Skip to content
Home » Încîl Xera Bûye! Quran çi dibêje?

Încîl Xera Bûye! Quran çi dibêje?

  • by

Gelek hevalên min ên Misilman hene. Û ji ber ku baweriya min bi Xwedê heye û ez şopînerekî Încîlê me, gelek caran ez bi hevalên xwe yên Misilman re li ser dîn û îmanê sohbetan dikim. A rast di navbera min û hevalên min ên Misilman de bêtir xalên hevpar hene ji mirovên Rojavayî yên ku ji Xwedê bawer dikin an jî yên ku dibêjin di jiyana wan de cihê dîn nîn e. Lê hema hema bêyî îstîsna di her sohbeta xwe de ez dibihîzim ku dibêjin Încîl (û Zebûr û Tewrat ên ku Kitêba Pîroz pêk tînin) xera bûye yan jî hatiye guhertin, lewma peyama ku em îro dixwînin kêm e û bi xeletiyan tijî ye li gorî halê xwe yê pêşî yê ku ji aliyê pêxember û murîdên Xwedê ve hatiye nivîsandin. Îcar ev ne îdiayeke biçûk e, lewre ew tê wê wateyê ku em nikarin baweriya xwe bi Încîlê bînin ji bo hînbûna rastiya Xwedê.  Min hem Încîl (Kitêba Pîroz) û hem jî Qurana Pîroz xwendiye û niha jî ez li ser Sinetan dixebitim. Tiştê ku min heyirî dihêle ew e ku ev şikên der barê Încîlê de yên ku îro hene, ez di Quranê de nabînim. A rast cidiyeta ku Quran dide Încîlê ez gelekî heyirî hiştim. Ez dixwazim bi kurtasî nîşan bidim bê qesta min çi ye.

Quran der barê Încîlê (Kitêba Pîroz) de çi dibêje?

Bibêje: “Ey ehlê Kitêbê! Heta ku hûn Tewratê, Încîlê û hemû wehiyên ku ji cem Xwedayê we ji we re hatine şandin di jiyanê de bi kar neyînin, hûn ne li ser tu tiştî ne.” Wehiya ku ji cem Xwedayê we ji we re hatiye şandin dê kufr û çavsoriya gelekan ji wan zêde bike.

Her wiha binêrin 4:136

Eger tu ji yên ku me ji te re şandine bi guman bî, nexwe ji yên ku beriya te Kitêb xwendine bipirse: bêguman Rastî ji bo te ji Xwedayê te hatiye, îcar tu qet nebe yek ji wan kesên ku dikevine şikê.

Sureya Yûnis 10:94

Ez dixwazim bibêjim ku ev îlan dike ku wehî ji bo ‘Mirovên Kitêbê’ (Xiristiyan û Cihû) ji aliyê Xwedê ve hatine şandin. Îcar hevalên min ên Misilman dibêjin ev yek ji bo wehiya orjînal derbasdar e, lê ji ber ku ya orjînal xera bûye, ew ji bo metnên îro ne derbasdar e. Lê ayeta duyemîn di heman demê de wan kesên ku ayetên Cihû xwendine (ne di dema borî de, di dema niha de) jî erê dike. Ew behsa wehiya orjînal nake, ew behsa wan metnan dike ku piştî derketina Quranê hene. Ew  di nav çend salên derdora 600’î yên Piştî Zayînê de wek wehî ji Mihemed Pêxember (AS) re hatiye aşkerakirin. Yanî ev ayet wan metnên Cihû yên di salên 600’î yên Piştî Zayînê de qebûl dike. Ayetên din jî bi heman awayî ne: Binêrin:

Beriya te me hin zilamên ku me wehî ji wan re şandibûn wek pêxember şandin: heke hûn vê yekê nizanin, ji kesên ku dizanin (ehlê Peyamê) bipirsin.

Sureya Nehl 16:43

Beriya te me hin zilamên ku me wehî ji wan re şandibûn wek pêxember şandin: heke hûn vê yekê nizanin, ji kesên ku dizanin (ehlê Peyamê) bipirsin.

Sureya Enbiya 21:7

Ev behsa pêxemberên ku beriya Mihemed Pêxember (AS) hatine dikin. Lê nemaze ew nîşan didin ku peyamên ku Xwedê ji murîd/pêxemberan re şandine hê jî (sala 600’î B.Z.) di destên şopînerên wan de ne. Wehiya orjînal a ku hatiye şandin di dema Mihemed Pêxember (AS) de xera nebûbû.

Qurana Pîroz dibêje ku Gotina Xwedê Nayê Guhertin

Lê wateya wê ya esas ew e ku îhtîmala xerakirina/guhertina Kitêba Pîroz ji aliyê Qurana Pîroz ve nayê qebûlkirin. Sureya Maîde 5:68’ê di hişê xwe de bigirin (Peyman… Mizgînî… ji aliyê Xwedê ve hatiye şandin) û bala xwe bidin ser a li jêrê:

Pêxemberên beriya te jî hatin redkirin: wan bi sebr û semax li hemberî redkirin û xeletiyên wan xwe girtin, heta ku alîkariya Me ji wan re hat: tu guhertin di gotinên (û fermanên) Xwedê de nîn in. Jixwe hin serpêhatiyên wan pêxemberan ji te re hatine.

Sureya Enam 6:34

Gotina Xwedayê te, ji hêla rastî û edaletê ve hatiye temamkirin. Tu kes nikare gotinên Wî biguherîne: ji ber ku Ew her tiştî dibihîze û dizane.

Sureya Enam 6:115

Mizgînî ji bo wan heye, di jiyana niha de û di jiyana axîretê de; tu guhertin di gotinên Xwedê de çênabin. Bêguman ev serfiraziya mezin e.

Sureya Yûnis 10:64

Ji kitêba Xwedayê xwe wehiya ku ji te re hatiye bixwîne (û hîn bike). Tu kes nikare Gotinên Wî biguherîne.

Sureya Kehf 18:27

Îcar heke em qebûl bikin ku pêxemberên beriya Mihemed (AS) ji Xwedê wehî girtine (çawa ku Maîde 5:68-69 dibêje) û çawa ku gelek caran bi awayekî zelal dibêje ku tu kes nikare Gotinên Xwedê biguherîne, nexwe çawa kesek dikare bawer bike ku Tewrat, Zebûr û Încîl (Kitêba Pîroz) xera bûne yan jî ji aliyê mirovan ve hatine guhertin? Ev înkarkirina Quranê bi xwe ye, heke yek bawer bike ku Încîl hatiye xerakirin û guhertin.

Her wiha fikra ku wehiyên cuda yên ku ji aliyê Xwedê ve hatine şandin ji hev du baştir an xerabtir dibîne, her çi qasî berbelav be jî, ji aliyê Quranê ve nayê parastin.

Bibêjin: “Em bi Xwedê bawer in, bi wehiya ku wî daye me, û bi ya ku daye Îbrahîm, Îsmaîl, Îsheq, Yaqûb û Eşîrên wî, û bi ya ku daye Mûsa û Îsa, û bi ya ku Xwedayê wan daye (hemû) pêxemberên din. Em tu cudahiyê naxin navbera yekê ji wan: Û em tenê bi ya fermana Xwedê dikin.” Sureya Beqere 2:136

Her wiha binêrin 2:285

Nexwe divê em tu cudahiyê nexin navbera tu wehiyan. Her wiha divê em li ser wan lêkolînan bikin. Bi gotineke din, divê wan em hemû Kitêban bixwînin. A rast ez pêşniyar dikim ku Xiristiyan Quranê bixwînin û Misilman jî Încîlê bixwînin.

Xwendina van kitêban wext û cesaretê dixwaze. Ew ê gelek pirsan çêkin. Lê helbet hêjayî xerckirina wextê xwe yê li ser rûyê dinyayê ye- ku em hemû kitêbên ku ji pêxemberan re hatine şandin bixwînin. Ez ji xwe dizanim ku her çi qasî xwendina hemû Kitêbên Pîroz wext û cesaretê xwestibe û gelek pirs di serê min de çêkiribin jî, ew tecrûbeyeke hêja bû û di dema wê tecrûbeyê de min pîroziya Xwedê li ser xwe hîs kir. Hêvîdar im hûn xwendina nivîs û dersên di vê malperê de bidomînin. Belkî bibe destpêkeke baş, heke hûn gotara li ser nêrîna hedîs û Mihemed Pêxember (AS) a li ser bikaranîna Tewrat, Zebûr û Încîlê (kitêbên ku Kitêba Pîroz=Încîlê pêk tînin) bixwînin. Girêdana wê gotarê li vir e. Heke hûn bixwazin bi awayekî zanistî bizanibin bê ewlemendiya kitêbên kevn çawa tê diyarkirin û heke hûn bixwazin bi çavekî zanistî lê binêrin bê Încîl pêbawer e yan jî xera bûye, hûn dikarin li gotara li vir binêrin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *