Skip to content

Sûret 5: 28-31 (Maîda)

پەیدابوون4: 1-12

سوێند به خوا ئه‌گه‌ر تۆ ده‌ست درێژ بکه‌یت بۆ من بۆ ئه‌وه‌ی بمکوژیت، من ده‌ستدرێژ ناکه‌م بۆ تۆ بۆ ئه‌وه‌ی بتکوژم، چونکه به‌ڕاستی من له‌سزاو تۆڵه‌ی خوا، په‌روه‌ردگاری جیهانه‌کان ده‌ترسم.

(من به‌و ده‌ست درێژ نه‌کردنه‌م) به‌ڕاستی ده‌مه‌وێت به‌گوناهی من و گوناهی خۆیشته‌وه بگه‌ڕێیته‌وه‌، ئه‌وجا ده‌بیته نیشته‌جێی ناو ئاگر، هه‌ر ئه‌وه‌شه پاداشتی سته‌مکاران.

سه‌رئه‌نجام نه‌فسی سه‌رکه‌شی هانیداو کوشتنی براکه‌ی لاساده و ئاسان کردو کوشتی، ئیتر خۆی خسته ڕیزی خه‌ساره‌تمه‌ند و زه‌ره‌رمه‌ندانه‌وه‌.

له‌وه‌ودوا گیری خوارد به‌ده‌ست ته‌رمه‌که‌یه‌وه‌، چونکه وادیاره یه‌که‌م که‌سه کوژرا بێت و شه‌هید بوو بێت)، ئه‌وسا خوای میهره‌بان قه‌له‌ڕه‌شێکی ناردو چاڵێکی له زه‌ویدا هه‌ڵکه‌ند (بۆ قه‌له‌ره‌شێکی تری مرداره‌وه بوو) تا نیشانی بدات چۆن لاشه‌ی براکه‌ی بشارێته‌وه‌، (هه‌رکه ئه‌وه‌ی دی) وتی: هاوار له من، ئایا ئه‌وه من نه‌متوانی وه‌کو ئه‌و قه‌له‌ڕه‌شه بکه‌م و به‌قه‌ده‌ر ئه‌وم لێنه‌هات تا لاشه و عه‌یب و عاری براکه‌م بشارمه‌وه‌، ئیتر بۆ هه‌میشه چووه ڕیزی په‌شیمانانه‌وه‌.

Habîlê Pêxember û Qayînê birayê wî
1Adem bi Hawaya jina xwe re raza. Hawa bi zaro ma û Qayîn jê re çêbû. Wê got: “Bi alîkariya Xudan min kurek anî.” 2Wê piştre birayê wî Habîl anî dinyayê. Habîl bû şivanê pêz, Qayîn bû cotkar. 3Piştî demekê, Qayîn ji hatina dexlê axê hinek anî û pêşkêşî Xudan kir. 4Habîl jî ji keriyê xwe yên ku nû hatine dinyayê, yên qelew anî. Xudan Habîl û pêşkêşiya wî qebûl kir. 5Lê Qayîn û pêşkêşiya wî red kir. Qayîn gelek hêrs bû û rûyê xwe tirş kir.
6Xudan ji Qayîn re got: “Tu çima hêrs bûyî û te çima rûyê xwe tirş kir? 7Heke tu ya rast bikî, ma ezê te qebûl nekim? Lê heke tu ya rast nekî, guneh li ber deriyê te, di kozikê de li benda te ye. Lê divê tu bi ser guneh bikevî.”
8 Qayîn ji Habîlê birayê xwe re got: “Em herin çolê.” Gava ew li çolê bûn Qayîn êrîşî Habîlê birayê xwe kir û ew kuşt.
9Xudan ji Qayîn pirsî: “Ka birayê te Habîl li ku ye?”
Qayîn got: “Ez nizanim, ma ez nobedarê birayê xwe me?”
10 Xudan got: “Te çi kir? Binêre! Dengê xwîna birayê te ji axê gazî min dike. 11Niha tu ji aliyê axê ve bûyî naletî. Ew axa ku devê xwe vekir û xwîna birayê te ji destê te qebûl kir. 12Axa ku tu dajoyî, wê ji niha û pêve ber nede te. Tê li ser rûyê erdê bibî bêwar û eware.”