Skip to content

Pêxember Yehya (AS) rê amade dike

  • by

Sureya En’am (Sure 6 – Terş) ji me re dibêje ku pêwîstiya me bi ‘tobekirinê heye. Dibêje:

Dema ew ên ku bawerî bi ayetên me tînin bên cem te, ji wan re bibêje: Silav li ser we be, Xwedayê we li ser xwe merhamet mîsoger kiriye; bêguman ji we ew kesê bi nezanî nerindiyekê bike, piştî wê tobe bike û xwe rast û durist bike, bêguman Xweda gunehjêbir e, dilovîn e.

Sureya En’amê 6:54

Tobekirin çi ye? Çend ayetên di Sureya Hûdê (Sure 11) de ji me re dibêjin:

Ey gelê min! Ji Xwedayê xwe lêborîna (gunehên) xwe bixwazin, paşê bi bal ve tobe bikin, ew ê ji asîmanan li ser we baranê bibarîne û ew ê hêzê li ser hêza we zêde bike. Hûn bi gunehkarî berê xwe nezivirînin.

Sûreya Hûdê 11:52

Me ji gelê Semûd re jî birayê wan Salih şand. Wî got, “Ey gelê min! Îbadetî Xwedê bikin, ji Wî pê ve ji bo we tu xweda nîn e. Xweda hûn ji axê afirandin û hûn li wê kirine avaker û niştecih. Nexwe ji Xweda lêborîna (gunehên) xwe bixwazin, paşê bi bal ve tobe bikin. Bêguman Xwedayê min, nêzîk e, bersivdar e.”

Sûreya Hûdê 11:61

Ji Xwedayê xwe lêborîna (gunehên) xwe bixwazin, piştre poşman bibin û li Xweda vegerin. Bêguman Xwedayê min dilovîn e, hezjêker e.

Sureya Hûdê 11:90

Tobekirin ‘vegerîna’ li Xwedê ya bi îtirafê ye. Pêxember Yehya (AS) gelek tişt gotine li ser tobekirinê di Încîlê de ku em ê li vir li wan binêrin.

Me dît ku Zebûr hatibû qedandin bi Pêxember Malakî (AS) yê ku kehanet kiribû ku kesek wê were da ku ‘rê amade bike’ (Malakî 3:1). Piştre me dît bê Încîl çawa vedibe bi îlankirina jidayîkbûna Yehya (AS) û Mesîh (a ji bakîreyekê) ya ji aliyê Cebraîl ve.

Pêxember Yehya (AS) – di ruh û hêza pêxember Îlyas de

Încîl (Pirtûka Pîroz) piştî jidayîkbûna Yehya (yê ku bi navê Yûhennayê Meshker jî tê zanîn) wiha dinivîse:

Kurik mezin dibû û bi ruh bi qewet dibû û heta wê roja ku ew ji Îsraîl re xuya bû, li çol û çolistanan ma.

Lûqa 1:80

Dema wî ya ku ew bi tena serê xwe li çolê dijiya Încîl wiha qeyd dike:

Cilên Yûhenna ji pirça deveyê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû.

Metta 3:4

Ruhê Yehya (AS) yê xurt dikir ku ew cilên ji pirça deveyê li xwe bike û tiştên li çol û çolistanan bixwe. Lê ew ne bi tenê ji ber ruhê wî bû – her wiha ew nîşaneyeke girîng bû. Me di girtina Zebûrê de dît ku Amadekarê ku wehda hatina wî hatibû dayîn wê di ‘ruhê Îlyas’ de bihata. Îlyas pêxemberekî kevn ê Zebûrê bû ku ew bi xwe jî li çol û çolistanan dijiya û cilên bi vî awayî li xwe dikirin:

xeftanekî bipirç lê bû û piştêneke çermîn li navtengê girêdayî bû.

Padîşah II, 1:8

Îcar dema ku Yehya (AS) bi vî awayî dijiya û cilên wisa li xwe dikirin, wê yekê nîşan dida ku ew Amadekarê ku wê bihata bû û hatibû kehanetkirin ku wê di Ruhê Îlyas de were. Cilên wî û jiyana wî û xwarina wî ya li çolistanê nîşane bûn ku ew li gorî plana ku Xwedê gotibû hatiye.

Încîl – di dîrokê de bi zexmî cih girt

Piştre Încîl ji me re dibêje:

Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Herod serwerê Celîlê bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû û Henan û Qeyafa Serokkahîn bûn. Di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yûhennayê kurê Zekeriya re hat.

Lûqa 3:1-2

Ev ravekirin xizmeta Yehya (AS) a pêxembertiyê dide destpêkirin û ew gelekî girîng e, ji ber ku ew nîşan dide ku destpêkirina xizmeta dike ku ew di nav gelek hikimdarên navdar ên di dîrokê de cih bigire. Bala xwe bidin vê referansa ku behsa hikimdarên wê demê dike. Ev yek dike ku em ji aliyê dîrokî ve rastiya gelek çîrokên di Pirtûka Pîroz de kontrol bikin. Heke hûn wisa bikin, hûn ê bibînin ku Qeyser Tîberyos, Pontiyos Pîlatos, Herod, Filîpos, Lûsanyas, Henan û Qeyafa mirovên navdar ên Romaya Sekuler û dîrokzanên Cihû ne. Nasnavên cuda yên ku li hikimdaran hatine kirin jî (wekî mînak ‘walî’ ji bo Pontiyos Pîlatos, ‘serwer’ ji bo Herod’ hatiye gotin) ji aliyê dîrokî ve rast hatine qebûlkirin. Ev yek dike ku em ji aliyê çavdêriyeke dîrokî ve nirxandinekê bikin û bibêjin ku ev qeydên pêewle ne.

Qeyser Tîberyos di sala 14’an a PZ de derket ser textê Împaratoriya Romayê. Yanî ew 15. sala hikimdariya wî bû dema ku Yehya dest bi girtina peyaman kir di sala 29’an a PZ de.

Peyama Yehya – Tobe bike û Aşkera bike

Îcar peyama wî çi bû? Wekî awayê jiyana wî, peyama wî jî basît bû, lê rasterast û xurt bû. Încîl dibêje ku:

Di wan rojan de Yûhennayê meshker li çola Cihûstanê derket meydanê û wiha dest bi hînkirinê kir, “Tobe bikin, ji ber ku Padîşahiya Asîmanan nêzîk e!” 

Metta 3:1-2

Beşek ji peyama wî daxuyandina rastiya – Padîşahiya Asîmanan a ‘nêzîk’ bû. Me dît bê pêxemberên Zebûrê çawa beriya demeke dirêj hatina ‘Padîşahiya Xwedê’ kehanet kiribûn. Yehya (AS) îcar digot ku ew gelekî nêzîk e.

Lê heta ku mirovan ‘tobe nekira’, ew ê ji bo Padîşahiyê amade nebûna. A rast, heke wan ‘tobe nekira’ wan ê ew Padîşahî ji dest bidaya. Tobekirin tê wateya “guherandina fikra xwe; fikirîn; yan ji fikirîna bi awayekî cuda”. Lê ew ê li ser çi bi awayekî cuda bifikirîna? Bi nêrîna li du bersivên mirovan ên ji peyama Yehya (AS) re em dikarin hîn bibin bê ew çi bû ku wî li wan ferman dikir ku divê ew jê tobe bikin. Încîl diyar dike ku mirovan bi vî awayî bersiv da peyama wî:

Gunehên xwe aşkera dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî mesh dibûn.

Metta 3:6

Bila were bîra we bê di Pirtûka Nîşaneya Adem de, çawa piştî ku wan fêkiyê qedexe xwar Adem û Hewayê:

‘ji hizûra XWEDÊ xwe di nav darên bexçe de veşartin.’

Destpêk 3:8

Ji hingê ve, ew meyl ji me re gelek xwezayî tê ku em gunehên xwe veşêrin û em xwe wekî ku me ew nekirine nîşan bidin. Aşkerakirin û tobekirina li gunehên xwe hema hema ji bo me ne mimkun e. Me di Nîşaneya Kurê Bakîreyê de dît ku pêxemberên wekî Dawid (AS) û Mihemed (AS) gunehên xwe aşkera dikin. Ev yek ji me re pir zehmet e, ji ber ku sûcdarî û şermê bi me re çêdike – lewma em dikarin her tiştî bikin ji bo ku wê nekin. Lê tiştê ku Yehya (AS) weaz dikir ew bû ku divê mirov wê bikin da ku xwe amade bikin ji bo Padîşahiya Xwedê ya ku wê were.

Hişyariya ji bo serekên dînî yên ku tobe nedikirin

Hinekan bi rastî tobe kir, lê tevahiya wan qebûl nekir ku bi duristî gunehên xwe aşkera bikin. Încîl dibêje:

Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî û Sadûqiyan gelek tên ku mesh bibin, wî ji wan re got, ‘Hey têjikên koremaran! Kê ji we re gotiye ku hûn ê ji ber xezeba ku tê birevin? Îcar fêkiyê ku ji tobekirinê tê bidin. Ji xwe re nebêjin: ‘Îbrahîm bavê me ye.’ Ji ber ku ez ji we re dibêjim ku Xweda dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake! Jixwe bivir li ser qurmê daran e! Her dara ku berê qenc nede wê bê birîn û bê avêtin nav êgir.

Metta 3:7-10

Fêrisî û Sadûqî hîndekarên Qanûna Mûsa bûn. Ew gelekî dîndar bûn û gelekî dixebitîn ji bo ku hemû îbadetên (diakirin, rojîgirtin, qurbanîdan û hwd.) ku di Qanûnê de hatibûn fermankirin bînin cih. Her kesî digot qey ew serek ji ber wan hemû hîndarî û xebatên xwe yên dînî bi awayekî teqez ji aliyê Xwedê ve dihatin qebûlkirin. Lê pêxember Yehya (AS) ji wan re digot ‘têjikên koremaran’ û hişyarî dida wan ji bo agirê Darizandinê yê ku wê bihata. Çima? Ji ber ku wan ‘fêkiyê ku ji tobekirinê tê’ nedida û vê yekê jî nîşan dida ku ew ji dil û can tobe nakin. Wan gunehê xwe aşkera nekiribû, her wiha wan rêzikên dînê xwe jî ji bo veşartina gunehên xwe bi kar dianîn. Mîrasa wan a dînî ya ku ji pêxember Îbrahîm (AS) dihat, digel ku baş bû, kiribû ku ew pozbilindiyê tercîh bikin li şûna tobekirinê.

Aşkerakirina Dawid wekî mînak ji me re

Îcar em ji hişyariyên Yehya dibînin ku tobekirin û aşkerakirina gunehan gelekî girîng e. A rast bêyî tobekirin û aşkerakirina gunehan em ê nekevin Padîşahiya Xwedê. Ji wan hişyariyên ji bo Fêrisî û Sadûqiyan ên wê rojê em dibînin bê çawa em bi hêsanî û bi awayekî xwezayî gunehên xwe bi dîn vedişêrin. Îcar ez û hûn em ê çi bikin? Li vir hişyariyek ji bo me jî heye ku em jî bi serhişkî red dikin ku tobe bikin. Li şûna ku em gunehên xwe aşkera bikin, em wekî ku me tu guneh nekiriye tevdigerin, yan jî em wan vedişêrin. Divê em bidin pey mînaka Dawid (AS) dema ku ew bi gunehê xwe re rû bi rû bû, wî bi lava ew aşkera kir bi vî awayê di Zebûrê de:

Ey Xwedê, li gorî kerema xwe li ber min bikeve; bi pirbûna dilovaniya xwe paqij bike serhildanên min. Bi tevahî min bişo ji sûcê min, min paqij bike ji gunehê min. Ji ber ku ez dizanim serhildanên xwe, her gav li pêş min e sûcê min. Li hember te, tenê min li ber te sûc kir, min a ku li pêş çavê te xerab bû kir. Îcar tu di gotinê de mafdar, di dadbarkirinê de rastdar î. Va ye ez di nav sûc de hatim dinê, dayika min di nav guneh de bi min ducanî ma. Madem tu ji dil û can rastiyê dixwazî, şahrezayiyê têxe, kûrahiya dilê min. Min bi zûfayê bişo da ku ez pak bibim, min bişo da ku ez ji berfê spîtir bibim. Kêf û şahiyê bi min bide bihîstin da ku şa bibin hestiyên ku te pelçiqandin. Rûyê xwe binixême li hemberî gunehên min, paqij bike hemû sûcên min. Ey Xweda, tu dilekî pak bide min, nû û zexim bike ruhê hundirê min. Min ji hizûra xwe neavêje, ruhê xwe yê pîroz ji min nestîne. Şahiya rizgarkirina xwe bi şûn ve bide min, bi ruhekî dilxwaz tu bike piştgiriya min.  

Mezmûr 51:1-12

Fêkiyê Tobekirinê

Bi aşkerakirin û tobekirinê re bendewariya jiyaneke cuda hat. Mirovan ji Yehya (AS) dipirsî bê ew ê çawa bikaribin fêkiyê tobekirina xwe nîşan bidin û va ye Încîl vê nîqaşê bi vî awayî qeyd dike:

Xelkê ji wî pirsî û got, “Nexwe em çi bikin?” Wî li wan vegerand û got, “Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wisa bike.” Bacgir jî hatin da ku mesh bibin û gotin, “Mamoste, ma em çi bikin?” Wî ji wan re got, “Ji wî tiştê ku divê hûn bistînin bêtir nestînin.” Leşkeran jî pirsî û got, “Lê em çi bikin?” Wî ji wan re got, “Bêbextiyê li xelkê nekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi meaşê xwe razî bin.”

Lûqa 3:10-14

Yehya Mesîh bû?

Ji ber xurtiya peyama wî gelek mirovan meraq dikir bê ew jî Mesîh e yan na. Încîl vê nîqaşê bi vî awayî qeyd dike:

Ew xelk hemû di hêviyê de dima û wan li ser Yûhenna di dilê xwe de digot, “Ma gelo Mesîh ev e?” Yûhenna bersiva wan da û got, “Ez bi avê we mesh dikim, lê yê ji min hêzdartir tê ku ez ne hêja me benên çaroxa wî jî vekim. Ew ê bi Ruhê Pîroz û bi êgir we mesh bike. Melhêba wî di destê wî de ye da ku bêndera xwe paqij bike û genim di embara xwe de bicivîne, lê ew ê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.” Bi vî awayî wî bi gelek tiştên din jî şîret li xelkê dikir û Mizgînî bi wan dida bihîstin. 

Lûqa 3:15-18

Encam

Pêxember Yehya (AS) hat ku mirovan amade bike da ku ew amade bin ji bo Padîşahiya Xwedê. Lê wî ne bi dayîna bêtir Qanûnê ew amade kirin, wî ji wê bêtir gazî li wan kir ku ew ji ber gunehên xwe tobe bikin û gunehên xwe aşkera bikin. A rast kirina wê yekê zehmettir bû ji şopandina talîmatan, ji ber ku ew şerm û gunehên me derdixe holê. Ji ber wê yekê serekên dînî yên wê demê nedikarî li xwe deynin ku tobe bikin û gunehên xwe aşkera bikin. Li şûna wê wan dînê xwe bi kar dianî ji bo veşartina gunehên xwe. Lê ji ber wê tercîha ku wan kir ew amade nebûn ji bo qebûlkirina Mesîh û fêmkirina Padîşahiya Xwedê dema ku ew bi peyama xwe hat. Ev hişyariya Yehya (AS) ji bo me ye jî îro. Ew dixwaze ku em ji ber gunehên xwe tobe bikin û em wan aşkera bikin. Em ê bikin?

Leave a Reply

Your email address will not be published.