Skip to content
Home » Încîl çawa hatiye wergerandin?

Încîl çawa hatiye wergerandin?

  • by

Încîl yan jî Pirtûka Pîroz, bi piranî ji zimanên wê yên orjînal (Îbranî & Yewnanî) nayê xwendin. Ne ji ber ku ew bi van zimanan nîn e. Heye û pispor bi armanca ku Pirtûka Pîroz bi zimanên orjînal bixwînin û xebatê li ser bikin li zanîngehan Yewnanî û Îbranî hîn dibin. (Li vir binêrin ji bo Tewrata bi zimanê Îbranî û ji bo Încîla bi zimanê Yewnanî li vir binêrin) Bi piranî mamosteyên profesyonel bi vî awayî li ser Încîlê dixebitin. Lê bawermendên ji rêzê bi giştî Încîlê ji zimanên wê yên orjînal naxwînin yan jî li ser naxebitin, li şûna wê ji wergereke bi zimanê xwe yê zikmakî dixwînin.  Ji ber vê yekê bi piranî Încîla bi zimanên xwe yên orjînal nayê dîtin û ev yek dike ku hin kes bibêjin ku zimanên orjînal winda bûne û hinek jî bibêjin ku pêvajoya wergerandinê kiriye ku ew xera bibe. Berî ku em bigihîjin encamekê, ya baş ew e ku em pêşî pêvajoya wergerandina Pirtûka Pîroz ango Încîlê fêm bikin. Em ê di vê gotarê de vê yekê bikin.

Werger û Tîpguhêzî

Pêşî divê em hin qayîdeyên wergerê fêm bikin. Wergêr carinan tercîh dikin ku wergera bi heman dengan bikin li şûna wergera wateyê, bi taybetî dema ku mijar tê ser navan an jî sernavan. Ev yek wekî tîpguhêziyê tê zanîn. Şeklê li jêrê cudahiya di navbera werger û tîpguhêziyê de nîşan dide. Hûn dikarin bi du awayan peyva ‘Xwedê’ ji Erebî wergerînin Îngilîzî. Hûn dikarin wê ji aliyê wateyê ve wergerînin ku dibe ‘God’ an jî hûn dikarin bi deng wergerînin ku dibe ‘Allah’.

Ev şekil têgiha ‘Xwedê’ bi kar tîne da ku nîşan bide bê em çawa dikarin werger an jî tîpguhêziya ji zimanekî bo zimanekî din bikin

Di van salên dawî de ji ber danûstana zêde ya di navbera Îngilîzî û Erebî de, têgiha ‘Allah’ bêtir tê nasîn di zimanê Îngilîzî de bi wateya Xwedê. Ew bi awayekî teqez wekî ‘rast’ an jî ‘xelet’ nayê dîtin di hilbijartina wê ya di wergerê yan jî tîpguhêziyê de ji bo sernav û peyvên sereke. A girîng ew e ku ew têgih wê çawa were qebûlkirin an jî fêmkirin di zimanê armanc de.

Septuagint

Yekemîn wergera Încîlê dema ku Peymana Kevin a bi Îbranî li Yewnanî hate wergerandin pêk hat li derdora sala 250’yî BZ. Ev werger bi navê Septuagint (an jî LXX) tê zanîn û ew gelekî bi bandor e. Ji ber ku Peymana Nû bi Yewnanî hatiye nivîsandin, gelek jêgiranên Peymana Kevin ji Septuaginta Yewnanî hatine girtin.

Werger & Tîpguhêziya di Septuagintê de

Şeklê lê jêrê nîşan dide bê çawa van hemûyan bandor li Pirtûkên Pîroz ên dema me yên ku di nava kadranên kesk de hatine nîşandan kiriye.

Ev şekil pêvajoya wergera Încîlê (Pirtûka Pîroz) ya bo zimanê modern nîşan dide

Peymana Kevin ya bi Îbranî (Tewrat & Zebûr) ya orjînal di qadrana #1’ê de ye û îro di metna Masoretîk û Qeydên Behra Mirî de ew têne bidestxistin. Ji ber ku Septuagint wergereke ji Îbranî –> Yewnanî bû, ew tê nîşandan bi tîrikekî ku ber bi qadrana #1 heta #2’yê ve diçe. Peymana Nû bi xwe wekî eslê xwe yê orjînal bi Yewnanî hatibû nivîsandin, yanî ev tê wê wateyê ku #2 hem Peymana Kevin hem a Nû dihewîne. Nîvê ya di binî de (#3) wergera Pirtûka Pîroz a bo zimanekî Modern e (wekî mînak Îngilîzî). Ji bo bigihîjin wir Peymana Kevin ji Îbranî (1 -> 3) û Peymana Nû ji Yewnanî (2 -> 3) tê wergerandin. Wergêr divê biryarê bidin li ser tîpguhêzî yan wergerandina nav û sernavan çawa ku berê hate ravekirin. Ev bi tîrikên kesk ên tîpguhêzî û wergerê hatine diyarkirin da ku nîşan bidin ku wergêr dikarin her du rêbazan jî bi kar bînin.

Şahidiya Septuagintê li ser Pirsa Xerabûna Încîlê

Ji ber ku Septuagint li derdora sala 250’yî BZ ji Îbranî hatiye wergerandin, em dikarin bibînin (heke em ji Yewnanî dîsa wergerînin Îbranî) bê di destnivîsarên Îbranî yên ku van wergêran wergerandine de çi hebûye. Ji ber ku ev metin hema hema wekî hev in, ev yek nîşan dide ku metna Peymana Kevin nehatiye guhertin qet nebe ji 250’yî BZ ve. Septuagint li seranserê Rojhilata Navîn û Behra Spî bi sedan salan hate xwendin ji aliyê Cihû, Xiristiyan û paganan ve jî – û îro jî gelek kesên li Rojhilata Navîn wê bi kar tînin. Heke kesek (Xiristiyan, Cihû yan jî yekî din) Peymana Kevin guherandibe yan jî xera kiribe, nexwe Septuagint wê cuda bûya ji metna bi Îbranî. Lê ew ji binî ve wekî hev in.

Bi heman awayî, wekî mînak heke kesekî li Îskenderiyeya Misirê Septuagint bi xwe xera kiribe, nexwe kopiyên destnivîsarên Septuagintê yên li Îskenderiyeyê wê cuda bûna ji destnivîsarên Septuagintê yên li seranserî Rojhilata Navîn û Behra Spî. Lê ew wekî hev in. Îcar dane bêyî ku tu nakokî bimîne ji me re dibêjin ku Peymana Kevin nehatiye xerakirin.

Septuagint di Wergerê de

Septuagint jî ji bo alîkariya wergera modern tê bikaranîn. Pisporên wergerê di roja îroyîn de jî Septuagintê bi kar tînin da ku ji wan re bibe alîkar ji bo wergerandina hin pasajên dijwar ên Peymana Kevin. Zimanê Yewnanî gelekî fambar e û ji bo hin pasajên bi zimanê Îbranî yên dijwar wergêr dikarin bibînin bê çawa wergêrên Septuagintê ev pasajên nezelal fêm kirine berî 2250 sal berê.

Fêmkirina werger/tîpguhêziyê û Septuagintê wê ji me re bibe alîkar ji bo em fêm bikin ku têgihên ‘Christ’ û ‘Mesih’ têkildarî têgiha Îsa (AS) ne û her wiha ew ê jî bi kêrî me were ji bo ku em peyama Încîlê fêm bikin. Di gotara xwe ya din de em li vê yekê dinêrin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *