Skip to content
Home » Pêxember Eyûb kî bû? Ew çima girîng e îro?

Pêxember Eyûb kî bû? Ew çima girîng e îro?

  • by

Sureya Beyyîneyê (Sure 98 – Delîla Aşkera) dibêje bê çi lazim e ji bo ku yek bibe zilamekî baş.

Ew bes hatibûn fermankirin ku ew îbadeta Xwedayê Mezin bikin, di dînê xwedê de dilbaş û dilsoj bin, berê xwe ji her baweriya xwarovîç vegerînin û berê xwe bidin riya Xwedê, bi berdewamî û awayê pêdivî nimêj bikin û zekata malê xwe bidin. Ha ev e dînê rast û durist.

Sureya Beyyîneyê 98:5

Bi heman awayî Sureya Esirê (Sure 13 – Berêvar) taybetmendiyên ku lazim in ji bo têkneçûna li pêşberî Xwedê teswîr dike.

Bi rastî mirov hemû di ziyanê de ne, ji bilî yên ku bawerî anî û karên qenc kirin û li ser heqî û bêhnfirehiyê hev şîret kirin.

Sureya Esirê 103:2-3

Pêxember Eyûb (AS) zilamekî wisa bû ku di Sureya Beyyîneyê û Sureya Esirê de tê teswîrkirin. Pêxember Eyûb zêde nayê nasîn. Di Quranê de çar caran behsa navê wî tê kirin.

Bêguman çawa me wehî ji Nûh û pêxemberên piştî wî re şand, her wiha me wehî ji te re jî şand. Me wehî ji Îbrahîm, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûb û neviyan (ên Yaqûb) û me wehî ji Îsa, Yûnis, Harûn û Silêman re jî şand. Me Zebûr jî daye Dawid Pêxember.

Sureya Nîsayê 4:163

Me Îshaq û Yaqûb ji Îbrahîm re kerem kirin. Me, tev serwext û rasterê kirin. Berî Îbrahîm me Nûh jî serwext û rasterê kir. Me ji zurieta Îbrahîm Dawid, Silêman, Eyûb, Yûsif, Mûsa û Harûn jî rasterê kirin û her wisa em padaşê didin qencîkaran.

Sureya En’amê 6:84

Û (bila were bîra te) dema ku Eyûb jî gazî Xwedayê xwe kir, got; “Derdekî giran bi min girtiye û tu dilovantirînê dilovanan î!”

Enbiya 21:83

Û bila xulamê me Eyûb were bîra te, wê dema gazî Xwedayê xwe kir û got: “Bêguman şeytên meşeqet û azar gihandiye min.

Sad 38:41

Eyûb di lîsteya ku Îbrahîm, Îsa Mesîh û Dawid tê de ye xuya dike, ji ber ku wî pirtûkeke di Încîlê de nivîsandiye. Pirtûka wî jiyana wî teswîr dike. Ew di dema di navbera Pêxember Nûh û Îbrahîm (AS) de jiyaye. Încîl bi vî awayî wî teswîr dike:

Li welatê Ûzê zilamekî bi navê Eyûb dijiya. Ew zilam yekî bêqisûr û rast bû; ew ji Xwedê ditirsiya û ji xerabiyê xwe dida alî. Heft kurên wî û sê keçên wî hebûn û ew xwediyê heft hezar mêşinan, sê hezar hêştiran, pênsed cotê gayan, pênsed keriyî û gelek xulaman bû. Ew zilamê herî dewlemend ê li Rojhilatê bû. Kurên wî bi dorê li mala xwe ziyafet didin û ji bo ku bi hev re bixwin û vexwin gazî her sê xwişkên xwe jî dikirin. Piştî ku ew ziyafet diqediya, Eyûb dest amadekariyan dikir ji bo pakkirina wan. Ew serê sibehê zû radibû û digot, “Zarokên min belkî guneh kiribin, belkî di dilê xwe de nalet li Xwedê anîbin” û qurbaniyeke şewitandî ji bo her yekî ji wan pêşkêş dikir. Ew edeteke Eyûb a birêkûpêk bû.

Eyûb 1:1-5

Hemû taybetmendiyên ku di Sureya Beyyîne û Esirê de hatibûn ragihandin di wî de hebûn. Lê piştre Şeytan çû hizûra XUDAN. Pirtûka Eyûb diyaloga wan wiha qeyd dike.

Rojekê ferîşteh çûn hizûra XUDAN û Şeydan jî bi wan re çûbû. XUDAN ji Şeytan re got, ‘Tu ji ku derê hatî?” Şeytan bersiva XUDAN da û got, “Ji gera seranserê dinyayê, ez li her dera dinyayê geriyam.” Hingê XUDAN ji Şeytan re got, “Te bala xwe da xulamê min Eyûb? Kesekî wekî wî nîn e li ser ku rûyê erdê; ew yekî bêqisûr û rast e, ji Xweda ditirse û xwe ji xerabiyê diparêze.” Şeytan got, “Ma Eyûb belasebeb ji Xwedê ditirse? Ma te ew, maliyên wî û hemû tiştên ku ew xwediyê wam e bi sênceke nepêçaye? Te bereket xistiye hemû karên ku wî kirine, her wiha kerî û garanên wî li her derê belav bûne. Lê heke tu dest biavêjî tiştên ku aîdî wî ne û êrîşî wan bikî, helbet ew ê naletê li te bîne.” XUDAN ji Şeytan re got, “Baş e, nexwe ez her tiştê ku aîdî wî ye didim destên te, lê bi tenê dest nede wî bi xwe.” Piştre Şeytan ji hizûra XUDAN çû.

Eyûb 1:6-12

Îcar Şeytan bi vî awayî felaket bi ser Eyûb de anî:

Rojekê dema ku kur û keçên Eyûb li mala birayê xwe yê mezin ziyafet dikirin û şerab vedixwarin, qasidek hate cem Eyûb û got, “Gayan cot dikir û ker jî li cem wan diçêriyan. Sabayiyan êrîş kir û hemû bi xwe re birin û çûn. Wan hemû xulam dane ber şûran. Bi tenê ez xelas bûm û hatim ku rewşê ji te re bibêjim.” Hêj ku wî gotina xwe neqedandibû, qasidekî din hat û got, “Agirê Xwedê ji asîmanan bariya û hemû mêşin û xulam şewitandin û bi tenê ez xelas bûm û hatim ku rewşê ji te re bibêjim!” Hêj ku wî gotina xwe neqedandibû, qasidekî din hat û got, “Keldanî bi sê alayan êrîş anîn ser hêştirên te û hemû bi xwe re birin û çûn. Wan xulam dane ber şûran, bi tenê ez xelas bûm û hatim ku rewşê ji te re bibêjim.” Hêj ku wî gotina xwe neqedandibû, qasidekî din hat û got, “Dema kurên te û keçên te ziyafetê didan û şerabê vedixwarin li mala birayê xwe yê mezin, bayekî gur li çolê rabû û li çar aliyên xênî da. Xanî bi ser serê wan de hate xwarê û hemû mirin, bi tenê ez xelas bûm û hatim ku rewşê ji te re bibêjim.” Li ser vê yekê Eyûb rabû, xeftanê xwe qetand û porê xwe kur kir. Piştre wî xwe avêt ser erdê, dia kir û got: “Ez ji malzaroka diya xwe tazî hatim û ez ê tazî herim ji vê dinyayê. XUDAN dide û XUDAN distîne; şikir ji navê XUDAN re.” Digel wan hemû tiştan Eyûb neket nav gunehan û Xweda sûcdar nekir.

Eyûb 1:13-22

Şeytan dîsa hewl da ji bo ku Eyûb provoke bike da ku naletê li XUDAN bîne. Îcar ezmûneke duyemîn hebû.

Rojekê ferîşteh çûn hizûra XUDAN û Şeydan jî bi wan re çûbû. XUDAN ji Şeytan re got, ‘Tu ji ku derê hatî?” Şeytan bersiva XUDAN da û got, “Ji gera seranserê dinyayê, ez li her dera dinyayê geriyam.” Hingê XUDAN ji Şeytan re got, “Te bala xwe da xulamê min Eyûb? Kesekî wekî wî nîn e li ser ku rûyê erdê; ew yekî bêqisûr û rast e, ji Xweda ditirse û xwe ji xerabiyê diparêze.” Digel ku te ez provoke kirim da ku ez belasebeb wî biêşînim, ew hê jî duristiya xwe didomîne.” Şeytan bersiv da û got, “Can bi can!” Mirov ji bo canê xwe her tiştê xwe didin. Heke tu dest biavêjî goşt û hestiyên wî û êrîşî wan bikî, helbet ew ê naletê li te bîne.” XUDAN ji Şeytan re got, “Baş e, nexwe ew di nav destên te ye, lê bi tenê dest nede jiyana wî.” Piştre Şeytan ji hizûra XUDAN çû û ji serê wî heta piyên wî di bedena Eyûb de kul û birîn derxistin. Îcar Eyûb radihişt parçeyekî kûzikan, xwe pê dixurand û di nav xweliyê de rûdinişt. Jina wî jê re got, “Ma tu hê jî duristiya xwe didomînî?” Naletê li Xwedê bîne û bimire!” Wî got, “Tu wekî jineke ehmeq xeber didî. Ma divê em qenciya Xwedê qebûl bikin û belaya wî qebûl nekin? Digel her tiştî Eyûb gotineke ku wî gunehkar bike negot.

Eyûb 2:1-10

Ji ber vê yekê Sureya Enbiyayê dibêje ku Eyûb bi kul û xem digirî û Sureya Sadê dibêje ku Şeytên meşeqet û azar gihandiyê.

Di wê şepirzetiyê de sê hevalên Eyûb hatin ku dilê wî xweş bikin.

Dema ku sê hevalên Eyûb, Elîfazê Temanî, Bîldadê Şuahî û Sofarê Naamî bihîstin ku çi bela hatine serê wî, ew ji malên xwe derketin, hatin ba hev û bi hev re biryar dan ku herin serdana wî û dilê wî xweş bikin. Dema ku wan ew ji dûr ve dît, wan bi zorê ew nas kir; wan dest bi girî kir, xeftanê xwe qetandin û xwelî bi serê xwe de kir. Piştre ew li dora wî dora wî rûniştin heft rojan û heft şevan. Yekî ji wan tiştek ji wî re negot, ji ber ku wan didît bê ew çawa azarê dikişîne.

Eyûb 2:11-13

Pirtûka Eyûb guftûgoyên wan ên li ser bextreşiya ku bi serê Eyûb de hatiye qeyd dike. Diyaloga wan ji gelek beşan pêk tê. Bi kurtasî, hevalên Eyûb jê re dibêjin bextreşiyeke wiha giran bi tenê bi serê kesên xerab de tê, nexwe Eyûb bi dizî guneh kiriye. Heke ew gunehên xwe aşkera bike, hingê belkî ew were efûkirin. Lê Eyûb bi berdewamî ji wan re dibêje ku ew bêguneh e û wî tiştekî xerab nekiriye. Ew fêm nake bê çima ew bextreşî bi ser de hatiye.

Em nikarin hemû beşên diyaloga wan bişopînin, lê di nav wan pirsên di serê xwe de Eyûb tiştên ku bi teqezî dizane dibêje:

Ez dizanim ku xelaskerê min dijî û di dawiyê de ew ê were ser rûyê dinyayê. Piştî ku çermê min peritî, ez ê bi goştê xwe Xwedê bibînin. Ez ê bi xwe wî bibînim, bi çavên serê xwe – Ez û ne yekî din. Dilê min çawa bêriyê dike di nava min e!

Eyûb 19:25-27

Tevî ku wî fêm nedikir bê çima ew trajedî bi serê wî de hatine, wî dizanî ku ‘Xelaskerekî’ wî heye û wê were ser rûyê dinyayê. Xelasker ew kes e ku dikare berdêleke tam a ji bo gunehên wî bide. Eyûb ji Xelasker re digot ‘Xelaskerê min’, yanî wî dizanî ku xelasker wê ji bo wî were. Piştî ku çermê Eyûb peritî’ (piştî ku ew mir) wî yê Xweda bi goştê xwe bidîta.

Eyûb ji dil û can li benda Roja Vejînê bû. Lê di vejînê de ew ê bi awayekî jixwebawer derkeve pêşberî Xweda, ji ber ku xelaskerê wî dijî û ew xelas kiriye.

Sureya Me’aricê (Sure 70 – Bilindbûna Esmanan) jî behsa xelaskerekî yê di Roja Vejînê de dike. Lê Sureya Me’aricê behsa zilamekî ehmeq jî dike ku di wê Rojê de wekî dînan li xelaskerekî digere.

Ew dê nîşanî hev bêne dayîn. Kesê gunehkar ji ber ezabê roja qiyametê dixwaze ku zarokên xwe, jina xwe û birayê xwe, ocax û malbata ku ji hev çêbûne, çi qas kesên ku li ser erdê hene jî tevekan gorî xwe bike da ku paşê ew rizgar bibe.

Sureya Me’aricê 70:11-14

Zilamê ehmeq ê di Sureya Me’aricê de li yekî digere da ku wî xelas bike, lê nabîne. Ew li xelaskerekî digere da ku wî xelas bike ji ‘Cezayê wê Rojê’ – Roja Darizandinê. Zarokên wî, jina wî, birayên wî û hemû kesên din ên li ser rûyê dinyayê nikarin wî xelas bikin. Ew nikarin wî xelas bikin, ji ber ku ew ê jî Cezayê xwe bikişînin.

Eyûb zilamekî durist bû, lê wî dizanî ku pêxwîstiya wî bi xelaskerekî heye di wê Rojê de. Digel wan hemû belayên ku bi serê wî de hatibûn, wî baweriya xwe bi wî xelaskerî dianî. Ji ber ku Tewratê ragihandibû ku berdêla her gunehî mirin e, xelasker diviya berdêl bi canê xwe bidaya. Eyûb dizanî ku xelaskerê wî ‘di dawiyê de wê were dinyayê’. ‘Xelaskerê’ Eyûb kî bû? Tekane kesê ku miriye, lê piştre vejiyaye û dîsa li dinyayê vegeriyaye Pêxember Îsa Mesîh (AS) e. Ew tekane kes e ku dikare berdêla Ceza (Mirinê) bide, lê ‘di dawiyê de dîsa vegere ser rûyê dinyayê’.

Heke zilamekî wekî Eyûb ê durist pêwîstî bi xelaskerekî dibîne ji bo xwe, nexwe çi qasî pêwîstiya me bi xelaskerekî heye ji bo berdêldayîna cezayê me. Heke zilamekî xwedî taybetmendiyên baş ên di Beyyîne û Esirê de pêwîstî bi xelaskerekî dibîne, nexwe em ê çi bikin? De em nebin wekî zilamê ehmeq ê di Sureya Me’aricê de ku heta Roja Dawî disekine û wekî dînan li kesekî ku bikaribe wî ji cezayê wî xelas dike digere. Fêm bikin ji niha de bê çawa Pêxember Îsa Mesîh dikare we xelas bike, wekî ku Pêxember Eyûb pêşbînî kiriye.

Di dawiya pirtûkê de, Eyûb rastî XUDAN tê (li vir) û bextê wî yê baş dîsa li wî vedigere (li vir).

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *