Skip to content
Home » Nîşaneya Lût

Nîşaneya Lût

  • by

Lût (an jî Lot di Tewratê/Încîlê de) biraziyê Îbrahîm (AS) bû. Wî biryar dabû ku li bajarekî tijî mirovên gunehkar bijî. Xwedê ev rewş ji bo ku bibe nîşaneyên pêxemberiyê ji bo mirovan bi kar anî. Ew nîşane çi ne? Ji bo bersivdayîna vê pirsê divê em bi baldarî li mirovên cuda yên di vê çîrokê de binêrin. Ji bo xwendina çîroka di Tewrat û Quranê de vir bitikînin.

Di Tewrat û Quranê de em dikarin bibînin ku sê grup mirov hene, her wiha ferîşteyên (an jî qasidên) Xwedê hene. De em yek bi yek li ser wan bifikirin.

Mêrên Sodomê

Mêrên vê neteweyê gelekî jirêderketî bûn. Mêrên vê neteweyê dixwest tecawizî mêrên din bikin (a rast ew ferîşte bûn, lê ji ber ku mêrên Sodomê digot qey ew mêr in, plan dikirin ku bi komî tecawizî wan bikin.) Ew gunehekî wisa mezin bû ku Xwedê biryar da tevahiya bajêr darizîne. Ew darizandin dişibiya darizandina Adem. Di serî de Xwedê ji Adem re gotibû cezayê gunehê wî wê mirin be. Tu cezayê din (cezayê wekî lêdan, avêtina girtîgehê û hwd.) ne bes bû. Xwedê ji Adem re got:

“… lê divê tu ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwî, ji ber ku dema tu jê bixwî, tê bi teqezî bimirî.”

Destpêk 2:17

Bi heman awayî, cezayê ji bo wî gunehê mêrên Sodomê jî divê mirina wan bûya. Her wiha tevahiya bajêr û her kesê ku lê dijiya wê bihata tunekirin bi agirê ji esmanan. Ev mînakek e ji bo modeleke ku wê piştre di Încîlê de bihata ravekirin:

Ji ber ku meaşê ku guneh dide mirin e

Romayî 6:23

Zavayên Lût

Di çîroka Nûh de, Xweda hemû dinyayê didarizîne û ev bi nîşaneya Adem a ku cezayê wê mirina bi tofaneke mezin bû re lihevhatî ye. Lê Tewrat û Quran ji me re dibêjin ku tevahiya dinyayê hingê ‘xerab’ bû. Xweda mêrên Sodomê darizandin, ji ber ku ew pir xerab û jirêderketî bûn. Tenê bi van çîrokan dibe ku ez xwe bixapînim û bibêjim ez ji darizandina Xwedê azad im, ji ber ku ez ne ew qasî xerab im. Her wiha ez ji Xwedê bawer dikim, ez gelek tiştên baş dikim û min tu carî tiştên wisa xerab nekirine. Ez jê azad im gelo? Nîşaneya Lût û zavayên wî hişyariyê didin min. Ew ne di nav wê koma mêran de bûn ku dikirin tecawiza homoseksuelî bikin. Lewma wan bi awayekî cidî guh nedida Darizandina ku wê were. A rast Tewrat ji me re dibêje ku wan digot qey ‘ew (Lût) henekan dike’. Ma qedera wan ji ya wan mêrên din ên bajêr cuda bû? Na! Wan jî heman qeder jiya. Di navbera encama serpêhatiya zavayên Lût û mêrên Sodomê de tu cudahî nebû. Nîşaneya li vir ew e ku divê her kes bi cidî guh bide hişyariyan. Ew ne bi tenê ji bo mirovên jirêderketî bûn.

Jina Lût

Jina Lût ji bo me nîşaneyeke newaze ye. Hem di Tewratê de hem jî di Quranê de tê gotin ku ew jî bi yên din re helaq bûye. Ew jina pêxemberekî bû. Lê têkiliya wê ya taybet a bi Lût re ew xelas nekir, digel ku ew wekî mêrên Sodomê neketibû nav kirinên homoseksueliyê. Ferîşteyan wiha ferman dabû wan:

‘bila tu kes ji we li paş nenêre’ Sureya Hûd 11:81 yan jî

‘li paş xwe nenêrin’ Destpêk 19:17

Tewrat ji me re dibêje:

            ‘Lê jina Lût li paş xwe nihêrî û bû stûneke xwê û ma. (Destpêk 19:26)

Rasterast nayê gotin bê ‘li paş xwe nenêrin’ tê çi wateyê. Lê diyar e ku wê gotiye qet ew dikare fermaneke biçûk a Xwedê piştguh bike û wê digot qey ew ê ne tiştekî girîng be. Qedera wê – bi gunehê wê yê ‘biçûk’ – bû wekî ya mêrên Sodomê yên bi gunehên ‘mezin’ ango mirin. Ev nîşaneyeke girîng e ji bo me da ku em nebêjin qey hin gunehên ‘biçûk’ nakevin ber darizandina Xwedê – Jina Lût Nîşaneya me ye ku hişyariyê dide me li hember vê fikirîna xelet.

Lût, Xweda û Ferîşteyên Qasid

Çawa ku me di Nîşaneya Adem de dîtibû, dema ku Xweda Didarizîne Dilovaniyê jî dide. Di wê Darizandinê de cilên çermî dabûn. Di ya Nûh de dema ku Xweda didarizîne bi keştiyê Dilovaniyê dide. Her wiha Xweda bi baldarî digel Darizandina xwe Dilovaniyê dide. Tewrat wê yekê wiha teswîr dike:

Ew hê dudilî bû, mirovan bi destê wî, bi destê jina wî û bi destê her du keçên wî girtin û derxistin derveyî bajêr. Ji ber ku Xweda li wan hat rehmê.

Destpêk 19:16

Em dikarin çi ji vê hîn bibin? Wekî di Nîşaneyên din de, dilovanî gerdûnî bû, lê ew ê bi tenê bi yek riyê bihata dayîn – bi rêberiya derketina ji bajêr. Xwedê nekir, wekî mînak, ji bo ku xwe ji Agirê Esmanan biparêzin li nava bajarê ku ew lê bûn stargehek neda wan. Bi tenê yek riya girtina Dilovaniyê hebû – divê ew li pey Ferîşteyan ji bajêr derketina. Sedema ku Xwedê Dilovanî da Lût û malbata wî ne ew bû ku Lût yekî bêqisûr bû. Her wiha em di Qurana Kerîm de dibînin ku Lût dixwaze keçên xwe pêşkêşî tecawizkaran bike – ew ne pêşkêşiyeke birûmet e. Tewrat ji me re dibêje ku Lût ‘dudilî‘ ye dema ku ferîşte hişyariyê didin wî. Digel van hemûyan Xwedê bi Dilovaniya xwe ‘pê girt‘ û ew derxist derve.  Ev nîşaneyek e ji bo me: Xweda wê Dilovaniya xwe nîşanî me bide, lê ew ne girêdayî fazîleta me ye. Lê divê wekî Lût em jî wê Dilovaniyê bigirin da ku alîkariya me bike. Zavayên Lût ew negirt, lewma wan tu sûd ji wê negirt.

Tewrat ji me re dibêje ku Xwedê ew Dilovanî da Lût, ji ber ku apê wî, Îbrahîm Pêxemberê gewre (AS) ji bo wî dia kiribû (ayeta di Destpêkê de ji vir bixwînin). Tewrat dewam dike di ser nîşaneyên Îbrahîm re bi wehda Xwedê ya ku dibêje ‘bi ziriyeta te wê hemû neteweyên li ser rûyê erdê bên pîrozkirin, ji ber ku te bi ya min kir.’ (Destpêk 22:18) Ev wehd divê me hişyar bike, ji ber ku em kî bin, bi çi zimanî bipeyivin, em li ser kîjan dînî bin yan jî em li ku derê bijîn ferq nake, em dizanin ku em hemû parçeyekî ‘neteweyên li ser rûyê erdê‘ ne. Heke diaya Îbrahîm kiribe ku Xweda Dilovaniyê nîşanî Lût bide, tevî ku wî ew heq nekiribû, Nîşaneya Îbrahîm wê çi qasî bike ku em wekî kesên aîdî ‘neteweyên li ser rûyê erdê’ Dilovaniyê bibînin? Bi vê fikrê em ji Tewratê bidomînin bi lênêrîna li Nîşaneya Îbrahîm a di dorê de.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *