Skip to content

Mesîhê ku wê were: Di Nîşaneyên ‘Heft’an de

  • by

Gelek caran di Quranê de em dibînin ku Xweda çerxa bi heftan bi kar tîne. Wekî mîna, Sureya Telaq (Sure 65 – Hevberdan) dibêje

Xweda ye yê ku heft asîman afirandine û ji erdê jî ew qas afirandine. Peyxam û fermana Xwedê di navbera van de tê û diçe da ku hûn bizanibin ku bi rastî Xweda li ser her tiştî kara ye û bi rastî zanîna Xwedê dor li her tiştî girtiye.

Sureya Telaqê 65:12

Û Sureya Nebeyê (Sure 78 – Hewadîs) dibêje

Ma me di ser we re heft qat (asîmanên) saxlem ava nekirine?

Sureya Nebeyê 78:12

Nexwe divê ji me re nebe surprîz heke dema hatina Mesîh jî bi heftan were dayîn, çawa ku em li jêrê jî dibînin.

Dema ku em li ser pêxemberan lêkolînan dikin, em dibînin ku digel ku di navbera wan de carinan bi sedan sal hene jî – ji ber vê yekê ne mimkun bû ku ew wekî mirov kehanetên xwe bigihînin hev du – lê kehanetên wan li navendekê digihîjin hev du li ser hatina Mesîh (= Îsa) me dît ku Yeşaya pêxember (AS) Nîşaneya Guliya ji qurmekî bi kar anîbû û her wiha Zekeriya pêxember (AS) kehanet kiribû ku ev Gulî wê navê Îbranî Yhowshuwa bigire ku di Yewnanî de Iesous e ku di Îngilîzî de Jesus e û Îsa ye di Erebî de. Belê, navê Mesîh (= Îsa) bi xwe hatiye kehanetkirin 500 salî berî dema ku Îsa Mesîh – Jesus (AS) dijî. Ev kehanet di Kitêba Cihûyan de hatine nivîsandin (ne di Încîlê de) ku hê jî tê xwendin û qebûlkirin – lê nayê fêmkirin – ji aliyê Cihûyan ve.

Danîel Pêxember

Îcar em hatin ser Danîel pêxember (AS). Ew li Babîlê bi sirgunî dijiya û karmendekî xwedî hêz bû li hikûmetên Babîliyan û Persan – her wiha ew pêxember bû. Di tabloya demê ya li jêrê de tê tê nîşandayîn bê Danîel pêxember (AS) kengî jiyaye di dîroka pêxemberan de.

Nîşandana Danîel & Nehemya Pêxember di tabloya demê de bi pêxemberên din ên Zebûrê re

Di vê pirtûkê de Danîel pêxember (AS) peyamekê digire ji ferîşteh Cebraîl. Danîel û Meryem, diya Îsa (AS) tekane kes in ku di tevahiya Încîlê de peyaman digirin ji aliyê Cebraîl ve. Ji ber vê yekê divê em bi taybetî bala xwe bidin ser vê peyamê. Ferîşteh Cebraîl ji wî re dibêje ku:

Gava min dua dikir, kesê ku min berê di dîtiniya xwe de dîtibû, Cebraîl, di dema pêşkêşiya ber êvarê de bi lez firiya û hat ba min. Ew bi min re peyivî û got: “Daniyêlo, ez hatim ku ez zanatî û fêmdariyê bidim. Te çawa ku ji Xwedê lava kir, duaya te hat bihîstin û ez hatim ji te re bibêjim. Ji ber ku tu gelekî hatî hezkirin. Lewma ji peyam û dîtiniyê fêm bike. Ji bo ku neheqî bê rakirin, dawî li guneh bê, sûc bên bexişandin, rastiya herheyî bê avakirin, dîtinî û pêxemberî bê morkirin û yê Herî Pîroz bê rûnkirin, ji bo gelê te û bajarê te yê pîroz, heftê car heft dem hatiye diyarkirin. Îcar bizanibe û fêm bike. Ji dema ku emrê jinûveavakirina Orşelîmê derketiye, heta ku serwerê kifşkirî were, wê heft caran heft dem derbas bibin. Wê di nav şêst û du heft deman de, Orşelîm ji nû ve bi kuçe û xendekên xwe ve bê avakirin. Lê wê ev di dema tengasiyê de çêbe. Di dawiya şêst û du heft deman de, kesê kifşkirî wê bê kuştin û wê piştgirên wî tune bin. Gelê serokê nûhatî, wê bajar û Pîrozgehê wêran bike. Wê dawiyeke wekî tofanê pêk were û wê şer jî heta dawiyê bidome. Biryara wêrankirinê jî hatiye dayîn.

Danîel 9:21-26

Em dibînin ku ev kehanetek e ji bo hatina ‘Yê Meshkirî’ (= Îsa = Mesîh çawa ku em dibînin li vir). Ferîşteh Cebraîl tabloyeke demê daye ji bo dema hatina Mesîh. Cebraîl gotiye hejmartineke berepaşkî wê çêbe û wê bi derxistina biryarnameya restorekirin û jinûveavakirina Orşelîmê re dest pê bike’. Danîel ev peyam girtibû (li derdora sala 537’an BZ), lê ew bi qasî ku wê hejmartina berepaşkî bibîne zêde nejiya.

Derxistina Biryarnameya restorekirin û jinûveavakirina Orşelîmê

A rast ê ku hema hema sed salî piştî Danîel (AS) jiyaye û dîtiye ku wê hejmartina berepaşkî dest pê kiriye Nehemya bû. Ew meygerê Împaratorê Pers Arthahşasta bû û li Sûsa ku li Îrana îroyîn e dijiya. Di tabloya demê ya li jorê de binêrin bê ew kengî jiyaye. Ew di pirtûka xwe de ji me re dibêje ku

Sala bîstemîn a padîşahiya Artahşasta meha Nîsanê bû. Dema ku şerab ji bo wî anîn, min ew girt û ew da wî. Heta wê rojê wî ez xemgîn nedîtibûm. Ji ber vê yekê ji min pirsî, “Tu çima xemgîn xuya dikî? Tu ne nexweş î, nexwe ev êşa dil e.” Ez pir tirsiyam, lê min ji padîşah re got: “Bila padîşah her bijî ! Ma çawa ez ne xemgîn nebim? Bajarê ku bav û kalên min lê hatine veşartin xera bûye û dergehên wî hatine şewitandin. Padîşah ji min re got, “Tu çi dixwazî?” Min ji Xwedayê asîmanan re dia kir û bersiv da padîşah, “Heke padîşah qebûl bike û heke ji xulamê xwe razî be, bila bihêle ku here bajarê Cihûda da ku wî ji nû ve ava bike. Piştre padîşahê ku keybanû li rex rûniştî bû, ji min pirsî, “Rêwîtiya te wê çi qasî dom bike û tê kengî vegerî?” Padîşah şandina min qebûl kir; min dema ku ez ê vegerim got. Her wiha min jê re got, “Heke padîşah qebûl bike, ez ê nameyan ji waliyên li pişt Firatê re bibim da ku ew bihêlin ez bi ewlehî bigihîjim Cihûdayê? Û ez ê nameyekê ji Asafê parêzvanê daristanê re binivîsim da ku ew daran bide min ji bo ez deriyên sûrên li ba perestgehê û xaniyê ku ez ê tê de rûnim çêkim.” Ji ber ku Xwedê ji min re bû alîkar, padîşah daxwazên min anîn cih. Îcar ez çûm ba waliyên li pişt Firatê û min nameyên padîşah dan wan. Padîşah bi min re leşker û siwarî jî şandibûn. Dema ku Sanballatê Horonî û Toviyayê Ammonî bihîst ku kesek hatiye ji bo qenciya Îsraîliyan bixebite, ew gelekî aciz bûn. Ez çûm Orşelîmê. Piştî ku ez sê rojan li wir mam, min bi şev bi çend zilaman re da rê. Min ji kesekî re negot bê Xwedê çi xistiye dilê min ji bo Orşelîmê. Ji xeynî heywanê ku ez lê siwar bûbûm, min tu tişt bi xwe re nebiribû.

Nehemya 2:1-12

Ev roja “derxistina biryarnameya restorekirin û jinûveavakirina Orşelîmê” ya ku Danîel kehanet kiribû nîşan dide û em dibînin ku ew di 20. sala Împaratorê Pers Artahşastayê navdar ê ku di sala 465’an a BZ de dest bi hikimdariyê dike de pêk tê. Yanî 20. saliya wî vê biryarnameyê dixe sala 444 a BZ. Cebraîl peyamek ji Danîel pêxember (AS) re anîbû û nîşaneyek dabû ji bo destpêkirina hejmartina berepaşkî. Hema hema sed salî piştre, Împaratorê Pers bêyî ku haya wî ji vê kehaneta Danîel hebe, vê biryarnameyê derdixe – hejmartina berepaşkî ya ji bo anîna Yê Meshkirî – Mesîh hatibû nivîsandin dide destpêkirin.

Heftên Razmend

Peyama Cebraîl a ku ji Danîel pêxember re hatibû dayîn nîşan dida ku ew ê ‘heft ‘heftan’ û şêst û du ‘heftan’ bigire û ew ê piştre Mesîh were aşkerakirin. Îcar ‘Heft’ çi ye? Di Tewrata Mûsa (AS) de çerxeke heft salan hebûye. Her heft salan carekê erd neçandî dihat hiştin da ku axa wî erdî bikaribe adana xwe nû bike. Ji ber vê yekê ‘Heft’ek a çerxa 7 salan e. Em vê yekê di hişê xwe de bigirin da ku em bibînin ku bi derxistina biryarnameyê re hejmartina berepaşkî wê li du beşan were dabeşkirin. Beşa pêşî ji ‘heft caran heftan’ ango ji pêvajoya 7 salan pêk tê. Ev 7*7=49 sal dike û ev wextê jinûveakirina Orşelîmê ye. Piştre şêst û du heft dihatin, îcar bi tevahî hejmartina berepaşkî dike 7*7+62*7 = 483 sal. Bi gotineke din, piştî derxistina biryarnameya Artahşasta bi 483 salan Mesîh wê bihata aşkerakirin.

Sala 360-rojî

Divê em guherîneke biçûk di salnameyê de bikin. Çawa ku gelek neteweyan dikir di demên antîk de, pêxemberan jî salek wekî 360 roj dihesiband. Riyên cuda hebûn ji bo hesibandina rojên salekê yên di salnameyekê de. Di ya rojava de (li ser bingeha çerxa rojê bû) 365.24 roj hebûn û di ya Misilmanan de 354 roj hebûn (li ser bingeha çerxa heyvê bû) û ya ku Danîel bi kar dianî 360 rojî bû. Yanî 483 ‘360-roj’ sal dikin 483*360/365.24 = 476 salên rojê.

Dema hatina Mesîh bi salê tê texmînkirin

Bi vê agahiyê em dikarin hesab bikin bê Mesîh divê kengî were. Em ê ji serdema ‘BZ’ derbasî serdema ‘PZ’ bibin û di navbera 1BZ û 1PZ de bi tenê 1 sal heye (Sala ‘sifir’ nîn e). Agahiya ji bo vî hesabî di tabloyê de hatiye kurtekirin.

Sala destpêkê444 BZ (20. sala Artahşasta)
Dirêjahiya demê476 salên rojê
Texmîna hatinê ya di Salnameya Rojava de(-444 + 476 + 1) (‘+1’ ji ber ku 0 PZ nîn e) = 33
Texmîna salê33 PZ

Îsayê Nisretî di roja ku niha weke cejna Yekşema Palmiyeyê tê pîrozkirin de li ser pişta kerekê çû Orşelîmê. Di wê rojê de wî xwe îlan kir û ew wekî Mesîh kete nava Orşelîmê. Sal 33 PZ bû.

Danîel û Nehemya pêxember digel ku wan hev du nas nedikir, ji ber ku 100 sal di navbera wan de hebûn, hatibûn koordînekirin ji aliyê Xwedê ve ji bo girtina kehanetan û wan hejmartina berepaşkî ya ku Mesîh aşkera dikir da destpêkirin. Û bi qasî 570 sal piştî ku Danîel pêxember peyama xwe girt ji Cebraîl, Îsa kete Orşelîmê wekî Mesîh. Ew kehaneteke gelekî balkêş e û bi temamî pêk hatiye. Digel wê pêşbîniya ku navê Mesîh hatiye dayîn ji aliyê Zekeriya pêxember ve, ev pêxember komeke pêşbîniyan a bi rastî newaze pêk tînin ji bo her kesê ku dixwazin bibînin ku plana Xwedê aşkera bûye.

Lê madem ev kehanetên Zebûrê ew qasî balkêş in û ew hatine nivîsandin di Kitêba Cihûyan de – ne di Încîlê de – nexwe çima Cihû Îsa wekî Mesîh qebûl nakin? Ew di pirtûka wan de ye! Divê ew zelal be bi taybetî bi kehanetên ku wiha bi teqezî û balkêşî pêk hatine. Dema ku em hin tiştên balkêş hîn dibin li ser hatina Yekî ya ku ji aliyê pêxemberan ve hatiye aşkerakirin, tê fêmkirin bê çima Cihû Îsa wekî Mesîh qebûl nakin. Di gotara xwe ya din de em li vê pirsê dinêrin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.