Skip to content

Rexnegiriya Deqî ya Zanistî ji bo em bibînin bê Încîl xera bûye yan na

  • by

 “Çima divê ez Kitêba Pîroz bixwînim? Ew berî demeke dirêj hatiye nivîsîn û gelek werger û revîzyonên wê çêbûne – min bihîst ku peyama wê ya orjînal bi demê re hatiye guhertin.” Min gelek caran bihîstiye ku ev gotin ji bo Tevrat, Zebûr û Încîla ku Kitêba Pîroz pêk tînin hatiye gotin.

Gelekan ji me bi tenê ev gotinên der barê Kitêba Pîroz de bihîstine. Jixwe ew berî du hezar salan hatiye nivîsandin. Nexwe em dikarin bibêjin ku Kitêba (Încîl) ku îro em dixwînin bi rastî ya orjînal e ku pêxember û nivîskaran ew berî demeke dirêj nivîsandiye? Ji xeynî dîn tu delîlên zanistî û beraqil hene ku em bi wan bizanin bê Încîla ku em îro dixwîn xera bûye yan xera nebûye?

Prensîbên Sereke yên Rexnegiriya Deqî

Gelek kesên ku vê pirsê dikin nizanin ku disîplîneke zanistî ya ku bi awayê rexnegiriya deqî tê zanîn heye ku em dikarin pê bersiva van pirsan bidin. Ji ber ku ew disîplîna zanistî li her nivîsara antîk tê sepandin. Ev gotar wê du prensîbên sereke yên di rexnegiriya deqî de bide û piştre wan li Încîlê bisepîne. Ji bo kirina wê yekê em bi tabloyekê dest pê dikin ku digel derbasbûna demê prosesa parastina nivîsareke ku em pê dikarin îro wê bixwînin nîşan dide.

Tabloyeke ku nîşan dide bê çawa hemû pirtûkên antîk gihîştine îro

Ev tablo pirtûkeke ku di sala 500’î ya BZ de hatiye nivîsîn nîşan dide. Helbet orjînala wê her tim wekî xwe de namîne, ji ber ku berî ku ew birize, winda bibe yan jî texrîb bibe, kopiya destnivîsarekê tê derxistin (1. kopî). Mirovên pispor ên bi navê nivîsyar karê kopîkirinê dikin. Bi derbasbûna salan re kopiyên kopiyan tên derxistin (2. Kopî & 3. Kopî). Heta radeyekê kopiyeke wê tê parastin û digihîje heta roja me (3. Kopî). Di tabloya me ya mînak de ew kopî di sala 500’î ya BZ de hatiye derxistin. Nexwe ev tê wê wateyê ku kopiya herî kevin a ku em dizanin ji sala 500’î ya BZ pê de ye. Ji ber vê yekê em nikarin nusxeyên wê yên di navbera salên 500’î yên BZ û 500’î yên PZ (di tabloyê de wekî x hatiye etîketkirin) de kontrol bikin, ji ber ku hemû nusxeyên wê demê winda ne. Wekî mînak heke di kopiya 2. a ji ber nusxeya 1. de xeletî hatibin kirin, em ê nikaribin wan her du belgeyan kontrol bikin, ji ber ku ew belge ne li ber destê me ne ku em bikaribin wan bidin ber hev. Ev dema beriya kopiyên heyî (dema x) dema nediyariya nivîsaran e – dibe ku di wê demê de texrîfat li serê hatibin kirin. Ji ber vê yekê prensîba sereke ya rexnegiriya deqî ew e ku ev dema nediyariyê çi qasî kurt be, em ê bêtir bi awayekî pêewle bibêjin ku ew belgeya di roja me de bi awayekî rast hatiye parastin, ji ber ku hingê dema nediyariyê wê kêmtir be. 

Helbet bi piranî di roja me de kopiyên destnivarekê yên ji yekê zêdetir hene. Em ferz bikin ku du kopiyên me yên destnivîsarekê hene û di heman beşên herduyan de jî ev gotinên li jêr hene:

Ev xwendina varyantekê nîşan dide (yek dibêje ‘Joan’ û ya din dibêje ‘John’) lê bi du destnivîsaran dijwar e ku em biryar bidin bê xeletî di kîjanê de ye.

Nivîskarê rastîn ê vê destnivîsarê yan gotiye Joan yan jî gotiye John, yek ji wan destnivîsaran di xwe de xeletiyekê dihewîne. Problem ev e – Kîjan ji wan xelet e? Bi delîlên di destê me de biryardayîna vê yekê pir dijwar e.

Îcar em ferz bikin ku me gelek kopiyên heman destnivîsarên dîtine, çawa ku li jêr xuya dike:

Îcar di destên me de çar destnivîsar hene û bi hêsanî em dibînin bê kîjan xelet e.

Êdî hêsantir e ku em bibêjin kîjan destnivîsar xelet e. Bi îhtîmaleke mezin ew xeta wê carekê hatibe kirin, ew ê sê caran nehatibe dubarekirin, lewma diyar e ku di Destnivîsar #2 de xeletî heye û nivîskar behsa Joan kiriye. A ku ‘John’ tê de ye hatiye texrîfkirin.

Ev mînaka basît prensîba duyemîn a di rexnegiriya deqî de nîşan dide ku kopiyên destnivîsarekê çi qasî zêde bin, tespîtkirin û rastkirina xeletiyan ew qasî hêsan dibe û em ê bizanin bê ya orjînal çi gotiye.

Rexnegiriya Deqî ya Pirtûkên Dîrokî

Nexwe du prensîbên rexnegiriya deqî ya zanistî tên bikaranîn ji bo diyarkirina pêbaweriya pirtûkeke kevin: 1) pîvana dema di navbera destnivîsara orjînal û kopiyên destnivîsarê yên di dest de, 2) hejmara kopiyên destnivîsarê yên di dest de. Ji ber ku ev prensîb ji bo hemû destnivîsarên kevin derbas dibin, çawa ku di tabloyên jêr de hatiye nîşandan, (ji rûpelên 42-48 yên pirtûka J. McDowell a Evidence That Demans a Verdict – Delîla ku Peyîtandinê Dixwaze, 1979 hatiye girtin), em dikarin wê hem li Încîlê hem jî li pirtûkên din ên kevin bisepînin.

NivîskarDîroka nivîsînêKopiya PêşîDema navberê#
Sezar50 BZ900 BZ95010
Plato350 BZ900 BZ12507
Arîstoteles*300 BZ1100 BZ14005
Thukîdîdîs400 BZ900 BZ13008
Herodot400 BZ900 BZ13008
Sofokles400 BZ1000 BZ1400100
Tacitus100 PZ1100 BZ100020
Plînîus100 PZ850 BZ7507

* ji xebateke wî

Ev nivîskar nivîskarên sereke yên demên antîk temsîl dikin – nivîsên wan teşe dane pêşketina şaristaniya modern. Bi giştî destnivîsar ji dema ku hatine nivîsandin 1000 sal bi şûn de bi qasî 10-100 heb tên parastin û digihîjin ber destê me.

Rexnegiriya Deqî ya Kitêba Pîroz

Di tabloya jêr de nivîsên Kitêba Pîroz (Bi taybetî Încîl an jî Peymana Nû) dide ber hev (ji pirtûka Comfort, P.W. a bi navê The Origin of the Bible – Çavkaniya Kitêba Pîroz, 992, r. 193 hatiye girtin).

DestnivîsarDîroka nivîsînêDîroka DestnivîsarêDema navberê
John Rylan90 PZ130 PZ40 sal
Bodmer Papyrus90 PZ150-200 PZ110 sal
Chester Beatty60 PZ200 PZ140 sal
Codex Vaticanus60-90 PZ325 PZ265 sal
Codex Sinaiticus60-90 PZ350 PZ290 sal

Kurteya Rexnegiriya Deqî ya Kitêba Pîroz/Încîlê

Hejmara destnivîsarên Peymana Nû ew qasî zêde ne ku ne mimkun e em wan rêz bikin di tabloyekê de. Alimekî ku bi salan li ser mijarê xebitiye wiha dibêje:

“Di destên me de ji 24000’î zêdetir kopiyên destnivîsara Peymana Nû hene… Tu belgeyên din ên antîk ne mimkun e ku nêzîkî vê hejmara ew qasî zêde bibin jî. Îlyadaya ku Homerus nivîsandiye duyemîn e bi 643 kopiyên xwe yên heyî.”

McDowell, J., Evidence That Demands a Verdict -Delîla ku Peyîtandinê Dixwaze, 1979, p. 40

Alimekî pêşeng ê British Museumê bi van gotinan beşdar dibe:

“Alim kêfxweş in ku di destên wan de nivîsarên nivîskarên Yewnan û Romayî yên rastîn hene… lê dîsa jî zanîna me ya li ser nivîsarên wan nivîskaran bi çend destnivîsarên wan sînorkirî ye, li aliyê din hejmara destnivîsarên Peymana Nû bi hezaran in” Kenyon, F. G. (midûrê berê yê British Museum

Our Bible and the Ancient Manuscripts – Încîla me û Destnivîsarên Antîk, 1941, p. 24

Pirtûkeke min a li ser belgeyên pêşî yên Peymana Nû heye. Wiha dest pê dike:

“Di vê pirtûkê de 69 transkrîpsiyonên belgeyên pêşî yên Peymana Nû hene… yên dema ji sedsala 2. heta serê sedsala 4. in. (100-300 PZ) Bi qasî 2/3 nivîsarên Peymana Nû di xwe de dihewîne”

P. Comfort, “The Text of Earliest New Testament Greek Manuscripts-Destnivîsarên Pêşî yên Peymana Nû ya bi Yewnanî”. Pêşek, r. 17, 2001

Bi gotineke din gelek ji van destnivîsarên di dest de yên gelekî kevin in, bi tenê bi qasî sed salî yên piştî nivîsarên Peymana Nû yên orjînal in. Ew destnivîsar diçin beriya bilindbûna hêza Konstantîn û dêra Romayê. Û ew li çar aliyên cîhana Behra Spî belav bûbûn. Heke li herêmekê hinek ji wan bihatina texrîfkirin, me yê bi danberheva wan a bi destnivîsarên ji herêmên din cudahiya di navbera wan de bidîta. Lê ew wekî hev in.

Îcar em ji vê digihîjin kîjan encamê? Helbet qet nebe em dikarin bi awayekî objektîf (hejmara destnivîsarên di dest me de û dema di navbera yên Peymana Nû (Încîl) ya orjînal û ya herî kevin de bipîvin û bibînin ku ew ji hemû nivîsarên klasîk bêtir dikare bê qebûlkirin. Biryara ku bi delîlan em gihanê, em dikarin bi kurtasî wiha bidin:

“Heke em bi guman li nivîsarên Peymana Nû yên heyî binêrin, em ê bikin ku hemû serdemên antîk di nav nediyariyê de bimînin, ji ber ku tu belgeyên din ên serdema antîk bi qasî Peymana Nû ji aliyê bîbliyografîk ve nayên peyitandin” Montgomery,

History and Christianity – Dîrok û Xiristiyanî, 1971, r. 29.

Tiştê ku dibêje ew e ku heke em ji rastiya Kitêba Pîroz (Încîl) bikevin şikê, nexwe em hemû zanîna xwe ya li ser dîroka klasîk didin aliyekî – û heta niha tu dîrokzanî tiştekî wiha nekiriye.  Heke em bibêjin Încîl hatiye texrîfkirin, digel ku 24000 destnivîsarên wê hene û bi tenê sed sal ketiye navbera metna orjînal û kopiya wê ya pêşî, nexwe çima em nabêjin destnivîsarên Heredot nehatine texrîfkirin, digel ku 1300 sal hene di navbera destnivîsara wê ya orjînal û kopiya wê ya herî kevn de û li ber destên me bi tenê 8 kopiyên wê hene? Tu wateya wê nîn e.

Em dizanin ku metnên Încîlê nehatine guhertin digel ku serdem, ziman û împaratorî hatine û çûne, ji ber ku destnivîsara herî kevin a heyî beriya van bûyeran tê. Wekî mînak, em dizanin tu papayî yan jî Konstantînê Împaratorê Romayê Încîl neguhertiye, ji ber ku destnivîsarên beriya Konstantîn û hemû papayan di destên me de hene û di wan destnivîsarên pêşî de heman bûyer hene. Destnivîsarên ku ji bo wergerandina Încîlê tên bikaranîn beriya Pêxember Mihemed (AS) hebûne, a rast girîng e ku wî di dema xwe de Încîl qebûl kiriye, ji ber ku em dizanin ku destnivîsarên Încîlê yên ku di dema wî de dihatin bikaranîn neguherîne.

Di tabloya jêrîn de tê nîşandan ku çavkaniyên destnivîsarên ku ji bo wergera modern a Încîlê tên bikaranîn ji demên gelekî kevin hatine.

Încîlên Modern ji destnivîsarên ku piraniya wan di salên 100-300 ên PZ de hebûne tên wergerandin. Ev destnivîsarên çavkanî bi demeke dirêj beriya Konstantîn, hêzên dînî-siyasî yên xurt û berî dema Pêxember Mihemed (AS) hebûn.

Wekî kurtase ne demê ne jî pêşengên Xiristiyan fikir û peyamên orjînal ên ku di destnivîsarên orjînal ên Kitêba Pîroz an jî Încîlê de cih girtine xera nekirine. Bi hezaran destnivîsarên pêşî di destên me de hene îro, ji wan destnivîsaran em dizanin ku tiştên ku nivîskaran nivîsandine rast hatine nivîsandin. Zanista Rexnegiriya Deqî pêbaweriya Kitêba Pîroz (Încîl) qebûl dike.

Di dersa zanîngehê de Rexnegiriya Deqî

Berî demeke kurt min ew derfet bi dest xist ku ez li Zanîngeha Western Ontario ya li Kanadayê li ser vê mijarê ders bidim. Li jêrê vîdeoyeke 17 deqeyî ya dersê ya li ser vê mijarê ya bi zimanê Îngilîzî heye.

http://vimeo.com/25487525

Heta niha me bi tenê li rexnegiriya deqî ya Peymana Nû – Încîlê nihêrî. Lê em dikarin ji bo Tewrat û Zebûrê – pirtûkên ku Peymana Kevin pêk tînin çi bibêjin? Di vê vîdeoya 7 deqeyî ya li jêr de ez prensîbên rexnegiriya deqî yên ji bo Peymana Kevin dibêjim bi Îngilîzî.

http://vimeo.com/29541364

Leave a Reply

Your email address will not be published.