The Sign of Adam – Qur’an | The Sign of Adam – Taurat |
Nîşana Adem – Qur’an (Bilind) Sûret 7: 19-26 (تۆش) ئهی ئادهم، خۆت و هاوسهرهکهت لهبهههشتدا نیشتهجێ بن، جا له ههر کوێ ئارهزووتان لێ بوو (خواردهمهنی و میوهیه) بخۆن، (بهڵام) نزیکی ئهم درهخته مهکهون (درهختێکی تایبهتی بهرداربوو، بۆ تاقی کردنهوهیان خوای گهوره بڕیاریدا که ههر نزیکی نهکهون، چ جای له بهرو بوومی بخۆن) ئهو کاته دهچنه ڕیزی ستهمکارانهوه. شهیتان (ئهو سنوورهی بۆ ئادهم و حهوا بهفرسهت زانی) و ئینجا کهوته فڕێدانی وهسوهسهو خهتهره و خهیاڵ بۆ ناو دڵ و دهروونیان تا ئهو عهیب و عارهیان دهربخات که شاراوهبوو لێیان (دوایی خۆی ئاشکراکرد) و پێی وتن: پهروهردگارتان ئهم درهختهی لێ قهدهغه نهکردوون تهنها لهبهر ئهوهیه نهوهکو ببنه فریشته، یاخود بۆ ئهوهیه نهوهکو له نهمران بن!! (ئهوسا شهیتان زانی دهترسن و دوودڵن) سوێندی بۆ خواردن که من بهڕاستی له ئامۆژگارانم بۆ ئێوهو دڵسۆزتانم!! ئیتر شهیتان بهفێڵ و پیلان فریوی دان (بهرهولای درهختهکهی بردن) جاکاتێک تامی بهرو بوومی درهختهکهیان چهشت، ههرچی عهیب و عاریان ههیه کهوته دهرهوه، (ناچار بهپهله) دهستیاندایه گهڵای درهختهکانی بهههشت عهیب و عاری خۆیان پێ دائهپۆشی و پهروهردگاریان بانگی کردن و فهرمووی: ئایا من قهدهغهی ئهو درهختهم لێنهکردن و پێم نهوتن، که بهڕاستی شهیتان بۆ ئێوه دوژمنێکی ئاشکرایه؟! (ئهوسا ئیتر ههردووکیان ههستیان بهههڵهی خۆیان کردو) وتیان: پهروهردگارا ئێمه ستهممان له خۆمان کرد، خۆ ئهگهر لێمان خۆش نهبیت و بهزهییت پێماندا نهیهتهوه، ئهوه بهڕاستی ئێمه سوێند به خوا له خهسارهتمهند و زهرهرمهندانین. خوای گهوره فهرمووی: ئیتر دابهزن ههندێکتان دوژمنی ههندێکتانن (شهیتان و دارو دهستهی دوژمنی ئێوهن و نهوهی ئادهمیش بههۆی پیلانی شهیتانهوه دوژمنایهتی یهکتر دهکهن)، بۆتان ههیه له زهویدا نیشتهجێ بوون و هۆی ڕابواردن و ژیان تا ماوهیهک. خوا فهرمووی (پێیان): ههر له زهویدا دهژین و لهوێش دهمرن و (تێکهڵ بهخاکی دهبن، له کاتی دیاری کراویشدا) ههر له ناخیهوه دههێنرێنه دهرهوه ( بۆ لێپرسینهوه). ئهی نهوهی ئادهم، ئێمه بهڕاستی پۆشاکی لهبارمان بۆ فهراههم هێناون، عهورهت و ئهوهی پێتان ناخۆشه دهربکهوێت دای ئهپۆشێت، ههروهها جل و بهرگی جوانیش که خۆتانی پێ بڕازێننهوه (بهڵام بیرتان نهچێت) که پۆشاکی تهقواو خواناسی چاکتر و خێردارتر و بهفهڕتره، ئهو پۆشاکه (ماددی و مهعنهویانه) له نیشانه و بهڵگهکانی خوای گهورهن بۆ ئهوهی یاداوهری وهربگرن و (یادی بهههشت بکهن). (Ta Ha) Sûret 20: 121-123 (شهیتان ههر کۆڵی نهدا تا فریوی دان) ههردووکیان له بهروبوومی درهختهکهیان خوارد (ئیتر جل و بهرگ و پۆشاکیان داماڵرا)، عهیب و عاریان دهرکهوت، بهپهله ههوڵیاندا بهگهڵای درهختهکانی بهههشت (خۆیان داپۆشن) ئابهو شێوهیه ئادهم یاخی بوو له پهروهردگاری و فریوی خواردو ڕێگای لێ تێکچوو، پاشان پهروهردگاری ههڵی بژارد و (کردی به پێغهمبهر) تهوبهی لێ وهرگرت و هیدایهت و ڕێنموویی کرد. پاشان پهروهردگاری ههڵیبژارد بۆ پێغهمبهرێتی و لهخۆی نزیک خستهوهو تهوبهشی لێ وهرگرت و شارهزا و ڕێنمایی کرد، بۆ پارانهوهو داوا کردنی لێخۆشبوون. (ئهوسا خوای گهوره فهرمانیدا) وتی: ئیتر ههردووکتان له بهههشت دابهزن بهگشتی، ههندێکتان دهبنه دوژمنی ههندێکتان، جا ئهگهر هیدایهت و ڕێنموویی من بۆ ئێوه هات، ئهوهی شوێنی بهرنامهکهم بکهوێت، نهگومڕا دهبێت، نه ناخۆشی و ناڕهحهتی و ناسۆر دێته ڕێی. . | Nîşana Adem – Taurat Destpêbûn 2: 15-17 Xwedê Xudan Adem hilda û li nav Bexçeyê Adenê danî ku li wê derê bixebite û hay ji bexçeyê hebe. 16Xwedê Xudan li Adem emir kir û got: “Tu dikarî ji her dara bexçe bixwî, 17lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî.” Gunehê mirov 1 Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?” 2Jinê ji marî re got: “Em dikarin ji fêkiyên darên li bexçeyê bixwin. 3Lê Xwedê got: ‘Divê hûn ji fêkiyê dara li nava bexçeyê nexwin û dest nedinê yan na hûnê bimirin.’” 4Marî ji jinê re got: “Hûn qet namirin. 5Çimkî Xwedê dizane gava hûn ji wê bixwin, wê çavên we vebin û wekî Xwedê, hûnê bi qencî û xerabiyê bizanin.” 6 Jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, baş xuya dike û zanabûnê tîne. Rabû fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê li ba wê bû. Fêkî da wî û mêrik jî xwar. 7Li ser vê yekê çavên herduyan jî vebûn û fêm kirin ku tazî ne. Pelên hejîran bi hev ve dirûtin û xwe nixamtin. 8Bihîstin ku dengê Xwedê Xudan, di hênikahiya rojê de, di nav bexçe de digere. Adem û jina xwe, ji hizûra Xwedê Xudan, xwe di nav darên bexçe de veşartin. 9Lê Xwedê Xudan gazî Adem kir û got: “Tu li ku yî?” 10Adem got: “Min li bexçe tu bihîstî û ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.” 11Xwedê Xudan got: “Kê ji te re got tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‘Jê nexwe’ xwar?” 12Adem got: “Jinika te dabû min, fêkiyek ji wê darê da min û min jî xwar.” 13 Xwedê Xudan ji jinikê re got: “Te çi kir?!” Jinikê got: “Marî ez xapandim, loma min xwar.” 14Li ser vê yekê Xwedê Xudan ji marî re got: “Ji ber ku te ev yek kir, Wê di nava hemû heywanên kedî û kovî de, Yê herî bi nalet tu bî. Tê li ser zikê xwe bişêlî, Di hemû rojên jiyana xwe de axê bixwî. 15 Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.” 16Wî ji jinikê re got: “Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim Û bi êş tê zarokê xwe bînî. Tê hewcedarê mêrê xwe bî Ewê jî serwerê te be.” 17 Wî ji Adem re got: “Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir Û ji wê dara ku min ji te re gotibû ‘Divê tu nexwî’ te xwar, Ax ji rûyê te bi nalet bû. Tê di hemû rojên jiyana xwe de Bi zehmetî jê bixwî. 18Wê ax stirî û diriyan bide te. Tê giyayên çolê bixwî. 19 Tê nanê xwe, bi xwêdana eniya xwe bixwî. Heta ku tu bizivirî axa tu jê hatî çêkirin. Çimkî tu ax î û tê vegerî axê.” 20Adem navê jina xwe Hawa danî. Çimkî ew bû dayika hemû mirovan. 21Xwedê Xudan ji Adem û jina wî re kincên çermîn çêkirin û li wan kirin. 22Piştre Xwedê Xudan got: “Niha Adem bûye yekî mîna me, bi qencî û xerabiyê dizane. Divê niha ji bo wî destûr neyê dayîn ku destê xwe dirêjî fêkiyê dara jiyanê bike, jê bixwe û her û her bijî.” 23Bi vî awayî Xwedê Xudan Adem ji Bexçeyê Adenê derxist ku axa jê hatibû çêkirin, bajo. 24Piştî wî Adem qewirand, ji bo parastina riya dara jiyanê wî li aliyê rojhilatê Bexçeyê Adenê xerûb û şûrekî agiravêj ê bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin. |