Skip to content


Xewnên Ûsiv

1Aqûb li welatê ku bavê wî bi xerîbî lê mabû, li welatê Kenanê rûnişt. 2Qeyda ziriyeta Aqûb:

Ûsiv xortekî hivdeh salî bû. Ew bi birayên xwe yên ji jinbavên xwe, bi kurên Bîlhayê û kurên Zîlpayê re li ber pêz bû. Ûsiv kirinên xerab ên birayên xwe ji bavê xwe re dianî.

3Îsraîl ji hemû kurên xwe zêdetir ji Ûsiv hez dikir. Çimkî Ûsiv di kalîtiya wî de jê re bibû. Wî ji Ûsiv re kincekî dirêj û bi xemil çêkiribû. 4Çaxê birayên wî dîtin ku bavê wan ji hemûyan bêtir jê hez dike, li ber çavên wan reş bû, pê re xweş xeber nedidan.

5Ûsiv xewnek dît û çaxê ku wî ev xewn ji birayên xwe re got, li ber çavên wan zêdetir reş bû. 6Wî ji wan re got: “Ka guhdariya vê xewna min bikin: 7Min dît ku em li zeviyê gurzan girê didin. Ji nişkave gurza min rabû û çik sekinî. Lê gurzên we li dora gurza min kom bûn û xwe li ber tewandin.”

8Birayên wî jê re gotin: “Çavê te lê ye tu li ser me bibî padîşah? Tê bibî serwerê me?” Wan ji ber xewna wî û gotinên wî, zêdetir jê nefret kirin.

9Wî xewneke din dît û ew jî ji birayên xwe re got: “Guhdarî bikin, min xewneke din dît: Roj, heyv û yanzdeh stêr li ber min ditewiyan.”

10Çaxê Ûsiv xewna xwe ji bavê xwe û ji birayên xwe re got, bavê wî lê hêrs bû û got: “Ev çi xewn e? Ma nexwe ez, diya te û birayên te emê bên û xwe li ber te bitewînin erdê?” 11Birayên wî jê dexisîn, lê xewna wî di hişê bavê wî de ma.

Ûsiv tê firotin

12Rojekê birayên wî, ji bo ku keriyên bavê xwe biçêrînin çûbûn nêzîkî Şexemê. 13Îsraîl ji Ûsiv re got: “Birayên te li Şexemê pez diçêrînin. De were, ez te bişînim ba wan.”

Ûsiv got: “Baş e.”

14Aqûb got: “Here binêre ka birayên te û pez bi silamet in. Ji min re xeberekê bîne.” Bi vî awayî wî ew ji Deşta Hevronê şand.

Çaxê Ûsiv gihîşt Şexemê, 15zilamekî dît ku ew li wê derê digere. Zilam jê pirsî: “Tu li çi digerî?”

16Ûsiv got: “Ez li birayên xwe digerim. Ma tu dikarî ji min re bêjî ew li ku derê pezê xwe diçêrînin?”

17Zilêm got: “Ew bi rê ket. Min bihîst ku ji hev re digotin: ‘Em herin Dotanê.’” Ûsiv da rê û li nêzîkî Dotanê rastî wan hat.

18Wan ji dûr ve Ûsiv dît û beriya ku ew hat ba wan, şêwra kuştina wî kirin. 19Wan ji hev re got: “Va ye, xweyê xewnan tê. 20De werin em wî bikujin û bavêjin bîrekê. Emê bêjin heywanekî hov ew xwar. Paşê emê bibînin ka xewnên wî çawa pêk tên.”

21Çaxê Rûbên ev bihîst, xwest ku Ûsiv ji destê wan rizgar bike û got: “Em wî nekujin. 22Xwînê nerêjin. Wî bavêjin wê bîra çolê, lê destê xwe dirêjî wî nekin.” Ji bo ku wî rizgar bike û ji bavê xwe re bêje, wî ev yek got.

23Gava Ûsiv gihîşt ba birayên xwe, wan ew kincê ser wî yê bi xemil derxistin, 24Ew girtin û avêtin bîrekê. Bîr vala bû, tê de av tune bû.

25Gava rûniştin ku xwarina xwe bixwin, wan serê xwe bilind kir û dît ku karwanekî Îsmaîliyan ji aliyê Gîladê ve tê. Deveyên wan bi benîşt, melhem û mûr barkirî bûn. Ew diçûn Misrê. 26Cihûda ji birayên xwe re got: “Heke em birayê xwe bikujin û xwîna wî veşêrin, ma emê çi bi dest bixin? 27Werin em wî bifiroşin Îsmaîliyan û destên xwe pê nekin. Çimkî ew birayê me ye, ji xwîna me ye.” Birayên wî qebûl kirin.

28 Gava bazirganên Mîdyanî di wir re derbas dibûn, wan birayê xwe Ûsiv ji bîrê kişandin û ew bi bîst zîvî firotin wan Îsmaîliyan. Wan jî Ûsiv bir Misrê.

29Çaxê Rûbên vegeriya ser bîrê û dît ku Ûsiv ne li wê derê ye, cilên xwe çirandin. 30Ew zivirî ba birayê xwe û got: “Kurik ne li wê derê ye. Ezê niha çi bikim?”

31Li ser vê yekê wan nêriyekî serjêkir û kincê Ûsiv di xwîna wî da. 32Wan kincê wî ji bavê xwe re bir û gotin: “Me ev dît. Ka binêre yê kurê te ye, an na?”

33Aqûb kinc nas kir û got: “Ev kincê kurê min e. Heywanekî hov ew xwariye. Bêguman Ûsiv hatiye perçekirin.”

34Aqûb cilên xwe çirandin, çûx li pişta xwe girê da û demeke dirêj şîna kurê xwe kir. 35Hemû kur û keçên wî di ber dilê wî dan, lê ew teselî nebû û wî got: “Ezê bi şîn herim diyarê miriyan ba kurê xwe.” Ew li ser kurê xwe giriya.

36Di vê navberê de Mîdyaniyan Ûsiv li Misrê firot Potîfar. Ew karmendekî Firewn û fermandarê parêzvanên wî bû.

Tamar û Cihûda

1Wê demê Cihûda ji birayên xwe veqetiya û çû ba zilamekî Edûllamî yê bi navê Hîra. 2Li wir Cihûda rastî keçeka Kenanî hat. Navê bavê keçikê Şûa bû. Cihûda ew ji xwe re anî û çû ba wê. 3Jinik bi zaro ma û kurek anî. Cihûda, navê kurik Êr danî. 4Ew careke din bi zaro ma û kurekî din anî. Navê wî Onan danî. 5Jinikê kurekî din anî û navê wî Şêla danî. Çaxê ku Şêla çêbû, Cihûda li Kezîvê bû.

6Cihûda ji bo kurê xwe yê pêşî Êr, jineke bi navê Tamar anî. 7Lê Êrê kurê Cihûda, di çavê Xudan de xerab bû û Xudan ruhê wî stand.

8 Cihûda ji Onan re got: “Here ba jinbira xwe û wezîfeya xwe ya tiyîtiyê bi cih bîne ku ziriyeta birayê te çêbe.” 9Lê Onan dizanibû zarokên ku çêbin wê nebin yên wî. Çaxê ew çû ba jinbira xwe wî avika xwe berî erdê dida ku ziriyeta birayê xwe çêneke. 10Ya ku wî kir di çavê Xudan de xerab bû. Loma Xudan ew jî kuşt.

11Cihûda ji bûka xwe Tamarê re got: “Tu li mala bavê xwe bi jinebîtî bimîne, heta kurê min Şêla mezin bibe.” Cihûda di dilê xwe de digot: “Dibe ku ew jî wekî birayên xwe bimire.” Tamar jî çû, li mala bavê xwe ma.

12Piştî demeke dirêj jina Cihûda ya ku keça Şûa bû, mir. Çaxê ku şîna Cihûda qediya, ew bi hevalê xwe Hîrayê Edûllamî hilkişiya Tîmnayê ba hevringkarên pezên xwe.

13Çaxê ji Tamarê re hat gotin: “Xezûrê te diçe Tîmnayê ku miyên xwe hevring bike.” 14Wê cilên xwe yên jinebîtiyê derxistin, şalika xwe nixamt û li ber deriyê Eynayîma ser riya Tîmnayê rûnişt. Çimkî wê dît ku Şêla mezin bûye û wê bi jinîtî jê re nabin.

15Gava Cihûda ew dît, fikirî ku ew fahîşe ye. Çimkî wê serçavê xwe nixamtibû. 16Wî pê dernexist ku ew bûka wî ye. Wî riya xwe bi ser wê xist û got: “Were, ez dixwazim bi te re razim.”

Tamarê got: “Ez bi te re razim, tê çi bidî min?”

17Cihûda got: “Ezê ji keriyê xwe karikek ji te re bişînim.”

Tamarê got: “Ma tê çi bidî min, heta tu karikê bişînî?”

18Wî got: “Divê ez çi bi bidim te?”

Tamarê got: “Mora xwe, qeytanê xwe û darê di destê xwe de bide min.” Cihûda ev dan û pê re raza. Tamar jê bi zaro ma. 19Piştre çû şalika xwe derxist û cilên xwe yên jinebîtiyê li xwe kirin.

20Di vê navberê de Cihûda karikekî biçûk bi hevalê xwe yê Edûllamî re şand ku tiştên xwe ji jinikê bistîne lê wî jinik nedît. 21Wî ji mirovên der û dorê pirsî û got: “Ew jinika fahîşe ya ku li Eynayîmê li ser rê bû, li ku ye?”

Wan lê vegerand û got: “Li vir jineke wiha tuneye.”

22Li ser vê yekê ew vegeriya ba Cihûda û jê re got: “Min ew nedît. Kesên li wir diman jî gotin: ‘Li vir jineke wiha tuneye.’”

23Cihûda got: “Bila ew tişt jê re bin, naxwe emê bibin pêkenînê xelkê. Min karik şand, lê te ew nedît.”

24Piştî sê mehan ji Cihûda re hat gotin: “Bûka te Tamarê zina kiriye û niha bi zaro ye.”

Cihûda got: “Wê derxin derve û bişewitînin!”

25Çaxê ew derdixistin derve, wê xeber ji xezûrê xwe re şand û got: “Ez ji xweyê van tiştan bi zaro mame. Ka lê binêrin hûnê nas bikin ku ev mor, qeytan û dar ên kê ne?”

26Cihûda ew nas kirin û got: “Ew ji min rastir e. Çimkî min ew ji kurê xwe Şêla re neanî.” Êdî ew careke din pê re raneza.

27Di dema zarokanînê de, di zikê Tamarê de cêwî hebû. 28Gava wê zarok dianî, ji cêwiyan yekî destê xwe derxist derve. Pîrikê bi destê wî girt, bi tayekî sor girê da û got: “Ev yê pêşî ye.” 29Gava wî destê xwe kişand, birayê wî çêbû û pîrikê got: “Te çawa ji xwe re çavî vekir!” Li ser vê yekê navê wî Peres danîn. 30Piştre birayê wî çêbû ku destê wî bi tayê sor hatibû girêdan. Navê wî jî Zerah danîn.


Ûsiv û jina Potîfar

1Îsmaîliyan Ûsiv biribû Misrê. Potîfarê Misrî yê ku karmendê Firewn û fermandarê parêzvanan bû, Ûsiv ji wan kirî. 2Xudan bi Ûsiv re bû û ew bi ser xist. Ew li mala malxweyê xwe yê Misrî dima. 3Çaxê malxweyê wî dît ku Xudan bi Ûsiv re ye û di her karên ku dike de wî bi ser dixe, 4dilê wî bi Ûsiv xweş bû û ew kir xizmetkarê xwe yê taybet. Potîfar ew kir serkarê mala xwe û her tiştê xwe da destê wî. 5Piştî ku wî ew kir serkarê xwe û her tiştê xwe da destê wî, Xudan ji bo xatirê Ûsiv Mala Potîfarê Misrî pîroz û bereket kir. 6Wî her tiştê xwe da destê Ûsiv. Ji xwarina ku dixwar pê ve, wî dest nedida tiştekî.

Ûsiv yekî bejinbilind û lihevhatî bû. 7Piştî demekê jina malxweyê Ûsiv çav avêt wî û jê re got: “Were, bi min re razê!”

8Lê Ûsiv red kir û got: “Bi serkariya min, xweyê min meraqa tu tiştekî li malê nake. Wî her tiştê xwe daye destê min. 9Di vê malê de kes ji min mezintir tuneye. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Çimkî tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?” 10Jina Potîfar her roj jê dixwest ku Ûsiv pê re razê, lê wî her car ev daxwaz red dikir.

11Rojekê Ûsiv ji bo karên xwe bike çû malê. Ji xizmetkarên malê tu kes li hundir tunebû. 12Jina Potîfar bi kincê Ûsiv girt û jê re got: “Were, bi min re razê!” Lê Ûsiv kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve.

13Çaxê jinikê dît ku wî kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve, 14rabû gazî xizmetkarên malê kir û got: “Binêrin! Mêrê min ev zilamê Îbranî anî ku me rezîl bike! Ew hat ku dest bavêje min, lê min kir qîrîn û hewar. 15Çaxê wî dît ku ez dikim qîrîn û hewar, kincê xwe li ba min hişt û beziya derve.”

16Wê kincê Ûsiv li ba xwe hişt, heta ku mêrê wê hat malê. 17Wê ji mêrê xwe re got: “Ev koleyê Îbranî hat ku min rezîl bike. 18Lê çaxê ku min kir qîrîn û hewar, wî kincê xwe li ba min hişt û reviya.”

19Çaxê wî gotinên jina xwe bihîst û jinikê got: “Koleyê ku te anîbû li min wiha kir,” ew gelekî hêrs bû. 20Xweyê Ûsiv rabû, ew avêt zîndana girtiyên padîşah û Ûsiv li wir di zîndanê de ma.

21Lê Xudan pê re bû. Wî dilsozî bi Ûsiv kir ku dilê serekê zîndanê bi Ûsiv xweş be. 22Serekê zîndanê, hemû girtiyên di zîndanê de xistin bin destê Ûsiv û ew ji hemû tiştên li zîndanê berpirsiyar bû. 23Serekê zîndanê tevli karên Ûsiv nedibû. Çimkî Xudan bi Ûsiv re bû û di her karê ku dikir de ew bi ser dixist.

Xewna sermeyger û sernanpêj

1Piştî demekê meyger û nanpêj Padîşahê Misrê li dijî malxweyê xwe sûc kirin. 2Firewn li herdu peywirdarên xwe hêrs bû ku ew sermeyger û sernanpêjê wî bûn. 3Wî ew li mala fermandarê parêzvanan, zîndana ku Ûsiv tê de bû, hepis kir. 4Fermandarê parêzvanan, Ûsiv da ber destê wan. Ew demekê di girtîgehê de man.

5Sermeyger û sernanpêjê Padîşahê Misrê ku di zîndanê de bûn, di şevekê de xewn dîtin. Xewnên wan ji hev cuda bûn. 6Serê sibê Ûsiv hat ba wan, wî ew bi keder dîtin. 7Wî ji karmendên Firewn ên ku li mala malxweyê wî, pê re di girtîgehê de bûn pirsî û got: “Çima îro mirûzê we tirş e?”

8Wan got: “Me herduyan xewn dît, lê kesê ku şirove bike tuneye.”

Ûsiv ji wan re got: “Ma şirovekirin ne karê Xwedê ye? Kerem bikin, xewnên xwe ji min re bêjin.”

9Sermeyger xewna xwe ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de, min li pêş xwe mêwek dît. 10Sê guliyên mêwê hebûn. Bi bişkivînê re kulîlk dan û gûşiyên tirî gihîştin. 11Tasa Firewn di destê min de bû, min bi tirî girt, guvaşt hundirê tasa Firewn û tas da destê wî.”

12Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê gulî sê roj in. 13Wê di nav sê rojan de Firewn serê te bilind bike û te bîne ser karê te yê berê. Wekî ku berê tu sermeygerê wî bûyî û te wisa dikir, tê dîsa kasa Firewn bidî destê wî. 14Lê çaxê ku qencî bi te re hat kirin, ji kerema xwe tu min bîne bîra xwe, dilsoziya xwe nîşanî min bide, giliyê min ji Firewn re bike û min ji vê zîndanê derxe. 15Çimkî ez bi zorê ji welatê Îbraniyan hatim revandin. Li vir jî, min tiştekî ku ezê pê bikevim zîndanê nekir.”

16Çaxê sernanpêj dît ku Ûsiv şiroveyeke baş kir, wî jê re got: “Min jî xewnek dît. Li ser serê min sê selik nanê spî hebû. 17Di selika herî jorîn de, her cureyê pasteyên pehtî yên ji bo Firewn hebûn, lê teyran ji selikên li ser serê min dixwarin.”

18Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê selik sê roj in. 19Wê di nav sê rojan de Firewn serê te rake û te bi darê ve daleqîne. Wê teyr goştê te bixwin.”

20Roja sisêyan rojbûyîna Firewn bû û wî ziyafetek da hemû karmendên xwe. Wî li pêş karmendên xwe serê sermeyger û sernanpêj bilind kirin. 21Sermeyger vegeriya ser karê xwe. Careke din wî tas da destê Firewn. 22Lê çawa ku Ûsiv şirove kiribû, wî sernanpêj daleqand. 23Lê sermeyger Ûsiv neanî bîra xwe û ew ji bîr kir.

Xewnên Firewn

1Piştî du salan, Firewn xewnek dît: Ew li ber keviya Nîlê sekinîbû. 2Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nava qamîşan de çêriyan. 3Piştî wan, heft çêlekên qor û bêmirêz ji Nîlê derketin, li keviya çem, li ba çêlekên din sekinîn. 4Çêlekên ku qor û bêmirêz bûn, heft çêlekên xweşik û qelew xwarin. Piştre Firewn hişyar bû.

5Ew dîsa di xew re çû û xewneke din dît: Di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derdiketin. 6Piştî wan, heft simbilên din ên qels û ji bayê rojhilat kizirandî zîl dan. 7Simbilên qels, heft simbilên dagirtî û baş daqurtandin. Piştre Firewn hişyar bû û fêm kir ku xewn e.

8Serê sibê rabû dît ku aciz e. Wî şand pey hemû sêrbaz û aqilmendên Misrî. Wî ji wan re xewna xwe got, lê kesek tunebû ku xewnên wî şirove bike.

9Sermeyger ji Firewn re got: “Îro sûcê min tê bîra min. 10Carekê Firewn ji xizmetkarê xwe hêrs bû, wî ez û sernanpêj li mala fermandarê parêzvanan hepis kirin. 11Me herduyan di şevekê de xewn dît û her xewnek wateyeka wê hebû. 12Li wir bi me re xulamekî fermandarê parêzvanan, xortekî Îbranî hebû. Me jê re xewnên xwe gotin, wî xewnên me şirove kirin. Xewnên me ji hev cuda bûn. 13Her tişt bi awayê ku wî ji me re şirove kir derket. Ez vegeriyam karê xwe lê yê din hat daleqandin.”

14Firewn şand pey Ûsiv û wî yekser ji hebsê da berdan. Piştî ku Ûsiv rih û porê xwe kur kirin û cilên xwe guhertin, hat hizûra Firewn.

15Firewn ji Ûsiv re got: “Min xewnek dît, lê kesek tuneye ku şirove bike. Min bihîst ku tu xewnan şirove dikî.”

16Ûsiv lê vegerand û got: “Ez nikarim lê wê Xwedê bersiveke xêrê bide Firewn.”

17Firewn ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de ez li keviya Nîlê sekinîbûm. 18Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nav qamîşan de çêriyan. 19Piştî wan, heft çêlekên din ên qor û bêmirêz derketin. Min li seranserê welatê Misrê tu caran çêlekên bi qasî wan bêmirêz nedîtibûn. 20Çêlekên bêmirêz, heft çêlekên qelew ên ku beriya wan derketibûn xwarin. 21Piştî ku wan ew xwarin, kesî nikaribû bigota ku wan ev kiriye. Çimkî wekî berê, ew bêmirêz bûn. Piştre ez hişyar bûm.

22“Min dîsa di xewna xwe de dît ku di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derketin. 23Piştî wan, heft simbilên din ên çilmisî, qels û ji bayê rojhilat kizirî zîl dan. 24Simbilên qels her heft simbilên baş daqurtandin. Min ev ji sêrbazan re got, lê kesî nikaribû ji min re şirove bike.”

25Ûsiv ji Firewn re got: “Herdu xewnên Firewn yek in. Xwedê Firewn ji tiştê ku wê bike haydar kir. 26Heft çêlekên baş, heft sal in. Heft simbilên baş jî heft sal in. Xewn yek e. 27Heft çêlekên qor û bêmirêz ên ku li pey derketin û heft simbilên bêqîmet ên ku ji bayê rojhilat kizirîbûn jî heft sal in. Ev heft salên xelayê ne.

28“Çawa ku min ji te re got, Xwedê tiştê ku wê bike nîşanî Firewn daye. 29Va ye wê li seranserê welatê Misrê heft salên têr û tije bên. 30Lê wê heft salên xelayê li pey wan bên. Wê hemû têr û tijebûna welatê Misrê ji bîr bibe û wê xela welat wêran bike. 31Wê têr û tijebûna welêt neyê bîra kesî, çimkî wê xela gelek giran be. 32Sedema ku xewn du caran ji aliyê Firewn ve hat dîtin ev e ku Xwedê biryara xwe li ser vê yekê dayê û wê di demeke nêzîk de bi cih bîne.

33“Bila niha Firewn mirovekî fêmdar û şehreza bibîne û wî bîne ser welatê Misrê. 34Bila karmendên xwe peywirdar bike ku di her heft salên firehiyê de, ji dexlê welatê Misrê ji pêncan yekî ber bistînin. 35Divê ew xwarina van salên baş ên ku tên bicivînin û genim di bin desthilatiya Firewn de, li bajaran bê lodkirin û parastin. 36Divê ev xwarin ji bo heft salên xelayê ji welatê Misrê re bibe qût ku welat ji ber xelayê neşikê.”

Ûsiv dibe serwerê Misrê

37Ev pêşniyar ji aliyê Firewn û hemû karmendên wî ve baş hat dîtin. 38Firewn ji wan re got: “Ma em dikarin kesekî wekî vî mirovî bibînin ku ruhê Xwedê pê re ye?”

39Firewn ji Ûsiv re got: “Madem Xwedê kir ku tu bi van hemû tiştan bizanî, yekî ji te fêmdartir û şehrezatir tuneye. 40Tê li ser mala min bî û wê hemû gelê min emrên te pêk bîne. Ezê tenê bi tac û textê xwe ji te mezintir bim.” 41Firewn ji Ûsiv re got: “Va ye ez te datînim ser seranserê welatê Misrê.” 42Piştre Firewn gustîla morê ji tiliya xwe derxist û xist tiliya Ûsiv. Wî cilên kitan ên hêja lê kirin û zincîreke zêrîn xist stûyê wî. 43Wî ew kir cîgirê xwe û li erebeya cîgir siwar kir, zilam li pêş wî qîriyan û gotin: “Rê vekin!” Bi wî awayî Firewn ew anî ser seranserê welatê Misrê.

44Firewn ji Ûsiv re got: “Firewn ez im, lê wê li seranserê welatê Misrê bêyî peyva te tu kes destê xwe raneke û ne jî lingê xwe bileqîne.” 45Firewn navê Safnat-Panêah li Ûsiv danî û Asenata keça Potîferayê kahinê bajarê Onê jê re anî. Ûsiv li seranserê welatê Misrê geriya.

46Çaxê Ûsiv ket xizmeta Firewnê Padîşahê Misrê, sî salî bû. Ûsiv ji dîwana Firewn rabû û li seranserê welatê Misrê geriya. 47Di heft salên firehiyê de axê bi zêdebarî ber da. 48Ûsiv ji her berên ku di nav heft salan de li welatê Misrê çêbûn dan hev û di embarên bajaran de lod kirin. Wî li her bajarî, ji qûtên zeviyên ku li der û dora bajêr çêdibin lod çêkirin. 49Ûsiv bi qasî sêlaka deryayê genim lod kir. Ewqas pir bû ku wî dev ji hesabkirinê berda. Genimê wan nedihat hesabkirin, ewqas ku zêde bû.

50Beriya salên xelayê, ji Asenata keça Potîfera yê kahinê Onê du kur ji Ûsiv re çêbûn. 51Ûsiv navê kurê xwe yê pêşî Minaşşe danî û got: “Xwedê kir ku ez hemû derdên xwe û mala bavê xwe ji bîr bikim.” 52Wî navê kurê xwe yê diduyan Efrayîm danî û got: “Xwedê ez li welatê ku min lê tengasî kişand berdar kirim.”

53Heft salên firehiyê li welatê Misrê qediyan 54û çawa ku Ûsiv gotibû, heft salên xelayê destpê kirin. Li hemû welatên din xela hebû, lê li seranserê welatê Misrê xwarin hebû. 55Çaxê ku li seranserê welatê Misrê birçîbûnê destpê kir, xelkê ji bo nan ji Firewn lava kir. Firewn ji hemû Misriyan re got: “Herin ba Ûsiv. Ew çi ji we re bibêje, bikin.” 56Gava xela li tevahiya welêt belav bû, Ûsiv embarên genim vekirin û genim firot Misriyan. Çimkî xelaya giran li welatê Misrê belav bibû. 57Ji hemû welatan mirov dihatin Misrê ku genim ji Ûsiv bikirin. Çimkî li tevahiya dinyayê xelayeke giran hebû.


Birayên Ûsiv diçin Misrê

1Çaxê Aqûb bihîst ku li Misrê genim heye, wî ji kurên xwe re got: “Çima hûn li hev dinêrin?” 2Wî berdewam kir û got: “Min bihîstiye ku li Misrê genim heye. Herin wir û ji me re hinekî bikirin ku em bijîn û nemirin.”

3Bi vî awayî deh birayên Ûsiv ji bo kirîna genim berê xwe dan Misrê. 4Lê Aqûb birayê Ûsiv Binyamîn bi wan re neşand, çimkî ew ditirsiya ku zirar bigihîje wî. 5Kurên Îsraîl jî di nav wan kesan de bûn ku hatibûn genim bikirin. Çimkî xela li welatê Kenanê jî rabibû.

6Ûsiv desthilatdarê welêt bû û wî dexil difirot tevahiya gelê welêt. Birayên Ûsiv hatin û xwe li ber wî tewandin erdê. 7Gava Ûsiv ew dîtin, wî ew nas kirin. Lê wekî ku nas nekiribe tevgeriya û bi hêrs got: “Hûn ji ku derê tên?”

Wan lê vegerand û got: “Em ji welatê Kenanê hatin ku xwarinê bikirin.”

8Ûsiv birayên xwe nas kiribû, lê xwe li nenasiyê danîbû. 9Wî çaxî xewna ku Ûsiv li ser wan dîtibû hat bîra wî. Rabû ji wan re got: “Hûn sixûr in! Hûn hatine bizanibin ka ku derê welatê me bêparastin e.”

10Wan got: “Na ezbenî! Em xulamên te hatin ku xwarinê bikirin. 11Em hemû kurên zilamekî ne. Em mirovên rast in, em ne sixûr in ezxulam!”

12Ûsiv got: “Na, hûn hatine bizanibin kîjan aliyê welatê me tazî ye.”

13Lê wan got: “Em xulamên te duwanzdeh bira bûn. Em hemû kurên bavekî ne ku li welatê Kenanê dijî. Biçûkê me niha li ba bavê me ye û birayekî me jî winda ye.”

14Ûsiv ji wan re got: “Çawa ku min got, hûn sixûr in. 15Hûnê bi vî awayî bên ceribandin: Ez bi serê Firewn sond dixwim ku heta birayê we yê biçûk neyê vê derê, hûn ji vir dernakevin. 16Ji nav xwe yekî bişînin ku birayê we bîne. Yên mayî jî wê bikevin zîndanê. Emê bibînin ka gotina we rast e yan na. Heke ne rast be, ez bi serê Firewn sond dixwim ku hûn sixûr in.” 17Wî ew sê rojan avêtin zîndanê.

18Roja sisêyan Ûsiv ji wan re got: “Hûn li gorî gotina min bikin, hûnê sax bimînin, çimkî ez ji Xwedê ditirsim. 19Heke hûn mirovên rast in, bila birayekî we li vir di girtîgehê de bimîne û yên din jî herin û bi xwe re ji bo malên xwe yên ku birçî mane genim bibin. 20Lê divê hûn birayê xwe yê biçûk ji min re bînin. Bi vî awayî wê gotina we rast derkeve û hûnê nemirin.”

Wan qebûl kir. 21Ji hev re gotin: “Bi rastî em ji ber birayê xwe tên cezakirin. Gava wî ji bo jiyana xwe ji me re lava dikir, me dît ku çi eziyetê dikişîne lê me guh nedayê. Ev tengasî ji ber vê yekê hat serê me.”

22 Rûbên li wan vegerand û got: “Ma min ji we re ne got: ‘Li dijî kurik gunehkariyê nekin’? Lê we guhdarî nekir! Va ye niha li hesabê xwîna wî tê pirsîn.” 23Wan nizanibû ku Ûsiv wan fêm dike. Çimkî yekî ji wan re wergerê dikir.

24Ûsiv ji birayên xwe veqetiya û destpê kir, giriya. Piştre vegeriya ba wan û dîsa bi wan re peyivî. Wî Şimûn ji wan stand û li ber çavên wan ew da girêdan. 25Ûsiv emir da ku barên wan bi genim bên dagirtin, pereyê her yekî bixin tûrikê wî û ji bo rê zewade bidin wan. Piştî ku ev ji wan re hat kirin, 26wan genimê xwe li kerên xwe bar kirin û çûn.

27Li qonaxê, çaxê yekî ji wan devê barê xwe vekir ku êm bide kerê xwe, dît ku pereyê wî di devê tûrikê de ye. 28Wî ji birayên xwe re got: “Pereyê min li min zivirandine. Va ye di tûrikê min de ye.” Dilê wan bi şid lêxist û bi lerizîn ji hev re gotin: “Ev çi ye ku Xwedê bi me dike?”

29Çaxê ew hatin welatê Kenanê ba bavê xwe Aqûb, her tişta ku hatibû serê wan jê re gotin. Wan got: 30“Ew mirovê ku serwerê welêt bû, bi hêrs bi me re peyivî û wekî ku em casûs bin bi me re da û stand. 31Lê me jê re got: ‘Em mirovên rast in. Em ne sixûr in. 32Em duwanzdeh bira ne. Em kurên bavekî ne. Yek ji me namîne û yê biçûk jî niha li welatê Kenanê li ba bavê me ye.’

33“Ew mirovê ku serwerê welêt bû ji me re got: ‘Ezê bi vî awayî bizanim ka hûn rast in: Birayekî xwe li ba min bihêlin û ji bo maliyên xwe yên ku birçî mane genim bibin û herin. 34Birayê xwe yê biçûk ji min re bînin, ezê jî bizanibim ku hûn ne sixûr in, lê mirovên rast in. Wî çaxî ezê birayê we bidim we û hûnê bikarin li vî welatî bazirganiyê bikin.’”

35Çaxê wan tûrikên xwe vala kirin, di hundirê tûrikê her kesî de kîsikê pereyê wî hebû. Gava kîsikên pereyan dîtin, tirsiyan. 36Bavê wan Aqûb ji wan re got: “Hûn min ji zarokên min vediqetînin. Ûsiv tuneye, Şimûn tuneye û niha hûn dixwazin Binyamîn jî bibin. Ev tişt tev tên serê min!”

37Rûbên ji bavê xwe re got: “Gava ez Binyamîn ji te re neyînim, herdu kurên min bikuje. Tu wî bispêre min, ezê wî ji te re bînim.”

38Aqûb got: “Kurê min bi we re nayê. Çimkî birayê wî mir û ew tenê ma. Heke di rê de tiştek were serê wî, hûnê serê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.”


Birayên Ûsiv dîsa diçin Misrê

1Li welatê Kenanê xela giran bibû. 2Hemû genimê ku ji Misrê anîbûn qedandibûn. Bavê wan ji wan re got: “Dîsa herin û ji me re hinek xwarin bikirin.”

3Lê Cihûda jê re got: “Wî zilamî bi dijwarî ji me re gotibû: ‘Heta birayê we neyê, hûn rûyê min nabînin.’ 4Heke tu birayê me bi me re bişînî, emê herin û ji te re xwarinê bikirin. 5Lê tu wî neşînî em naçin, çimkî zilam ji me re gotibû: ‘Heta birayê we neyê hûn rûyê min nabînin.’”

6Îsraîl got: “We çima ji zilam re got: ‘Birayekî me yê din heye’ û ev xerabî anî serê min?”

7Wan got: “Zilam ji me re got: ‘Ma bavê we hê dijî? Birayên we yên din hene?’ Bi baldarî pirsa me û malbata me kir. Me jî bi hêsanî bersiva wî da. Me ji ku zanibû ku wê ji me re bêje: ‘Birayê xwe bînin?’”

8Cihûda ji bavê xwe Îsraîl re got: “Kurik bi min re bişîne em herin ku em jî tu jî, zarokên me jî bijîn û nemirin. 9Ez bi xwe jê re dibim kefîl. Tu wî ji min bixwaze. Heke ez wî ji te re neyînim û li ber te nedime sekinandin, bila ez her û her li ber te sûcdar bim. 10Em dereng nemana, niha em du caran çûbûn û hatibûn.”

11Li ser vê yekê bavê wan Îsraîl ji wan re got: “Madem wisa ye, herin. Ji berên herî qenc ên vî welatî hinek melhem, hinek hingiv, benîşt, mûr, fistiq û behîvan bixin barên xwe û wekî xelat ji wî zilamî re bibin. 12Bi xwe re du qat pere bibin. Çimkî divê hûn pereyên ku xistibûn tûrikên we li wan vegerînin. Dibe ku şaşiyek çêbûbe. 13Birayê xwe hildin û rabin ji ba wî zilamî werin. 14Bila Xwedayê Karîndar li pêş wî mirovî li we were rehmê û ew zilam birayê we yê din û Binyamîn bide we. Herçî ez im, ji zarokên xwe biqetim jî, ne xem e.”

15Bi vî awayî birayan rahişt diyariyan, du qat pere hildan û Binyamîn bi xwe re birin. Bi lez berê xwe dan Misrê û hatin hizûra Ûsiv. 16Çaxê Ûsiv Binyamîn bi wan re dît, wî ji keyayê mala xwe re got: “Van zilaman bibe mala min, pezekî serjê bike û xwarinê çêke. Çimkî wê ev mirov bi min re firavînê bixwin.”

17Keya çawa ku Ûsiv lê emir kiriye, ew zilam birin mala wî. 18Gava diçûn mala Ûsiv, ditirsiyan û digotin: “Ji ber pereyê ku cara pêşî xistibûn tûrikên me em anîn vir. Ew dixwaze êrîşî me bike û me ji qewet bixe, me bike kole û kerên me bistîne.”

19Ew nêzîkî keyayê Ûsiv bûn û li ber deriyê malê jê re gotin: 20“Ezxulam! Cara pêşî em hatin vir ku xwarinê bikirin. 21Lê çaxê me li qonaxê barên xwe vekirin, me dît ku pereyên me bêkêmahî di tûrik de ne. Niha me ew pere bi xwe re anîne. 22Herwiha ji bo ku em dîsa zad bikirin, me bi ser de jî pere anîn. Em nizanin kê pereyên me xistibûn barên me.”

23Keya got: “Aram bin, netirsin. Xwedayê we, Xwedayê bavê we xezîneya barên we da we. Min pereyên we standibûn.” Rabû Şimûn anî ba wan.

24Keya ew birin hundirê mala Ûsiv, ji wan re av anî ku lingên xwe bişon û êm da kerên wan. 25Heta hatina Ûsiv, wan diyariyên xwe amade kirin, çimkî zanibûn ku wê li wir xwarin bixwin.

26Çaxê Ûsiv hat malê, diyariyan pêşkêşî wî kirin û xwe li ber wî tewandin erdê. 27Piştî ku Ûsiv li rewş û xatirê wan pirsî wiha got: “Bavê we yê kal ê ku we behsa wî kiribû çawa ye? Hê dijî gelo?”

28Gotin: “Bavê me xulamê te be, dijî û baş e.” Bi hurmet careke din xwe jê re tewandin.

29Ûsiv serê xwe bilind kir û birayê xwe Binyamînê ji diya xwe ya heq dît. Wî pirsî û got: “Birayê we yê biçûk ê ku we behsa wî kiribû ev e? Xwedê te bihêle lawo!” 30Bi lez ji odeyê derket. Dilê wî zîz bibû û li derekê geriya ku bigirî. Ket oda xwe û li wê derê giriya.

31Piştî dev û rûyê xwe şûşt, derket derve, xwe da hev û got: “Sifrê deynin.”

32Wan xwarin jê re cuda, ji birayên wî re cuda ji Misriyên bi wan re bûn re, cuda danîn. Çimkî Misriyan bi Îbraniyan re xwarin nedixwarin. Ev yek li gorî wan kirêt bû. 33Birayên Ûsiv li pêşberî wî, li gorî temenên xwe, ji yê mezin ber bi yê biçûk ve rûniştin. Hemû bira bi awayekî ecêbmayî li hev mêze dikirin. 34Ji maseya Ûsiv xwarin li wan hat belavkirin, lê para Binyamîn pênc caran ji para yên din zêdetir bû. Bi Ûsiv re xwarin, vexwarin û kêfxweş bûn.


Tasa zîvîn

1Ûsiv li keyayê mala xwe emir kir û got: “Barên van mirovan bi qasî ku ew bikarin hilgirin bi qût dagire û pereyê her yekî ji wan deyne ser devê tûrikê wî. 2Tasa min, tasa zîvîn, bixe tûrikê kesê herî biçûk û pereyê genimê wî jî deyne wir.” Keya bi gotina Ûsiv kir.

3Serê sibê zû, zilam li kerê xwe siwar bûn û dane rê. 4Hê ew ji bajêr dûr neketibûn Ûsiv ji keyayê xwe re got: “Rabe, bide pey wan û çaxê tu gihîştî wan, ji wan re bêje: ‘We çima ji ber qenciyê xerabî kir? 5Ma ev ne tasa malxweyê min e ku pê vedixwe û pê li falê dinêre? Ev tiştê we kir xerab e.’” 6Çaxê keya gihîşt wan, wî ev gotin ji wan re got.

7Lê wan jê re got: “Ezbenî tu çima wiha dibêjî? Xwedê neke! Xulamên te tiştên wiha nakin. 8Tu jî zanî me pereyên ku di barên xwe de dîtin, ji welatê Kenanê anî û li te vegerandin. Çawa emê ji mala xweyê te zêr an zîvan bidizin? 9Tas bi kê re bê dîtin, bila bê kuştin û yên mayî jî bila bibin koleyên xweyê min.”

10Keya got: “Baş e, we çawa got bila wisa be! Tas bi kê re bê dîtin, bila bibe koleyê min û yên mayîn bêsûc bên dîtin.” 11Hemûyan bi lez tûrikên xwe danîn erdê û vekirin. 12Keya ji yê mezin destpê kir û heta yê biçûk li tûrikên hemûyan geriya. Tas di tûrikê Binyamîn de derket. 13Li ser vê yekê birayên wî cilên xwe çirandin, paşê her yekî kerê xwe bar kir û dîsa vegeriyan bajêr.

14Çaxê Cihûda û birayên wî hatin mala Ûsiv, ew hê li malê bû. Xwe avêtin ber lingên wî. 15Ûsiv ji wan re got: “Ev çi ye ku we kiriye? Ma we nizanibû ku kesekî wekî min dikare tiştan bi falê bibîne?”

16Cihûda got: “Ezbenî ka em çi bibêjin? Em çawa dikarin xwe bêsûc derxin? Xwedê sûcê xulamên te derxist. Niha em koleyên xweyê xwe ne. Em û yê ku tas pê re hat dîtin.”

17Lê Ûsiv got: “Haşa! Bila dûrî min be! Tenê yê ku tas pê re hat dîtin, wê bibe koleyê min. Lê hûn bi xêr û silamet vegerin ba bavê xwe.”

Cihûda ji bo Binyamîn lava dike

18Cihûda nêzîk bû û got: “Ezbenî lava dikim destûr bide ez gotinekê bêjim. Bila hêrsa te li ser xulamê te ranebe. Çimkî tu yekî wek Firewn î. 19Xweyê me ji xulamê xwe pirsîbû û gotibû: ‘Ma bavê we û birayên we yên din hene?’ 20Me jî ji xweyê xwe re gotibû: ‘Bavê me yê kal û kurekî wî yê ciwan ê ku di kalîtiya wî de jê re çêbûye heye. Birayê wî mir û ew kurê diya xwe yê yekta ye. Bavê wî pir jê hez dike.’

21“Te ji xulamên xwe re got: ‘Wî ji min re bînin, ez dixwazim wî bi çavê xwe bibînim.’ 22Me ji xweyê xwe re got: ‘Kurik nikare ji bavê xwe veqete. Heke ew jê veqete, wê bavê wî bimire.’ 23Lê te ji me re, ji xulamên xwe re got: ‘Heta ku birayê we yê biçûk bi we re neyê, hûn careke din rûyê min nabînin.’

24“Çaxê em zivirîn ba xulamê te bavê xwe, me gotinên xweyê xwe jê re gotin. 25Gava bavê me got: ‘Dîsa herin û hinek qûtê din ji me re bikirin,’ 26me got: ‘Em nikarin herin. Lê heke birayê me yê biçûk bi me re bê, emê herin. Heta ku birayê me yê biçûk bi me re neyê, em nikarin rûyê zilam bibînin.’

27“Xulamê te, bavê me ji me re got: ‘Hûn dizanin ku jina min ji min re du kur anîn. 28Yek ji ba min çû û min got: Bêguman ew hatiye perçekirin. Heta niha min ew nedîtiye. 29Heke hûn vî jî ji min bistînin û zirar bigihîje wî, hûnê porê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.’

30“Niha, gava em vegerin ba bavê minê xulamê te û kurik ne bi me re be, bavê min ê ku dilê wî bi kurik ve ye, 31bibîne kurik ne bi me re ye, wê bimire. Wî çaxî ezê bavê me, bi porê wî yê spî, bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikim. 32Ezxulam! Ez ji kurik re bûm kefîl û min ji bavê xwe re got: ‘Heke ez wî ji te re neyînim, heta ku ez hebim ezê xwe li dijî te sûcdar bihesibînim.’

33“Ez ji te lava dikim ezxulam, bihêle ku ez di cihê kurik de li vir bimînim û ji xweyê xwe re bibim kole. Bila kurik bi birayên xwe re here. 34Heke kurik ne bi min re be, ezê çawa vegerim ba bavê xwe? Ez nikarim vê xerabiyê li bavê xwe bikim û bi çavê serê xwe bibînim.”

Ûsiv xwe eşkere dike

1 Ûsiv êdî xwe ranegirt û li rûyê hemû kesên wê derê qîriya û got: “Her kesî ji ba min derxin!” Çaxê ku Ûsiv xwe ji birayên xwe re eşkere kir, kes li ba wî tunebû. 2Ew wisa bi dengê bilind giriya ku Misriyan bihîst û Mala Firewn jê haydar bû.

3Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez Ûsiv im! Ma bavê min hê jî dijî?” Lê birayên wî nikaribûn bersiva wî bidin. Çimkî li ber wî bibûn kevir û mabûn.

4Ûsiv ji birayên xwe re got: “Nêzîkî min bibin.” Çaxê ew nêzîk bûn, wî got: “Ez birayê we Ûsiv im! Ewê ku we ew firot Misriyan! 5Niha ji ber ku we ez firotim, li ber xwe nekevin û bila li zora we neçe. Çimkî ji bo parastina jiyanê, Xwedê ez li pêşiya we şandim. 6Ev du sal e ku li welêt xela heye. Wê hê pênc salên din jî çandin û çinîn çênebe. 7Lê Xwedê ez li pêşiya we şandim ku li ser rûyê erdê ziriyeta we biparêze û jiyana we bi serfirazî rizgar bike. 8Ji ber vê yekê, kesên ku ez şandim vir ne hûn in, lê Xwedê ye. Wî ez ji Firewn re kirim bav, li ser qesra wî xweyî û ji seranserê welatê Misrê re kirim serwer. 9Niha bilezînin herin ba bavê min û jê re bêjin: ‘Kurê te Ûsiv wiha dibêje: Xwedê ez kirim xweyê tevahiya Misrê. Paşê lez bike were, dereng nemîne. 10Tê li herêma Goşenê rûnî. Tu, kurên te, neviyên te, pez û dewarên te, her tiştê te, hûnê li nêzîkî min bin. 11Ezê li wê derê te xweyî bikim. Çimkî wê xela hê pênc salên din bidome. An na tu, mala te û her tiştê te, wê perîşan bibin.’

12“Va ye, hûn bi çavê xwe û birayê min Binyamîn jî bi çavê xwe dibîne, bi rastî jî yê ku dipeyive ez im. 13Hemû rûmeta ku li Misrê didin min û her tişta ku we dîtiye, ji bavê min re bêjin. Bi lez bavê min bînin vir.”

14Wî xwe avêt stûyê Binyamîn û giriya. Binyamîn jî bi girîn ew hembêz kir. 15Çû rûyê hemû birayên xwe û bi ser wan de giriya. Piştre birayên wî pê re peyivîn.

16Gava ev xeber gihîşt Firewn ku birayên Ûsiv hatine, Firewn û karmendên wî kêfxweş bûn. 17Firewn ji Ûsiv re got: “Ji birayên xwe re bêje: ‘Bila heywanên xwe bar bikin û herin welatê Kenanê. 18Bila bavê xwe û malbata xwe bînin vir, ba min. Ezê axa herî baş a welatê Misrê bidim we û hûnê ji xêr û bereketa welêt bixwin.’ 19Fermana min li te, tu vê jî bêjî: ‘Ji bo anîna jin û zarokên xwe ji Misrê erebeyan bibin û bavê xwe jî bînin vir. 20Bila çavê we li pey hebûna we nemîne, çimkî her tiştê qenc ê seranserê welatê Misrê wê bibe yê we.’”

21Kurên Îsraîl ev yek kirin. Çawa ku Firewn emir kiribû, Ûsiv erebe û nanê rê da wan. 22Destek kinc jî da her yekî ji wan. Lê sê sed perçe zîv û pênc dest kinc da Binyamîn. 23Bi vî awayî wî ji bavê xwe re, ji tiştên herî baş ên Misrê deh kerên barkirî û ji bo rêwîtiyê deh makerên bi genim, nan û zewadên din barkirî şandin. 24Wî birayên xwe bi rê kirin û li ser rê ji wan re got: “Di rê de şerê hev nekin.”

25Ew ji Misrê derketin û hatin welatê Kenanê ba Aqûbê bavê xwe. 26Wan ji bavê xwe re got: “Ûsiv hê jî dijî! Ew serwerê seranserê welatê Misrê ye.” Aqûb di cihê xwe de sar bû, çimkî wî ji wan bawer nedikir. 27Lê gava wan behsa hemû tiştên ku Ûsiv ji wan re gotine kir û erebeyên ku şandibûn pey wî dîtin, bêhna wî fireh bû. 28Îsraîl got: “Min bawer kir! Kurê min Ûsiv hê jî dijî. Beriya ku ez bimirim, ezê herim wî bibînim.”

Aqûb diçe Misrê

1Îsraîl bi her tiştê xwe re bi rê ket. Gava gihîşt Bîr-Şevayê, wî qurban ji Xwedayê bavê xwe Îshaq re serjê kirin. 2Wê şevê Xwedê di xewnê de bi Îsraîl re peyivî û got: “Aqûb, Aqûb!”

Aqûb got: “Belê ezbenî!”

3Xwedê got: “Ez Xwedê me, Xwedayê bavê te. Ji çûna Misrê netirse, çimkî ezê li wê derê ziriyeta te bikim miletekî mezin. 4Ezê bi te re werim Misrê û dîsa te vegerînim. Çaxê tu bimirî, wê Ûsiv li ber serê te be.”

5Aqûb ji Bîr-Şevayê derket. Kurên Îsraîl bavê xwe Aqûb, zarokên xwe û jinên xwe hildan û li erebeyên ku Firewn ji bo wan şandibûn siwar kirin. 6Aqûb hemû maliyên xwe, heywanên xwe û her tişta ku li welatê Kenanê kar kiribû hildan û çû Misrê. 7Wî bi xwe re kurên xwe, keçên xwe, neviyên xwe, hemû ziriyeta xwe, anîn Misrê.

8Navê kurên Îsraîl, yanî Aqûb ên ku çûn Misrê ev in:

Kurê Aqûb ê mezin Rûbên. 9Kurên Rûbên: Henox, Pallû, Hesron û Karmî.

10Kurên Şimûn: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Sohar û kurê jineke Kenanî Şawûl.

11Kurên Lêwî: Gêrşon, Qohat û Mêrarî.

12Kurên Cihûda: Êr, Onan, Şêla, Peres û Zerah. Lê Êr û Onan li welatê Kenanê miribûn. Kurên Peres: Hesron û Hamûl.

13Kurên Îssexar: Tola, Pûwa, Yov û Şîmron.

14Kurên Zevûlon: Serêd, Elon û Yahleyêl.

15Lêa ev kur û keça xwe Dînayê li Paddan-Aramê ji Aqûb re anîbûn. Kur û keçên Aqûb li ser hev sî û sisê bûn.

16Kurên Gad: Sîfyon, Haggî, Şûnî, Esbon, Êrî, Arodî û Arêlî.

17Kurên Aşêr: Yîmna, Yîşwa, Yîşwî, Beriya û xwişka wan Serah. Kurên Beriya: Hever û Malkiyêl.

18Ev kur, ji Zîlpayê ya ku Lavan dabû keça xwe Lêayê ji Aqûb re çêbibûn. Ev li ser hev şanzdeh kes bûn.

19Kurên Rahêla jina Aqûb: Ûsiv û Binyamîn. 20Herdu kurên Ûsiv, Minaşşe û Efrayîm, li welatê Misrê ji Asenata keça Potîfera yê kahinê bajarê Onê çêbûn.

21Kurên Binyamîn: Bela, Bexer, Aşbêl, Gêra, Naeman, Êhî, Roş, Muppîm, Huppîm û Ard.

22Rahêlê ev herdu ji Aqûb re anîbûn. Hemû li ser hev çardeh kes bûn.

23Kurê Dan: Huşîm.

24Kurên Neftelî: Yahseyêl, Gûnî, Yêser û Şîllêm.

25Ev kurên Bîlhayê bûn a ku Lavan dabû keça xwe Rahêlê. Hemû li ser hev heft kur ji Aqûb re anîbûn.

Mala Aqûb li Goşenê bi cih dibe

26Kesên ku bi ziriyeta Aqûb re çûn Misrê, jinên kurên wî ne tê de, tevahiya yên ku rast jê çêbibûn şêst û şeş kes bûn. 27Bi herdu kurên Ûsiv ên ku li Misrê çêbibûn, hejmara Mala Aqûb a ku çûn Misrê li ser hev heftê kes bûn.

28Aqûb, Cihûda li pêşiya xwe şand ba Ûsiv ku riya Goşenê nîşan bide. Gava ew gihîştin Goşenê, 29Ûsiv erebeya xwe amade kir û çû Goşenê pêşiya bavê xwe Îsraîl. Wî çawa bavê xwe dît, xwe avêt stûyê wî û demeke dirêj giriya.

30Îsraîl ji Ûsiv re got: “Piştî ku min bi çavê xwe dît ku tu dijî, êdî ez bimirim jî ne xem e.”

31Ûsiv ji birayên xwe û ji malbata bavê xwe re got: “Ezê rabim hevraz bim û ji Firewn re bêjim: ‘Birayên min û malbata bavê min ên ku li welatê Kenanê rûniştibûn, hatin ba min. 32Ew şivan in û xweyê keriyan in. Wan pezên xwe, dewarên xwe û her tiştê xwe anîne.’ 33Firewn wê gazî we bike û bipirse: ‘Hûn çi karî dikin?’ 34Wê gavê hûnê bêjin: ‘Em xulamên te, ji zarokatiya xwe ve, wekî bav û kalan xweyî pez in.’ Wê ji we re destûr bê dayîn ku hûn li herêma Goşenê bi cih bibin. Çimkî şivantî li ba Misriyan kirêt e.”

1Ûsiv çû û ji Firewn re got: “Bav û birayên min, tevî pez û dewarên xwe û her tiştê xwe ve ji welatê Kenanê hatin û niha li herêma Goşenê ne.” 2Wî ji nav birayên xwe pênc kes hilda û birin dîwana Firewn.

3Firewn ji birayên Ûsiv pirsî: “Hûn çi karî dikin?”

Ji Firewn re gotin: “Em xulamên te ji bav û kalan ve şivan in. 4Em bi xerîbî hatin vî welatî çimkî li welatê Kenanê xelayeke giran heye û ji bo pezê me çêre tuneye. Niha, ji kerema xwe destûrê bide van xulamên xwe ku em li herêma Goşenê bi cih bibin.”

5Firewn ji Ûsiv re got: “Bav û birayên te hatin ba te. 6Diyarê Misrê li ber te ye. Bav û birayên xwe li dera herî baş a welêt bi cih bike. Bila li herêma Goşenê rûnin. Heke di nav wan de yên jêhatî hebin, wan li ser pez û dewarê min bike serkar.”

7Piştre Ûsiv bavê xwe Aqûb anî û derxist dîwana Firewn. Aqûb Firewn pîroz kir. 8Firewn jê pirsî û got: “Tu çend salî yî?”

9Aqûb ji Firewn re got: “Salên min ên xerîbiyê sed û sî ne. Salên min zû û zor derbas bûn. Bi qasî salên bav û kalên min ên xerîbiyê dom nekir.” 10Aqûb Firewn pîroz kir û ji dîwana wî derket.

11Ûsiv bav û birayên xwe li welatê Misrê bi cih kirin û çawa ku Firewn emir kiribû, li dera herî baş a welêt, li herêma Ramsêsê milk da wan. 12Ûsiv li gorî hejmara wan, bavê xwe, birayên xwe û hemû malbata bavê xwe xweyî kirin.

Kirinên Ûsiv li ser xelayê

13Xela wisa giran bû ku li tevahiya welêt nan nema. Diyarên Misir û Kenanê ji ber xelayê şikestibûn. 14Ûsiv hemû pereyê ku li diyarên Misrê û Kenanê hebû, bi firotina genim civand û bir qesra Firewn. 15Çaxê pereyê xelkên diyarên Misir û Kenanê qediya, hemû Misrî hatin ba Ûsiv û jê re gotin: “Nan bide me. Ma em li ber çavê te bimirin? Pereyê me nema.”

16Ûsiv ji wan re got: “Heke pereyê we nemaye, pezê xwe bînin. Ezê di ber pezê we de genim bidim we.” 17Bi vî awayî wan heywanên xwe ji Ûsiv re anîn. Ûsiv beramberî hesp, pez, dewar û kerên wan, xwarin da wan. Wî, wê salê di ber hemû heywanên wan de nan da wan.

18Piştî ku ew sal derbas bû, sala diduyan dîsa hatin ba Ûsiv û gotin: “Em nikarin ji xweyê xwe veşêrin ku pereyê me nemaye û heywanên me jî bûne yên te. Canê me û zeviyên me ne tê de, tiştekî ku em bidin xweyê xwe nemaye. 19Ma em li ber çavê te bimirin? Çima axa me bibe çol? Me û zeviyên me di ber xwarinê de bikire. Em bibin koleyên Firewn û zeviyên me jî bibin yên wî. Tov bide me ku em bijîn û nemirin. Zevî nebin çol.”

20Bi vî awayî Ûsiv hemû axa Misrê ji bo Firewn kirî. Hemû Misriyan zeviyên xwe firotin. Çimkî xela ji bo wan pir giran bû. Ax bû ya Firewn. 21Ûsiv ji serekî Misrê heta serê din, tevahiya gelê Misrê kir kole. 22Wî tenê erdê kahinan nekirî. Çimkî wan bi pergal ji Firewn tayîn distand û ji tayîna ku Firewn dida wan, têra xwarina wan dikir. Ji ber vê yekê wan axa xwe nefirotin.

23Ûsiv ji gel re got: “Niha îro min hûn û axa we jî ji Firewn re kirî. Va ye ji we re tov, axê bajon! 24Çaxê hûn dexlê xwe kom bikin, ji pêncan yekî bidin Firewn. Lê ji pêncan çarên din jî ji bo tovê zeviyan û ji bo xwarina xwe, maliyên xwe û zarokên xwe hilînin.”

25Wan got: “Te canê me rizgar kir. Heke dilê xweyê me bi me xweş be, emê bibin koleyên Firewn.”

26Ûsiv ev yek li Misrê kir qanûn. Heta îro jî ji pêncan yek ya Firewn e. Tenê axa kahinan nebû ya Firewn.

Rojên dawî yên Aqûb

27Îsraîl li welatê Misrê, li herêma Goşenê bi cih bû. Ew li wê derê bûn xweyî milk, berdar bûn û gelek zêde bûn.

28Aqûb li welatê Misrê hivdeh sal ma. Emrê wî sed û çil û heft sal bû. 29Çaxê rojên mirina wî nêzîk bûn, wî gazî kurê xwe Ûsiv kir û jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, destê xwe deyne ser ranê min û soz bide ku tê qencî û dilsoziyê nîşanî min bidî. Min li Misrê veneşêre. 30Kengê ez gihîştim bav û kalên xwe, min ji Misrê derîne û li ba wan veşêre.”

Ûsiv got: “Ezê wekî gotina te bikim.”

31 Îsraîl got: “De ka sond bixwe.” Ûsiv sond xwar. Îsraîl xwe tewand û li ser nivînên xwe perizî Xwedê.