Home » Mesîh: Ji bo hikimkirinê tê… yan ji bo ku ‘were kuştin’?

Mesîh: Ji bo hikimkirinê tê… yan ji bo ku ‘were kuştin’?

  • by

Di gotara xwe ya dawî de me dîtibû bê pêxember çawa nîşaneyan didin bi pêşbînîkirina navê Mesîh (pêşbînî Îsa bû) û pêşbîniyan dikin ji bo dema hatina wî. Ew kehanetên spesifîk yên newaze ne, berî hatina Îsa (Mesîh – AS) bi sedan salan hatine nivîsandin û qeydkirin û wan ew bi awayekî rast pêşbînî kiriye. Ev kehanet hatine nivîsandin û ew hê jî li wir in(!), di nivîsarên Cihûyan de ne – ne di Încîlê yan jî Quranê de ne. Pirsa ku di serê me de çêdibe ew e ku çima gelê Cihû Îsa (Mesîh) wekî Mesîh qebûl nedikir û hê jî (bi piranî) qebûl nakin digel ku ew di kitêba wan de hatiye nivîsandin.

Berî ku em li vê pirsê binêrin, divê ez diyar bikim ku pirskirina pirsê bi vî awayê ku min kir ne awayekî rast e. Gelek Cihûyên di dema jiyana Îsa (AS) de ew wekî Mesîh qebûl dikir. Her wiha îro jî gelek kes hene ku wî wekî Mesîh qebûl dikin. Lê di rastiya xwe de, wekî netewe, ew wî qebûl nakin. Lê çima?

Gelo Cihû çima Îsa (AS) wekî Mesîh qebûl nakin?

Încîla Metta serpêhatiyeke di navbera Îsa (AS) û alimên dînî yên Cihû (yên bi navê Farisî û Sadûkî – ku xwedî roleke îmamên di roja me de bûn) de dinivîse. Wan ji bo ku zora wî bibin pirseke xapînok jê kiriye û va ye Îsa ev bersiv daye:

Îsa li wan vegerand û got: “Hûn xelet in, ji ber ku hûn ne bi nivîsaran dizanin, ne jî bi hêza Xwedê.

Metta 22:29

Ev bersiv delîleke girîng dide me. Digel ku ew kes pêşeng bûn û wan Tewrat û Zebûr hînî mirovan dikir, Îsa ew bi bi nezanîna nivîsarên pîroz û nezanîna hêza Xwedê îtham kirin. Qesta wî ji vê yekê çi bû? Çawa dibe ku alim bi ‘nivîsarên pîroz’ nizanibin?

Cihûyan bi HEMÛ nivîsarên pîroz nedizanî

Heke hûn li ser axaftinên aliman ên der barê Tewrat û Zebûrê de bixebitin, hûn ê bibînin ku haya wan bi tenê ji hin kehanetan heye – û haya wan ji yên din nîn e. Îcar me dît, wekî mînak, di Nîşaneya Kurê Bakîreyê de, ku alim bi kehaneta ku Mesîh wê ji Beytlehemê were dizanin. Va ye ayeta ku aliman ji nava Qanûnê girtiye û ji Padîşah Herod re gotiye li ser jidayîkbûna Îsa da ku nîşan bidin bê Mesîh wê li ku ji dayîk bibe:

Lê tu, Beytlehem Efrata, digel ku tu biçûk î di nav qebîleyên Cihûda de, kesê ku wê li ser navê min hikimdariyê li Îsraîlê wê ji te derkeve. Binyata wî digihîje berê yên destpêka demê.

Mîka 5:2

Hûn ê bibînin ku ew dizanin bi ayeta ku behsa Îsa (Mesîh – binêrin li vir ji bo hûn bizanin bê çima ev têgih heman in) dike, her wiha ev ayet ji wî re dibêje ‘hikimdar’. Ayeteke din a ku ji aliyê alimên Cihû ve baş dihat zanîn Mezmûr 2 ye ku îlhamgirtî ye ji aliyê Dawid (AS) ve û pêşî danasîna sernavê ‘Christ’ dike û dibêje ‘Christ’ wê wekî Padîşah li Siyonê (=Orşelîm an jî El Quds) were avakirin çawa ku di vê ayetê de xuya dike.

Padîşahên cîhanê radibin ser lingan … li hember Xwedê û Mesîhê wî … Ji textê ezmanan dikene bi wan, şa dibe Xweda bi kirina wan… dibêje, “Ez im, yê ku da rûniştandin Padîşahê xwe li Siyonê li ser çiyayê pîroz …

Mezmûr 2 ya Zebûrê

Alimên Cihû gelekî baş hay ji van ayetên Zebûrê yên li jêr hebû.

Ey Xweda, … Ji bo xatirê xulamê xwe Dawid, Mesîhê xwe red neke. Xweda bi piştrastî ji Dawid re sond xwar, sondeke teqez ku ew ê jê venegere: “Ez ê yekî ji nîjada te, li ser textê te bidim rûniştin— …  “Ez ê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim, çirayekê ji bo Mesîhê xwe saz bikim.

Mezmûr 132: 10-18 a Zebûrê

Cihû bi hêza Xwedê nizanin ji ber ku wê bi mantiqê xwe bi sînor dikin

Ew bi hin ayetên, bi hemû ayetên ku aliyekî nîşan didin – yên ku dibêjin Mesîh wê bi hêzê hikimdariyê bike- dizanin. Ji bîr nekin ku di wextê Îsa (AS) de Cihû di bin hikmê dagirkeriya Romayê ya li Îsraîlê de dijiyan (li vir binêrin ji bo dîroka Cihûyan) û wan bi tenê yek cure Mesîh dixwest. Wan Mesîhek dixwest ku were ser hikim, Romayiyan biqewirîne û Padîşahiya xurt a ku Padîşah Dawid berî 1000 salî damezirandibû (binêrin li vir ji bo paşxaneya Padîşah Dawid) damezirîne. Wan dixwest bibin xwedî Mesîhekî li gorî daxwazên wan li şûna plana Xwedê û vê daxwazê nehiştiye ew li ser hemû nivîsarên pîroz bixebitin.

Piştre wan mantiqê xwe yê mirovî ji bo bisînorkirina hêza Xwedê bi kar anî. Kehanet dibêjin ku Mesîh wê hikmî Orşelîmê bike. Îsa bi hêza ji Orşelîmê hikimdarî nekir. Lewma nabe ku ew Mesîh be! Ew mantikeqî basît bû. Wan hêza Xwedê bi sînor kir bi hepiskirina Wî ya di nava rastiya xwe û mantiqê mirovî de.

Cihûyan heta îro jî bi gelemperî kehanetên Zebûrê nizanin. Digel ku ew di kitêba wan a bi navê Tanah (=Tewrat + Zebûr) de ye. Heke ew tiştekî bixwînin jî ew bi tenê Tewratê dixwînin. Ew guh nadin fermanên Xwedê yê ku dibêjin divê Hemû nivîsarên pîroz werin zanîn, lewma ew guh nadin kehanetên din û Xwedê bi mantiqê xwe yê mirovî bi sînor dikin û dibêjin Mesîh divê hikim bike, Îsa hikim nekir, lewma ew ne Mesîh e. Mesele qediya! Hewce nake mijar were lêkolînkirin! Heta îro jî piraniya Cihûyan bi berfirehî li mijarê nenihêriye.

Mesîh: Wê were ji bo ku … ‘were kuştin’

Lê heke wan lêkolîn li ser li nivîsarên pîroz bikira, ew ê hînî tiştê ku em ê niha hîn bibin bibûna. Di gotara dawî de, me dît ku pêxember Danîel (AS) wextê hatina Mesîh bi awayekî rast pêşbînî kiriye. Lê niha bala xwe bidin tiştekî din ê ku wî li ser Mesîh (=Yê Meshkirî=Mesîh=Christ) gotiye.

Îcar bizanibe û fêm bike. Ji dema ku emrê jinûveavakirina Orşelîmê derketiye, heta ku serwerê kifşkirî were, wê heft caran heft dem derbas bibin. Wê di nav şêst û du heft deman de, Orşelîm ji nû ve bi kuçe û xendekên xwe ve bê avakirin. Lê wê ev di dema tengasiyê de çêbe. Di dawiya şêst û du heft deman de, kesê kifşkirî wê bê kuştin û wê piştgirên wî tune bin. Gelê serokê nûhatî, wê bajar û Pîrozgehê wêran bike. Wê dawiyeke wekî tofanê pêk were û wê şer jî heta dawiyê bidome. Biryara wêrankirinê jî hatiye dayîn.

Danîel 9:25-26

Bala xwe bidin gotinên Danîel ên ku li ser dema hatina Mesîh gotine. Gelo Danîel pêşbînî dike ku Mesîh wê hikimdariyê bike? Gelo dibêje ku ew ê here ser textê pêşiyê xwe Dawid û ew ê dagirkeriya Romayê bi dawî bike? Na! Di rastiya xwe de ew dibêje, bi zelalî dibêje ku Mesîh wê were kuştin û wê nebe xwediyê tiştekî’. Piştre ew dibêje ku mirovên biyan wê perestehê (Perestgeha Cihûtiyê) û bajar (Orşelîm) rûxînin û ew ê bê terkkirin. Heke hûn li dîroka Îsraîliyan binêrin, hûn ê bibînin ku ev yek pêk hatiye. Çil salî piştî çûyîna Îsa Romayî hatin, Perestgeh şewitandin, bajarê Orşelîmê xera kirin û Cihû li çar aliyên dinyayê belav kirin da ku ew ji welatê xwe werin dûr bikevin. Ev bûyer di sala 70’yî PZ de pêk hatin tam li gorî kehaneta ku Danîel li derdora 537 BZ kiribû û beriya wî jî ew yek hatibû pêşbînîkirin ji aliyê Pêxember Mûsa (AS) ve di Naletan de.

Yanî Danîel pêşbînî kiriye ku Mesîh wê hikimdariyê neke! Li şûna wê ew ê ‘were kuştin û nebe xwediyê tiştekî’. Alimên Cihûyan ev nedidît, ji ber ku wan bi ‘nivîsarên pîroz’ nedizanî. Lê vê yekê problemeke din derxist. Di navbera kehaneta Danîel (‘wê were kuştin’) û ya ku Cihû dizanin (Mesîh wê hikim bike) de nakokiyek heye? Ji ber ku heke hemû pêxember ji Xwedê peyaman digirin, diviya ew hemû rast derketina çawa ku bi taybetî hatiye gotin ji aliyê Mûsa (AS) ve di Tewratê de. Ew ê çawa mimkun be ku Mesîh hem were kuştin hem jî ew ê hikim bike? Wer dixuye ku mantiqê wan ê mirovî ‘hêza Xwedê’ nedaye ber çav.

Nakokiya di navbera ‘Hikim kirin’ û ‘Hatin kuştinê’ de tê çareserkirin

Lê helbet mantiqê wan ji hêza Xwedê ne bihêztir bû. Wan bi awayekî basît, bi awayê ku em mirov dikin, bîr nedibir ku texmînekê bikin. Wan ferz dikir ku Mesîh wê bi tenê carekê were. Heke rewş bi wî awayî bûya, nexwe bi rastî jî wê nakokiyek di navbera hikimkirina Mesîh û ‘kuştina’ wî de hebûya. Bi vî awayî wan hêza Xwedê di nava hişê xwe de bi sînor dikir ji ber mantiqê xwe, lê di dawiyê de tiştê ku xelet bû mantiqê wan bi xwe bû. Mesîh wê du caran bihata. Di hatina yekemîn de wî yê kehaneta ‘kuştina xwe û nebûna xwedî tiştekî’ pêk bianiya, lê di hatina duyemîn de wê kehaneta ‘hikimkirinê’ pêk bianiya. Ji vê perspektîfê ve ‘nakokî’ bi hêsanî tê çareserkirin.

Em bi xwe jî HEMÛ nivîsarên pîroz nadin ber çav û hêza Xwedê bi sînor dikin?

Îcar wateya ‘wê bê kuştin û nebe xwedî tiştekî’ çi ye? Em ê gaveke din li vê pirsê binêrin, lê niha dibe ku bikêrtir be ku em lê bifikirin bê çawa nîşane ji ber çavê Cihûyan reviyane. Me jixwe du sedem dîtibûn bê çima Cihûyan nîşaneyên Mesîh nedîtine. Her wiha sedemeke sêyemîn jî heye ku ji bo me di Încîla Yûhenna de hatiye qeydkirin û behsa axaftineke din a di navbera Îsa (AS) û alimên dînî dike û ew ji wan re dibêje:

 Hûn li Nivîsarên Pîroz dikolin, ji ber ku li gorî bîr û baweriya we jiyana we ya herheyî di wan de ye û yên ku şahidiya min dikin jî ew in, lê hûn naxwazin bên ba min da ku jiyana we hebe. Ez rûmeta ku ji mirov tê naxwazim, lê ez bi we dizanim. Ez dizanim ku di dilê we de hezkirina Xwedê tune ye. Ez bi navê Bavê xwe hatim û hûn min qebûl nakin; eger yekî din bi navê xwe bê, hûn ê wî qebûl bikin. Hûn ên ku rûmetê didin hev û li rûmeta ku ji Xwedayê bi tenê tê nagerin, hûn çawa dikarin bawer bikin?

Yûhenna 5:39-40,44

Bi gotineke din, sedema sêyemîn a ku nîşaneyên Mesîh ji ber çavên Cihûyan reviyane ew e ku wan ‘nedixwest’ qebûl bikin, ji ber ku wan bêtir dixwest xwe bi hev du bidin qebûlkirin, ne ku xwe bi Xwedê bidin qebûlkirin!

Cihû ji mirovên din bêtir ne jirêderketî û serhişk in. Jixwe ji bo me hêsan e ku em rûnin û wan darizînin ji ber nedîtina nîşaneyên ku Îsa wek Mesîh nîşan didin. Lê berî ku em tiliya xwe bi wan de bikin, belkî divê em pêşî li xwe binêrin. Gelo em dikarin bi duristî bibêjin ku em bi “hemû nivîsarên pîroz’ dizanin? Gelo em jî wekî Cihûyan bi tenê li nivîsarên pîroz ên bi dilê xwe, hêsan û fambar nanêrin? Em jî carinan bi mantiqê xwe yê mirovî hêza Xwedê di hişê xwe de bi sînor nakin? Yan jî em jî carinan qebûlkirina nivîsarên pîroz red nakin, ji ber ku em bêtir guh didin fikra kesên dikin li şûna ku em guh bidin gotinên Xwedê?

Awayê ku nîşane ji ber çavê Cihûyan reviyane divê ji me re bibe hişyariyek. Divê em xwe bi nivîsarên pîroz ên ku em dizanin û kêfa me ji wan re tê bi sînor nekin. Divê em hêza Xwedê bi mantiqê xwe yê mirovî bi sînor nekin. Divê em qebûlkirina tiştên ku nivîsarên pîroz hîn dikin red nekin. Bi guhdayîna van hişyariyên ku bi me didin zanîn bê nîşaneyên Mesîhê ku wê were çawa ji ber çavên Cihûyan reviyane, êdî em ê hatina kesekî girîng – Xulam fêm bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *