Skip to content
Home » Berê Pêşî yên Vejînê: Jiyana ji bo we

Berê Pêşî yên Vejînê: Jiyana ji bo we

  • by

Sureya Re’dê (Sure 13 – Birûsk) meydanxwestinekê yan jî rexneyeke giştî ya kafiran teswîr dike.

Eger tu bimînî ecêbmayî, vêca ecêba mezin ev gotina wan e, ma gelo rast e piştî ku em dibine ax, em ê ji nû ve bêne afirandin? Ha ew in ên ku Xwedayê xwe înkar dikin û ew in ên ku (roja qiyametê) qeyd di stûyên wan de ne û ew xelkên êgir in, her û her tê de dimînin! (Ya Mihemed) Ew, beriya xweşiyê leza ezab li te dikin. Hal ev e ku beriya wan, gelek ezabên ku ji wan îbret bêne girtin hatine û derbas bûne. Bêguman digel ku mirov zilmê li xwe dikin jî, Xwedayê te ji bo wan bexşîner e û bêguman Xwedayê te ezabê wî pir dijwar e. Ew ên ku kafir bûne dibêjin: De bila ji Xwedayê Mihemed mûcîzeyek jê re bihata xwarê! Bêguman tu bes bi hişyarker î û ji bo her miletekî pêxemberek hatiye ku vexwîne hîdayetê.

Sureya Re’dê 13:5-7

Ew bi du beşan tê. Kafirên di ayeta 5. a Sureya Re’dê de dipirsin bê vejîn wê çêbe yan na. Li gorî wan, ji ber ku ev yek berê tu carî çênebûye, ew ê di siberojê de jî çênebe. Piştre ew dipirsin bê çima nîşaneyên mûcîzewî nayên dayîn da ku bibin ispat ku vejînek wê pêk were. Yanî rasterast ew dibêjin, “Wê ispat bike!”

Sureya Furqanê (Sure 25 – Pîvan) heman meydanxwestinê bi awayekî din ê hinekî cuda nîşan dide.

Sond be, ew (pûtperest) di ber wî welatê ku barana karesat û belaya pîs lê bariyaye derbas bûne. Erê ma wan jî enkazên wê nedîtin? Na, ne rast e, belkî ew bi saxbûna piştî mirinê bawerî nayînin. (Ya Mihemed) Dema ku ew te dibînin, ew her henekên xwe bi te dikin û dibêjin: Ma ew ê ku Xwedê bi pêxemberî şandiye ev e?

Sureya Furqanê 25:40-41

Tirsa wan ne ji vejîna ku wê çêbe heye ne jî ji pêxember (AS). Ew dixwazin ku vejîn were nîşandayîn.

Sureya Furqanê jî aşkera dike bê Xweda kafiran çawa dibîne.

Lê wan hin pût girtine ku nikarin tiştekî biafirînin û ew bi xwe hatine afirandin. Ew ne dikarin zerarê ji ser xwe bidin alî ne jî feydekê bidin xwe. Ew ne dikarin kesî bimirînin û ne jî sax bikin û nikarin kesî vejînin.

Sureya Furqanê 25:3

Sureya Furqanê aşkera dike ku mirov bi piranî xwedayên xelet digirin. Mirov çawa dizane ku xwedayek rast e yan xelet e? Ayet bersivê dide. Xwedayên xelet nikarin ‘ne mirinê, ne jiyanê ne jî vejînê’ kontrol bikin. Kontrolkirina vejînê – xwedayên rast û xelet ji hev cuda dike.

Her çi kafir bixwazin ku Xweda û resûlên wî ispat bikin bê divê ji çi bitirsin û guh nedin çi, yan jî her çi hişyarî werin dayîn ji aliyê Xwedê ve ji bo kafiran da ku bi ya rast biperizin ne bi ya xelet, pîvan her tim yek e – vejîn e.

Ji bo vejandinê erk û hêzeke pir mezin pêwîst dike. Pêxember Îbrahîm (AS), Mûsa (AS), Dawid (AS) û Mihemed (AS) – digel ku gelekî mezin bûn – wan nekarî kesî ji mirinê rakin. Mirovên herî zîrek jî –Sokrastes, Einstein, Newton û Silêman- nekarî kesî vejînin. Tu împaratorê xwedî hikim yê Yewnan, Romayî, Bîzansî, Emewî, Ebasî, Mamlûkî û Osmanî nekarî mirinê têk bibin û vejînê pêk bînin. Ew meydanxwestineke gelekî mezin e. Bi tenê Îsa Mesîh ew meydanxwestin qebûl kir û xwe da ber wî karî.

Wî di berbanga roja Yekşemê de serkeftina xwe bi dest xist. Serkeftina wî ya ku mirin têk bir di berbangê de ji bo min û we bû. Êdî em ne mehkûmî jiyana li vê dinyaya xerab bûn. Sureya Feleq (Sure 113 – Berbang) dibêje:

Bibêje (Ya Pêxember, “Ez bi Xwedayê xwe yê berbangê diparêzim. Ji xerabî û neqenciya her afirandiyekî, ji zerar û neqenciya şevê gava bi tekûzî tarî dibe.

Sureya Feleq 113:1-3

Li vir em dibînin bê çawa ev berbanga destnîşankirî beriya sedsalan hatiye pêşbînîkirin di Mihrîcana Berê Pêşî ya Tewratê de û çawa Xwedayê Berbangê me ji vê dinyaya xerab xelas dike.

Îsa Mesîh û Mihrîcanên di Tewratê de

Me bi baldarî li bûyerên rojane yên heftiya dawî ya Pêxember Îsa Mesîh şopandin ji qeydên Încîlê. Di dawiya heftiyê de ew hate xaçkirin di Roja Derbasbûnê de, di cejneke pîroz a Cihûyan de. Piştre wî di mirinê de bêhn veda roja Septê, roja 7. a pîroz a heftiyê. Ew rojên pîroz ji aliyê Xwedê ve hatibûn diyarkirin berî demeke dirêj di ser Pêxember Mûsa (AS) re di Tewratê de. Em wan talîmatan bixwînin li vir:

Xudan ji Mûsa re got: “Bi gelê Îsraîl re bipeyive û ji wan re bibêje: ‘Cejnên min, cejnên Xudan ên ku hûn ê wekî civînên pîroz diyar bikin, ev in. Hûn ê şeş rojan bixebitin. Lê roja heftan Sept e, roja bêhnvedanê û civîna pîroz e. Hûn ê tu karekî nekin. Li hemû derên ku hûn dijîn, ev ji Xudan re Sept e. Cejnên Xudan, civînên pîroz ên ku hûn ê di rojên kifş de diyar bikin ev in: Ber êvara çardehê meha pêşî, wê bibe Cejna Derbasbûnê ya Xudan.

Lêwî 23:1-5

Ma ne balkêş e ku xaçkirin û bêhnvedana Pêxember Îsa Mesîh ketiye heman wextê cejnên Pîroz ên ku beriya 1500 salî hatine fermankirin çawa ku di tabloya demê de hatine nîşandan? Çima wisa ye? Bersiv digihîje me hemûyan, her wiha digihîje awayê silavdayîna me ya di her rojê de.

Mirina Mesîh pêk hat di roja qurbanîdana Derbasbûnê de (Roj 6) û bêhnvedana wî pêk hat di roja Septê de (Roj 7)

Ev koordînasyona di navbera Pêxember Îsa Mesîh û cejnên Tewratê de didome. Jêgirana ji Tewratê ya li jorê der barê du cejnên pêşî de bû.  Ji cejna din re digotin ‘berê pêşî’ û di Tewratê de ev ferman hatine dayîn li ser wê.

Xudan ji Mûsa re got: “Bi gelê Îsraîlê re bipeyive û ji wan re bibêje: ‘Gava hûn werin welatê ez didim we û berê wê hilînin, hûn ê qevdekî ji berê pêşî bidin kahîn. Wê kahîn roja piştî Septê wî li hizûra Xudan bihejîne ku hûn bên qebûlkirin. 

Heta ku we ew pêşkêşiya Xwedayê xwe anî, tam heta wê rojê, hûn ê nan, genimê qelandî û simbilên teze nexwin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.

Lêwî 23:9-11,14

Îcar ‘roja piştî sebtê’ ya cejna Derbasbûnê sêyemîn roja Pîroz bû. Her sal di wê rojê de Serekkahîn diketin Perestgeha Pîroz û simbilê pêşî yê debira biharê dihejandin li pêşiya XUDAN. Ew destpêkeke girîng a jiyana nû bû piştî mirina zivistanê, bendewariya debireke bibereket bû da ku mirov têra xwe bikaribin bixwin.

Ew tam roja piştî Sebtê bû ku dema Îsa Mesîh (AS) di mirinê de bêhn vedida, di yekşema heftiyeke nû ya di 16’ê Nîsanê de. Încîl bûyerên balkêş ên wê rojê qeyd dike û dibêje ku Serekkahîn çûn nava Perestgehê ji bo pêşkêşiya ‘berê pêşî’ yê jiyana nû. Va ye ew qeyd:

Îsa Mesîh ji Mirinê Radibe

Lê roja pêşî ya heftiyê, hê sibê zû, ew jin hatin ser gorê. Wan giyayên bêhnxweş ên ku amade kiribûn, bi xwe re anîn. Wan dît ku kevirê ser gorê ji cihê xwe gindiriye, lê gava ew çûn nav wê, wan cesedê Xudan Îsa nedît. Gava ew ji ber vê yekê hê şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan. Jinan ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: “Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin? Ew ne li vê derê ye, ew rabûye. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot: ‘Divê Kurê Mirov bikeve nav destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sisiyan dîsa rabe.’” Jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe. Ew ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her yanzdeh şagirtan û ji hemûyên din re her tişt gotin. Yên ku xeber ji Şandiyan re anîn, ev in: Meryema Mejdelanî, Yohana, Meryema diya Yaqûb û hinekên din ên ku bi wan re bûn. Ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû û wan ji jinan bawer nekir. Lê Petrûs rabû ser xwe û bezî ser gorê. Gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî ji kefenan pê ve tu tiştê din nedît. Ew çû mala xwe û li vî tiştê bûyî şaş dima. De îcar di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî ku navê wî Emwas bû. Ev gund bi qasî yanzdeh kîlometreyan ji Orşelîmê dûr bû. Her du ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn. Îcar gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn, Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû. Lê çavên wan dihatin girtin, da ku ew wî nas nekin. Îsa ji wan re got: “Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?” Ew bi xemgînî rawestan û yekî ji wan ku navê wî Klêpas bû, lê vegerand û got: “Ma tu yê bi tenê yî ku li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê di van rojan de çi çêbûye!” Wî ji wan pirsî û got: “Çi çêbûye?” Û wan got: “Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî yê ku pêxember bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û li ber tevahiya gel hêzdar bû û çawa serekên kahînan û mezinên me, ji bo ku cezayê mirinê bidinê, ew dan dest û wan ew xaç kir? Lê me hêvî dikir ku yê Îsraêl xilas bike, ew e. Ji bilî van hemûyan jî, va ye, îro roja sisiyan e ku ev tişt bûne. Bi ser de çend jinên ji nav me em şaş kirin. Ew hê sibê zû li ser gorê bûn û cesedê wî tê de nedîtin. Ew vegeriyan û gotin ku milyaket li ber çavên wan xuyabûn û gotin ku ew dijî. Li ser vê yekê hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û çawa ku jinan gotibû, wisa dîtin. Lê wan ew bi xwe nedît.” Îsa ji wan re got: “Hey hûn bêhişno! Hûn ên ku bi derengî bi hemû gotinên pêxemberan bawerî tînin! Ma nediviya ku Mesîh ev tişt bikişandana û bigihîşta berziya xwe?” Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin. Gava ew nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, Îsa wek ku ew ê hê wêvetir biçûya kir. Lê wan li ber wî da û jê re gotin: “Li ba me bimîne, ji ber ku berêvar e û roj li ber ava ye!” Îsa bi wan re çû û derbasî hundir bû da ku li ba wan bimîne. Gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan. Hingê çavên wan vebûn û wan ew nas kir. Lê ew ji ber çavên wan winda bû. Wan ji hev re got: “Çaxê ku ew di rê de bi me re dipeyivî û Nivîsarên Pîroz ji me re şîrove dikirin, ma gotinên wî agir bi dilê me nedixistin?” Û hema di wê saetê de her du rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan her yanzdeh şagirt û yên din ên bi wan re li hev civiyayî dîtin. Wan ên din digotin: “Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şimûn daye.” Wan her duyan jî got ku di rê de çi çêbû û gava ku Îsa nan şikand, wan çawa ew nas kir. Hê ew wisa bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de rawesta û got: “Silamet li ser we be!” Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin. Îsa ji wan re got: “Çima hûn şaş mane û dudilî ne? Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me. Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; ji ber ku ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin, ez bi goşt û hestî me!” Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan. Lê wan ji şabûnê hê bawer nekiribû û şaşmayî bûn. Îcar wî ji wan re got: “Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?” Wan jî perçeyek ji masiyekî biraştî dan wî. Wî ew ji destê wan girt û li pêş wan xwar. Hingê wî ji wan re got: “Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Qanûna Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.” Hingê wî hişê wan vekir da ku ew bikarin Nivîsarên Pîroz fêm bikin û wî ji wan re got: “Wiha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin. Hûn şahidên van tiştan in.

Lûqa 24:1-48

Serkeftina Îsa Mesîh

Pêxember Îsa Mesîh (AS) di wê roja Pîroz a ‘Berê Pêşî’ de serkeftineke mezin bi dest xist ku dijminên wî û hevalên wî ne mimkun bû ku bawer bikin – wî mirin têk biribû û vegeriyabû jiyanê. Çawa ku Încîl rave dike:

Îcar gava yê ku dirize nerizîbûnê û yê ku dimire nemirinê li xwe bike, ev peyva nivîsandî hingê wê bê cih: “Mirin di serketinê de hat daqurtandin. Hey mirinê, kanî serketina te li ku derê ma? Hey mirinê, kanî derziya te li ku derê ma?” Derziya mirinê guneh e; hêza guneh Qanûn e. 

Korîntî I 15:54-56

Lê ew bi tenê ne serkeftineke ji bo pêxember bû. Her wiha ew serkeftineke ji bo min û we bû ku hatibû bidestxistin di dema cejna Berê Pêşî de. Încîl bi vî awayî wê rave dike:

Lê rastî ev e ku Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin û ew berê pêşî yê razayiyan e. Madem ku mirin bi destê mirov hat, rabûna miriyan jî bi destê mirov çêbû. Çawa ku hemû bi Adem dimirin, wisa jî hemû wê bi Mesîh bên vejandin. Lê her kes di dora xwe de: Berê pêşî Mesîh; piştre, di hatina Mesîh de yên wî wê rabin. Piştre, çaxê ku Mesîh her hukumdarî û her desthilatî û hêzê betal bike û padîşahiyê bide destê Bav Xwedê, wê bibe dawî. Ji ber ku divê Mesîh hukumdariyê bike heta ku Xweda hemû dijminan bike bin lingên wî. Dijminê dawî yê ku divê bê rakirin, mirin e.

Korîntî I 15:20-26

Pêxember ji mirinê rabûbû û li jiyanê vegeriyabû di heman roja cejna Berê Pêşî de da ku em bizanibin ku em jî dikarin bi heman awayî ji mirinê rabin. Çawa ku mihrîcana Berê Pêşî pêşkêşiyeke jiyana nû bû bi bendewariya debireke baş a di dawiya biharê de, Încîl ji me re dibêje ku rabûna Îsa Mesîh jî ‘berê pêşî’ yê vejînê bû bi bendewariya vejîneke berfirehtir a ji bo me hemû kesên ku ‘aîdî wî ne’. Tewrat û Quran diyar dikin ku mirin ji rûyê Adem hatiye. Încîl ji me re dibêje ku bi heman riya paralel vejîna jiyanê wê di ser Îsa Mesîh re were. Ew berê pêşî yê jiyana nû ye ku em hemû hatine vexwendin ji bo ku beşdarî wê bibin.

Hêkesork: Pîrozbahiya Vejîna wê Yekşemê

 

Îro vejîna Îsa Mesîh bi piranî bi cejna Hêkesorkê tê bibîranîn û Yekşema ku ew tê de ji mirinê rabû bi piranî wekî Yekşema Hêkesorkê tê bibîranîn. Lê ev peyv bi sedan salan paşê hatin bikaranîn. Peyvên spesifîk ne girîng in. Tiştê girîng ew e ku vejîna Pêxember wekî pêkanîneke cejna Berê Pêşî bû ku bi sedsalan beriya wê demê di dema Pêxember de dest pê kiribû û wateya wê ya ji bo min û we ye.

Yekşema heftiya nû di Tabloya Demê de hatiye nîşandan:

Îsa Mesîh ji Mirinê radibe di Roja Berê Pêşî de û jiyaneke nû ya bêmirin pêşkêşî min û we dike.

‘Îna Pîroz hat’ bersivandin

Her wiha ev bersiva pirsa me ya li ser ‘Îna Pîroz’ dide. Çawa ku Încîl rave dike:

Lê em Îsayê ku ji ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, dibînin. Ew ji bo demekê ji milyaketan hat nizimtirkirin da ku bi kerema Xwedê ji bo her kesî mirinê tam bike.

Îbranî 2:9

Dema ku wî ‘mirin tehm kir’ di Îna Pîroz de, wî ew ji bo me ‘hemûyan’ kir. Îna Pîroz ew nav girtiye, ji ber ku ew ji bo me pîroz bû. Dema ku di Mihrîcana Berê Pêşî de vejiya, wî jiyana nû pêşkêşî her kesî kir.

Vejîn û Selametiya Îsa Mesîh a di Quranê de

Digel ku kêm hûrgulî hene tê de, Quran dema vejîna Îsa Mesîh wekî sê rojên herî girîng bi nav dike. Sureya Meryêm bi vî awayî behsa wê dike:

Roja ku ez bûm, roja ku ez bimirim  roja ku piştî mirinê ez bême vejandin, selametî her li min be.  [Îsa Mesîh got]

Sureya Meryemê 19:33

Her wiha Încîl jî behsa jidayîkbûna Îsa Mesîh, mirina wî û vejîna wî dike. Ji ber ku vejîna wî ‘berê pêşî’ ye, selametiya li ser pêxember di vejîna wî de jî êdî ji bo min û we heye. Îsa Mesîh ev yek nîşan da dema ku wî silav da şagirtên xwe di roja din roja vejîna xwe de.

Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: “Silamet li ser we be.” Ev tişt got, destên xwe û kêleka xwe nîşanî wan da. Gava ku şagirtan Xudan dît, pir şa bûn.

Yûhenna 20:19-20

Awayê silavdayîna edetî ya ku niha Misilman didin hev du (selamû aleykum – silametî li ser te be) ji aliyê Pêxember Îsa Mesîh ve beriya demeke dirêj dihate bikaranîn ji bo girêdana di navbera vejîna wî û selametiya ku dide me de. Divê em vê soza ku pêxember daye me bi bîr bînin her cara ku me silav da hev û ji hev girt û divê em li diyariya Ruhê Pîroz a ku ji me re hatiye dayîn jî bifikirin.

Li ser Vejîna Îsa Mesîh tê fikirîn

Pêxember Îsa Mesîh piştî mirina xwe gelek caran xwe nîşanî hevalên xwe da. Ev bûyerên ku ji Încîlê hatine gotin li vir in. Lê divê em bala xwe bidin ser cara pêşî dema ku wî xwe nîşanî şagirtên xwe da:

…ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû

Lûqa 24:10

Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.

Lûqa 24:27

Û piştre dîsa:

Hingê wî ji wan re got: “Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Qanûna Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.”

Lûqa 24:44

Em ê çawa jê piştrast bin ku ev bi rastî plana Xwedê ye û ew ê rasterast me ji mirinê rake? Bi tenê Xweda siberojê dizane, lewma Nîşaneyên ku berî sedsalan di ser Pêxemberên di Tewrat û Zebûrê re hatine aşkerakirin û hatine pêkanîn ji aliyê Îsa Mesîh ve garantiyê didin me:

da ku tu rastiya tiştên ku ji te re hatine hînkirin, bizanî.

Lûqa 1:4

Ji bo ku em agahiyan bigirin li ser pirsên girîng ên der barê qurbanîkirin û vejîna Pêxember Îsa Mesîh de, çar gotarên cuda hene li ber destên me:

  1. Ev Nîşaneyên ku di Tewrata Mûsa de Îsa Mesîh nîşan didin di ber çav re derbas dike.
  2. Ev Nîşaneyên di ‘Pêxember û Mezmûran’ de di ber çav re derbas dike. Ev du gotar dihêlin ku em bi xwe biryar bidin bê bi rastî “Mesîh îşkence dîtiye û ji mirinê rabûye di roja sêyemîn de” (Lûka 24:46).
  3. Ev ji me re dibe alîkar ji bo fêm bikin bê em çawa vê diyariya vejînê ji Îsa Mesîh digirin.
  4. Ev behsa hin tevlîheviyên di seriyan de yên li ser xaçkirina Îsa Mesîh dike bi lêkolîna tiştên ku Qurana Pîroz li serê gotine.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *