Skip to content
Home » Şeva Qedrê, Roja Îhtişamê û Gotina Pêxemberan

Şeva Qedrê, Roja Îhtişamê û Gotina Pêxemberan

  • by

Sureya Qedrê (Sure 97 – Hêz) Şeva Qedrê teswîr dike dema ku Quran cara yekemîn hatiye xwarê.

Bi rastî me Quran di Şeva Qedrê de aniye xwarê. Ma tu çi dizanî ka Şeva Qedrê çi ye? Şeva Qedrê ji hezar heyvî bixêrtir e. Di wê şevê de milyaket û Ruh bi destûra Xwedayê xwe, der barê her kar û barî de têne ser erdê. Ew şev selametî û aramî ye. Heyanî spêdeyê berdewam e.

Sureya Qedrê 97 :1-5

Sureya Qedrê digel ku Şeva Qedrê wekî şeva ku ji hezar mehî bixêrtir e teswîr dike, ew hê jî dipirse bê çima ew Şeva Qedrê ye. Gelo wî Ruhî çi dikir ku bi saya wê Şeva Qedrê ji hezar mehî bixêrtir bû?

Di Sureya Leylê (Sure 92 – Şev) de temayeke ku gelekî dişibe wê heye, Roj û ronî didin pey Şevê. Roj bi Pîroziyê tê û Xweda rê nîşan dide, ji ber ku Ew her tiştî dizane ji Destpêkê heta Dawiyê. Ji ber vê yekê ew hişyariya Agir û Dawiyê dide me.

Sond bi şevê dema bi tarîtiya xwe erdê dinixumîne, bi rojê gava ronî dibe!

Sureya Leylê 92:1-2

Bi rastî li ser me ye rênîşandayîn (da hûn riya baş bigirin û xwe ji riya nebaş bidin alî). Bêguman her tiştên li axiretê û yên li dinyayê yên me ne (nexwe kî wan ji xeyrî me bixwaze, teqez ew çewt û şaş e.) Vêca me hûn ji agirekî gurî û geş hişyar kirin.

Sureya Leylê 92:12-14

Sureya Qedrê û Sureya Leylê bi ya li jêrê re bidin ber hev:

Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûn ê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê.

Petrûs II 1:19

Hûn dibînin çawa dişibin hev? Dema ez Sureya Qedrê û Sureya Leylê dixwînim ev jêgiran tê bîra min. Her wiha ew Rojeke û piştî Şevekê tê radigîne. Di şevê de ji pêxemberan re wehiy hat dayîn. Her wiha ew hişyariyê dide ku em peyamên pêxemberan piştguh nekin. Yan na em ê bi encamê xerab rû bi rû bimînin.

Ev ji aliyê Petrûsê Hewarî yê serokê şagirtan û rêhevalê Pêxember Îsa Mesîh (AS) ve hatiye nivîsîn. Sureya Seffê (Sure 61 – Rêz) behsa şagirtên Îsa Mesîh dike:

Gelî bawermendan! Bibin alîkarên Xwedê, wekî ku Îsayê kurê Meryemê, ji hewariyan re gotiye: Ji bo ragihandina dînê Xwedê kî wê bibe alîkarê min? Hewariyan got: Em in, alîkarên dînê Xwedê. Ji zarokên Îsraîl komekê bawerî anî û komek jî kafir bûn. Vêca me piştgiriya wan ên ku bawerî anîn kir, êdî ew bi ser ketin.

Sureya Seffê 61:14

Sureya Seffê radigihîne ku şagirtên Îsa Mesîh ‘alîkarên Xwedê’ bûne. Ew ên ku ji peyama şagirtan bawer dikin vê hêza ku behsa wê tê kirin bi dest dixin. Wekî şagirtekî pêşeng, Petrûs serokê wan kesên alîkarên Xwedê bû. Digel ku ew şagirtekî pêxember Îsa Mesîh (AS) bû, şahidiya gelek mûcîzeyên wî kiribû, gelek hîndariyên wî bihîstibûn û pratîka wî ya erkdariyê dîtibû, Petrûs li jorê ragihandiye ku gotinên pêxemberan ‘teqeztir’ bûne. Çima ji şahidiya xwe bêtir ew bi teqeziya gotinên pêxemberan qayil bûye? Ew wiha didomîne:

Divê berî her tiştî hûn vê bizanin ku tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye. Ji ber ku pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz peyv ji Xwedê gotine.

Petrûs II:20-21

Ev ji me re dibêje ku Ruhê Pîroz ê Xwedê digel pêxemberan bûye, lewma tiştê ku wan aniye zimên û nivîsandiye ‘ji ba Xwedê’ bûye. Ji ber vê yekê Şeva Qedrê bixêrtir e ji hezar mehî, ji ber ku bingeha xwe ji Ruhê Pîroz digire, ne ji ‘îradeya mirovan’. Sureya Seffê ji me re dibêje kesên ku guh bidin peyama Petrûs, ew ê Hêza ku di Şeva Qedrê de tê bikaranîn bi dest bixin û pê hikim bikin.

Petrûs di dema Pêxember Îsa Mesîh de jiyaye û ‘pêxemberên’ ku wî li ser wan nivîsandiye jî pêxemberên Peymana Kevin – ango Pirtûkên Pîroz bûne ku berî Încîlê hatine nivîsandin. Di Tewrata Pêxember Mûsa de çîroka Adem, Qabil û Habil, Nûh, Lût û Îbrahîm heye. Her wiha tê de çîroka dema ku Mûsa derket pêşberî Firewn û piştre Qanûna Şerîetê girt heye, her wiha tê de çîroka Harûnê birayê Mûsa ya qurbanîdanê jî heye ku navê xwe daye Sureyê Beqereyê.

Piştî bidawîbûna Tewratê îcar Zebûr hatiye ku tê de Dawid wehî girtiye ku li ser Mesîhê ku wê were bipeyive. Pêxemberên ku piştre hatine jî çêbûna Mesîh a ji Bakîreyekê, vebûna Padîşahiya Xwedê ya ji bo her kesî û her wiha êşa mezin a Xulamê ku wê were kehanet kirine. Piştre wan navê Mesîh kehanet kiriye digel dema hatina wî, her wiha wan Wehda Amadekar jî kehanet kiriye.

Gelekan ji me derfet nedîtiye ku van nivîsan ji bo xwe bixwîne. Li vir digel gelek lînkên cuda, derfetek heye. Sureya Leylê hişyariya Agirê ku wê were dide. Sureya Qedrê Ruhê Xwedê yê ku di Şeva Qedrê de dixebite radigihîne. Sureya Seffê soza Hêzê dide wan kesên ku ji peyama şagirtên Îsa Mesîh bawer bikin. Petrûs, serokê şagirtan, piştre pêşniyarî me dike ku em ‘guh bidin’ wehiya pêxemberên berê ya ku di Şevê de hatiye dayîn ji bo kesên ku li benda Rojê ne. Ma ew ê nebe tiştekî aqilane ku em peyamên wan bizanibin?

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *