Skip to content

Nîşaneya 2. a Îbrahîm: Rastî

  • by

Çi pêwîstiya me hemûyan bi Xwedê heye? Çend bersivên vê pirsê hene, lê Nîşaneya Adem ji me re dibêje ku berî her tiştî pêwîstiya me bi rastiyê heye. Me Gotinên ku rasterast ji me (zarokên Adem) re hatine gotin peyda kirin.

“Ey Benîadem! Me cil dane we da ku hûn bi wan şerma xwe veşêrin û her wiha xweşik bibin. Lê cilên rastiyê yên herî baş in. Ew ji nîşaneyên Xwedê ne ku belkî ew nesîhetê ji wan bigirin.

Sureya E’raf 7:26

Îcar ‘rastî’ çi ye? Tewrat der barê Xwedê de ji me re wiha dibêje:

Zinar e, karên Wî bêqisûr in, hemû riyên Wî rast in. Xweda neheqiyê nake û pêewle ye. Rast û adil e.

Tesniye 32:4

Ev wêneyê Rastiya Xwediyê ye ku di Tewratê de hatiye dayîn. Rastî tê wateya ku yek bêqisûr e; yanî hemû (ne hinek yan jî piranîhemû) riyên wî rast adil in, yanî tu (ne hinek) xeletiyên wî nîn in; yanî ew tam rast e. Rastî ev e û Tewrat jî Xweda bi vî awayî teswîr dike. Lê çima rastî ji me re lazim e? Em derbasî çend ayetên di Zebûrê de bibin da ku em bersiva vê pirsê bigirin. Di Zebûr 15 (a ku Dawid nivîsiye) de em dixwînin:

Ya Xweda, kî wê bibe mêvan li konê Te? Kî wê rûne li çiyayê Te yê pîroz? Ên ku bêkêmasî dijîn, a rast dikin û ji dil a rast dibêjin. Ên ku bi zimanên xwe nakin buxtan, xerabiyê nakin bi dostan, riswa nakin cîranan. Ên ku zilamên rezîl kêm dibînin, lê ji yên ku ji Xwedê ditirsin re rêz digirin. Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê. Pereyê xwe nade faîzê, li hember ê bêsûc bertîlê nastîne. Ê ku van dike wê tu carî neleqe.

Zebûr 15:1- 5

Dema ku dipirse bê kî wê bijî li ser ‘Çiyayê Pîroz’ ê Xwedê, ew bi awayekî din dipirse bê kî wê bi Xwedê re be li Bihuştê. Û em dibînin ku bersiva wê pirsê ew e ku yê bêguneh û yê ‘rast’ (ayeta 2.) – wê here Bihuştê û li ba Xwedê be. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi rastiyê heye. Rastî ji me re lazim e ji bo ku em li ba Xwedê bin, ji ber ku Ew bêqisûr e.

Îcar li nîşaneya duyemîn a Îbrahîm (AS) bifikirin. Vir bitikînin da ku hûn ayeta Kitêba Pîroz vekin. Em di Tewrat û Quranê de dibînin ku Îbrahîm (AS) ‘Riya wî’ dişopîne (E‘raf 83) û bi vê kirina xwe ew ‘rastiyê’ bi dest dixe (Destpêk 15:6) – tiştê ku me di Nîşaneya Adem de got ji me re lazim e. Îcar pirsa girîng a ji bo me ev e: Em ê çawa wê bi dest bixin?

Gelek caran ez dibêjim ku ez dikarim bi du riyên cuda rastiyê bi dest bixim. Bi riya pêşî (li gorî fikra min) ez dikarim bi ‘bawerkirin’ û qebûlkirina hebûna Xwedê Rastiyê bi dest bixim. Û ma ne bi palpiştiya vê fikrê Îbrahîm (AS) ‘ji Xwedê bawer kir’ di Destpêk 15:6 de? Lê bi lêhûrbûneke zêdetir min fêm kir ku ev nayê wê wateyê ku wî bi tenê ji hebûna Xwedê bawer dikir. Na, Xwedê sozeke saxlem dabû wî ku – kurek wê jê re çêbûya. Bi wê sozê Îbrahîm (AS) biryar dabû bê ew ê baweriya xwe pê bîne yan na. Em dikarin wiha jî bibêjin, Şeytan (bi navê Îblîs jî tê zanîn) ji hebûna Xwedê bawer dikir, lê ew bi tu awayî ne yekî rast bû. Îcar bi kurtasî dema em behsa bawerkirina ji hebûna Xwedê dikin, em behsa wê ‘Rê’yê nakin. Ew yek bi tenê ne bes e.

Riya duyemîn a ku ez difikirim ku ez dikarim rastiyê pê bi dest bixim ji ba Xwedê ew e ku divê tiştên baş û yên dînî bikim. Divê ez ji tiştên xerab bêtir tiştên baş bikim, dia bikim, rojî bigirim û têra xwe xebatên dînî bikim da ku ez bibim layîqî rastiyê û wê bi dest bixim. Lê bala xwe bidinê ku Tewrat qet behsa tiştekî wiha nake.

Îbrahîm bawerî bi Xwedê anî û wî (yanî Xwedê) ew (yanî Îbrahîm) ji xwe re mirovê rast hesiband.

Destpêk 15:6

Îbrahîm ‘rastî’ bi dest nexist; ew ji wî re hate ‘dayîn’. Îcar cudahiya wan çi ye? A rast ji bo ku tu tiştekî bi dest bixî, divê tu ji bo wî bixebitî – û wî heq bikî. Çawa ku tu ji bo karê ku tu dikî meaş digirî. Lê dema tiştek ji te re were dayîn, ew bi dest te dikeve. Tu bi xwe wî qezenc nakî.

Îbrahîm (AS) ji nava dilê xwe baweriya xwe bi hebûna Xwedayê tekane dianî. Her wiha wî dia dikir, fedakar bû û alî mirovan dikir (çawa ku alî biraziyê xwe Lût kir û ji bo wî dia kir). Nabe em van tiştên wiha piştguh bikin. Lê ew ‘Rêya’ ku Îbrahîm teswîr dike ew qasî basît e ku belkî ew ji ber çavên me biçe. Tewrat ji me re dibêje ku Îbrahîm (AS) rastî bi dest xist, ji ber ku wî baweriya xwe bi soza ku Xwedê dabû wî dianî. Ev yek jî feraseta me ya ji bo bidestxistinê ya berbelav a ku em dibêjin em dikarin bi saya baweriya xwe ya bi hebûna Xwedê yan jî bi saya gelek kirinên xwe yên baş û dînî (yên mîna diakirin, rojîgirtin û hwd.) rastiyê bi dest bixin serobino dike. Rêya ku Îbrahîm dabû ber xwe ne ev bû. Wî bi tenê biryar dabû ku baweriya xwe bi sozê bîne.

Îcar biryardayîna bawerkirina ji vê soza kurekî dibe ku basît be, lê helbet ew ne tiştekî ew qasî hêsan bû. Îbrahîm (AS) dikarîbû bi hêsanî ew soza Xwedê piştguh bikira û ji xwe re bigota ku heke Xwedê bixwesta kurekî bide wî û her wiha ew hêza Wî heye ku kurekî bide, heta niha Wî yê bidaya. Ji ber ku hingê Îbrahîm û Seray (jina wî) pîr û kal bûn – ew ji temenê çêkirina zarokekî derbas bûbûn. Di Nîşaneya yekemîn a Îbrahîm de ew 75 pênc salî bû dema ku wî dev ji welatê xwe berda û çû Kenanê. Hingê Xwedê soz dabû wî ku ew ê ‘neteweya mezin’ pêk bîne. Di ser wê demê re gelek sal derbas bûbûn, Îbrahîm û jina wî Seray êdî pîr û kal bûbûn bi rastî û ew jixwe demeke dirêj li bendê mabûn. Lê hê jî zarokek ji wan re çênebûbû – û helbet ‘neteweyek’ jî pêk nehatibû. Dikarîbû bibêje “Çima heta niha Xwedê kurek nedaye me, heke Ew dikare bide”? Bi gotineke din, wî ji soza ku kurek wê jê re çêbe bawer dikir, digel ku bi îhtîmaleke mezin gelek pirsên wî yên bêbersiv hebûn der barê sozê de. Wî ji sozê bawer dikir, ji ber ku ew bi Xwedayê ku soz dabû wî bawer bû – digel ku wî her tiştê der barê sozê de fêm nedikir. Ji bo ku ji wê sozê bawer bike (digel ku temenê wî yê çêkirina zarokekî derbas bûbû) diviya wî bawer bikira ku Xweda wê mûcîzeyekê çêke ji bo wî û jina wî.

Ji ber ku ji sozê bawer dikir, diviya her tim li bendê bûya. Yanî wî tevahiya jiyana xwe di konan de li Welatê Kenan ê Wehdkirî (gelek salan) li hêviya hatina kurê xwe yê ku soza wî jê re hatibû dayîn derbas dikir. Ew ê jê re gelekî hêsantir bûya, heke wî guh nedaya sozê û vegeriyaye mala xwe ya li şaristaniya li Mezopotamyayê (Iraqa îro) ya ku berî gelek salan terka wê kiribû û hê jî birayên wî û malbata wî lê dijiyan. Bi wî awayî Îbrahîm diviya di nav zor û dijwariyan de bijiya ji ber ku li benda soza ku jê re hatibû dayîn bû. Baweriya wî ya bi sozê wisa xurt bû ku wê dabû pêşiya armancên wî yên normal ên di jiyanê de -rehetî û xweşî. Jixwe mayîna li benda pêkhatina sozê dihat wateya mirina armancên wî yên normal ên di jiyanê de. Baweriya bi sozê pêbawerî û hezkirina wî ya ji bo Xwedê nîşan dide.

Bi vî awayî ‘baweriya’ bi sozê ji qebûlkirina wî ya hişî derbas bûbû. Îbrahîm diviya jiyana xwe, îtîbara xwe, ewlehiya xwe, karên rojane û hêviyên siberojê ji bo wê sozê bixistina xetereyê. Ji ber ku wî bawer dikir, ew bi berdewamî û îteat li bendê ma.

Nîşane ev e ku Îbrahîm (AS) bi soza Xwedê ya ji bo dayîna kurekî bawer bû û bi wî awayî wî rastiya ku jê re hate dayîn bi dest xist. Bi rastî jî Îbrahîm xwe teslîmî wê sozê kiribû. Wî dikarî tercîh bike ku ji wê sozê bawer neke û dîsa li welatê xwe (Iraqa îro) yê ku jê hatibû vegere. Her wiha wî dikarî guh nede sozê û hê jî baweriya xwe bi hebûna Xwedê bîne û diakirina xwe, rojîgirtina xwe û alîkariya xwe ya ji bo mirovên din bidomîne. Lê hingê wî yê bi tenê bawermendiya xwe bidomanda û wî yê ‘rastiya’ ku jê re hate dayîn negirta. Çawa ku Quran ji me zarokên Adem re dibêje – “cilên rastiyê – cilên herî baş in”. Riya ku Îbrahîm dabû ber xwe ev bû.

We have learned much. Righteousness, the very thing we need for Paradise is not earned but credited to us.  And it is credited to us by trusting the Promise of Allah.  But who then pays for righteousness? We continue with Sign 3.

Em hînî gelek tiştan bû. Rastî, tiştê ku pêwîstiya me pê heye ji bo çûyîna Bihuştê nayê qezenckirin tê dayîn. Û heke em baweriya xwe bi Wehda Xwedê bînin tê dayîn. Nexwe kî berdêla rastiyê dide? Em bi Nîşaneya 3. didomînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.