîm a ku di Sureya Saffatê (Sure 37), Sureya Fatîhayê (Sure 1 – Destpêk) de tê teswîrkirin fêm bikin, dema ku ew ji Xwedê dixwaze ku ‘Riya Rast nîşanî me bide’, her wiha em ê fêm bikin bê çima ‘Misilman’ tê wateya ‘kesê ku îtaet dike’ û çima şertên dînî yên wekî destnimêj, zekat û xwarina helal ji bo niyeta baş a di dilê me de baş in, lê ji bo Roja Darizandinê ne bes in.

Xebera Nexweş – Pêxember çi dibêjin ji bo têkiliya me ya bi Xwedê re

Tewrat dibêje dema ku Xwedê mirov afirandin Wî

… mirov di sûretê xwe de, di sûretê Xwedê de afirandin. Wî ew bi awayê nêr û mê afirandin. 

Destpêk 1 :27

“Sûret’ nayê wateya tiştekî fizîkî, ew tê wê wateyê ku em bi awayê xwe yê xwedî hest, xwedî hiş, xwedî têkiliyên civakî û ruhî Wî nîşan didin. Em bi awayê ku em bi Wî re di nav têkiliyê de bin hatine afirandin. Em dikarin vê têkiliyê di slayta li jêrê de dîtbar bikin. Afirîner, wekî hikimdarê bêsînor li jora slaytê ye, lê jin û mêr li jêra slaytê ne, ji ber ku em afirandiyên bisînor in. Têkilî bi tîrikên girêdanê hatiye nîşandayîn.

Bi afirandina di sûretê Wî de, mirov bi awayê ku bi Afirîner re di têkiliyê de bin hatine çêkirin.

Xweda bi karakterî bêqisûr e – Ew Pîroz e. Ji ber vê yekê Zebûr dibêje

Ji ber ku tu ne ew Xweda yî ku ji xerabiyê hez dike, xerabî li ba te cih nake. Pozbilind li pêş te cih nabînin, hemû gunehkar nefreta te dibînin,

Mezmûr 5:4-5

Adem kete nav tevgera bêîtaetiyê – tenê yekê- û Pîroziya Xwedê pêwîst kir ku Ew darizîne. Tewrat û Quran qeyd dikin ku Xwedê ew kir fanî û ew ji pêşberî xwe qewirand. Heman rewş ji bo me jî derbas dibe. Dema ku em gunehan dikin yan jî em bêîtaetiyê dikin bi her awayî em Xwedê bêrûmet dikin, ji ber ku em li gorî sûretê ku wî em tê de çêkirine tevnagerin. Têkiliya me qut dibe. Ew dike ku bariyereke wekî latekê saxlem di navbera me û Afirînerê me de çêbe.

Gunehê me bariyeke saxlem çêdike di navbera me û Xwedayê Pîroz de

Bi Xûypakiya Dînî qulkirina bariyera Guneh

Gelek ji me hewl didin ku vê bariyera di navbera me û Xwedê de bi kirinên dînî yan jî bi xebatên ku têra xwe xûypakî çêkirine qul bike. Diakirin, rojî girtin, Hac, çûyîna mizgeftê, zekat, sedeqe ji wan riyan in ku em bi wan dixwazin xûypakiyê bi dest bixin da ku bariyera li jêrê qul bikin. Hêvî xûypakiyeke dînî ye ku wê hin gunehên me rake. Heke kirinên me têra xwe xûypakî çêkiribin, em hêvî dikin ku ew hemû gunehên me rake û em dilovanî û bexişandinê bigirin.

Em hewl didin ku vê bariyerê qul bikin bi kirinên baş xûypakiyê bi dest bixin li pêşberî Xwedê

Lê çi qas xûypakî lazim e ji bo rakirina gunehan? Garantiya me çi ye ji bo ku xûypakiya me têrî rakirina gunehên me bike û bariyera ku ketiye navbera me û Afirînerê me qul bike? Ma em dizanin ku heke em xîret bikin ji bo bidestxistina xûypakiyê, ew ê têrê bike? Tu garantiya me nîn e, lê heta ji destê me tê em hewl didin û em hêvî dikin ku ew têrî me bike di Roja Darizandinê e.

Digel kirinên baş ji bo bidestxistina xûypakiyê û xîreta ji bo kirinên baş, gelek ji me pir dixebitin ji bo ku paqij bimînin. Em berî nimêjê bi sebir destnimêjê digirin. Em pir hewl didin ji bo ku ji mirov, obje û xwarinên heram dûr bisekinin. Lê pêxember Yeşaya aşkera kiriye ku:

Ji ber ku em hemû bûn wekî kesê qirêj, hemû karên me yên rast wekî kincên qirêj in. Em mîna pelekî diçilmisin, neheqiyên me, wekî bayê me hildidin û dibin.

Yeşaya 64:6

Pêxember ji me re dibêje digel ku em xwe ji her tiştê ku me diherimînin biparêzin, gunehên me wê ‘xêrên me’ bi qasî ‘potekî qirêj’ bêkêr bikin di paqijkirina me de. Ev xebereke ne xweş e. Lê jê xerabtir jî heye.

Xebera Nexweştir: hêza Guneh û Mirinê

Pêxember Mûsa (AS) bi awayekî zelal qayîdeyên Qanûnê yên ku îtaetkariyeke tam ferz dikin danîne. Qanûn tu carî tiştekî wiha nabêje, “hewl bidin da ku hûn piraniya fermanan bînin cih”. A rast Qanûn her tim û bi dubareyî dibêje tekane tiştê ku bibe berdêla guneh mirin e. Em di dema Nûh (AS) de dibînin û di jina Lût (AS) bi xwe de jî dibînin ku guneh bi xwe re mirinê tîne.

Încîl vê rastiyê bi awayê ku li jêr hatiye dayîn kurte dike:

Ji ber ku meaşê ku guneh dide, mirin e…

Romayî 6:23

“Mirin” rasterast tê wateya ‘veqetînê’. Dema ku ruhê me ji bedena me vediqete, em bi awayê fizîkî dimirin. Bi heman awayî hema niha jî em bi ruhî ji Xwedê veqetiyayî û mirî ne û li ber çavên Wî ne paqij in.

Ev problema hêviya me ya bidestxistina xûypakiyê ji bo rakirina guneh diyar dike. Problem ew e ku hewldana me ya zêde, xûypakî, niyeta baş û xêr tevî ku ne xelet in, ew têr nakin, ji ber ku berdêla (‘meaşê’) gunehên me ‘mirin’ e. Bi tenê mirin wê wî dîwarî qul bike, ji ber ku bi tenê ew edaleta Xwedê tîne cih. Hewldana me ya bidestxistina xûypakiyê dişibe dermankirina kanserê (nexweşiya ku mirinê tînê) bi xwarina xwarinên helal. Xwarina helal ne xerab e, baş e – û divê yek xwarina helal bixwe, lê ew kanserê derman nake. Ji bo kanserê divê dermanekî cuda yê ku hucreyên kanserê dikuje were bikaranîn.

Tevî ku hewldana me û niyetbaşiya me xûypakiya dînî çêdike, di rastiya xwe de em dimirin û em bi qasî cesedekî ne paqij in di çavê Afirînerê xwe de.

Gunehê me mirinê tîne – Em li pêşberî Xwedê wekî cesedên ne paqij in

Îbrahîm – nîşandana Riya Rast

Rewş ji bo Pêxember Îbrahîm (AS) cuda bû. Wî ‘rastî bi dest xistibû’, ne bi saya xûypakiya xwe, lê ji ber ku wî ji soza Xwedê bawer kiribû û pê ewle bûbû. Li şûna xwe wî bawerî bi Xwedê anî ku ew ê berdêla pêwîst bide. Me di qurbanîdana wî ya mezin de dît ku cezayê mirinê (berdêla guneh) bi kurê wî nehat dayîn, li şûna kurê wî berxek ji wî re hate dayîn ji aliyê Xwedê ve.

Ji Îbrahîm re Riya Rast hat nîşandayîn – Wî bi tenê baweriya xwe bi Soza Xwedê anî û Xwedê berdêla gunehê wî da

Quran di vê Sureya Saffetê (Sure 37 – Yên ku Ref Girtine) de behsa vê yekê dike û ew dibêje :

Me di ber kurê wî de qurbaniyeke mezin şand. Me di nav de yên ku di pişt wî re tên, navê wî bi qencî hêla. Silav li Îbrahîm be!

Sureya Saffatê 37:107-109

Xwedê ‘fîdye da’ (berdêl da) û Îbrahîm pîrozî, dilovanî û bexişandin girt ku bi xwe re ‘silametî’ anîn.

Xebera Xweş: Xebata Îsa Mesîh ya li şûna me

Mînaka pêxember li vir e da ku Riya Rast a li gorî daxwaza di Sureya Fatîhayê (Sure 1 Destpêk) de nîşanî me bide.

Xwediyê Roja Darizandinê. Em (tenê) ji bo te îbadetê dikin û (tenê) ji te alîkariyê dixwazin. Li ser riya rast û durist me rasterê bike, li ser riya wan kesên ku te pîrozî daye wan-ne li ser riya wan kesên ku xezeb li wan bûye yan jî riya heq winda kirine.

Sureya Fatîheyê 1:4-7

Încîl dibêje ew mînakek bûye da ku nîşanî me dide bê Xweda çawa berdêla gunehê me dide û dermanekî mirinê û qirêjiyê dide me bi riyeke basît û pir xurt.

Ji ber ku meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.

Romayî 6:23

Heta niha tim ‘xeberên nexweş’ hebûn. Lê ‘Încîl’ tê wateya ‘mizgînî’yê û tê de tê îlankirin ku qurbanîkirina Îsa têrî qulkirina wê bariyera di navbera me û Xwedê de dike. Çawa ku li vir hatiye nîşandan, em dibînin bê çima ew xebera xweş e.

Qurbanîkirina Îsa Mesîh – Berxê Xwedê – kir ku berdêla mirina ji ber gunehên me li ser navê me bê dayîn bi awayê ku berxa Îbrahîm kir.

Pêxember Îsa Mesîh hate qurbanîkirin û piştre ji mirinê hate rakirin wekî berê pêşî, îcar ew jiyana xwe ya nû pêşkêşî me dike. Em ne mecbûr in êdî bibin girtiyên mirina gunehan.

Vejîn Îsa Mesîh ‘berê pêşî’ bû. Em dikarin ji mirin werin filitandin û heman jiyana vejînê bigirin.

Di qurbanîkirin û vejînê de Îsa Mesîh bû deriyek ku bariyera gunehan a ku em ji Xwedê qut kirine qul dike. Ji ber vê yekê pêxember gotiye:

Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ew ê xilas bibe. Ew ê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne. Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.

Yûhenna 109-10
Îsa Mesîh êdî ew Derî ye ku bariyera guneh û mirinê qul dike

Bi saya vî deriyî, êdî bêyî ku gunehê me bibe bariyer em dikarin têkiliya xwe ya ku bi Afirînerê me re hebû deynin û piştrast bibin ku em ê dilovanî û bexişandinê bi dest bixin.

Bi vebûna Derî re em êdî dîsa dikarin Têkiliya xwe ya bi Afirînerê xwe re deynin

Çawa ku Încîl îlan dike:

Ji ber ku bi tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e, yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl. Şahidiya ku di wextê xwe de hatiye dayîn ev e.

Tîmotêyos I 2:5-6

Diyariya Xwedê ya ji bo we

Pêxember ‘xwe feda kir’ ji bo ‘hemû mirovan’. Yanî divê hûn jî xwe bi qasî min tevlî bikin. Wî di ser mirin û vejîna xwe re berdêl da ji bo ku bibe ‘navbeynkar’ û jiyan pêşkêşî me kir. Ew jiyan çawa tê dayîn?

Ji ber ku meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.

Romayî 6:23

Bala xwe bidinê bê ew çawa ji me re tê dayîn. Ew tê pêşkêşkirin wekî… ‘diyariyekê’. Ferq nake bê diyarî çi ye, heke ew bi rastî diyariyek be, nexwe me ew bi xebat û xûypakiya xwe bi dest nexistiye. Heke me ew qezenc bikira, hingê ew ê nebûya diyarî – ew ê bibûya meaş! Jixwe hûn nikarin fedakariya Îsa Mesîh heq bikin û qezenc bikin. Ew wekî diyariyekê ji we re tê dayîn. Ev qasî basît e.

Îcar diyarî çi ye? Ew ‘jiyana herheyî’ ye. Ev tê wê wateyê ku gunehê ku ji min û we re mirin anîbû êdî hatiye rakirin. Xweda ji min û we ew qasî hez dike. Hezkirina wî ew qasî xurt e.

Nexwe em ê çawa jiyana herheyî bi dest bixin? Dîsa li diyariyan bifikirin. Heke yek bixwaze diyariyekê bide we, divê hûn wê ‘bigirin’. Dema diyariyek hat pêşkêşkirin, du alternatîf hene. Yan diyarî tê redkirin (“Na malî ava”) yan jî tê girtin (“Malî ava ji bo diyariya te. Ez ê wê bigirim”). Nexwe divê ev diyarî were girtin. Nabe ku ji aliyê mantiqî ve were bawerkirin, lêkolînkirin û fêmkirin. Ji bo berjewendiya xwe her diyariya ku pêşkêşî we hat kirin, divê hûn ‘bigirin’.

Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan da ku bibin zarokên Xwedê. Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn.

Yûhenna 12:13

Încîl wiha behsa Xwedê dike:

Xilaskarê me Xweda dixwaze ku hemû mirov xilas bibin…

Tîmotêyos I 2:3-4

Ew Xelaskerek e û daxwaza Wî ew e ku ‘hemû mirov’ diyariyê bigirin û xelas bibin ji guneh û mirinê. Heke ev daxwaza Wî be, nexwe girtina diyariya wî wê bibe îtaetkirina ji daxwaza Wî re – wekî wateya peyva ‘Misilman’ – kesê ku îtaet dike.

Îcar em ê çawa wê diyariyê bigirin? Încîl dibêje ku

Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e.

Romayî 10:12

Bala xwe bidinê ku ev soz ji ‘her kesî’ re ye. Ji ber ku ji mirinê rabûye, Îsa Mesîh niha jî zindî ye. Lewma heke hûn gazî wî bikin, ew ê we bibihîze û diyariya xwe bide we. Gazî wî bikin û jê bixwazin. Belkî we qet tiştekî wiha nekiribe. Li jêrê rêberek heye ku wê alî we bike. Ew ne darikekî bisêhr e. Ew ne gotinên spesifîk in ku hêzê bidin. Divê em bi awayê baweriya Îbrahîm ji Îsa Pêxember bawer bikin da ku wê diyariyê bide. Dema ku em pê bawer bûn, ew ê me bibihîze û bersiv bide. Încîl xurt e, lê ne ew qasî hêsan e. Vê rêbera li jêrê bişopînin, heke bi kêrî we were.

Pêxemberê Hêja û Xudan Îsa Mesîh. Ez fêm dikin ku bi gunehên xwe ez ji Xwedayê xwe yê Afirîner qut bûme. Heke ez pir hewl bidim jî, hewldana min vê bariyerê qul nake. Lê ez fêm dikim ku mirina te berdêlek bû ji bo ku hemû gunehên min rake û min paqij bike. Ez dizanim ku tu ji mirinê rabûyî piştî ku te xwe feda kir, lewma ez bawer dikim ku fedakariya te bes e û ez xwe teslîmî te dikim. Ez dixwazim ku tu ji kerema xwe gunehên min rakî û di navbera min û Afirînerê min de navbeynkariyê bikî da ku ez bikaribim jiyana herheyî bi dest bixim. Spas dikim, Îsa Mesîh, ji bo hemû kirinên te yên ji bo min û tu niha jî rêberiyê dikî di jiyana min de da ku ez bikaribim te bişopînim wekî Xudanê xwe.

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

Leave a Reply

Your email address will not be published.