Skip to content
Home » Încîl Xera Bûye! Hedîs çi dibêjin?

Încîl Xera Bûye! Hedîs çi dibêjin?

  • by

Me dît ku Quran dibêje Tewrat, Zebûr & Încîla Kitêba Pîroz xera nebûye. Quran bi awayekî zelal dibêje ku şopînerên Încîlê xwedî peyamên ji ba Xwedê ne di dema Pêxember Mihemed (AS) de, li derdora sala 600’î PZ – nexwe heta wê dîrokê Încîl xera nebûye. Quran diyar dike ku peyama orjînal a di Încîlê de ev e:

  1. Gotinên Xwedê, û
  2. ew Gotinên Wî yên ku qet nayên guhertin.

Ji ber ku ev her du îfadeyên wê rast in, ew tê wê wateyê ku ne mimkun e mirov Gotinên Kitêbê (Tewrat, Zebû û Încîlê) xera bikin.

Pêxember Mihemed (AS) û Încîl

Em li vir lê dinêrin bê hedîs û sinet li ser vê mijarê çi dibêjin. Bala xwe bidine ser hedîsên li jêrê bê çawa hebûn û bikaranîna Tewrat û Încîlê ya di dema Pêxember Mihemed (AS) de rast qebûl dikin.

“Xetîce (jina wî) piştre bi wî (Pêxember – AS) re çû bi heta cem pismamê xwe Waraqa …, yê ku di Dema Berî Îslamiyetê de Xiristiyan bû û nivîsên bi herfên Îbranî dinivîsîn. Wî heta ku Xwedê ji wî bixwesta, Încîla bi zimanê Îbranî dinivîsî. El-Buxarî Cild 1, Pirtûk 1, No 3

Ebû Hureyre dibêje: …Ehlên Kitêbê Tewrat dixwendin bi Îbranî û ew ji Misilmanan re rave dikirin bi Erebî. Piştre Resûlê Xwedê got, “Ne baweriya xwe bi Ehlên Kitêbê bînin, ne jî baweriya xwe bi Ehlên Kitêbê neyînin, lê bibêjin, ‘Em ji Xwedê û ji her tiştê ku wî aşkera kiriye bawer dikin…’ El-Buxarî Cild 9, Pirtûk 93, No. 632

Cihû hatin cem Resûlê Xwedê û jê re gotin ku mêrekî û jineke di nav wan de bi hev re ketine nav têkiliya cinsî ya qedexe. Resûlê Xwedê ji wan re got, “Hûn di cezakirina legal a recmkirina (kevirkirin) di Tewratê de çi dibînin?” Wan bersiv da û got, “(Lê) em sûcê wan îlan dikin û wan şelaq dikin.” Evdileh bîn Selam got, “Hûn derewan dikin; Tewrat cezayê Recimkirinê ferman dike.” … Ayeta Recmê li wir nivîsandî ye. Wan got, “Mihemed rast dibêje; di Tewradê de Ayeta Recmê heye. El-Buxarî Cild 4, Pirtûk 56, No. 829.

Evdileh kurê Emer got: Kom Cihû hatin û Resûlê Xwedê (AS) vexwendin Kufê. Îcar wî ew li dibistana wan ziyaret kirin. Wan got: Ebul Qasim, yek ji zilamên me, sûcê zînayê kiriye bi jinekê re; ka cezayê wan bibêje. Wan mînderek xistibû bin Resûlê Xwedê (AS) yê rûniştî û Wî got: Tewratê bînin. Wan Tewrat anî. Piştre wî mînder ji bin xwe derxist, Tewrat danî ser û got: “Ez bi te û bi yê ku tu şandî bawer im.” (Sunena Ebu Dawid, Pirtûk 38, No: 4434)

Ebû Hureyre dibêje: Resûlê Xwedê (AS) got: Roja herî bixêr a ku roj lê hiltê roja Înê ye; di wê rojê de Adem hatiye afirandin, … Ka’b got: Ew rojeke her salê ye. Îcar min got: Ew di her roja Înê de ye. Ka’b Tewrat xwend û got: Resûlê Xwedê (AS) rast dibêje. Sunena Ebu Dawid, Pirtûk 3, No: 1041

Ev hedîsên bênîqaş in ku ji me re helwesta Pêxember Mihemed (AS) ya li hemberî Încîla ku di dema wî de hebû dibêjin. Hedîsa yekemîn ji me re dibêje ku Încîl hebûye û li ber destan bûye dema ku banga xwe ya pêşî girtiye. Hedîsa duyemîn ji me re dibêje ku Cihûyan Tewrat bi zimanê Îbranî dixwend ji Misilmanên pêşî re re. Pêxember (AS) metnên wan nîqaş nake, lê tiştekî jî nabêje (ne qebûl dike ne jî înkar dike) ji şîroveyên wan ên bi Erebî re. Her du hedîsên din ji me re dibêjin ku wê demê Tewrat hebû û Pêxember Mihemed (AS) Tewrat ji bo tehkîmkirina biryaran bi kar dianî. Hedîsa dawî nîşanî me dide ku Tewrat wê demê hebû û ji bo rastandina axaftina Pêxember Mihemed a der barê roja afirandina mirovan de (ew di rojeke Înê de bû) dihat bikaranîn. Di vê rewşê de Tewrat dihat bikaranîn ji bo kontrolkirina hîndariyên Pêxember Mihemed (AS) bi xwe, nexwe ew ji bo tiştên wisa esas dihat girtin. Di tu hedîsan de em nabînin ku dibêje metnê Încîlê hatiye xerakirin yan jî guhertin.

Destnivîsarên pêşî yên Încîlê (Peymana Nû)

Di destê min de pirtûkeke belgeyên pêşî yên (Peymana Nû) Încîlê heye. Wiha dest pê dike:

“Ev pirtûk ji 69 heb transkrîpsiyonên destnivîsarên pêşî yên Peymana Nû pêk tê… ew digihîjin destpêka sedsala 2. heta serê sedsala 4. (100-300 PZ) … ji 2/3’yên nivîsarên Peymana Nû dihewîne” (P. Comfort, “The Text of the Earliest New Testament Greek Manuscripts – Nivîsara Herî Kevin a Destnivîsarên Peymana Nû ya bi Yewnanî”.

Destpêk r. 17. 2001

Ev girîng e ji ber ku ev destnivîsar digihîje beriya Konstantînê Împaratorê Romayê (325 PZ) yê ku hin kes dibêjin belkî wî metna Încîlê guherandibe. Heke Konstantîn ew xera kiribûya, me yê ew bizaniya bi berhevkirina wê ya bi metnên berî dema wî (ji ber ku di destên me de hene) û bi metnên piştî dema wî re. Lê di navbera wan de tu cudahî nîn e. 

Bi heman awayî ev û kopiyên din ên Încîlê bi demeke dirêj berî Pêxember Mihemed hatibûn çêkirin. Ev û bi hezaran destnivîsarên din hemû berî sala 600’î PZ ji çar aliyên dinyayê tên. Ji ber ku Pêxember Mihemed (AS) di sala 600’î PZ de Încîla di dema xwe de bi kar dianî û esas digirt û di destê me de îro gelek kopiyên Încîlê hene ku bi sedsalan berî ku Pêxember bijî hatine çêkirin – û ew wekî Încîla di roja me de ne, nexwe Încîl bi awayekî teqez neguheriye.

Jixwe tu wateya wê nîn e ku Xiristiyan van nivîsaran biguherînin. Ew ê ji bo mirovên ku belav bûne ne mimkun bûya ku li ser guherînên ku hatine kirin li hev bikin. Heke yên li Erebîstanê guherîn kiribin, cudahiyên di navbera kopiyên wan û yên birayên wan de, em bibêjin yên li Sûriye û Ewropayê, derketa holê. Lê kopiyên destnivîsaran li her dera dinyayê eynî ne û berê jî eynî bûne. Ji ber ku hem Quran hem jî Hedîs bi zelalî piştgiriya metnên Încîlê yên di sala 600’î PZ de dikin û ji ber ku Încîl bingeha xwe ji destnivîsarên berî wê demê digire, nexwe Încîla îro xera nebûye. Tabloya Demê ya li jêrê vê yekê resm dike û nîşan dide bê çawa bingeha nivîsarên Încîlê digihîje dîroka berî sala 600’î PZ.

Kopiyên destnivîsarên pêşî yên Tewrat û Zebûrê digihîjîn berî wê dîrokê jî. Koleksiyona qeydên, ku bi awayê Qeydên Behsa Mirî tên zanîn, di sala 1948’an de li Behra Mirî hatin dîtin. Ew qeyd tevahiya Tewrat û Zebûrê pêk tînin û ew digihîjin sala 200-100’î BZ. Ev tê wê wateyê ku di destên me de kopiyên Tewratê hene ku digihîjin beriya hem Îsa Mesîh (AS) hem Mihemed (AS). Ji ber ku her duyan jî bi awayekî vekirî Tewrat û Zebûr bi kar anîne û qebûl kirine, di destê me de temînat heye ku ev pirtûkên pêşî yên pêxemberan xera jî nebûne. Min li ser van hemû mijarên pêewlehiya (yan jî neguherbariya) Kitêba Pîroz ji aliyê zanistî ve lêkolînek kir di vê gotara xwe ya li vir de.

Şahidiya Pêxember Mihemed (AS) a di hedîsan de digel paşxaneya zanîna destnivîsarên Încîlê, heman encama şahidiya di Quranê de nîşan dide – metna Încîlê xera nebûye yan jî nehatiye guhertin.

Destnivîsarên Îro yên Încîlê (Kitêba Pîroz) – ji mêj ve

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *