Skip to content

Wê Rojê: Hûmeze & Mesîh

  • by

Sureya Hûmezeyê (Sure 104 – Nebîker) bi vî awayî hişyariya Roja Darizandinê dide:

Heywax li halê çi qas kesê eybderêx û tehnavêj be. Ew ê ku (mal û) serwetê kom dike û dihejmêre! Ji wî we ye ku serweta wî (li dinyayê) dê wî her û her bihêle (û wî bike nemir). Nexêr, bila wê hizirê neke! Bi rastî ew ê di Hutameyê de bê werkirin. Erê ma tu çi dizanî ku Hutame çi ye? Agirê Xwedê yê pêketî ye.

Humeze 104-1-6

Sureya Hûmezeyê dibêje ku Agirê xezeba Xwedê li benda me ye, bi taybetî heke em çavbirçî bin û ji kesên din xerab xeber bikin. Lê kesên ku bi berdewamî comerd bin ji hemû kesên ku alîkariyê dixwaze re, kesên ku ji serweta kesekî dewlemend re hesûdiyê nakin, kesên ku bi xerabî li pişt kesên din xeber nadin û tu carî li ser pereyan bi kesî re nakevin nîqaşê dikarin hêviyên xwe hê jî xurt bigirin. Ew ê nebin parçe parçe û ew ê nekevin ber xezeba Xwedê di wê Rojê de.

Lê em ên ku mane em ê çi bikin?

Pêxember Îsa Mesîh (AS) bi taybetî ji bo wan kesên ku ditirsin ku xezeba Xwedê bi ser wan de bibare hatiye. Çawa ku wî di Încîlê de gotiye:

Ji bilî Kurê Mirov ê ku ji ezmên hatiye, tu kes derneketiye ezmên. Çawa ku Mûsa li çolê mar bilind kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin da ku her kesê ku baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe.” Ji ber ku Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da ku her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe. Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe. Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayîne, ji xwe sûcdar bûye, ji ber ku wî bawerî bi navê Kurê Xwedê yê yekta neaniye. Darizandin bi vî awayî ye: Ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, ji ber ku kirinên wan xerab bûn. Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê da ku kirinên wî xuya nebin. Lê yê ku rastiyê dike, tê ber ronahiyê da ku kifş bibe ku kirinên wî ji Xwedê ne.

Yûhenna 3:13-21

Îsa Mesîh (AS) erkeke mezin îdia dikir – her wiha wî digot ‘ji asîmanan hatiye’. Di diyalogeke xwe ya bi Samariyekê re (bêtir hûrgulî hatine dayîn li vir) Pêxember îdia dike ku ew ‘ava jiyanê ye!

Îsa bersiva wê da û got: “Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‘Avê bide min ez vexwim’ bizaniya, te yê jê bixwesta û wî yê ava jiyanê bida te.” Jinikê jê re got: “Ezbenî, tiştekî te yê ku tu pê avê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê bînî? Ma tu ji bavê me Yaqûb mezintir î ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.” Îsa bersîv da û jê re got: “Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe. Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ez ê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.”

Yûhenna 4:10-14

Erkdariya wî ya di van îdiayan de hatibû pesendkirin dema ku Tewrata Pêxember Mûsa erka wî bi şeş rojên Afirandina dinyayê kehanet kiribû. Piştre Zebûrê û pêxemberên piştre jî hûrguliyên wê hatinê kehanet kiribûn û nîşan dabûn ku hatina wî planeke ji esmên e. Lê qesta pêxember çi bû dema ku wî digot ‘divê were bilindkirin’ da ku ‘her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne bibe xwedî jiyana herheyî’? Ew li vir tê ravekirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.