Skip to content
Home » Pêxember Îsa Mesîh (AS) û nîşaneya Yûnis

Pêxember Îsa Mesîh (AS) û nîşaneya Yûnis

  • by

Qureyş navê eşîreke Ereban bû ku kontrola Mekke û Kabeyê di bin destê wan de bû û eşîra ku pêxember Mihemed (AS) jê bû jî ew bû. Sureya Qureyş (Sure 106 – Qureyş) peymaneke ku li xweşa Qureyşiyan diçe teswîr dike.

Ji bo pêkanîna xweşî û ewlehiya karwaniya Qureyşiyan, xweşî û ewlehiya karwaniya zivistanê û havînê.

Sureya Qureyş 106:1-2

Lê Sureya Yûnis (Sure 10 – Yûnis) dibêje bê çi qewimiye dema ku pêxember Mihemed peyam ji Qureyş re bir.

Erê ma bi mirovan ecêb tê ku me ji bo zilamekî ji nav wan peyam şand; (Me jê re got) mirovan hişyar bike (û ji roja qiyametê wan bitirsîne) û mizgînê bide yên ku wan bawerî anî ku ji bo wan li cem Xwedayê wan meqamekî bilind heye. Kafiran got: Bêguman ev sêrbazekî aşkera ye!

Sureya Yûnis 10:2

Bi redkirina peyama wî re, Sureya Qemer (Sure 54 – Heyv) hişyarî da Qureyş bê bi çi re rû bi rû ye…

Êdî ma kafirên we ji kafirên wan (umetên ku çûne helakê) çêtir in? Yan jî di kitêban de ji bo we piştrastiyek heye? Yan jî ew dibêjin: Em civateke hevkar in? Ew civat dê têk biçe û tev dê bi şûn xwe ve birevin. Bi rastî civana wan qiyamet e. Ew, (ji her ezabî dijwartir û tehltir e!

Sureya Qemer 54:43:46

Sureya Yûnis her wiha dibêje ku piraniya pêxemberan hatine piştguhkirin ji aliyê guhdaran ve (wekî Qureyş), lê îstîsnayek hebû û ew jî – Pêxember Yûnis (AS) bû.

Vêca bila civatek ji wan civatên ku me birin helakê berî em wan ceza bikin bawerî bianiya da ku baweriya wan feyde bidaya wan. Ji bilî qewmê Yûnis (ew cuda ne); çi dema wan bawerî anî, me ezabê riswaker li dinyayê ji ser wan rakir û heta demekê jî me xweşî da wan.

Sureya Yûnis 10:98

Pêxember Yûnis ji xelkekî biyan re hatibû şandin. Lê wan dîsa jî peyama wî girt. Lê ew wî rola xwe qebûl nekiribû û dema ku hewl dabû ku jê bireve, ew ji aliyê masiyekî mezin ve hatibû daqurtandin. Sureya Qelem (Sure 68 – Pênûs) teswîr dike bê çawa di nava masî de wî tobe kir ji ber bêîtaetkariya xwe û wekî Pêxember dîsa hatibû îadekirin.

Vêca tu ji bo hikmê Xwedayê xwe, xwe ragire. Tu nebe wekî xwedanê masî (Yûnis Pêxember) ku bi derd û kul gazî Xwedayê xwe kir. Eger dilovaniya Xwedayê wî pê re negihîştibûya, ew ê li çola rip û rût bihata avêtin û dê lome lê bihata kirin. Belê, Xwedayê wî ew bijart (wehî dayê û ber bi dilovaniya xwe xist) û ew kir yek ji yên rast.

Sureya Qelemê 68:48-50

Wekî Pêxember Mihemed, Pêxember Îsa Mesîh ji gelê xwe re hatibû şandin (ji Cihûyan re) û wan ew bi sêhrbaziyê sûcdar kiribû û peyama wî red kiribû. Lewma Pêxember Îsa Mesîh jî behsa Pêxember Yûnis kiribû wekî Nîşaneyekê. Nîşaneya çi bo çi?

Otorîteya Îsa Mesîh ji aliyê gelê wî ve tê lêpirsîn.

Me dît bê Încîl çawa hîndarî, başkirin û mûcîzeyên Pêxember Îsa Mesîh (AS) qeyd dike. Wî gelek caran vexwendname didan guhdarên xwe (û me) ji bo girtina tiştên ku wî pêşkêş dikirin. Wî ‘ava jiyanê’, dilovaniya li ser gunehkaran, peydakirina ‘windayan’, pêşkêş dikirin û her kesê dilxwaz vexwendin ‘Padîşahiya Xwedê’.

Van hîndariyan serê serekên dînî (yên wekî meleyan) yên dema wî tevlîhev kir. Bi taybet wan meraq kir bê kîjan erkê hildigire. Wekî mînak, bi rastî ew xwediyê wê erkê ye ku dilovaniya Xwedê pêşkêşî mirovên gunehkar dike û ew xwediyê wê erkê bû ku her kesî vexwîne Padîşahiya Xwedê? Lewma serekên dînî jê xwestin ku ew erka xwe ispat bike. Încîl diyaloga di navbera wan de wiha qeyd dike:

Îsa behsa Nîşaneya Yûnis dike

Hingê ji Fêrisî û Şerîetzanan hinekan ji wî re got: “Mamoste, em dixwazin ku nîşanekê ji te bibînin.” Lê Îsa bersiva wan da û got: “Nifşê xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Yûnis pêxember pê ve nîşaneke din jê re nayê dayîn. Çawa ku ‘Yûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyê mezin de ma’, wisa jî Kurê Mirov wê sê roj û sê şevan di dilê erdê de bimîne. Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Ji ber ku wan bi danezana Yûnis tobe kir û va ye yekî ji Yûnis mezintir li vir e.

Metta 12: 38-41

Di Dîrokê de Pêxember Yûnis

Îsa Mesîh (AS) bi nîşankirina pêxember Yûnis bersiva wan da. Hûn dikarin di tabloya demê ya li jêrê de bibînin ku pêxember Yûnis bi qasî 800 salî berî Pêxember Îsa Mesîh jiyaye.

Pêxember Yûnis di Tabloya Demê ya Dîrokî de

Di Quranê de Pêxember Yûnis

Yûnis (AS) pirtûkeke ku nivîsarên Pêxemberiyê tê de hebûn nivîsî. Quran pirtûka wî wiha xulase dike:

Bêguman Yûnis jî ji pêxemberan e. Wê dema ku ew reviyabû û çûbû keştiya barkirî, yên di keştiyê de pişk avêtin, îcar Yûnis bû ji yên pişklêketî. Masî Yûnis dabeland û ew bû ji yên ku lome li wan bûye. Eger bi rastî ew ji wan nebûya, ew ên ku Xwedê pak didêran, dê heyanî roja qiyametê di zikê masî de bimaya.

Sureya Saffatê 37:139-144

Pêxember Yûnis hatibû daqurtandin ji aliyê masiyekî mezin ve, ji ber ku ew ji peywira xwe ya ku Xwedê dabû wî reviya. Peywira ew bû ku here weaza tobekirinê bide li bajarê Nînovayê (nêzîkî Mûsila îroyîn a li Iraqê). Alimê Îslamê Yûsif Alî li ser vê ayetê dibêje:

Ev bi tenê biwêj e. Ew ê bibûya definkirin û gora Yûnis. Heke wî tobe nekira, wî yê nekariya ji nava bedena mexlûqê ku ew daqurtandibû derketa heta Roja Qiyametê, wê roja ku mirî wê ji gorê rabûna.

Nîşeya 4125’an a Wergera Yûsif Alî ya Quranê

Yanî bûyîna di nava masî de cezayê mirinê bû ku ew ê bi tenê di Roja Qiyametê de bihata derxistin.

Pêxember Yûnis ji Pirtûka wî bi xwe

Pirtûka Yûnis gelek hûrguliyan dide li ser bûyîna di nava masiyê mezin de. Ew dibêje:

Xweda masiyekî mezin şand da ku Yûnis daqurtîne. Yûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyê mezin de ma.

Xweda li masî emir kir û masî Yûnis avêt bejahiyê.

Yûnis 1:17–2:10

‘Nîşaneya Yûnis’ çi ye?

Heke yek bibêje ez xwedî erk im, wekî Pêxember Îsa Mesîh, bi awayekî normal em ê li bendê bin ku ew xwe ispat bike bi Nîşaneyeke ku hêza wî, serkeftin yan jî serfiraziya wî nîşan dide. Lê Îsa Mesîh erka xwe bi behskirina 3 rojên Pêxember Yûnis ên ‘di alema mirinê de’ – ‘çal’ an jî gorê xwe parast. Di wan 3 rojan de, ji ber ku Yûnis bêîtaetiya fermana Xwedê kiribû, ew hatibû ‘dûrxistin ji ber çavên wî’ yanî ji ber çavên Xwedê. Di beşa Yûnis de di nav lepên mirinê de 3 rojan di nav kûrahiya tariyê de, ji ber çavên Xwedê hat dûrxistin, nîşaneya em ê li bendê bin ne ev e. Çima Îsa Mesîh nîşaneyeke ku wer dixuya erka wî betal dikir hilbijart.

Ev ne cara pêşî ye ku qelsî û mirin wekî Nîşaneyekê tê dayîn. Pêxember Yeşaya kehaneta Xulamê ku wê were kiribû. Yeşaya kehanet kiribû ku ew Xulam wê were ‘nefretkirin’ û ‘were redkirin ji aliyê mirovan ve’ û ew ê ‘were cezakirin ji aliyê Xwedê ve’ û ew ê ‘were qutkirin ji warê zindiyan’ û wê ‘gora wî li ba xeraban were çêkirin’. Lê tiştê ecêb ew bû ku ‘Xweda razî bû ji perçiqandina’ Xulam. Ev gelekî dişibe tiştên ku bi serê Yûnis de hatibûn – û Îsa Mesîh jî dixwest vê yekê nîşan bide.

Delîla ku fêmkirinê bi xwe re tîne dawiya lavakirina Yûnis a di zikê masî de ye. Gotina dawî ya lavakirina wî “Xelasî ji ba XWEDÊ tê” bû. Me dît bê çawa navê ‘Îsa navekî kehanetkirî yê Guliya ku wê re bû. Lê gelo navê ‘Îsa’ dihat çi wateyê? Di Îbranî de ew tê wateya ‘XWEDA xelas dike’. Di lavakirina xwe de Pêxember Yûnis aşkera dike ku pêwîstiya wî (û me) bi ‘xelaskirinê’ heye û Xweda wê xelas bike. Lavakirina wî hem pêxwîstiya me (ya bi xelaskirinê) îlan dike hem jî Xweda wekî yê ku wê xelas bike îlan dike. Wateya navê Îsa Mesîh (Yhowshuwa di Îbranî de) rasterast tê wateya heman rastiyê ku Yûnis di nava masî de axirê fêm dike, ji ber ku navê Îsa tê wateya ‘XWEDA xelas dike’.

Pêxember Îsa gelê Nînovayê (bajarê ku Yûnis hatibû şandin da ku lê weazê bide) yê ku bawer kiribû û tobe kiribû bi nameya Yûnis bi bîra serekên dînî xist û diyaloga xwe ya bi wan re qedand, lê serekên dînî yên ku li Îsa Mesîh guhdarî dikirin ji tobekirinê re ne dilxwaz in. Ew ne dilxwaz bûn ku qebûl bikin ku pêwîstiya wan bi xelaskirinê heye. Divê em jî dilê xwe ezmûn bikin da ku em bibînin bê em jî yek ji wan mirovên Nînovayê ne (ku tobe kirine) yan em yek ji serekên Cihû ne (ku tobe nekirine). Hûn ji her duyan kîjan in?

Em ê bi şopandina Îsa Mesîh bidomînin da ku em bibînin bê çawa Nîşaneya Yûnis pêk tê û çawa  ‘XWEDA xelas dike’ dema ku peywira Îsa Mesîh diqede.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *