Skip to content


Bereket

1 “Heke hûn baş guhê xwe bidin dengê Xwedayê xwe Xudan û hemû emrên wî yên ku îro ez li we dikim pêk bînin, wê Xwedayê we Xudan we ji hemû miletên dinyayê bilindtir bike. 2Heke hûn guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin, wê tevahiya van bereketan bi ser we de were û we dorpêç bike:

3“Tê li bajêr û zeviyê bêyî bereketkirin.

4“Wê berê bedena te, berê axa te, berê heywanên te, golikên dewarên te, karik û berxikên pezê te bên bereketkirin.

5“Wê selika te û teşta te ya hevîrê bê bereketkirin.

6“Gava bikevî hundir, gava derkevî derve jî tê bêyî bereketkirin.

7“Wê Xudan dijminên te yên li dijî te rabûne li ber te bide şikandin. Wê di riyekê de derkevin pêşiya te, lê wê di heft riyan de ji ber te birevin.

8“Wê li embarên te û her keda destê te de, wê Xudan bereketê bide te. Wê Xwedayê te Xudan li welatê ku ew dide te, te bereket bike.

9“Heke tu emrên Xwedayê xwe Xudan pêk bînî û di riyên wî de bimeşî, çawa ku Xudan ji te re sond xwariye, wê te bike miletekî pîroz û ava bike. 10Wê hemû gelên dinyayê bibînin ku ew gel tu yî ku bi navê Xudan gazî te dikin. Loma wê ji te bitirsin. 11Li welatê ku Xudan ji bav û kalên te re sond xwar û da te, wê Xudan te bigihîjîne firehiyê û wê berê bedena te, berê heywanên te û berê axa te zêde be. 12Wê Xudan ezmanan ango xezîneya xwe ya qenciyê ji te re veke ku baranê di wextê xwe de bide û hemû keda destê te bereket bike. Tê bi deyn bidî gelek miletan, lê bi deyn nestînî. 13Heke tu guhdariya emrên Xwedayê xwe Xudan ên ku îro ez ji te re dibêjim baş pêk bînî, wê Xudan te neke dûvik, lê bike serî. Tê ne di binî de, lê tenê di serî de bî. 14Heke ji emrên îro ez li te dikim bi milê çep û rastê ve averê nebî û li pey îlahan neçî, tê wisa bî.

Nalet

15“Lê heke hûn guh nedin dengê Xwedayê xwe Xudan, heke hûn hemû emir û qanûnên wî yên ez îro li we emir dikim pêk neyînin, wê tevahiya van naletan bi ser we de bên û we dorpêç bike:

16“Tê li bajêr û zeviyê bêyî naletkirin.

17“Wê selika te û teşta te ya hevîrê bê naletkirin.

18“Wê berê bedena te, berê axa te, golikên dewarên te, karik û berxikên pezê te bên naletkirin.

19“Gava bikevî hundir, gava derkevî derve jî tê bêyî naletkirin.

20“Ji ber ku te bi her karê destê xwe yên xerab dev ji Xudan berda, heta tu helak û tune bî, wê Xudan naletê, tirsa mezin û neserketinê bi ser te de bîne. 21Wê Xudan bike ku kul li ser te bimîne û te ji welatê ku ji bo tu ji xwe re bikî milk heriyê, biqedîne. 22Wê Xudan bi weremê, bi tayê, bi kêmê, bi kelakela germê, bi xelayê, bi bayê beriyê, bi kifikê li te bixe û heta tu tune bibî, wê ev li pey te werin. 23Wê ezmanên li ser serê te bibin tûnc, axa di bin te de jî bibe hesin. 24Wê Xudan barana welatê te bike toz û heta tu tune bî, wê tenê xwelî ji ezmanan bi ser te de bibare.

25“Wê Xudan te li ber dijminên te bide şikandin. Tê di riyekê de derkevî pêşiya wan, lê tê di heft riyan de ji ber wan birevî. Tê ji bo hemû padîşahiyên dinyayê bibî mijareke sawê. 26Wê cendekên te ji hemû teyrên ezmanan û heywanên erdê re bibin xurek. Wê tu kes wan ji ser te nede revandin. 27Wê Xudan bi kunêrên Misrê, kunêrên din, xur û gurîtî li te bixe û wê ev nexweşî baş nebin. 28Wê Xudan te bi dînîtî, korîtî û şaşbûnê ceza bike. 29Çawa ku kesên kor di tariyê de bi dest û lepan bimeşin, tê nava rojê wisa bimeşî û di riyên xwe de bi ser nekevî. Wê herdem zor li te bê kirin, tê bêyî şelandin û wê tu kes te rizgar neke.

30“Tê bi keçikekê re dergistî bî lê wê zilamekî din pê re razê. Tê xanî ava bikî lê tê de rûnenî. Tê rez deynî lê berê wî nexwî. 31Wê li ber çavê te gayê te bê serjêkirin lê tê jê nexwî. Wê kerê te li ber te bê şelandin lê wê li te venegere. Wê dewarên te bidin dijminên te lê wê tu kes te rizgar neke. 32Li ber çavê te wê kur û keçên te bidin miletekî din. Tê her roj bêriya wan bikî, lê wê ronahî di çavê te de nemîne û wê tiştek ji destê te neyê. 33Wê miletekî ji bo te nenas berê axa te û hemû keda te bixwe. Wê herdem zor li te bê kirin û tê bêyî şikandin. 34Ji ber ya ku te bi çavên xwe dîtiye, tê dîn bibî. 35Wê Xudan ji serê te heta binê lingê te bi kunêrên xerab li te bixe ku şifa jê re tuneye.

36“Wê Xudan te û padîşahê ku te daniye ser serê xwe, bajo nav miletekî ku tu û bav û kalên te nizanin. Tê li wir xulamiya îlahên darîn û kevirîn bikî. 37Di nav miletên ku wê Xudan te bajo nav wan de, ji ber tişta hatiye serê te, tê bibî mijar û meselokên sawê û tinazkirinê.

38“Tê gelekî tov bireşînî zeviyê, lê kêm hilînî. Çimkî wê kulî bixwin. 39Tê rezan deynî û bikezixînî, lê tê ne şerabê vexwî, ne jî tirî berhev bikî. Çimkî wê kurm lê bixe. 40Wê li seranserê welatê te darzeytûn hebin, lê tê rûnê zeytê li xwe nedî. Çimkî wê berê zeytûnên te bikeve bin daran. 41Wê kur û keçên te hebin, lê wê ne li ba te bin. Çimkî wê bên sirgûnkirin. 42Wê kulî hemû darên te û berê axa te bixwin.

43“Wê xerîbên nav te ji te gelekî bilindtir bin û bi ser te bikevin, lê tê gelekî nizim bibî. 44Wê bi deyn bidin te, lê tê bi deyn nedî wan. Wê bibin serî, lê tê bibî dûvik.

45“Wê tevahiya van naletan bên ser te, heta tu helak bibî wê bidin pey te û bigihîjin te. Çimkî te guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir, te emir û qanûnên da te, pêk neanîn. 46Wê ev nalet, wekî nîşan û kerametan her û her li ser te û ziriyeta te bimînin. 47Ji ber ku te ji bo zêdebûna her tiştî bi kêf û şahî xulamiya Xwedayê xwe Xudan nekir, 48tê ji dijminên ku Xudan bi ser te şandin re, bi tîbûnê, birçîbûnê, tazîbûnê û bi nebûna her tiştî xulamiyê bikî. Heta ew te helak bike, wê nîrê hesin li ser stûyê te be.

49“Wê Xudan ji dûrî, ji binê dinyayê miletekî ku tu ji zimanê wî fêm nakî, wekî teyrê baz bi ser te de bîne. 50Wê miletekî zalim were ku li ber rîspiyan nakeve û dilê wî bi zarokan naşewite. 51Heta ew te helak bike, wê berê heywanên te û berê axa te bixwe. Heta ew te tune bike, wê dexil, şeraba nû û rûnê zeytê, karik û golikên heywanên te, karik û berxikên pezê te nehêle. 52Heta dîwar û sûrên bilind ên ku tu pê ewle yî hilweşin, wê te di hemû bajarên te de dorpêç bike. Wê li seranserê welêt, li hemû bajarên te, te dorpêç bike ku Xwedayê te Xudan dane te.

53“Di bin vê dorpêça ku dijminê tu xistî tengasiyê de, tê berê bedena xwe, goştê kur û keçên xwe yên ku Xwedayê te Xudan daye te, bixwî. 54Wê çavê mirovê herî nazik û nazdar ê nav te jî li dijî birayê xwe, li dijî jina paşila xwe û li dijî zarokên xwe yên mayî xerab be. 55Di vê dorpêça ku dijmin li hemû bajarên te tu xistî tengasiyê de, wê ew kes ji ber nebûna her tiştî, goştê zarokên xwe bixwe û bi kesî re parve neke. 56Jina herî nazik û nazdar a ku ji nazikî û nazdariya xwe hîn nebûye binê lingê xwe deyne erdê, wê bi çavekî xerab li mêrê paşila xwe, kur û keça xwe binêre. 57Wê çav berde navik û zarokên ji zikê wê hatine. Çimkî ji ber nebûna her tiştî û tengasiya dorpêça dijmin a li ser bajarên te, wê wan bi dizî bixwe.

58“Heke tu hemû gotinên vê Şerîetê yên di vê nivîsê de hatine nivîsandin pêk neyinî û ji navê Xwedayê xwe Xudan ê bi rûmet û heybet netirsî, 59wê Xudan bi belayên tirsdar û bêdawî û bi nexweşiyên giran û bêdawî li te û li ziriyeta te bixe. 60Wê hemû nexweşiyên Misrê yên tu jê ditirsî vegerîne ser te û wê li ser te bimînin. 61Heta tu helak bibî, wê Xudan her nexweşî û belayên ku di vê Nivîsa Şerîetê de nenivîsandine jî bîne serê te.

62“Tevî ku hûn bi qasî stêrên ezmanan zêde jî bûn, hûnê kêm bibin. Çimkî te guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan. 63Wê wisa bibe ku çawa Xudan bi qenckirin û zêdekirina we şa bû, wê di tunekirin û helakirin we de jî ewqas şa bibe. Hûnê ji ser wê axa ji bo ku ji xwe re bikin milk diçinê, bên rakirin û avêtin.

64“Wê Xudan te ji serê dinyayê heta binê dinyayê di nav hemû gelan de belav bike. Tê li wir xulamiya îlahên dar û keviran bikî ku tu û bav û kalên te nizanin. 65Tê di nav wan miletan de rihetiyê nebînî. Wê ji bo binê lingê te cihê bêhnvedanê tunebe. Wê Xudan li wir dilekî tirsonek, çavên bêhêvî û canekî çilmisî bide te. 66Wê jiyana te bi tayekî ve girêdayî be. Tê bi şev û roj bitirsî û bi jiyana xwe ewle nebî. 67Ji ber tirsa dilê xwe û tiştên çavê te dibîne, serê sibê tê bêjî: ‘Xwezî êvar bûya!’ û êvarê jî tê bêjî: ‘Xwezî serê sibê bûya!’ 68Di wê riya ku min ji te re got tê careke din nebînî de, wê dîsa Xudan te bi gemiyan vegerîne Misrê. Tê xwe ji dijminên xwe re wekî xulam û xadiman derxî ber firotinê, lê kesê te bikire wê tunebe.”

Nûkirina peymanê

1 Ji xeynî peymana Xudan ku li Horêvê bi gelê Îsraîl re çêkiribû, gotinên peymana wî li welatê Moavê li Mûsa emir kiribû ev in:

2 Mûsa gazî hemû Îsraîliyan kir û ji wan re got: “We bi çavên xwe dît ku Xudan li welatê Misrê çi anî serê Firewn, karmendên wî û welatê wî. 3We bi çavên xwe ew ceribandinên mezin, nîşan û kerametên mezin dîtin. 4Lê heta îro Xudan dilê dizane, çavê dibîne û guhê dibihîze neda we. 5Wî got: ‘Min hûn çil salan li beriyê da meşandin. Kincên we û çaroxa lingên we kevin nebûn. 6We nan nexwar, mey an şerab venexwar. Min ev kir ku hûn bizanibin Xwedayê we Xudan ez im.’

7 “Çaxê em hatin vê derê, Sîhonê Padîşahê Heşbonê û Ogê Padîşahê Başanê rabûn û şerê me kir, lê me ew têk birin. 8Me welatê wan stand û bi milkî da eşîra Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe. 9Ji bo ku hûn di her tiştî de bi ser bikevin, hay jê hebin ku hûn gotinên vê peymanê pêk bînin.

10“Îro hûn hemû li hizûra Xwedayê xwe Xudan disekinin –serekên we, serekên eşîrên we, rîspî û karmendên we, hemû zilamên Îsraîlî, 11zarok û jinên we, xerîbên di konên we de dimînin ku darên we dibirin û ava we dikişînin– 12ku hûn bikevin peymana Xwedayê xwe Xudan ku bi sondê bi we re dike. 13Îro wê we wekî gelê xwe kifş bike û ji we re bibe Xudan, çawa ku ji we re soz da û ji bav û kalên we, Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwariye. 14Ez vê peymanê, bi sondê ne tenê bi we yê ku îro li vir, li hizûra Xwedayê xwe Xudan disekinin re çêdikim, 15ez bi kesên ku îro ne li vir in re jî çêdikim.

16“Hûn bi xwe dizanin ku em li welatê Misrê çawa rûniştin û çawa em di nav miletên din re derbas bûn. 17We kirêtiyên wan û pûtên kirêt ên darîn û kevirîn, zêrîn û zîvîn dîtin ku di nav wan de ne. 18Hay ji xwe hebin ku îro di nav we de, mêr an jin, eşîr an binemal tunebe ku ji bo xulamiya îlahên van miletan, dilê wî ji Xwedayê we Xudan averê dibe. Bila di nav we de kokê jehrî û tehlbûnê tunebe.

19“Bila tu kesê ku gotinên vê sondê dibihîze, xwe pîroz neke û di dilê xwe de nebêje: ‘Tevî ku ez li gorî fikra xwe tevdigerim jî, ez di aştiyê de me.’ Bi vî awayî wê her kes tune bibe. 20Wê Xudan nexwaze kesekî wiha bibexişîne. Wê hêrs û xîreta Xudan wekî dûyê li dijî wî bilind bibe û hemû naletên di vê nivîsê de hatiye nivîsandin bên serê wî. Wê Xudan navê wî ji ser rûyê erdê rake. 21Wê Xudan li gorî hemû naletên peymanê ku di vê Nivîsa Şerîetê de hatine nivîsandin, hemû eşîrên Îsraîl ji bo belayê veqetîne.

22“Nifşê bê, kurên we yên ku wê piştî we rabin û xerîbên ku wê ji welatên dûr bên, wê belayên vî welatî û nexweşiyên ku Xudan ew pê nexweş kirine bibîne. 23Wê tevahiya welêt bi xwê û kukurdê bişewite. Wê tov neyê avêtin, şitil nede û şînahî nebe. Wê wekî Sodom, Gomora, Adma û Sevoyîmê bibe ku Xudan ew bi hêrs û xezeba xwe serobino kirin. 24Wê hemû milet bêjin: ‘Çima Xudan ev yek anî serê vî welatî? Ev hêrsa mezin çima rabû?’

25“Wê bersiv wiha be: ‘Wan peymana Xwedayê bav û kalên xwe Xudan xera kir ku dema wî ew ji welatê Misrê deranîn bi wan re çêkiribû. 26Wan xulamiya îlahan kir û li ber wan deverû çûn erdê ku wan nas nedikirin û Xudan wekî par nedabû wan. 27Loma hêrsa Xudan li dijî vî welatî rabû û hemû naletên di vê nivîsê de nivîsandine hat ser wan. 28Xudan bi hêrs û xezeba mezin ew ji welatê wan hildan û avêtin welatekî din, wekî ew îro dibin.’

29“Tiştên veşartî yên Xwedayê me Xudan in, lê tiştên hatin eşkerekirin her û her ên me û yên zarokên me ne ku em hemû gotinên vê Şerîetê pêk bînin.

Şertên qencî û bereketê

1“Çaxê tevahiya van tiştan, ev nalet û bereketên ku min danî ber we hat serê we, heke hûn di nav miletên ku Xwedayê we Xudan hûn belav kirin de bi bîr bînin, 2li Xwedayê xwe Xudan vegerin û çawa ku ez îro li we emir dikim, hûn û kurên xwe bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe guhdariya dengê wî bikin, 3wê gavê wê Xwedayê we Xudan we vegerîne firehiya we ya berê, li ber we bikeve û ji nav hemû miletên ku hûn di nav wan de belav bûne, dîsa bide hev. 4Heke hûn heta binê ezmanan jî hatibin sirgûnkirin, wê Xwedayê we Xudan we ji wê derê bide hev û vegerîne. 5Wê Xwedayê we Xudan we bîne welatê ku bav û kalên we ji xwe re kiriye milk û hûnê wê derê ji xwe re bikin milk. Wê qenciyê bi we bike û hûnê ji bav û kalên xwe zêdetir bin. 6Ji bo ku hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, wê Xwedayê we Xudan dilê we û dilê ziriyeta we sinet bike ku hûn bijîn. 7Wê Xwedayê we Xudan tevahiya van naletan bîne ser neyar û dijminên ku eziyet li we kirine. 8Hûnê careke din guh bidin dengê Xudan û tevahiya van emrên ku îro ez li we dikim pêk bînin 9û wê Xwedayê we Xudan we di hemû keda destê we de; di berê bedena we, berê heywanên we û berê axa we de, bi zêdebarî bereket bike. Çimkî çawa ku Xudan bi qenckirina bavkalên we şa bibû, wê bi qenckirina we jî şa bibe. 10Lê divê hûn guh bidin dengê Xwedayê xwe Xudan. Divê hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe li Xwedayê xwe Xudan vegerin û van emir û qanûnên di vê nivîsa Şerîetê de hatine nivîsandin pêk bînin.

Gelê Îsraîl, jiyanê hilbijêre

11“Bi rastî ev emir ku ez îro li te dikim ji bo te ne zor û ne jî dûr e. 12Ew ne li ezmanan e ku tê bêjî: ‘Wê kî ji bo me derkeve ezmanan û ji bo me bîne ku em bibihîzin û pêk bînin?’ 13Ew ne ji deryayê wêdetir e ku tê bêjî: ‘Wê kî ji bo me here wî aliyê deryayê û ji bo me bîne ku em bibihîzin û pêk bînin?’ 14Ev peyv gelekî nêzîkî te ye. Ew li ser devê te û di dilê te ye ku tê pêk bînî.

15“Binêre, îro ez jiyan û qenciyê, mirin û xerabiyê datînim ber te. 16Îro ez li te emir dikim ku tu ji Xwedayê xwe Xudan hez bikî, di riyên wî de bimeşî, emir, qanûn, rê û rêbazên wî pêk bînî ku tu bijî, zêde bî û wê Xwedayê te Xudan li welatê ji bo ku ji xwe re bikî milk tu diçiyê, te bereket bike.

17“Lê heke dilê we bizivire û tu guhdarî nekî, bêyî xapandin, biperizî îlahan û xulamiya wan bikî, 18ez îro ji te re dibêjim, tê esse tune bibî. Li welatê ku tê ji Çemê Şerîayê derbas bibî ku ji xwe re bikî milk, wê emrê te dirêj nebe.

19“Îro li dijî te erd û ezman şahid in ku ez jiyan û mirinê, bereket û naletê datînim ber te. Loma jiyanê hilbijêre ku tu tevî ziriyeta xwe bijî. 20Ji Xwedayê xwe Xudan hez bike, guhdariya dengê wî bike û pê ve girêdayî bimîne. Çimkî jiyana te ew e. Wisa bike ku li axa Xudan ji bav û kalên te re, ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar ku bide wan, emrê te dirêj bibe.”


Yêşûyê Pêxember dikeve cihê Mûsayê Pêxember

(Hejmartin 27:15-23)

1Gava Mûsa ev gotin ji hemû gelê Îsraîl re qedandin, 2wî ji wan re got: “Îro ez sed û bîst salî me. Ji niha û pê ve êdî ez nikarim rêberiya we bikim. Bi ser de jî Xudan ji min re got: ‘Tê ji Çemê Şerîayê derbas nebî.’ 3Wê Xwedayê we Xudan li pêşiya we derbas bibe û van miletan li ber we tune bike. Hûnê wan biqewirînin. Çawa ku Xudan got, wê Yêşû li pêş we derbas bibe. 4Çawa ku Xudan Sîhon û Ogê padîşahên Amoriyan û welatê wan tune kirin, wê heman tişt bîne serê van miletan. 5Wê Xudan wan bide destê we û hûnê her tişta ku min li we emir kir, ji wan re bikin. 6Hêzdar û wêrek bin, netirsin û neşikên. Çimkî yê ku bi te re here, Xwedayê te Xudan e. Wê te bernede û nehêle.”

7Mûsa gazî Yêşû kir û li ber çavê hemû Îsraîliyan jê re got: “Hêzdar û wêrek be. Çimkî tê bi vî gelî re herî wî welatê ku Xudan ji bav û kalên wan re sond xwaribû û soz dabû wan. Tê bixwe welêt bi milkî bidî wan. 8Yê ku li pêş te diçe Xudan e. Wê bi te re be, wê te bernede û nehêle. Netirse û neşikê.”

Xwendina Şerîetê

9Mûsa ev Şerîet nivîsî û da kahinan –ku Lêwiyî bûn û Sindoqa Peymanê hildigirtin– û hemû rîspiyên Îsraîliyan. 10Mûsa li wan emir kir û got: “Di dawiya her heft salan de, di sala bexişandina deynan de, di Cejna Holikan de, 11çaxê tevahiya gelê Îsraîl hat hizûra Xwedayê we Xudan, li dera ku wê hilbijêre, hûnê vê Şerîetê ji wan re bixwînin ku bi guhên xwe bibihîzin. 12Gel bicivînin! Divê mêr, jin, zarok û xerîbên li bajêr dijîn bibihîzin, tirsa Xwedayê we Xudan hîn bibin û hemû gotinên vê Şerîetê baş pêk bînin. 13Zarokên wan ên ku bi vê Şerîetê nizanin jî divê bibihîzin û hîn bibin, di tevahiya dema hûn li welatê hûnê ji Çemê Şerîayê derbas bibin, ji xwe re bikin milk û rûnin de, ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin.”

Fermana dawî ya Xudan

14Xudan ji Mûsa re got: “Va ye roja mirina te nêzîk bû. Gazî Yêşû bike. Hûn li Konê Hevdîtinê werin bisekinin, ezê wî peywirdar bikim.” Mûsa û Yêşû çûn û li Konê Hevdîtinê sekinîn. 15Xudan li kon, di stûna ewran de xuya bû. Stûna ewran li ser deriyê kon sekinî. 16Xudan ji Mûsa re got: “Di nêzîk de tê bigihîjî bav û kalên xwe. Wê gavê wê ev gel rabe îlahên xerîb ên di nav wan de bihebîne, îlahên welatê ku herinê. Wê dev ji min berdin û peymana ku min bi wan re kiriye xera bikin. 17Wê rojê wê hêrsa min li dijî wan rabe. Ezê wan berdim û rûyê xwe ji wan veşêrim. Wê bên daqurtandin. Wê gelek xerabî û tengasî bên serê wan û wê rojê wê bêjin: ‘Ji ber ku Xwedayê me ne bi me re ye, ev xerabî têne serê me.’ 18Ji ber hemû xerabiya ku berê xwe daye îlahan, ezê wê rojê esse rûyê xwe ji wan veşêrim.

19“Niha ji bo xwe vê stranê binivîsin û hînî Îsraîliyan bikin. Bixin devê wan ku ev stran li ba wan şahidiya min bike. 20Çimkî çaxê ez wan bînim welatê şîr û hingiv jê diherike ku min ji bav û kalên wan re sond xwaribû û ew têr û bibereket bûn, wê berê xwe bidin îlahan û xulamiya wan bikin. Wê min kêm bibînin û peymanê xera bikin. 21Îcar gava gelek xerabî û tengasî hatin serê wan, wê ev stran li ba wan şahidiyê bike. Çimkî wê ji devên ziriyeta wan neyê jibîrkirin. Hê beriya ku ez wan bînim vî welatê ku min ji wan re sond xwaribû, min dizanibû çi pîlan dikin.” 22Wê rojê Mûsa ev stran nivîsî û hînî Îsraîliyan kir.

23 Xudan li Yêşûyê kurê Nûn emir kir û got: “Hêzdar û wêrek be. Çimkî tê gelê Îsraîl bibî welatê ku min bi sond da û ezê bi te re bim.”

24Çaxê Mûsa bi tevahî gotinên vê şerîetê di kitêbê de nivîsî, 25wî ev emir da Lêwiyiyên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirtin: 26“Vê Nivîsa Şerîetê hildin û deynin kêleka Sindoqa Peymana Xwedayê xwe Xudan. Bila ew li wê derê wekî şahid li hember te bimîne. 27Çimkî ez bi serhişkiya we dizanim. Hê îro ez sax û di nav we de me hûn li dijî Xudan radibin, piştî mirina min ka hûnê çiqasê din serhildêr bin. 28Hemû rêber û rîspiyên eşîrên xwe li ba min bicivînin ku bi guhên xwe bibihîzin, ez van peyvan ji wan re bêjim. Wê erd û ezman şahidiya we bikin. 29Çimkî ez dizanim piştî mirina min hûnê bi tevahî dilxerab bibin û ji wê riya min li we emir kiriye averê bibin. Di rojên dawî de wê xerabî bên serê we, çimkî hûnê tiştên di çavê wî de xerab in bikin. Hûnê bi kirinên destê xwe, Xudan hêrs bikin.”

Strana Mûsa

30Mûsa tevahiya peyvên vê stranê, ji hemû civaka Îsraîl re xwend.