Skip to content
Home » Meha pîroz a Remezanê – Rojî çawa tê girtin?

Meha pîroz a Remezanê – Rojî çawa tê girtin?

  • by

Dema ku di Remezanê de rojî tê girtin, ez dibînim ku hevalên min nîqaş dikin bê rojî herî baş çawa tê girtin. Nîqaş bêtir li ser dema destpêkirin û qedandina rojiyê ye. Dema ku Remezan dikeve nava havînê û ji ber ku em li bakur rojê ji 16 saetan bêtir roniya rojê dibînin, pirsa gelo em ji bo rojiyê dikarin standardeke din a roniya rojê (ya wekî ji hilatina rojê heta ku roj diçe ava li Mekeyê) bi kar bînin yan na derdikeve holê. Hevalên min qayîdeyên cuda yên alimên cur bi cur dişopînin li ser vê meseleyê û meseleyên bê çi caîz e û çi ne caîz e.

Tiştekî din ê bi qasî van nîqaşan girîng ew e ku em gelek caran ji bîr dikin bê divê em çawa bijîn da ku Xweda ji rojiya me razî be. Pêxemberan li ser vê yekê nivîsiye û peyamên wan ên li ser jiyîna rast a ji bo rojiya rast îro jî bi qasî dema wan girîng in.

Pêxember Yeşaya (AS) di demeke wisa de dijiya ku bawermendan îbadetên xwe yên dînî (yên wekî diakirin û rojîgirtin) bi têkûzî dikirin. Ew bawermend bûn.

Tabloya Demê ya Pêxember Yeşaya (AS) digel hin pêxemberên din ên di Zebûrê de

Lê her wiha ew dema xerabûneke mezin bû (binêrin li danasîna Zebûrê). Mirovan her tim bi hev re şer û gengeşî û qirên dikir. Lewma pêxember ev peyam ji wan re anî.

Rojiya rast

Bi dengê bilind gazî bikin, xwe nedin paş! Dengê xwe wekî boriyê bilind bikin! Ji gelê min re serhildana wî û ji Mala Aqûb re gunehên wî bibêjin. Dîsa jî her roj ew li min digerin û dilê wan bi zanîna riyên min xweş dibin. Wekî miletekî ku rastî pêk aniye û dev ji hikmên Xwedê bernedaye, ew ji min hikmên rast dixwazin û dilê wan bi nêzîkbûna Xwedê xweş dibe. Dibêjin: ‘Em rojî digirin, çima tu nabînî? Me canê xwe nizim kir, çima tu pê nizanî?’

“Va ye, di roja hûn rojî digirin de, hûn li pey kêfa xwe ne û zorê li hemû karkerên xwe dikin. Va ye, hûn bi tenê ji bo şer û pevçûnê, bi tenê ji bo bi kulma xerabiyê lêxin rojî digirin. Bi vê rojîgirtina wekî îro, wê li ezmanan dengê we neyê bihîstin.

“Ma rojiya ku min hilbijart ev bû? Ma roja ku mirov canê xwe nizim dike, wiha dibe? Ma divê mirov wekî zilê, serê xwe bitewîne û li ser çûx û xweliyê rûne? Ma ji vê re hûn dibêjin rojî û roja ku Xudan razî dibe? Ma rojiya ku min hilbijart ne ev e? Sistkirina werîsên xerabiyê, vekirina nîran, berdana bindestan û şikandina her cure nîran ne ev e? Ma bi birçiyan re parîkirina nên,

li mala xwe hewandina bindestên bêmal, cilûbergkirina kesên tazî ku hûn dibînin û bi merivên xwe re alîkarîkirin ne ev e? Wî çaxî wê ronahiya we wekî seherê derkeve, hûn ê zû şifayê bibînin. Wê rastiya we li pêşiya we here, wê rûmeta Xudan parêzvanê li pey we be. Wî çaxî gava hûn bikin gazî, wê Xudan bersiva we bide. Hûn ê bikin hewar û wê bibêje: ‘Va me ez!’

“Heger hûn nîr, nîşandana tiliya xwe û gotina xerab ji nava xwe rakin, heger hûn bidin kesên birçî

û canê bindestan têr bikin, wî çaxî wê ronahiya we ji nav tariyê derkeve, wê tarîstana we bibe wekî tava danê nîvro. Wê Xudan her gav rê nîşanî we bide, li erdên ziwa canê we têr bike, hestiyên we asê bike û hûn ê bibin wekî bexçeyekî avî, hûn ê bibin wekî kaniyeke ku ava wê naçike.

“Wê kesê ji te, wêraneyên kevin ava bike, tê li ser bingeha nifşan bilind bikî. Wê ji bo te: ‘Dagirtiyê qelîştokên dîwêr, avakarê kuçeyên ku niştecih tê de rûnin’ bê gotin.

Yeşaya 58: 1-12

Ev wehdên ji bo jiyanekeke bibereket ên di ser rojiyê re çi xweş in, ne? Lê hingê mirovan guh neda pêxember û wan tobe nekir (hîndariyên pêxember Yehya (AS) yên li ser tobekirinê). Îcar ew bi awayê ku Pêxember Mûsa (AS) kehanet kiribû hatin darizandin. Ev peyam wekî hişyariyekê ye ji me re ku Yeşaya teswîr dike bê çawa ew wekî roja me tevdigeriyan di dema rojîgirtinê de.

Rojî wê bi kêrî tiştekî neyê, qayîdeyên meleyên çi bin ferq nake, ew ê Xwedê razî nekin bi awayê jiyîna ku Xwedê aciz dike. Nexwe bizanibin bê hûn ê çawa dilovaniya Xwedê bi dest bixin di ser Pêxember Îsa Mesîh (AS) re.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *