Skip to content

Peywira Îsa Mesîh a di Rakirina Lazar de

  • by

Sureya Dûxan (Sure 44 – Dû) ji me re dibêje ku qebîleya Qureyş peyama Pêxember Mihemed (AS) red kir bi vê meydanxwestina ku li jêrê hatiye dayîn.

Bi rastî ev ên han dibêjin ji mirina me ya pêşîn pê ve tiştek din nîn e û em ê (piştî mirinê neyêne saxkirin. (Gotin:) Vêca eger hûn rast dibêjin, de ka bav û bapîrên me bînin.

Sureya Dûxanê 44:34-36

Wan ji wî xwest ku ew yekî ji mirinê rake da ku ew rastiya peyama xwe ispat bike. Sureya Ehqaf (Sure 56 – Tûmikê Xwarovîço) heman meydanxwestina yekî xwedênenas a ji dê û bavê wî yên bawermend dinivîse.

Ew ê ku ji dê û bavê xwe re dibêje: Of ji we re be! Ma hûn sozê didin min ku ez ê (ji gorê) bême der. Hal ev e ku beriya min pir umet derbas bûne, çûne (tu kes ji wan ji gorê dernehatine). Dê û bavê wî hawara xwe digihandin Xwedê (da ku wî vegerîne rêya rast) û jê re digotin: Xwelî li te be! Îmanê bîne, bêguman soza Xwedê rast e. Vêca ew jî dibêje: ev (saxbûna piştî mirinê) ji çîrok û çîvanokên pêşiyan pê ve ne tiştekî din e.

Sureya Ehqafê 46:17

Xwedênenasan guh nedan vejînê û ew wekî mîtekê dîtin, ji ber ku ew qet pêk nehatibû. Sureya Dûxanê û Sureya Ehqafê dibêjin ku xwedênenasan testên rakirina ji mirinê bi kar dianîn ji bo ceribandina pêxember (AS) û wan baweriya sereke ya pirxwedayiyan bi kar dianî. Pêxember Îsa Mesîh (AS) jî rastî heman ceribandinê hat ji aliyê dijberên xwe ve. Wî ew test ji bo aşkerakirina nîşaneya erka xwe û armanca peywira xwe bi kar anî.

Peywira Îsa Mesîh çi bû?

Îsa Mesîh (AS) hîndarî kir, mirov baş kirin û gelek mûcîze nîşan dan. Lê hê jî di serê şagirtên wî de pirsek hebû, di serê şopînerên wî û dijminên wî de jî heman pirs hebû: çima ew hatiye? Gelek pêxemberên pêşî, Pêxember Mûsa (AS) jî di nav de, mûzîceyên xurt nîşan dabûn. Her wiha jixwe ji Mûsa re qanûn hatibû dayîn û Îsa bi xwe jî digot “ew nehatiye ku qanûnê betal bike”, nexwe ew çima hatibû şandin?

Hevalê Pêxember (AS) giran nexweş ketibû. Şagirtên wî li bendê bûn ku Pêxember Îsa Mesîh (AS) hevalê xwe baş bike, çawa ku wî gelekên din baş kiribûn. Lê Îsa Mesîh (AS) bi qest hevalê xwe baş nekir da ku ew bikaribe peywira xwe nîşan bide. Încîl vê yekê wiha qeyd dike:

Îsa Mesîh bi Mirinê re hevrû dibe

Îcar mirovekî bi navê Lazar nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryemê û xwişka wê Mertayê bû. Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bêhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn. Her du xwişkan ji Îsa re xeber şandin û gotin: “Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.” Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: “Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.”

Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir. Lê dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew du rojên din jî li wî cihê ku lê bû ma. Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Em dîsa herin Cihûstanê.” Şagirtan jê re got: “Mamoste, hê niha bû Cihû li kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?” Îsa bersva wan da: “Ma di rojekê de diwanzdeh saet nîn in? Eger yek bi roj bigere, naterpile, ji ber ku ew ronahiya vê dinyayê dibîne. Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, ji ber ku bi wî re ronahî tune.” Piştî van peyvan wî ji wan re got: “Dostê me Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.” Şagirtan jê re got: “Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ew ê qenc bibe.“ Niha Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî dibêje. Li ser vê yekê Îsa bi aşkerayî ji wan re got: “Lazar miriye û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.” Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: “Em jî herin da ku em bi wî re bimirin.”

Dema ku Îsa hat, wî dît ku beriya çar rojan Lazar kirine gorê. Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû û li dora sê kîlometreyan jê dûr bû. Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên.

Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê ma. Mertayê ji Îsa re got: “Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir. Niha jî ez dizanim tu çi ji Xwedê bixwazî, ew ê bide te.” Îsa ji wê re got: “Birayê te wê dîsa rabe.” Mertayê lê vegerand: “Ez dizanim Roja Dawî, Roja Vejînê ew ê dîsa rabe.” Îsa ji wê re got: “Vejîn û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ew ê bijî û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu ji vê yekê bawer dikî?” Mertayê ji wî re got: “Erê ya Xudan, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, ku wê bihata dinyayê.”

Piştî ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: “Mamoste li vir e û ew gazî te dike.” Gava ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa. Îsa hê negihîştibû gund û hê li wî cihî bû, dera ku Merta hatibû pêşiya wî. Cihûyên ku li malê bi wê re bûn û di ber dilê we de dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rabû derket derve, dan pey wê. Wan guman kir ew diçe ser gorê ku bigirî. Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ew dît, xwe avêt lingên wî û got: “Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir.” Gava ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn ket, ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt. Wî ji wan pirsî: “We ew li ku derê veşart?” Wan jê re got: “Ya Xudan, were û bibîne.” Îsa giriya. Hingê Cihûyan got: “Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!” Lê hinekan ji wan got: “Ma yê ku çavên ê kor vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?”

Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şikeftek bû û kevirek li ber derê wê bû. Îsa got: “Kevir rakin.” Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: “Ya Xudan, êdî bêhn ketiyê, ev çar roj e ku ew miriye.” Îsa ji wê re got: “Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?” Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: “Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim. Ez dizanim ku tu her gav min dibihîzî, lê min ev ji bo qerebalixa li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.”

Piştî ku wî wiha got, ew bi dengekî bilind qîriya: “Lazar, were derve!” Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: “Wî vekin û bihêlin bila here.”

Yûhenna 11:1-44

Xwişkên wî hêvî kirin ku Îsa Mesîh zû were û birayê wan baş bike. Îsa Mesîh bi qest çûyîna xwe bi paş de xist da ku Lazar bimire û tu kesî nekarî sedema wê yekê fêm bike. Lê di vê mînakê de em dikarin nava dilê wî bibînin û em dibînin ku ew hêrs bûye. Lê ew ji kê hêrs bûye? Ji xwişkên wî? Ji qerebalixê? Ji şagirtan? Ji Lazar? Na, ew ji mirinê bi xwe hêrs bûye. Her wiha bi tenê li du deveran hatiye qeydkirin ku Îsa giriyaye û ev jî yek ji wan e. Ew çima giriya? Ji ber ku wî dît ku hevalê wî ketiye nav destên mirinê. Mirinê di nava pêxember de digel giriyê wî hêrs jî bi wî re çêkir.

Başkirina mirovên nexweş, her çi qasî baş be, ew bi tenê mirina wan bi paş de dixe. Baş bibin jî nebin jî, mirin axirê her mirovî dibe, çi baş çi xerab, çi jin çi mêr, çi pîr çi ciwan, çi dîndar çi ne dîndar. Ev rastiyek e ji dema Adem ve ku bû fanî ji ber bêîtaekariya xwe. Hemû zuriyeta wî, ez û hûn jî di nav de, em rehîn tên girtin ji aliyê dijminekî ve – mirinê. Tiştê ku em li hemberî mirinê hîs dikin ew e ku tu bersiv û hêvî nîn e. Bi tenê ji bo nexweşiyan hêvî heye, ji ber vê yekê xwişkên Lazar hêvîdar bûn ku ew ê baş bibe. Lê bi mirinê re hêviya wan nema. Ev yek ji bo me jî wisa ye. Li nexweşxaneyê hêviyek heye, lê li merasîma cenaze hêvî nîn e. Mirin dijminê me yê dawî ye. Îsa Mesîh ji bo me hat ku vî dijminî têk bibe û ji ber vê yekê wî ji xwişkên Lazar re wiha got:

“Vejîn û jiyan ez im.”

Yûhenna 11:25

Îsa Mesîh (AS) hatibû ku mirinê ji holê rake û jiyanê bide her kesê ku wê dixwaze. Wî erka xwe ya ji bo vê peywirê nîşan da bi rakirina Lazar a ji mirinê bi awayekî aşkera. Ew teklîf dike ku heman tiştî ji bo kesên ku li şûna mirinê jiyanê dixwazin bike.

Bertekên ji Pêxember re

Digel ku mirin dijminê dawî yê hemû mirovan e, gelek ji me bi ‘dijminên’ biçûktir ên encama pevçûnên (polîtîk, dînî, etnîk û hwd.) ku her tim li derdora me hemûyan diqewimin re şer dikin. Ev yek di dema Îsa Mesîh de jî wisa bû. Ji bertekên şahidên vê mûcîzeyê em dikarin bibînin bê mirovên ku di wê demê de dijiyan bêtir serê xwe bi çi re diêşandin. Va ye bertekên cuda yên ku hatine qeydkirin ev in:

Gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn. Lê hinek ji wan jî çûn ba Fêrisiyan û tiştên ku Îsa dikirin ji wan re gotin. Îcar Fêrisî û serekên kahînan civîna giregiran gazî ba hev kirin û gotin: “Emê çi bikin? Ev mirov gelek nîşanan çêdike. Eger em wî wiha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî wê bên, cihê me yê pîroz û miletê me ji holê rakin.”

Yekî ji nav wan, Qeyafayê ku wê salê Serokkahîn bû ji wan re got: “Hûn qet tiştekî fêm nakin. Ma hûn nafikirin, ji bo ku tevahiya milet helak nebe, di oxira gel de mirovek bimire, ji bo we çêtir e.” Wî ev ji ber xwe negot, lê ji ber ku ew Serokkahînê wê salê bû, wî kehanet kir ku Îsa wê ji bo milet bimire. Ne bi tenê di oxira wî miletî de, lê ew ê ji bo civandin û yekîtiya zarokên Xwedê yên belavbûyî jî bimira. Îcar ji wê rojê ve şêwira kuştina Îsa kirin.

Lewma Îsa êdî bi aşkerayî di nav Cihûyan de negeriya. Lê ew ji wê derê derket, çû herêmeke nêzîkî çolê, bajarê ku jê re Efrayîm digotin û bi şagirtên xwe ve li wê derê ma.

Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû. Gelek kesên ji gundên hawirdor, ji bo ku li gorî adetan xwe paqij bikin, beriya Cejna Derbasbûnê hilkişiyan Orşelîmê. Ew li wê derê li Îsa digeriyan û gava li Perestgehê radiwestan, ji hev du dipirsîn: “Hûn çi dibêjin? Ma ew qet nayê cejnê?” Fêrisî û serekên kahînan jî emir derxistibûn, eger kesek bizane ew li ku derê ye, divê haya wan pê bixe, da ku wî bigirin.

Yûhenna 11:45-57

Îcar tansiyon bilind bû. Pêxember Îsa Mesîh (AS) îlan kir ku ew ‘jiyan’ û ‘vejîn’ e û ew ê mirinê têk bibe. Serekan bi komploya ji bo kuştina wî bertek nîşan dan. Gelek mirovan baweriya xwe bi wî anî, lê gelekên din jî nedizanîn bê ew ê ji çi bawer bikin. Belkî divê em jî ji xwe bipirsin bê heke em bibûna şahidê rakirina Lazar a ji mirinê, me yê tercîh bikira ku em çi bikin. Em ê bibûna wekî Fêrisiyan û me yê serê xwe bi pevçûneke ku wê piştî demekê bihatina jibîrkirin di dîrokê de biêşanda û me yê teklîfa xelasbûna ji mirinê qebûl nekira? Yan me yê ‘bawerî’ bi wî bianiya û hêviya xwe bi teklîfa vejînê ve girê bidaya, tevî ku me ew bi temamî fêm nekira jî? Bertekên cuda yên ku Încîl qeyd dike heman bertek in ku em îro li hemberî teklîfa wî nîşan didin.

Ev gengeşî mezintir bûn dema ku Cejna Derbasbûnê nêzîk dibû – heman cejna ku Pêxember Mûsa (AS) beriya 1500 salî dabû destpêkirin wekî Nîşaneyeke derbasbûna mirinê. Încîl didome bi nîşandayîna bê pêxember Îsa Mesîh (AS) çawa biryar da ku peywira xwe ya têkbirina mirinê bibe serî – bi alîkirina kesekî ku ji aliyê yên din ve wekî ‘xayîn’ hatibû vederkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.