Skip to content

Mesela Deh Keçan

1«Hingê Padîşahiya Ezmanan wê bimîne vê yekê: Deh keçikan qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê. 2Pênc ji wan bêaqil û pênc ji wan şehreza bûn. 3Yên bêaqil rahiştin qendîlên xwe, lê bi xwe re dohn hilnedan. 4Lê yên şehreza bi qendîlên xwe re, di derdanan de dohn jî hildan. 5Gava ku zava bi derengî ket, xewê ew hemû girtin û razan.

6«Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye, zava tê! Derkevin pêşiya wî!› 7Hingê hemû keçik rabûn û qendîlên xwe amade kirin. 8Yên bêaqil ji yên şehreza re gotin: ‹Hinekî ji dohnê xwe bidin me, çimkî qendîlên me ditemirin.› 9Wan bersîv da û gotin: ‹Na, çênabe, ew têra me û we nake. Çêtir e ku hûn herin ba dohnfiroşan û ji xwe re bikirrin.› 10Lê çaxê ew çûn ku dohn bikirrin, zava hat. Keçikên ku amade bûn bi wî re ketin şahiya dîlanê û derî hat dadan. 11Paşê keçên din jî hatin û gotin: ‹Mîrza, mîrza! Derî li me veke!› 12Wî li wan vegerand û got: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, ez we nas nakim.›

13«Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin.»

Mesela Telantan

(Lûqa 19:11-27)

14«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamek hebû, gava ku çû welatekî din, gazî xulamên xwe kir û malê xwe spart wan. 15Wî li gor karîna her yekî ji wan da wan: Pênc telant dan yekî, du telant dan yekî û telantek jî da yekî û derket riya xwe. 16Yê ku pênc telant standibûn, zû rabû, perê xwe da xebitandin û pênc telantên din kar kirin. 17Bi vî awayî yê ku du telant standibûn jî du telantên din kar kirin. 18Lê yê ku telantek standibû, rabû erd kola û perê axayê xwe veşart.

19«Piştî demeke dirêj axayê xulaman vegeriya û bi wan re hesabê xwe kir. 20Yê ku pênc telant standibûn, hat û pênc telantên din jî anîn. Wî got: ‹Ezbenî, te pênc telant dabûn min. Binêre, min pêncên din jî qezenc kirin.› 21Axayê wî jê re got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›

22«Yê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ezbenî, te du telant dabûn min; binêre, min diduyên din jî qezenc kirin.› 23Axayê wî got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›

24«Piştre yê ku telantek standibû hat û got: ‹Ezbenî, min dizanibû ku tu mirovekî hişk î û cihê ku te lê neçandiye tu didirûyî û cihê ku te tov lê nereşandiye tu berhev dikî. 25Loma ez tirsiyam, ez çûm, min telantê te di nav axê de veşart. Ha, ji te re telantê te.› 26Axayê wî lê vegerand û got: ‹Hey xizmetkarê xerab û tiral! Madem te dizanibû cihê ku min lê neçandiye ez didirûm û cihê ku min tov lê nereşandiye ez berhev dikim? 27Nexwe diviya te perên min danîna banqê, gava ku ez vegeriyam minê bi fayiza wan ve bistanda. 28Ji bo vê yekê wî telantî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh telantên wî hene. 29Çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bê dayîn û bi ser de bê zêde kirin. Lê yê ku pê re tunebe, tiştê ku di destê wî de ye jî wê jê bê standin. 30Lê vî xizmetkarê bêkêr bavêjin tariya derve. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›»

Roja Dawî

31«Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rûne. 32Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne. 33Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê, bizinan bide aliyê xwe yê çepê. 34Hingê Padîşah wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bêje: ‹Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin. 35Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm we av da min; ez xerîb bûm we ez hewandim; 36ez tazî bûm, we ez bi cil kirim; ez nexweş bûm, hûn hatin serdana min; ez di zîndanê de bûm, hûn hatin ba min.›

37«Hingê yên rast wê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî dîtî û tu têr kirî, an kengê me tu tî dîtî û av da te? 38Me kengê tu xerîb dîtî û tu hewandî, an tazî dîtî û tu bi cil kirî? 39Me kengê tu nexweş an di zîndanê de dîtî û em hatin ba te?› 40Padîşah wê bersîvê bide û ji wan re bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.›

41«Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî bêje: ‹Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye amadekirin. 42Çimkî ez birçî bûm, we xwarin neda min, ez tî bûm, we av neda min. 43Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›

44«Hingê ewê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di zîndanê de dîtî û me alîkariya te nekir?› 45Hingê ewê bersîva wan bide û bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji bo yekî ji vanên herî biçûk nekiribe, we ew ji bo min jî nekiriye.› 46Îcar evên ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.»