Skip to content
Home » Tewrat bi Pîrozîkirin & Naletan Bi Dawî Dibe

Tewrat bi Pîrozîkirin & Naletan Bi Dawî Dibe

  • by

Di nivîsa xwe ya dawî de me standardên ku Xwedê ji bo tespîtkirina pêxemberên rastîn dabûn dîtin – ew ê ji siberojê xeber bidin wekî parçeyekî peyama xwe. Pêxember Mûsa (AS) bi xwe ev qayîde anîbû cih – bi pêşbîniya li ser siberoja Îsraîliyan – ew ê ku divê peyama wî rast derkeve, heke ji bal Xwedê be. Pêşbînî ew bûn ku Nalet û Pîrozîkirin wê bi ser Îsraîliyan de bên. Hûn dikarin tevahiya Pîrozîkirin û Naletan ji vir bixwînin. Xalên sereke li jêr in.

Pîrozîkirina Mûsa

Pêxember Mûsa (AS) bi teswîrkirina pîrozîkirinên newaze dest pê dike û dibêje heke Îsraîlî bi ya Fermanan bikin, ew ê wan bigirin. Ev pîrozîkirin wê li ber çavên neteweyên din jî pêk werin da ku ew jî pîrozîkirina wî fêm bikin. Çawa ku hatiye nivîsîn

Hemû neteweyên li ser rûyê erdê wê bibînin ku em aîdî Xwedê ne.

Tesniye 28:10

Her wiha, heke ew bi ya Fermanan nekin, hingê ew ê Naletan bigirin û ew ê berevajî Pîrozîkirinan bin. Nalet wê neynikekê li Pîrozîkirinan bigirin û li wan werin. Ev nalet jî wê bên dîtin ji aliyê neteweyên li derdorê ve.

Neteweyên ku Xwedayê we wê we bişîne nav wan, wê ji tiştên ku wê werin sere we xofê bigirin; ew ê we biçûk bibînin û henekên xwe bi we bikin.

Tesniye 28:37

Û Nalet wê ji bo Îsraîliyan bi xwe be.

Ev nalet wê heta hetayê ji bo we û ziriyeta we weke nîşaneyek û bûyereke îbret bimîne.

Tesniye 28:46

Û Xwedê hişyarî da ku beşa herî xerab a Naletê ew e ku wê ji xelqê were.

Xweda wê ji aliyê din ê dinyayê neteweyekê binî hemberî we ku ew ê weke teyrekî bi ser we de bigire, neteweyeke ku hûn ê zimanê wê fêm nekin, neteweyeke tirsîner a ku wê rêzê ji bo pîr û kalên we û zarokên we negire. Ew ê çêlikên heywanên we û berê erdê we bixwin heta ku hûn helak bibin. Ew ê ne zad ji we re bihêlin, ne şerabê bihêlin ne jî rûnê zeytê bihêlin, ne golikên dewarên we bihêlin, ne jî berxikên pezê we bihêlin heta ku hûn tune bibin. Ew ê hemû bajarên li seranserê welatê we dorpêç bikin heta ku dîwarên saxlem û bilind ên ku hûn bi wan bawer in hilweşin. Ew ê hemû bajarên li seranserê welatê we yên ku Xwedê dane we dorpêç bikin.

Tesniye 28:49-52

Û her ku diçe ew ê xerabtir bibe

Çawa ku dilxweşkirin we û zêdekirina we Xweda kêfxweş kiribe, helakkirina we jî wê Wî kêfxweş bike. Hûn ê ji erdê ku hûn ji bo çêkirina mal û milk biçinê werin derxistin.

Piştre Xweda wê we li nav hemû neteweyan belav bike, ji wî aliyê dinyayê heta aliyê din.  Hûn ê bi xwedayên din biperizin – xwedayên ji dar û keviran, ên ku ne hûn nas dikin ne jî bav û kalên we nas dikirin. Di nav wan neteweyan de hûn ê tu rehetiyê nebînin, hûn ê cihekî aram nebînin ji bo bêhnvedanê. Li wê derê Xweda wê hişekî nerehet, çavên bihesret û westiyayî û dilekî bêhêvî bide we.  

Tesniye 28:63-65

Ev Pîrozîkirin û Nalet bi peymanekê hatibûn lêkirin

Hûn li vir in da ku bikevin nav peymana bi Xwedayê xwe re, peymaneke ku Xweda îro bi we re çêdike û bi sondekê mohr dike, da ku îro we wekî mirovên xwe diyar bike û çawa ku ji we re gotiye, li gorî soza ku daye pêşiyên we Îbrahîm, Îsheq û Yaqûb, bibe Xwedê we. Ez vê peymanê çêdikim bi sondxwarinê, ne bi tenê bi we re yên ku li vir disekinin li pêşberî Xwedayê me, her wiha bi wan kesan re ku îro ne li vir in.

Tesniye 29:12-15

Bi gotineke din ev peyman wê zarokên we û nifşê siberojê jî bigire nav xwe. A rast ev peyman rasterast ji bo nifşên siberojê bû – hem ên Îsraîliyan hem jî yên biyaniyan.

Xweda wê wan ji nav hemû qebileyên Îsraîliyan derxe ji bo karesatê, li gorî hemû naletên peymanê yên di vê Pirtûka Şerîetê de hatine nivîsandin.

Zarokên we yên ku li pey we tên wekî nifşên nû û biyaniyên ku ji welatên dûr tên wê felaketên ku bi ser welatê we de hatine û nexweşiyên ku Xwedê dane bibînin. Tevahiya erd wê bişewite û bibe xwê û kukurd – tu tişt wê neyê çandin, tu tişt wê hêşîn nebe, tu sebze wê lê çênebin. Ew ê bibe karesateke wekî ya Sodom û Gomorahê, Admah û Zeboyimê yên ku Xwedê xezeba xwe li wan barandibû. Hemû netewe wê bibêjin: “Çima Xwedê ev yek bi vî welatî kir? Çima ev hêrs, çima ev xezeb?”

Û bersiv wê ev be: “Ji ber ku mirovên wî terka peymana Xwedê kirin, Xwedayê bav û kalên wan, peymana ku Wî bi wan re çêkiribû dema ku Wî ew ji Misirê derxistin. Ew derketin û çûn bi xwedayên din perizîn û li ber wan bejna xwe tewandin, xwedayên ku wan nas nedikirin, xwedayên ku ji wan re nehatibûn dayîn. Ji ber vê yekê Xwedê xezeba xwe li vî welatî kir, ji ber vê yekê wî hemû naletên di vê pirtûkê de bi ser de anîn.

Tesniye 29:21-27

Pîrozîkirin û Naletên Mûsa derbas bûn?

Pîroziyên hatibûn wehdkirin pir xweş bûn, lê Naletên wek tehdît hatibûn gotin jî dijwar bûn. Her wiha, pirsa herî girîng a ku em dikarin bipirsin ev e: “Ew tişt pêk tên?” Di bersiva xwe de em ê bibînin bê Mûsa pêxemberekî rast bûye yan na û em ê ji bo jiyanên xwe rêberiyê bi dest bixin.

Bersiv di kefa destê me de ye. Piraniya Peymana Kevn a Kitêba Pîroz qeyda dîroka Îsraîliyan e û ji wê em dikarin bibînin bê çi diqewime. Her wiha di destê me de qeydên derveyî Peymana Kevin jî hene, ji dîrozanên Cihû yên mîna Josephus, Graeco – dîrokzanên Romayî yên mîna Tacîtus û gelek bîrdariyên arkeolojîk me peyda kirine. Ev hemû çavkanî hemfikir in û wêneyekî temamker ê dîroka Îsraîliyan in. Ev Nîşaneyeke din e ji bo me. Li vir dîmenekî giştî yê dîroka Îsraîliyan ê bi tabloya demê heye ku wê alîkariya me bike ji bo ku em baştir bibînin bê çi bûye di dîrokê de.

Em ji vê dîrokê çi dibînin? Belê, bi rastî Naletên Mûsa her çi qasî berbat bin jî ew pêk hatin – bi awayê ku berî hezar salan hatibûn nivîsandin – berî ku ew hemû pêk werin. (Ji bîr nekin ku ev pêşbînî ne piştî ku ew pêk hatin, berî ku ew pêk werin hatine nivîsandin).

Lê Naleta Mûsa hê bi dawî nehatiye. Ew hê didome. Mûsa (AS) dawiya van naletan bi vî awayî bir serî.

Dema ku ev hemû pîrozîkirin û nalet bi serê we de hatin, li nav neteweyên ku Xwedayê we hûn li nav wan belav kirine ev ê werin bîra we, û dema ku hûn û zarokên we li Xwedayê xwe vegeriyan û we ji Wî re îtaet kir ji dil û can bi awayê ku min li we ferman kiriye, Xwedayê we wê qedera we dîsa rast bike û ew ê li we were rehmê û we dîsa bide hev ji nav hemû neteweyên ku hûn li nav wan belav kirine. Heke hûn sirgûnî welatekî gelekî dûr ê di bin esman de kiribin jî, Xwedayê we wê we ji wê derê bide hev û bi paş de bîne. Ew ê we bîne welatê ku aîdî bav û kalên we ye û ew ê we bike xwediyê wî. Ew ê xweşiyê bide we û we ji bav û kalên we zêdetir bike.

Tesniye 30:1-5

Pirseke barîz a ku divê (dîsa) pirsîn: Ew pêk hatin? Vir bitikînin da ku hûn dûmahîka dîroka wan bibînin.

Bidawîbûna Tewratê – Zebûra çavlirê

Bi van Pîrozîkirin û Naletan, Tewrat bi dawî dibe. Pêxember Mûsa (AS) piştî ku ew temam dibe bi demeke kurt dimire. Piştre Îsraîlî digel peyhatiyê Mûsa  -Yeşûa- dikevin Welat. Çawa ku di Dîroka Îsraîliyan de tê ravekirin, ew li wir dijîn bêyî Padîşahekî û bêyî paytextekê dijîn heta ku Padîşahê mezin Dawid tê ser hikim. Ew beşeke nû ya Peymana Kevin dide destpêkirin ku di Quranê de jî ew wekî Zebûr tê erêkirin. Divê em Zebûrê fêm bikin, ji ber ku ew Nîşaneyên ku di Tewratê de dest pê kirine didomîne – ku em ê bi saya wan Încîlê fêm bikin. Piştre em ê bibînin bê çawa Quran û Îsa Mesîh behsa Dawid (AS) û Zebûrê dikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *