Nîşana Ibrahimbrahîm (Beş 2) – Qur’an | Nîşana Birahîm (Beş 2) – Taurat |
Sûret 37: 83-84,99-101 (Saffat) بێگومان له شوێنکهوته و پهیڕهوانی نوح – ئیبراهیم – ه (سهلامی خوایان لێ بێت). کاتێک ڕووی کرده پهروهردگاری، به پیر بانگهوازیهوه چوو، بهدڵێکی پڕ له ئیمان و یهک خواناسیهوه. ئینجا ئیبراهیم وتی: من بهڕاستی ئێوه به جێ دههێڵم و دهڕۆم بهرهو ڕهزامهندی پهروهردگارم، له ئاییندهشدا بهردهوام ڕێنموویم دهکات. (ئهوسا کۆچی کرد)، لهو ڕێگهو بانهدا داوای لهخوا کردو وتی: پهروهردگارا نهوهیهکی چاک و پاکم پێ ببهخشه. ئێمهش مژدهی کوڕێکی به ئارام و خۆگرو ژیرمان پێبهخشی که -ئیسماعیل- ه. | Peymana Xwedê ya bi Avramê Pêxember re 1Piştî van tiştan gotina Xudan di dîtiniyekê de ji Avram re hat û got: “Netirse Avram. Ez mertalê te me, wê xelata te gelek mezin be.” 2Lê Avram got: “Ya Reb Xudan, tê çi bidî min? Va ye ez bêziret im. Kesê malê min jê re bimîne, ev Êliyezerê Şamî ye.” 3Wî berdewam kir û got: “Ji ber ku te zarok nedan min, wê xulamekî nav mala min li ser mîrasa min rûne.” 4Gotina Xudan dîsa jê re hat û got: “Ev mirov nabe mîrasxurê te. Kurekî ji bedena te wê bibe mîrasxurê te.” 5Xudan Avram derxist derve û got: “Li ezmanan binêre! Gelo tu dikarî stêran bijmêrî? Wê ziriyeta te jî evqas zêde be!” 6 Avram bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê hesab kir. |