Skip to content


Hatina Ruhê Pîroz

1Gava ku Roja Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn. 2Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir. 3Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. 4Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.

5Hingê li Orşelîmê, Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê hebûn. 6Li ser vî dengî elaleteke mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin. 7Matbûyî û şaşmayî pirsîn: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê ne? 8Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê dibihîze? 9Di nav me de Partî, Mêdî û Elamî hene. Ji Mezopotamyayê, Cihûstan, Kepedokya, Pontos û Asyayê, 10ji Firîgya û Pamfîlyayê, ji Misrê û ji herêma Kûrenê ya Lîbyayê, mêvanên ku ji Romayê hatine, 11Cihû û Xwedêperestên ji miletên din, Girîtî û Ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin dibêjin.» 12Hemû şaş û heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?» 13Lê hinekên din jî tinazên xwe dikirin û digotin: «Ev bi şeraba nû serxweş bûne.»

Peyivîna Petrûs

14Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin. 15Wek ku hûn difikirin, ev ne serxweş in. Çimkî niha saet nehê sibê ye. 16Lê ev ew e ku bi devê Yoêl pêxember hatiye gotin:

17‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje:

Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim.

Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin

Û xortên we wê dîtiniyan, kal û pîrên we wê xewnan bibînin.

18Di wan rojan de, ezê ji Ruhê xwe

Birijînim ser xulam û cêriyên xwe

Û ewê pêxemberîtiyê bikin.

19Û ezê li jor, li ezmên, tiştên ecêb nîşan bidim

Û li jêr jî, li ser rûyê erdê, nîşanan xuya bikim:

Xwîn û agir, mij û dûman.

20Berî hatina Roja Xudan ya mezin û navdar,

Roj wê tarî bibe û heyv wê rengê xwînê bistîne.

21Hingê, her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.›

22«Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin. 23Li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew bi destê yên ku Şerîetê nas nakin li xaçê xist û kuşt. 24Lê Xwedê ew vejand û êşên mirinê rakirin, çimkî îmkan nebû ku ew ji aliyê mirinê ve girtî bima. 25Dawid jî li ser wî weha dibêje:

‹Min Xudan hergav li pêşiya xwe dît,

Ew li milê min ê rastê ye, da ku ez veneleqim.

26Ji ber vê yekê dilê min geş û zimanê min gelekî şa bû.

Bedena min jî wê bi hêviyê bijî.

27Çimkî tu canê min li diyarê miriyan nahêlî

Û tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne.

28Te riyên jiyanê bi min dan zanîn;

Tê bi dîdara xwe min di nav şahiyê de bihêlî.›

29«Birano, divê bi eşkereyî ji we re li ser bavê me Dawid bê gotin ku ew hem mir û hem jî hat veşartin û gora wî jî heta îro li ba me ye. 30Lê ji ber ku ew pêxember bû, wî dizanibû ku Xwedê ‹jê re sond xwariye ku wê yekî ji dûndana wî li ser textê wî bide rûniştin.› 31Dawid ev ji pêşî ve dît û li ser vejîna Mesîh got:

‹Ew ne li diyarê miriyan hat hiştin

Û ne jî bedena wî rizîbûn dît.›

32Xwedê ev Îsa ji nav miriyan rakir û em hemû şahidên vê yekê ne. 33Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê û ji Bav soza Ruhê Pîroz stand û çawa ku hûn dibînin û dibihîzin ew rijandiye. 34Erê, Dawid hilnekişiya ezmanan, lê ew bi xwe dibêje:

‹Xudan ji Xudanê min re got:

Li milê min ê rastê rûne,

35Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›

36Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.»

37Îcar gava ku wan ev bihîst, wek ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano! Ma em çi bikin?» 38Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin. 39Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.» 40Wî hê bi gelek peyvên din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê jirêderketî xilas bikin.» 41Îcar yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar mirovî beşdarî wan bûn. 42Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan, hevpariya ruhanî, şikandina nên û duakirinê.

Yekîtiya Bawermendan

43Tirs ket dilê her kesî. Û gelek karên mezin û nîşan bi destê Şandiyan dihatin kirin. 44Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan hevpar bû. 45Mal û milkên xwe difirotin û bi perên wan li gor hewcedariya her kesî leva dikirin. 46Her roj bi hev re di Perestgehê de diciviyan, li malên xwe nan dişikandin, bi şahî û bi dilekî xwerû xwarin dixwarin. 47Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir.