Skip to content
Home » From Books » Page 2

From Books

Ji bo şefê muzîkê

Zebûra Dawid

1Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?

Çima tu dûr î,

Ji rizgarkirina min, ji nalînên gotina min?

2Ey Xwedayê min, ez bi roj gazî te dikim, tu nadî bersîva min,

Û bi şevan, nîne tu rihetiya min.

3Herçî tu yî, tu pîroz î.

Li ser textê pesindana Îsraêl î.

4Bi te ewle bûn bav û kalên me.

Xwe spartin te, te ew azad kirin.

5Bi lavakirina te rizgar bûn,

Bi te ewle bûn, şermî nebûn.

6Ez ne mirov im, kurmê axê me.

Milet min biçûk dibîne, rûreşê xelqê me.

7Tinazan bi min dike kesê ku min dibîne,

Dibişire, serê xwe dihejîne û dibêje:

8«Xwe spartiye Xudan, ka bila wî azad ke,

Madem Xudan jê hez dike, bila wî xelas ke!»

9Tu yî, yê ku ez deranîm ji malzaroka dê,

Te ez parastim li ber pêsîra dê.

10Ji bûyinê ve ez hatime spartin li te,

Hê ji malzarokê ve, Xwedayê min tu yî.

11Ji min dûr nekeve, çimkî nêzik e tengahî

Nîne kesê ku bike alîkarî.

12Boxeyan dor pêçane li min,

Boxeyên Başan ên hêç, dor girtine li min.

13Wek şêrê ku bi humîn perçe dike nêçîra xwe,

Vekirine li min devê xwe.

14Ez hatim rêtin wek avê,

Hemû hestiyên min derketin ji movikan,

Dilê min wek şimayê, dihele di hundirê min de.

15Wek perçê qafikê, ziwa bû hêza min,

Zeliqî ziman, bi ezmanê devê min;

Te ez danîm ser axa mirinê.

16Dora min pêça kuçikan,

Hawirdor girtin xeraban,

Dest û lingên min qul kirin.

17Dikarim bijmêrim hemû hestiyên xwe,

Çavê xwe zoq kirine, li min dinêrin.

18Li hev par dikin kincên min,

Pişk davêjin li ser lîbasê min.

19Belê tu ya Xudan, dûr nemîne;

Ey hêza min, zû alîkariyê bi min bigîhîne!

20Tu canê min ji şûr,

Canê min ji pença kuçikê azad ke!

21Tu min ji devê şêr xelas ke,

Erê, te ji qiloçên boxê kûvî,

Bersîva min da!

22Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,

Li nav civatê pesnê te bêjim.

23Ey hûn, yên ji Xudan ditirsin, jê re şûkûr bikin!

Ey hûn, hemû nîjada Aqûb, wî berz bikin!

Ey hûn, hemû nîjada Îsraêl, jê bitirsin!

24Çimkî wî, derdê yê ketî kêm nedît û dil jê neqeliqî,

Berê xwe lê nezivart;

Gava ku lê kir hawar, ew bihîst.

25Di civata mezin de şikirkirina min ji te re ye,

Li pêş yên ku ji te ditirsin, ezê sozên xwe bînim cih.

26Wê yên feqîr bixwin û têr bibin,

Yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin.

Bila dilê me her û her bijî!

27Wê çar aliyên dinê bibîr bîne û vegere Xudan,

Û hemû milet wê li pêş te herin ser çokan.

28Çimkî padîşahî ya Xudan e,

Karê wî serweriya hemû miletan e.

29Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin,

Û li ber wî herin ser çokan.

Hemû yên ku diçin axê,

Û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng,

Wê li pêş wî herin ser çokan.

30Nifşên bê, wê ji wî re bikin evdî,

Wê Xudan, ji nifşên pêş re bê gotin.

31Ewê bên,

Kirin û edaleta wî,

Ji gelê ku hê çênebûye re bêjin.


Pirsa li ser Desthilatiya Îsa

(Marqos 11:27-33;Lûqa 20:1-8)

23Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?» 24Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim: 25Imadkirina Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?› 26Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.» 27Wan bersîv da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»

Mesela Du Kuran

28«Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de bixebite.› 29Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û çû. 30Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew neçû. 31Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.»

Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê. 32Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.

Mesela Rezvanan

(Marqos 12:1-12;Lûqa 20:9-19)

33«Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din. 34Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin. 35Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin û yê din jî dane ber keviran. 36Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî. 37Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta kurê min bigirin.› 38Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.› 39Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin. 40Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van rezvanan bike?» 41Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wisa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.» 42Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên Pîroz de ev nexwendiye:

‹Ew kevirê ku hostayan red kir,

Bû kevirê serê rikin.

Ev ji aliyê Xudan ve çêbû,

Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!› »

43«Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wisa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne. 44Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.» 45Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje. 46Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît.


Mesela Dawetê

(Lûqa 14:15-24)

1Îsa careke din bi meselan ji wan re peyivî û got: 2«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahekî ji bo kurê xwe dawet amade kir. 3Wî xizmetkarên xwe şandin ba wan ên ku ji bo dawetê hatine vexwendin, lê wan nexwest ku bên. 4Piştre wî hin xizmetkarên din şandin û got: ‹Ji yên vexwendî re bêjin: Min şîva xwe amade kiriye; conega û dewarên min ên dermale hatine şerjêkirin û hemû tişt amade ye. Kerem bikin, werin dawetê.› 5Lê wan qet bala xwe nedayê, lêxistin û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe. 6Yên mayî jî xizmetkarên wî girtin, riswa kirin û ew kuştin. 7Padîşah hêrs bû. Wî leşkerên xwe şandin, ev mêrkujên ha kuştin û bajarê wan şewitand. 8Hingê wî ji xizmetkarên xwe re got: ‹Dawet amade ye, lê yên vexwendî ne hêja bûn. 9De herin serê kuçeyan û hûn kê bibînin, gazî dawetê bikin.› 10Hingê xizmetkar derketin kuçeyan, qenc û xerab, her kesên ku dîtin civandin û eywana dîlanê bi vexwendiyan tije bû.

11«Lê gava ku padîşah çû hundir da ku vexwendiyan bibîne, mirovek dît ku cilên dawetê li xwe nekiribû. 12Hingê wî jê pirsî û got: ‹Heval, bê cilên dawetê ma çawa tu ketî vir?› Zimanê wî negeriya. 13Li ser vê yekê padîşah ji xizmetkaran re got: ‹Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›

14«Çimkî yên ku hatine gazîkirin pirr in, lê yên ku hatine hilbijartin hindik in.»

Pirsa Bacdayînê

(Marqos 12:13-17;Lûqa 20:20-26)

15Hingê Fêrisî derketin û bi hev şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bi peyva wî bixin xefikê. 16Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês şandin ba wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî. 17Îcar ji me re bêje ka tu çawa dibînî? Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»

18Ji ber ku Îsa bi niyetxerabiya wan dizanibû, got: «Hey durûno! Çima hûn min diceribînin? 19Ka perê bacê nîşanî min bidin!» Wan zîvek ji wî re anî 20û wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê ne?» 21Wan got: «Yên Qeyser in.» Hingê Îsa ji wan re got: «Nexwe tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.» 22Gava ku wan ev bihîst, şaş man, dev ji wî berdan û çûn.

Pirsa Rabûna Miriyan

(Marqos 12:18-27;Lûqa 20:27-40)

23Eynî rojê Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ba Îsa 24û jê pirsîn: «Mamoste, Mûsa got: ‹Eger yekî ku zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.› 25Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt. 26Eynî tişt hat serê yê dido û yê sisiyan jî, heta bi yê heftan, hemû mirin. 27Piştî hemûyan jin jî mir. 28Îcar Roja Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe ya kê? Çimkî hemûyan ew anîbû!»

29Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên Pîroz û hêza Xwedê nizanin. 30Piştî Roja Vejînê ew ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; çimkî wê bibin wek milyaketên ezmên. 31Ma we nexwendiye ku li ser vejîna miriyan Xwedê ji we re çi dibêje? 32‹Ez Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.› Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e.»

33Gava ku elaletê ev yek bihîst li hînkirina wî gelek şaş ma.

Emrê Herî Mezin

(Marqos 12:28-34;Lûqa 10:25-28)

34Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan girtiye, li hev civiyan. 35Ji nav wan yekî Şerîetzan ew ceriband û pirsî: 36«Mamoste, di Şerîetê de emrê herî mezin kîjan e?» 37Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.› 38Emrê pêşî û mezin ev e. 39Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› 40Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu emran in.»

Mesîh Kurê Kê Ye?

(Marqos 12:35-37;Lûqa 20:41-44)

41Gava ku Fêrisî li hev civiyabûn Îsa ji wan pirsî: 42«Hûn li ser Mesîh çi difikirin? Ew kurê kê ye?» Wan lê vegerand û gotin: «Ew kurê Dawid e.» 43Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh navê Xudan hildide û dibêje:

44‹Xudan ji Xudanê min re got:

Li milê min ê rastê rûne

Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›

45«Eger Dawid ji wî re dibêje ‹Xudan›, çawa ew dibe kurê wî?» 46 Îcar tu kesî nikaribû peyvekê bersîva wî bide. Û ji wê rojê pê ve tu kesî newêribû ku tiştekî jê bipirse.

Durûtiya Fêrisî û Şerîetzanan

(Marqos 12:38-40;Lûqa 11:37-52;20:45-47)

1Hingê Îsa ji elaletê û ji şagirtên xwe re got: 2«Şerîetzan û Fêrisî li ser kursiyê Mûsa rûdinin. 3Loma her tiştê ku ji we re dibêjin, bikin û bînin cih. Lê li gor kirinên wan nekin, çimkî ew dibêjin û nakin; 4barên giran û hilgirtina wan zehmet girêdidin û datînin ser pişta mirovan, lê ew bi xwe naxwazin ji bo rakirina wan baran tiliya xwe jî bilebitînin.

5«Hemû tiştên ku dikin ji bo dîtina mirovan e. Bazbendên xwe pehn dikin û rêşiyên kirasên xwe dirêj dikin. 6Di ziyafetan de ji cihên jorîn, li kinîştan jî ji kursiyên pêşî hez dikin. 7Hez dikin ku di sûkan de silav li wan bê kirin û ji aliyê xelkê ve jî bi awayê ‹ya mamoste› bên gazîkirin. 8Lê bila ji we re nebêjin ‹mamoste›, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne. 9Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye. 10Ne jî bila kes ji we re bêje ‹rêber›, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e. 11Di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we. 12Çimkî kî xwe bilind bike, wê nizim bibe û kî xwe nizim bike, ewê bilind bibe.

13-14«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.

15«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derya û bejê li hev didin, da ku hûn yekî bînin ser baweriya xwe, lê gava ku we ew anî jî hûn du caran ji xwe bêtir wî dikin kurê dojehê.

16«Wey li we hûn rêberên kor! Hûn dibêjin: ‹Eger yek bi Perestgehê sond bixwe, ne tiştek e, lê eger yek bi zêrê Perestgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.› 17Hey bêhişên kor! Kîjan mezintir e? Zêr an Perestgeha ku zêr pîroz dike? 18Dîsa hûn dibêjin: ‹Eger yek bi gorîgehê sond bixwe tiştek nabe, lê eger ew bi diyariya li ser gorîgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.› 19Hey korno! Kîjan mezintir e? Diyarî, an gorîgeha ku diyariyê pîroz dike? 20Loma yê ku bi gorîgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi hemûyên ku li ser wê ne sond dixwe. 21Û yê ku bi Perestgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi yê ku di nav wê de ye sond dixwe. 22Îcar yê ku bi ezmên sond bixwe, ew hem bi textê Xwedê û hem jî bi yê ku li ser rûdine sond dixwe.

23«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana. 24Hey rêberên kor! Hûn pêşûyê dipalînin, lê devê dadiqurtînin.

25«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derveyî tas û sêniyan dişon, lê hundirê wan ji tiştên talankirî û çavbirçîtiyê tije ye. 26Hey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û sêniyan bişo, wê derveyê wan jî paqij bibe.

27«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne, ku ji derve xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne. 28Bi vî awayî hûn jî ji derve wek ên rast li mirovan xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tije durûtî û neheqî ne.

29«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey durûno! Hûn gorên pêxemberan ava dikin û qubên mirovên rast dixemilînin. 30Û hûn dibêjin: ‹Eger em di dema bav û kalên xwe de bijiyana, meyê bi wan re xwîna pêxemberan nerijanda.› 31Bi vî awayî hûn li hember xwe şahidiyê dikin ku hûn kurên wan in ên ku pêxember kuştine. 32De hûn jî rabin, çapa xerabiya bav û kalên xwe tije bikin!

33«Hey marno! Hûn nifşên koremaran! Hûnê ji cezayê dojehê çawa birevin? 34Ji ber vê yekê, va ye, ez ji we re pêxember, mirovên şehreza û mamosteyan dişînim. Hûnê hinekan ji van bikujin û xaç bikin û yên din jî li kinîştên xwe bidin ber qamçiyan û ji bajarekî biteriqînin bajarê din. 35Bi vî awayî hemû xwîna bêsûc a ku li ser rûyê erdê hatiye rijandin, wê bikeve stûyê we: Ji xwîna Habîlê rast heta bi xwîna Zekeryayê Kurê Berexya yê ku we di navbera Perestgeh û gorîgehê de kuşt. 36Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev tiştên ha hemû wê bên ser vî nifşî.

Îsa li ser Orşelîmê Dilorîne

(Lûqa 13:34-35)

37«Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatine şandin dide ber keviran. Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin çengên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest. 38Va ye, mala we wê li we wêran û vala bimîne. 39Çimkî ez ji we re dibêjim, êdî careke din hûn min nabînin, heta ku hûn bêjin: ‹Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be!› »

Mesela Deh Keçan

1«Hingê Padîşahiya Ezmanan wê bimîne vê yekê: Deh keçikan qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê. 2Pênc ji wan bêaqil û pênc ji wan şehreza bûn. 3Yên bêaqil rahiştin qendîlên xwe, lê bi xwe re dohn hilnedan. 4Lê yên şehreza bi qendîlên xwe re, di derdanan de dohn jî hildan. 5Gava ku zava bi derengî ket, xewê ew hemû girtin û razan.

6«Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye, zava tê! Derkevin pêşiya wî!› 7Hingê hemû keçik rabûn û qendîlên xwe amade kirin. 8Yên bêaqil ji yên şehreza re gotin: ‹Hinekî ji dohnê xwe bidin me, çimkî qendîlên me ditemirin.› 9Wan bersîv da û gotin: ‹Na, çênabe, ew têra me û we nake. Çêtir e ku hûn herin ba dohnfiroşan û ji xwe re bikirrin.› 10Lê çaxê ew çûn ku dohn bikirrin, zava hat. Keçikên ku amade bûn bi wî re ketin şahiya dîlanê û derî hat dadan. 11Paşê keçên din jî hatin û gotin: ‹Mîrza, mîrza! Derî li me veke!› 12Wî li wan vegerand û got: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, ez we nas nakim.›

13«Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin.»

Mesela Telantan

(Lûqa 19:11-27)

14«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamek hebû, gava ku çû welatekî din, gazî xulamên xwe kir û malê xwe spart wan. 15Wî li gor karîna her yekî ji wan da wan: Pênc telant dan yekî, du telant dan yekî û telantek jî da yekî û derket riya xwe. 16Yê ku pênc telant standibûn, zû rabû, perê xwe da xebitandin û pênc telantên din kar kirin. 17Bi vî awayî yê ku du telant standibûn jî du telantên din kar kirin. 18Lê yê ku telantek standibû, rabû erd kola û perê axayê xwe veşart.

19«Piştî demeke dirêj axayê xulaman vegeriya û bi wan re hesabê xwe kir. 20Yê ku pênc telant standibûn, hat û pênc telantên din jî anîn. Wî got: ‹Ezbenî, te pênc telant dabûn min. Binêre, min pêncên din jî qezenc kirin.› 21Axayê wî jê re got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›

22«Yê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ezbenî, te du telant dabûn min; binêre, min diduyên din jî qezenc kirin.› 23Axayê wî got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›

24«Piştre yê ku telantek standibû hat û got: ‹Ezbenî, min dizanibû ku tu mirovekî hişk î û cihê ku te lê neçandiye tu didirûyî û cihê ku te tov lê nereşandiye tu berhev dikî. 25Loma ez tirsiyam, ez çûm, min telantê te di nav axê de veşart. Ha, ji te re telantê te.› 26Axayê wî lê vegerand û got: ‹Hey xizmetkarê xerab û tiral! Madem te dizanibû cihê ku min lê neçandiye ez didirûm û cihê ku min tov lê nereşandiye ez berhev dikim? 27Nexwe diviya te perên min danîna banqê, gava ku ez vegeriyam minê bi fayiza wan ve bistanda. 28Ji bo vê yekê wî telantî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh telantên wî hene. 29Çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bê dayîn û bi ser de bê zêde kirin. Lê yê ku pê re tunebe, tiştê ku di destê wî de ye jî wê jê bê standin. 30Lê vî xizmetkarê bêkêr bavêjin tariya derve. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›»

Roja Dawî

31«Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rûne. 32Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne. 33Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê, bizinan bide aliyê xwe yê çepê. 34Hingê Padîşah wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bêje: ‹Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin. 35Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm we av da min; ez xerîb bûm we ez hewandim; 36ez tazî bûm, we ez bi cil kirim; ez nexweş bûm, hûn hatin serdana min; ez di zîndanê de bûm, hûn hatin ba min.›

37«Hingê yên rast wê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî dîtî û tu têr kirî, an kengê me tu tî dîtî û av da te? 38Me kengê tu xerîb dîtî û tu hewandî, an tazî dîtî û tu bi cil kirî? 39Me kengê tu nexweş an di zîndanê de dîtî û em hatin ba te?› 40Padîşah wê bersîvê bide û ji wan re bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.›

41«Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî bêje: ‹Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye amadekirin. 42Çimkî ez birçî bûm, we xwarin neda min, ez tî bûm, we av neda min. 43Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›

44«Hingê ewê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di zîndanê de dîtî û me alîkariya te nekir?› 45Hingê ewê bersîva wan bide û bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji bo yekî ji vanên herî biçûk nekiribe, we ew ji bo min jî nekiriye.› 46Îcar evên ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.»

1Piştî ku Îsa ev tişt gotin, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û got: «Ya Bavo, saet hat! Kurê xwe bi rûmet bike, da ku Kur jî te bi rûmet bike. 2Çimkî te desthilatî li ser hemû mirovan da wî, da ku jiyana herheyî bide hemû kesên ku te dane wî. 3Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikim. 4Min tu li ser rûyê erdê bi rûmet kirî. Karê ku te spartibû min, min ew pêk anî. 5Ya Bavo, beriya ku dinya çêbe ew rûmeta ku li ba te ya min bû, bi wê niha min li ba xwe bi rûmet bike.

6«Min navê te ji wan mirovan re eşkere kir ên ku te ji dinyayê dan min. Yên te bûn, te ew dan min û wan peyva te girt. 7Ew niha dizanin, her tiştên ku te dane min, ji te ne. 8Peyvên ku te dan min, min dan wan û wan jî ew qebûl kirin. Ew bi rastî dizanin ku ez ji te hatime û bawerî anîn ku te ez şandime.

9«Ez ji bo wan dua dikim. Ne ji bo dinyayê; ez ji bo yên ku te dane min dua dikim. Çimkî ew ên te ne. 10Hemû yên ku yên min in, yên te ne; yên te jî yên min in. Û ez bi wan bi rûmet bûme. 11Êdî ez ne li dinyayê me, lê ew li dinyayê ne; niha ez têm ba te. Ya Bavê Pîroz! Bi navê xwe yê ku te da min, wan biparêze, da ku ew jî wek me bibin yek. 12Dema ku ez bi wan re bûm, bi navê te yê ku te dabû min, ez li wan bûm xweyî. Min ew parastin û tu kes ji wan winda nebû, ji bilî kurê helakê, da ku Nivîsara Pîroz bê cih. 13Lê niha ez têm ba te û hê ku ez li dinyayê me, ez van gotinan dibêjim, ji bo ku şabûna min di dilê wan de temam bibe. 14Min peyva te gihand wan û dinyayê ji wan nefret kir. Çimkî, çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne. 15Ez dua dikim, ne ji bo ku tu wan ji dinyayê rakî, lê ji bo ku tu wan ji Yê Xerab biparêzî. 16Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne. 17Wan bi rastiyê pîroz bike û veqetîne; peyva te rastî ye. 18Wek ku te ez şandim dinyayê, min jî ew şandin dinyayê. 19Ez ji bo wan xwe dikim veqetandiyê pîroz, da ku ew jî bi rastiyê pîroz bibin û veqetin.

20«Ez ne bi tenê ji bo wan, lê ji bo yên ku bi gotina wan baweriyê bi min tînin jî dua dikim, 21da ku hemû bibin yek. Ya Bavo, çawa tu bi min re yî û ez bi te re me, bila ew jî bi me re bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime. 22Rûmeta ku te da min, min da wan, da ku ew bibin yek, wek ku em yek in: 23Ez bi wan re, tu jî bi min re, da ku ew bigihîjin yekîtiyeke temam û dinya bizane ku te ez şandime û çawa ku tu ji min hez dikî, tu ji wan jî hez dikî.

24«Ya Bavo, ez dixwazim yên ku te dane min, li cihê ku ez lê me bi min re bin, da ku rûmeta ku te daye min bibînin. Çimkî te beriya damezrandina dinyayê ji min hez kir. 25Ya Bavê dadperwer! Dinya te nas nake, lê ez te nas dikim. Ev jî dizanin ku te ez şandime. 26Min navê te bi wan da zanîn û ezê hê bidim zanîn, da ku hezkirina te ya ji min, bi wan re jî be û ez bi wan re bim.»

Qur’anTaurat
(Hud) Sûret 11: 25-48
سوێند به‌خوا به‌ڕاستی ئێمه نوحمان
نارد بۆ لای قه‌وم و خزمه‌کانی، (پێی وتن) بێگومان من بۆ ئێوه داچڵه‌کێنه‌رێکی ئاشکرام (ئه‌گه‌ر له فه‌رمانی خوا ده‌رچن تووشی سزا
ده‌بن، خۆ ئێوه باش من ده‌ناسن).
که جگه له خوا (که‌س و هیچی تر) نه‌په‌رستن، چونکه من به‌ڕاستی ده‌ترسم سزای ڕۆژێکی به‌ئێش یه‌خه‌تان پێ بگرێت (هه‌مووتان له‌ناو بچن).
جا ئه‌و ده‌سته ده‌سه‌ڵاتداره‌ی که بێ باوه‌ڕ بوون له هۆزی نوح وتیان: ئێمه تۆ ته‌نها وه‌ك یه‌کێك له خۆمان ده‌بینین و نابینین ئه‌وانه‌ی شوێنی تۆ که‌وتوون جگه له‌وانه‌ی که هه‌ژارو داماوه‌کانمانن و دووربین نین و ژیریان که‌‌مه و ساده‌ن، هه‌روه‌ها نابینین ئێوه هیچ شتێکی زیاترتان به‌سه‌ر ئێمه‌دا هه‌بێت، به‌ڵکو ئێمه وا گومان ده‌به‌ین ئێوه درۆزنن.
نوح وتی: ئه‌ی خزمه‌کانم هه‌واڵم بده‌نێ: ئه‌گه‌ر من له‌سه‌ر ڕێگه‌و به‌رنامه‌یه‌کی ڕاست و دروستبم له‌لایه‌ن په‌روه‌ردگارمه‌وه و خێرو چاکه‌و به‌زه‌یی خۆی پێ به‌خشیبم له‌لایه‌ن خۆیه‌وه‌، ئینجا ئه‌مانه له ئێوه ساراوه‌ته‌وه و نایبینن؟! ئایا به‌زۆر ئیمان له دڵتاندا دروست بکه‌ین و بتانخه‌ینه سه‌ر ئه‌م ڕێگه‌یه‌، له‌کاتێکدا ئێوه لێی بێزارن و خوازیاری نین؟!!
ئه‌ی خزمه‌کانم (خۆ من) له بری ئه‌م بانگه‌واز و ئامۆژگاریانه‌م داوای هیچ ماڵ و خه‌رجیتان لێناکه‌م، کرێ و پاداشتم ته‌نها لای خوایه‌، من هه‌رگیز ئه‌وانه‌ی بڕوایان هێناوه له خۆم دوور ناخه‌مه‌وه و ده‌ریان ناکه‌م، چونکه بێگومان ئه‌وان ئه‌گهن به‌خوای خۆیان، حیسابیان لای خوایه‌، به‌ڵام به‌ڕاستی من ئێوه ئه‌بینم هۆزێکن خۆتان گێل و نه‌فام ده‌که‌ن (به‌وه‌ی به که‌م سه‌یری ئیمانداوانی ده‌وری من ده‌که‌ن له‌به‌ر بێ که‌سی و هه‌ژاریان).
ئه‌ی خزمه‌کانم کێ ئه‌توانێت یارمه‌تیم بدات به‌رامبه‌ر خوای گه‌وره (له سزای خوا بمپارێزێت) ئه‌گه‌ر ئه‌و ئیماندارو دۆستانه‌ی خوا ده‌ربکه‌م و له خۆمیان دوور بخه‌مه‌وه و ئایا بیرناکه‌ناوه (که شتی وا ناشێت و دروست نیه بۆ که‌سێك خواناس بێت)؟
خۆ من پێتان ناڵێم گه‌نجینه‌کانی خوا لای منه و من شتی نادیارو غه‌یبیش نازانم، ناشڵێم به‌ڕاستی من فریشته‌م، هه‌روه‌ها ناڵێم به‌و ئیماندارانه‌ی له‌به‌ر چاوی ئێوه که‌م نرخن، خوا گه‌وره هه‌رگیز خێریان به‌سه‌ردا نارژێنێت، خوا خۆی ئاگاداره به‌وه‌ی له ده‌روونیاندا هه‌یه‌، بێگومان من ئه‌و کاته (ئه‌گه‌ر وابکه‌م) له سته‌مکارانم.
(خه‌ڵکه‌که‌) وتیان: ئه‌ی نو‌ح به‌ڕاستی زۆر له‌سه‌ری چوویت و زیاد له پێویست به‌ربه‌ره‌کانی و شه‌ڕه قسه‌ت له‌گه‌ڵدا کردین ده‌ی ئه‌و سزایه‌مان بۆ بهێنه که هه‌ڕه‌شه‌ی پێده‌که‌یت و هه‌میشه باسی ده‌که‌یت و ده‌مانترسێنی پێی، ئه‌گه‌ر تۆ له ڕاستگۆیانیت.
نوح له وه‌ڵامدا وتی: ئه‌وه به ده‌ست خوایه و به‌ڕاستی ته‌نها ئه‌و بۆتان پێش ده‌هێنێت ئه‌گه‌ر بیه‌وێت و ئێوه ده‌سته‌وسانکه‌ری خوا نین ناتوانن (ئه‌سته‌مه ده‌رباز بوونتان).
(وادیاره‌) ئامۆژگاری و دڵسۆزیم سوودتان پێناگه‌یه‌نێت ئه‌گه‌رچی بمه‌وێت به‌رده‌وامیشبم له‌سه‌ر ئامۆژگاریتان، ئه‌گه‌ر خوا بیه‌وێت سه‌رگه‌ردانتان بکات ئه‌وه ئه‌و زاته په‌روه‌ردگارتانه و هه‌ر بۆ لای ئه‌ویش ده‌برێنه‌وه‌.
به‌ڵکو (بێ باوه‌ڕانی مه‌ککه‌) ده‌ڵێن: ئه‌م باس و بابه‌تانه (محمد) خۆی هه‌ڵی به‌ستووه‌، تۆیش بڵێ: ئه‌گه‌ر من هه‌ڵیبه‌ستم ئه‌وه تاوانه‌که‌ی له‌سه‌ر خۆمه و منیش دووره په‌رێزو به‌ریم له‌و تاوانه‌ی که ده‌یکه‌م.
(سه‌ره‌‌نجام) وه‌حی و په‌یامی خوا ڕه‌وانه‌کرا بۆ نوح که چاك بزانه به‌ڕاستی هه‌رگیز که‌سی تر بڕوا ناهێنێت له قه‌ومه‌که‌ت جگه له‌وه‌ی که به‌ڕاستی بڕوای هێناوه‌، کوابوو خه‌فه‌تبار مه‌به به‌و کرده‌وه ناشیرین و ناپه‌سه‌ندانه‌ی ئه‌نجامیان ده‌دا.
که‌شتییه‌که‌ش دروست بکه به‌چاودێری و فه‌رانی ئێمه‌، (کاتی تۆفانه‌که‌) تکامان لێ نه‌که‌یت بۆ ئه‌وانه‌ی له سنووری ڕاستی ده‌رچوون و تاوانبارن، چونکه به‌ڕاستی ئه‌وانه بڕیاری خنکاندن و تیاچوونیان بۆ دراوه‌.
(نوح) یش ده‌ستی کرد به دروستکردنی که‌شتیه‌که‌، هه‌ر جارێك تاقمێك له هۆزه‌که‌ی به‌لایدا تێده‌په‌رین، گاڵته‌یان پێ ده‌کرد، (نوح) وتی ئه‌گه‌ر ئێسته ئێوه گا‌ڵته به ئێمه ده‌که‌ن، ئه‌وه به‌ڕاستی ئێمه‌ش ڕۆژێك دێت گا‌ڵته به ئێوه بکه‌ین وه‌ك چۆن ئێوه گا‌ڵته به ئێمه ده‌که‌ن.
جا له داهاتوودا ده‌زانن کێ سزایه‌کی بۆ دێت که ڕیسوای بکات، پاشان له قیامه‌تدا دووچاری سزایه‌کی به‌رده‌وام و هه‌میشه ده‌بێت.
(ئه‌م کێشه‌یه به‌رده‌وام بوو) هه‌تا ئه‌و کاته‌ی بڕیارمان هات و فه‌رمان ده‌رچوو (به له‌ناوبردنی بێ باوه‌ڕه‌کان) و له ته‌نووره پڕ له ئاگره‌که‌وه ئاو فواره‌ی کرد (که ئه‌وه نیشانه‌ی ده‌ست پێکردنی تۆڵه خواییه‌که بوو) ئه‌وسا وتمان: ئه‌ی نوح، له هه‌موو نێرو و مێیه‌ك دووان هه‌ڵبگره له که‌شتیه‌که‌داو ماڵ و خێزانت، جگه له‌وانه‌ی که بڕیاریان له‌سه‌ر دراوه تووشی تۆڵه ببن به‌هۆی بێ باوه‌ڕیانه‌وه‌، ئه‌وانه‌ش هه‌ڵگره که باوه‌ڕیان هێناوه (شایا‌نی باسه‌) که‌سیش بڕوای به‌نوح نه‌کردو له‌گه‌ڵیدا نه‌بوو، جگه له‌که‌سانێکی که‌م نه‌بێت.
نوح وتی: سواربن و برۆنه ناو که‌شتیه‌که‌وه‌، به‌ناوی خواوه‌یه ڕۆیشتنی و وه‌ستانی، بێگومان په‌روه‌ردگارم زۆر لێ خۆشبووه و زۆر به به‌زه‌ییه‌.
که‌شتیه‌که‌ش ده‌یبردن به‌ناو شه‌پۆلی وه‌ك چیادا، نوح بانگی کرده کوڕه‌که‌ی (ئه‌وه‌یان که بێ باوه‌ڕ بوو) له شوێنێکی چه‌په‌کدا گیری خوارد بوو پێی وت: ڕۆڵه گیان، له‌گه‌ڵ ئێمه‌دا سواربه و له‌گه‌ڵ بێ باوه‌ڕاندا مه‌به‌.
کوڕه‌که‌ی وتی: په‌نا ئه‌به‌مه لای ئه‌و چیایه‌و ده‌مپارێزیت له‌م زریان و ئاوه‌، (نوح) وتی: ئه‌مڕۆ هیچ په‌ناده‌رێك نیه له تۆڵه و خه‌شمی خوا که‌س بپارێزێت مه‌گه‌ر که‌سێك خوا خۆی ڕه‌حمی پێ بکات، ئه‌وسا (دوای ئه‌م وت و وێژه‌) شه‌پۆلی ئاو دای به‌نێوانیاندا و جا چووه ڕیزی خنکاوه‌کانه‌وه‌.
پاشان فه‌رماندرا به زه‌وی: ئاوه‌که‌ت با ڕۆبچێت به‌ناختدا، ئه‌ی ئاسمان: تۆش با به‌س بێت و باران مه‌بارێنه‌، ئیتر ئاوه‌که ڕۆچوو، فه‌رمانیش به‌ڕێکی و ته‌واوی ئه‌نجامدرا، که‌شتیه‌که‌ش له‌سه‌ر کێوه جودی (که له کوردستانی باکووره‌) وه‌ستاو له‌نگه‌ری گرت و وترا: ده‌ك دووری له به‌زه‌یی خواو تیاچوون بۆ به‌ره‌ی سته‌مکاران.
(پاش هێور بوونه‌وه‌ی زریانه‌که‌) نوح هاواری له خوا کردو جا وتی: ئه‌ی په‌روه‌ردگارم کوڕه‌که‌م له خێزانی من بوو، بێگومان په‌یمانی تۆش ڕاسته و (کاتی خۆی فه‌رمووت خێزانی تۆ ڕزگارن له تیاچوون) و تۆیش زاناترین و دادپه‌روه‌رترینی فه‌رمانڕه‌وایانیت.
خوای گه‌وره‌ش فه‌رمووی: ئه‌ی نوح به‌ڕاستی ئه‌و له خێزانی تۆ نه‌بوو، چونکه به‌ڕاستی ئه‌و کرداری چاك نه‌بوو، که‌وابوو داوای شتێکم لێ مه‌که که زانیاریت ده‌رباره‌ی نیه‌، بێگومان من ئامۆژگاریت ده‌که‌م که کارێك نه‌که‌یت خۆت بخه‌یته ڕیزی نه‌فامانه‌وه‌.
(ئینجا نوح) وتی: ئه‌ی په‌روه‌ردگارم، به‌ڕاستی من په‌نا ده‌گرم بۆ تۆ که داوای شتێك بکه‌م زانیاریم پێی نه‌بێت، خۆ ئه‌گه‌ر لێم خۆش نه‌بیت و به‌زه‌ییت پێمدا نه‌یه‌ته‌وه ئه‌وه ده‌چمه ڕیزی خه‌ساره‌تمه‌ندانه‌وه‌.
(ئه‌وسا له‌لایه‌ن خوای گه‌وره‌وه‌) وترا: ئه‌ی نوح وه‌ره خواره‌وه و دابه‌زه له که‌شتیه‌که‌و له چیای جودی بۆ ده‌شتایی به‌بێوه‌یی و سه‌لامه‌تی له‌لایه‌ن ئێمه‌وه‌، به‌ره‌که‌تی زۆریش له‌سه‌ر تۆو ئه‌و کۆمه‌ڵ و خه‌ڵکانه‌ی له‌گه‌ڵ تۆدان، خه‌ڵکانێکی تریش له‌مه‌و دوا دێن و له نازو نیعمه‌ت به‌هره‌وه‌ریان ده‌که‌ین، پاشان (به‌هۆی لاری و بێ برواییانه‌وه‌) سزای به‌سۆیان تووش ده‌بێت له‌لایه‌ن ئێمه‌وه‌.
(الاعراف) 7: 59-64
سوێند به خوا به‌ڕاستی ئێمه – نوح – مان ڕه‌وانه کرد بۆ سه‌ر قه‌ومه‌که‌ی، جا ئه‌ویش پێی وتن: ئه‌ی گه‌ل و هۆزم ئێوه هه‌ر خوا بپه‌رستن، چونکه جگه له‌و زاته خوایه‌کی ترتان نیه‌، به‌ڕاستی من ده‌ترسم له‌رۆژێکی گه‌وره‌دا تووشی به‌ڵاو سزایه‌کی زۆر سه‌خت ببن.
ده‌سته‌ی ده‌سه‌ڵاتداری قه‌ومه‌که‌ی وتیان: به‌ڕاستی ئێمه تۆ له‌نێو گومڕاییه‌کی ئاشکرادا ده‌بینین!!
نوح وتی: ئه‌ی قه‌وم و هۆزم من هیچ گومڕاییه‌کم نیه به‌ڵکو من پێغه‌مبه‌رێکم و له لایه‌ن په‌روه‌ردگاری جیهانیانه‌وه ڕه‌وانه‌کراوم…
په‌یامه‌کانی په‌روه‌ردگارمتان پێ ڕاده‌گه‌یه‌نم، من دڵسۆزیتان له‌گه‌ڵ ده‌که‌م، ئه‌وه‌ی من ده‌یزانم ده‌رباره‌ی گه‌وره‌یی و باڵاده‌ستی خوا، ئێوه نایزانن…
ئایا ئێوه سه‌رسام بوون له‌هاتنی به‌رنامه و یادخه‌ره‌وه‌یه‌ک له‌لایه‌ن په‌روه‌ردگارتانه‌وه بۆ سه‌ر پیاوێکی (ڕاستگۆ) له خۆتان؟ تا بێدارتان بکاته‌وه‌و دینداری و خواناسی بکه‌ن، بۆ ئه‌وه‌ی سه‌رئه‌نجام ڕه‌حمتان پێ بکرێت.
(دوای ٩٥٠ ساڵ هه‌وڵ و کۆشش) هه‌ر به‌رنامه‌که‌یان به درۆزانی و بڕوایان پێ نه‌کرد، جا ئێمه‌ش خۆی و ئه‌و ئیماندارانه‌ی له‌گه‌ڵیدا بوون له که‌شتیه‌که‌دا ڕزگارمان کردن و ئه‌وانه‌ی بڕوایان نه‌هێنا به‌ئایه‌ت و فه‌رمانه‌کانمان نوقمی زریانه‌که‌مان کردن، چونکه به‌ڕاستی ئه‌وان گه‌لێکی کوێرو نابینا بوون (له ئاستی ڕاستیه‌کاندا).




















































































































Destpêbûn 6-8


Tofan
1Gava mirov li ser rûyê erdê zêde bûn û keçên wan çêbûn, 2hebûnên ezmanî dîtin ku keçên mirovan bedew in û bi yên ku ecibandin re zewicîn. 3Xudan got: “Wê Ruhê min her û her bi mirov re nemîne, çimkî ew xwîn û goşt e û wê jiyana wî sed û bîst sal be.” 4Di wan rojan de û piştre jî, dema hebûnên ezmanî keçên mirovan ji xwe re anîn û zarokên wan çêbûn, Nefîlî li ser rûyê erdê hebûn. Ew mêrxasên dema berê û mêrên bi nav û deng bûn.
5 Xudan dît ku xerabiya mirovan gelekî zêde ye û dilê wan herdem li ser xerabiyê ye. 6Xudan ji afirandina mirovan poşman bû û dilê wî êşiya. 7Xudan got: “Ezê mirovên ku min afirandine, tevî heywan, afirîdên bi erdê ve dişêlin û teyrên ezmanan ji ser rûyê erdê rakim. Çimkî ez poşman bûm ku min ew afirandin.” 8Lê dilê Xudan bi Nûh xweş bû.
9 Serpêhatiya Nûh ev e: Nûh mirovekî rast û di nav nifşê xwe de kamil bû û bi Xwedê re diçû. 10Sê kurên Nûh hebûn: Sam, Ham û Yefet.
11Di çavê Xwedê de dinya xera bibû û bi zordariyê tije bibû. 12Xwedê dît ku dinya çawa xera bûye, li ser rûyê erdê hemû beşer ji rê derketibû.
13Xwedê ji Nûh re got: “Ezê dawiya hemû beşerê bînim. Çimkî ji rûyê wan ve zordarî zêde bû. Ezê tevli wan, rûyê erdê jî tune bikim. 14Tu ji dara goferê gemiyekê ji xwe re çêke û di hundirê wê de odeyan çêke. Hundir û derveyê wê qîr bike. 15Divê tu gemiyê bi vî awayî çêkî: Wê dirêjahiya wê sê sed, berfirehiya wê pêncî û bilindiya wê sî gaz be. 16Banê gemiyê jî çêke û bi qasî gazekî kûlekekê jî tê de veke. Derî bixe tenişta gemiyê û qatên jêrîn, navîn û jorîn çêke. 17Va ye, ezê li ser rûyê erdê tofanê rakim û hemû jîndarên di bin ezmanan de ku hilma jiyanê bi wan re heye tune bikim. Wê her bedena li ser rûyê erdê helak bibe. 18Lê ezê bi te re peymanekê çêkim. Tu bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re li gemiyê siwar bibe. 19Ji bo ku bi te re sax bimînin, tu ji her cureyên jîndaran, ji hemû beşerê cotekî, yek nêr, yek mê, bi xwe re bixe gemiyê. 20Wê ji her cureyên teyran, heywan û afirîdên ku bi erdê ve dişêlin cotek bên ba te ku sax bimînin. 21Ji xwe re û ji wan re her cure xurek bibe nav gemiyê û bike qût.”
22 Nûh her tişta ku Xwedê lê emir kiribû bi cih anî.

DESTPÊK 7
1Xudan ji Nûh re got: “Tu û hemû mala xwe bikevin gemiyê, çimkî di nav vî nifşî de min tu rast dîtî. 2Ji hemû heywanên ku helal in heft cot nêr û mê, ji yên heram cotek nêr û mê 3û ji her cure teyrên ezmanan heft cot nêr û mê hilde ku hebûna xwe li ser rûyê erdê berdewam bike. 4Çimkî piştî heft rojan, ezê çil şev û çil rojan baranê bibarînim û hemû jîndarên ku min çêkirine, ji ser rûyê erdê rakim.” 5Nûh her tişta ku Xudan lê emir kiribû bi cih anî.
6Gava ava tofanê li ser erdê rabû, Nûh şeş sed salî bû. 7Nûh bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re ket gemiyê ku ji tofanê rizgar bibin. 8Cotên heywanên helal û heram, cotên teyran û cotên hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin, 9cot bi cot nêr û mê hatin ba Nûh û ketin gemiyê, çawa ku Xwedê li Nûh emir kiribû. 10Piştî heft rojan tofan rabû.
11 Di şeş sed saliya Nûh de, di roja hivdehê meha diduyan de, hemû kaniyên kûrahiya erdê derbûn û kulekên ezmanan vebûn. 12Çil roj û çil şev baran bariya.
13Hema wê rojê Nûh bi kurên xwe Sam, Ham û Yefet, bi jina xwe û bi her sê bûkên xwe re ket gemiyê. 14Bi wan re li gorî cureyên xwe hemû heywanên kovî, hemû heywanên kedî, hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û her cureyên teyran ketin gemiyê. 15Ji hemû beşera ku hilma jiyanê bi wan re hebû, cot bi cot hatin ba Nûh û ketin gemiyê. 16Çawa ku Xwedê li Nûh emir kiribû, ji hemû beşerê, heywanên nêr û mê ketin gemiyê. Xudan derî lê girt.
17Tofan çil rojan berdewam kir. Av gelekî zêde bû û gemî ji erdê bilind kir. 18Her ku diçû av zêdetir dibû. Gemî jî bi ser avê ket. 19Av ewqas bilind bû ku hemû çiyayên di bin tevahiya ezmên de nixamtin. 20Av panzdeh gaz bi ser çiyayan ket. 21Hemû jîndarên li ser rûyê erdê tevdigerin helak bûn; teyr, heywanên kedî, heywanên çolê, afirîdên dişêlin û hemû mirov. 22Hemû yên ku hilma jiyanê di pozê wan de hebû, li ser rûyê erdê mirin. 23Her jîndarên li ser rûyê erdê hatin rakirin. Ji mirovan bigire heta heywanan, heta afirîdên ku dişêlin û heta teyrên ezmanan jî ji ser rûyê erdê hatin rakirin. Tenê Nûh û yên pê re siwarê gemiyê bibûn, rizgar bûn. 24Av sed û pêncî rojan li ser erdê ma.

Ava Tofanê vedikişe
1Xwedê Nûh û hemû heywanên kedî û kovî yên ku pê re di gemiyê de bûn bi bîr anî, bi ser rûyê erdê ve bayek rakir û av nizim bû. 2Kaniyên kûrahiyê û kulekên ezmanan hatin girtin. Baran sekinî. 3Hêdî hêdî av ji rûyê erdê kişiya û piştî sed û pêncî rojan av kêm bû. 4Di roja hivdehê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûnişt. 5Heta meha dehan her ku diçû av kêm bû. Di roja pêşî ya meha dehan de serê çiyayan xuya bûn.
6Piştî çil rojan Nûh pencereya ku di gemiyê de çêkiribû vekir 7û qijak berda derve. Heta ku av ziwa bû qijak vir ve û wê ve firiya. 8Nûh kevok berda ku bibîne av kişiyaye yan na 9lê kevokê cihekî ku lê deyne nedît, çimkî av hê li ser rûyê erdê bû. Kevok vegeriya ba Nûh. Wî destê xwe dirêj kir, kevok hilda û anî gemiyê, ba xwe. 10Nûh heft rojên din jî sekinî û careke din kevok berda. 11Êvarê kevok zivirî û va ye pelekî zeytûna ter di nav nikulê xwe de bû. Nûh fêm kir ku av ji ser rûyê erdê kişiyaye. 12Heft rojên din sekinî û dîsa kevok şand. Lê vê carê kevok venegeriya.
13Gava Nûh şeş sed û yeksalî bû, di roja pêşî ya meha pêşî de, av kişiya û nema. Nûh banê gemiyê vekir û dît ku erd ziwa bûye. 14Di roja bîst û heftê meha diduyan de, erd bi tevahî ziwa bû.
15Xwedê ji Nûh re got: 16“Tu bi jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe re ji gemiyê derkeve. 17Bi xwe re ji her cureyê jîndaran, teyr, heywan û hemû afirîdên ku dişêlin derxe derve ku ew li dinyayê belav bibin, zêde û berdar bibin.”
18Nûh bi jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe re ji gemiyê derket. 19Hemû heywan, hemû afirîdên dişêlin û hemû teyr li gorî cureyên xwe ji gemiyê derketin.
20Nûh ji bo Xudan gorîgehek çêkir û ji hemû heywan û teyrên paqij, qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin. 21Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.

22“Heta ku dinya hebe,
Wê çandinî û dirûn,
Sarî û germî,
Havîn û zivistan,
Şev û roj hebe.”






















































































































































































Nîşana Lût – Quran  Nîşana Lût – Taurat Afirîn 19
Sûret 7: 80-83 (Bilind)
یادی (لوت پێغه‌مبه‌ریش) بکه کاتێک به قه‌ومه‌که‌ی وت: چۆن ئێوه گوناهو تاوانێکی وا ده‌که‌ن که تا ئێستا هیچ که‌س پێش ئێوه له جیهاندا گوناهو تاوانی وای نه‌کردوه‌؟!
چونکه به‌ڕاستی ئێوه ئاره‌زووی (جنسی) خۆتان له‌گه‌ڵ پیاواندا ئه‌نجام ده‌ده‌ن له‌با‌تی ژنانی هاوسه‌رتان، نه‌خێر ئێوه قه‌ومێکی ناپوخت و سنوور به‌زێن و زیاده‌ڕه‌ون.
وه‌ڵامی قه‌ومه ناله‌باره‌که‌ی ته‌نها ئه‌وه‌بوو که وتیان: ئه‌وانه شار به‌ده‌رکه‌ن چونکه ئه‌وانه که‌سانێکن خۆیان پاک ڕاده‌گرن (داوێن پاکن و وه‌ک ئێمه ناکه‌ن)!!
ئێمه‌ش لوت و خانه‌واده‌که‌یمان ڕزگار کرد، جگه له هاوسه‌ره‌که‌ی، چونکه ئه‌ویش له‌و که‌سانه بوو که تیاچوون (له‌به‌ر ئه‌وه‌ی باوه‌ڕی به لوت پێغه‌مبه‌ر نه‌بوو).
ئه‌وسا (به‌ردمان) به‌سه‌رداباراندن، جا ته‌ماشا بکه‌و سه‌رنج بده‌و په‌ند وه‌رگره‌و بزانه‌، سه‌رئه‌نجامی تاوانباران وبێ ڕه‌وشتان چۆن بوو.

Sûret 11: 77-83 (Hud)

کاتێکیس وه‌فدی فریشته‌کانی ئێمه هاتنه لای لوط، ناڕه‌حه‌ت بوو پێیان، زۆر دڵته‌نگ بوو (چونکه له شێوه‌ی چه‌ند لاوێکی پێکه‌وتوودا هاتبوون، له‌دڵی خۆیدا) وتی: ئه‌مه ڕۆژێکی سه‌خته (منی تێکه‌وتووم).
هۆزه‌که‌شی به‌بیستنی هاتنی ئه‌م میوانانه‌، به‌په‌له‌و بێ شه‌رمانه کشان بۆ لای، پێشتریش کرداره خراپه‌کانیان ده‌کرد، (کاتێك لوط ئه‌م دیمه‌نه ناشیرینه‌ی بینی) وتی: ئه‌ی خزمه‌کانم ئائه‌وانه کچه‌کانمن و ئه‌وان پاك و خاوێنن بۆ ئێوه (وه‌رن له‌ناو هۆزدا کێتان به دڵه به‌شێوه‌یه‌کی شه‌رعی و ڕه‌وا لێتان ماره بکه‌م) جا له خوا بترسن و شه‌رمه‌زارم مه‌که‌ن له‌ناو میوانه‌کانمدا، ئایا پیاوێکی ژیرو مه‌ردتان تێدا نیه (که له کاری ناڕه‌وای ئاوا جڵه‌وگیری بکات)؟!
ئه‌وانیش بێ شه‌رمانه وتیان: سوێند به‌خوا به‌ڕاستی تۆ ده‌زانیت ئێمه هیچ حه‌قێکمان نیه به‌کچه‌کانی تۆوه‌، بێگومان تۆش ده‌زانیت ئێمه چیمان ده‌وێت!
لوط وتی: خۆزگه به‌ڕاستی هێزێکم ده‌بوو له خۆتان (بۆ به‌رامبه‌ری ناپاکه‌کانتان) یان په‌نایه‌کی به‌هێزم ده‌ست ده‌که‌وێت و ده‌ڕۆیشتم بۆی (تا تۆڵه‌تان لێ بکه‌مه‌وه و ته‌مێتان بکه‌م).
میوانه‌کان وتیان: ئه‌ی لوط به‌ڕاستی ئێمه فریشته‌ی نێرراوی په‌روه‌ردگاری تۆین، ئه‌و تاوانبارانه هه‌رگیز ناگه‌نه لات (تابتوانن ده‌ستدرێژی بکه‌نه سه‌ر ئێمه‌) و جا تۆ خاوو خێزانت له‌به‌شێکی شه‌ودا ده‌ربکه‌و که‌س له ئێوه لانه‌کاته‌وه و ئاوڕ نه‌داته‌وه‌، جگه هاوسه‌ره‌که‌ت (که لاساره‌و به‌گوێت ناکات) چونکه به‌ڕاستی ئه‌و سزایه‌ی که تاوانبارانی گرتۆته‌وه ئه‌ویش ده‌گرێته‌وه‌، به‌ڕاستی کاتی سزاکه‌شیان له به‌ره‌به‌یاندایه‌، ئایا به‌ره‌به‌یانی ئه‌مشه‌و نزیك نیه‌؟!
جا کاتێك فه‌رمانی ئێمه بۆ تیاچوونیان هات، شارۆچکه‌که‌یانمان ژێره و ژوور کرد و به قوڕی سووره‌وه کراوی وه‌ك به‌رد، چین له‌سه‌ر چین به‌رد بارانمان کرد.
هه‌موو ئه‌و به‌ردانه دیاری کراو بوون، له لایه‌ن په‌روه‌ردگارته‌وه (که بدات به‌سه‌ر ته‌وقه سه‌ری کێدا) ئه‌م کاره‌سات و ئه‌م به‌رد بارانه‌ش وه‌نه‌بێت زۆر دوور بێت له سته‌مکارانه‌وه (له هه‌موو سه‌رده‌مێکدا، کاتێك ڕۆده‌چن له تاوانکاریدا).














































































































Hilweşîna Sodom û Gomorayê
1Ew herdu milyaket êvarê gihîştin Sodomê. Lût di nav dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew dîtin, rabû ser lingan, çû pêşiya wan, deverû çû erdê û got: 2“Ezbenî, kerem bikin mala xulamê xwe. Şeva xwe derbas bikin, lingên xwe bişon û serê sibê zû bi riya xwe ve herin.”
Wan got: “Na, emê şeva xwe li meydana bajêr derbas bikin.”
3Lût pir li ber wan da, heta ew pê re çûn mala wî. Lût ji wan re ziyafet amade kir, nanê şikeva çêkir û wan jî xwar.
4Beriya ku ew razin, mêrên bajarê Sodomê, çi ciwan çi jî kal hemû bi hev re dora malê girtin. 5Gazî Lût kirin û gotin: “Ew zilamên ku îşev hatin ba te li ku ne? Wan derxe bide me ku em bi wan re razin.”
6Lût derket derve, derî li pişt xwe girt 7û got: “Birayên min, ez rica dikim vê xerabiyê nekin. 8Binêrin, du keçên min ên ku destê tu mêran li wan neketiye hene. Ez wan ji we re bînim. Çi dixwazin bi wan bikin lê tiştekî bi van zilaman nekin. Çimkî wan xwe spartiye siya banê min.”
9Wan got: “Xwe ji ser riya me bide alî. Evê hanê yekî xerîb e û dixwaze xwe bike hikûmdar? Emê te ji wan xerabtir bikin.” Lût daf dan û ji bo ku derî bişikênin, pêş ve hatin. 10Lê mêvan destên xwe dirêjî Lût kirin, ew kişandin hundirê malê ba xwe û derî girtin. 11Wan, hemûyên li ber derî, ciwan û pîr tev kor kirin. Loma jî riya derî nedîtin.
12Herdu zilaman ji Lût re got: “Mirovên te yên din li vir hene? Zavayên te, kur an keçên te, an kesekî te yê din hebe, hemûyan jî ji vî bajarî derxe. 13Emê vî cihî wêran bikin, çimkî li ber Xudan gazina li dijî wan wisa giran bûye ku wî em şandin ku em vî cihî wêran bikin.”
14Lût derket derve û ji zavayên xwe, yanî dergistiyên keçên xwe re got: “Lez bikin û ji vê derê herin. Çimkî Xudan dike vî bajarî wêran bike.” Lê zavayên wî guman kirin ku ew henekan dike.
15Ber destê sibê milyaketan Lût dan lezandin û gotin: “Bilezîne, jina xwe û herdu keçên xwe yên li vir hilîne. An na, gava bajêr cezayê xwe bibîne tê jî pê re helak bibî.” 16Ew hê dudilî bû, mirovan bi destê wî, bi destê jina wî û bi destê herdu keçên wî girtin û derxistin derveyî bajêr. Çimkî Xudan li wan hat rehmê. 17Çaxê ew derxistibûn derve, yekî ji wan ji Lût re got: “Bireve, canê xwe rizgar bike. Li pey xwe nenêre û li tu dereke vê deştê nesekine! Bireve çiyê, an na tê helak bibî!”
18Lê Lût ji wan re got: “Nexêr, xweyê min! 19Dilê te bi xulamê te xweş e û bi rizgarkirina canê min, te dilsoziyeke mezin bi min kir. Lê ez nikarim birevim çiyê. Wê ev felaket bigihîje min û ezê bimirim. 20Binêre, bajarekî biçûk ê ku ez birevimê li vir heye. Bi destûra te ez birevim wê derê û canê xwe rizgar bikim. Ji xwe bajarekî biçûk e.”
21Wî ji Lût re got: “Baş e, ez vê daxwaza te jî qebûl dikim. Ezê wî bajarê ku te got, wêran nekim. 22De bilezîne bireve wê derê. Çimkî heta tu negihîjî wê derê, ez nikarim tiştekî bikim.” Ji ber vê yekê ji wî bajarî re Soar hat gotin.
23Çaxê Lût gihîşt Soarê, roj li ser erdê bilind bibû. 24Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand. 25Wî ew bajar wêran kir û tevahiya deştê, hemû rûniştiyên wan bajaran, gul û giyayên li wir tune kirin. 26Lê jina Lût li pey xwe nêrî û bû stûneke xwê û ma.































Quran- Sûret 37: 102-110 (Saffat)Taurat: Destpêbûn 22: 1-18
کاتێک ئه‌و کوڕه که‌وته ده‌روماڵ له‌گه‌ڵیدا به‌یانیه‌ک پێی وت: کوڕم شیرینم بێگومان من ده‌مبینی له خه‌ونمدا که تۆ سه‌رده‌بڕم، تۆ ده‌ڵێی چی؟ ڕات چۆنه‌؟! (کوڕی چاک و خواناس و خۆگر به‌زمانی شیرین) وتی: بابه‌گیان هه‌ر فه‌رمانێکت پێ دراوه جێبه‌جێی بکه‌، ده‌مبینیت ئه‌گه‌ر خوا حه‌ز بکات، خوابیه‌وێت، له ئارامکاران ده‌بم.

کاتێک هه‌ردووکیان ته‌سلیمی فه‌رمانی په‌روه‌ردگار بوون، ئیبراهیم، ئیسماعیلی به ڕوودا خسته سه‌ر خاک بۆ ئه‌وه‌ی سه‌ری ببڕێت.
ئێمه‌ش بانگمان لێکرد: ئه‌ی ئیبراهیم!!
به‌ڕاستی خه‌وه‌که‌ت هێنایه دی، ئێمه هه‌ر ئاوا پاداشتی چاکه‌کاران ده‌ده‌ینه‌وه (له تاقی کردنه‌وه‌کاندا سه‌ریان ده‌خه‌ین، چونکه لێبڕاون).
به‌ڕاستی ئه‌مه خۆی تاقیکردنه‌وه‌یه‌کی ئاشکراو ڕوونه‌.
ئێمه‌ش قۆچێکی گه‌وره‌مان کرده قوربانی ئیسماعیل تا له جیاتی ئه‌ودا سه‌ری ببڕێت.
پاشان ئێمه له‌ناو گه‌لان و نه‌وه‌کانی داهاتوودا ناوی ئیبراهیممان هێشته‌وه‌.
سڵاو و دروود و ڕێز له‌سه‌ر ئیبراهیم.
ئێمه ئا به‌و شێوه‌یه پاداشتی چاکه‌کاران ده‌ده‌ینه‌وه‌…











































































































































































































































































Ceribandina Îbrahîmê Pêxember
1 Piştî van tiştan Xwedê Îbrahîm ceriband.
Xwedê got: “Îbrahîm!”
Wî got: “Keremke!”
2Xwedê got: “Kurê xwe yê yekta Îshaqê jê hez dikî bibe herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, bike qurbana şewitandinê.”
3Serê sibê Îbrahîm rabû, kerê xwe kurtan kir, bi du xulam û Îshaqê kurê xwe re da rê. Wî ji bo qurbana şewitandinê êzing birîn û çû cihê ku Xwedê jê re gotibû. 4Di roja sisêyan de Îbrahîm serê xwe bilind kir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît. 5Wî ji xulamên xwe re got: “Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin dera hanê biperizin û werin.”
6Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kir, wî jî rahişt êgir û kêrê. Herdu bi hev re meşiyan.
7Çaxê herdu dimeşiyan, Îshaq ji bavê xwe re got: “Bavo!”
Wî got: “Bêje lawo!”
Îshaq got: “Agir jî heye, êzing jî heye lê ka ew berxê tê bikî qurban?”
8Îbrahîm got: “Lawo, wê Xwedê berxê qurbana şewitandinê peyda bike.” Herdu bi hev re meşiyan.
9 Çaxê gihîştin cihê ku Xwedê jê re gotibû, Îbrahîm gorîgehek çêkir û êzing danî ser. Rabû kurê xwe Îshaq girê da û danî ser êzingên gorîgehê. 10Îbrahîm dest avêt, kêr hilda ku kurê xwe serjê bike. 11Lê milyaketê Xudan ji ezmanan gazî kir û got: “Îbrahîm, Îbrahîm!”
Wî got: “Keremke!”
12Milyaket got: “Dest nede kurik! Tiştekî pê neke. Niha ez dizanim tu ji Xwedê ditirsî. Te kurê xwe yê yekta jî ji min texsîr nekir.”
13Îbrahîm serê xwe bilind kir û dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbana şewitandinê. 14Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.”
15Milyaketê Xudan cara diduyan ji ezmanan gazî Îbrahîm kir û got: 16“Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi navê xwe sond dixwim, ji ber ku te ev yek kir û kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir, 17ezê te gelekî pîroz û bereket bikim. Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan, sêlaka ber deryayê zêde bikim. Wê ziriyeta te bajarên dijminên xwe ji xwe re bikin milk. 18Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî te bi gotina dengê min kir.’”






















































































































































































































Nîşana Ibrahimbrahîm (Beş 2) – Qur’anNîşana Birahîm (Beş 2) – Taurat
 Sûret 37: 83-84,99-101 (Saffat)
بێگومان له شوێنکه‌وته و په‌یڕه‌وانی نوح – ئیبراهیم – ه (سه‌لامی خوایان لێ بێت).
کاتێک ڕووی کرده په‌روه‌ردگاری، به پیر بانگه‌وازیه‌وه چوو، به‌دڵێکی پڕ له ئیمان و یه‌ک خواناسیه‌وه‌.
ئینجا ئیبراهیم وتی: من به‌ڕاستی ئێوه به جێ ده‌هێڵم و ده‌ڕۆم به‌ره‌و ڕه‌زامه‌ندی په‌روه‌ردگارم، له ئایینده‌شدا به‌رده‌وام ڕێنموویم ده‌کات.
(ئه‌وسا کۆچی کرد)، له‌و ڕێگه‌و بانه‌دا داوای له‌خوا کردو وتی: په‌روه‌ردگارا نه‌وه‌یه‌کی چاک و پاکم پێ ببه‌خشه‌.
ئێمه‌ش مژده‌ی کوڕێکی به ئارام و خۆگرو ژیرمان پێبه‌خشی که -ئیسماعیل- ه‌.






Peymana Xwedê ya bi Avramê Pêxember re
1Piştî van tiştan gotina Xudan di dîtiniyekê de ji Avram re hat û got: “Netirse Avram. Ez mertalê te me, wê xelata te gelek mezin be.”
2Lê Avram got: “Ya Reb Xudan, tê çi bidî min? Va ye ez bêziret im. Kesê malê min jê re bimîne, ev Êliyezerê Şamî ye.” 3Wî berdewam kir û got: “Ji ber ku te zarok nedan min, wê xulamekî nav mala min li ser mîrasa min rûne.”
4Gotina Xudan dîsa jê re hat û got: “Ev mirov nabe mîrasxurê te. Kurekî ji bedena te wê bibe mîrasxurê te.” 5Xudan Avram derxist derve û got: “Li ezmanan binêre! Gelo tu dikarî stêran bijmêrî? Wê ziriyeta te jî evqas zêde be!”
6 Avram bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê hesab kir.
Nîşana Ibrahimbrahîm – Qur’anNîşana Ibrahimbrahîm-Tewrat (Destpêbûn 12: 1-7)
Surat 3:84 (Al Imram)
(ئه‌ی محمد (صلی الله علیه وسلم) ئه‌ی ئیماندار) بڵێ: باوه‌ڕمان هێناوه‌به‌خواو به‌وه‌ی بۆمان نێرراوه‌ته خواره‌وه و به‌وه‌ش که نێرراوه‌ته خواره‌وه بۆ سه‌ر ئیبراهیم و ئیسماعیل و ئیسحاق و یه‌عقوب و نه‌وه‌کانی و به‌وه‌ش که دراوه به موساو عیساو پێغه‌مبه‌ران له‌لایه‌ن په‌روه‌ردگاریانه‌وه و ئێمه جیاوازیی ناکه‌ین له‌نێوان هیچ کامیانداو هه‌موومان ته‌سلیم و ملکه‌چی ئه‌و په‌روه‌ردگاره‌ین.
Sûret 4:54 (Jin)
یان هه‌ر ئه‌وه‌یه که حه‌ساده‌ت و به‌خیلی به‌خه‌ڵکی (ئیماندار) ده‌به‌ن له‌سه‌ر ئه‌وه‌ی خوا له فه‌زڵ و به‌خششی خۆی به‌شی داون (پێغه‌مبه‌ری له‌ناویاندا هه‌ڵبژاردووه‌) خۆ بێگومان ئێمه به‌نه‌وه‌ی ئیبراهیم کتێبمان به‌خشیووه (به موسا ته‌ورات و به عیسا ئینجیل و به محمدیش (صلی الله علیه وسلم) قورئان) هه‌روه‌ها له‌جۆره‌ها دانایی به‌هره‌وه‌رمان کردوون و (به هه‌ندێکیان) وه‌ک (یوسف و داود و سوله‌یمان) ده‌سه‌ڵات و پاشایه‌تیه‌کی گه‌وره‌مان به‌خشیووه‌.





1 Xudan ji Avram re got: “Dev ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji mala bavê xwe berde û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim.

2“Ezê te bikim miletekî mezin û te pîroz û bereket bikim.
Ezê nav û dengê te derxim û tê bibî kaniya bereketê.
3 Kesên te pîroz bikin, ezê jî wan pîroz bikim.
Kesê ku nifiran li te bike, ezê naletê lê bînim.
Wê hemû eşîrên dinyayê bi te pîroz bibin.”

4Avram, çawa ku Xudan jê re gotibû da rê û çû. Lût jî pê re çû. Gava Avram ji Heranê derket heftê û pênc salî bû. 5Wî bi xwe re Seraya jina xwe, Lûtê biraziyê xwe, hemû malê xwe yê qezenckirî û xulamên xwe yên ku li Heranê bi dest xistibûn, birin. Berê xwe dan welatê Kenanê û gihîştin wir.
6Avram li welêt digeriya, heta ber darberûya Moreyê ya li Şexemê çû. Wan rojan Kenanî li wê derê dijiyan. 7Xudan li Avram xuya bû got: “Ezê vî welatî bidim ziriyeta te.” Avram li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir ku jê re xuya bû.
The Sign of Adam – Qur’anThe Sign of Adam – Taurat
Nîşana Adem – Qur’an

(Bilind) Sûret 7: 19-26
(تۆش) ئه‌ی ئاده‌م، خۆت و هاوسه‌ره‌که‌ت له‌به‌هه‌شتدا نیشته‌جێ بن، جا له هه‌ر کوێ ئاره‌زووتان لێ بوو (خوارده‌مه‌نی و میوه‌یه‌) بخۆن، (به‌ڵام) نزیکی ئه‌م دره‌خته مه‌که‌ون (دره‌ختێکی تایبه‌تی به‌رداربوو، بۆ تاقی کردنه‌وه‌یان خوای گه‌وره بڕیاریدا که هه‌ر نزیکی نه‌که‌ون، چ جای له به‌رو بوومی بخۆن) ئه‌و کاته ده‌چنه ڕیزی سته‌مکارانه‌وه‌.
شه‌یتان (ئه‌و سنووره‌ی بۆ ئاده‌م و حه‌وا به‌فرسه‌ت زانی) و ئینجا که‌وته فڕێدانی وه‌سوه‌سه‌و خه‌ته‌ره و خه‌یاڵ بۆ ناو دڵ و ده‌روونیان تا ئه‌و عه‌یب و عاره‌یان ده‌ربخات که شاراوه‌بوو لێیان (دوایی خۆی ئاشکراکرد) و پێی وتن: په‌روه‌ردگارتان ئه‌م دره‌خته‌ی لێ قه‌ده‌غه نه‌کردوون ته‌نها له‌به‌ر ئه‌وه‌یه نه‌وه‌کو ببنه فریشته‌، یاخود بۆ ئه‌وه‌یه نه‌وه‌کو له نه‌مران بن!!
(ئه‌وسا شه‌یتان زانی ده‌ترسن و دوودڵن) سوێندی بۆ خواردن که من به‌ڕاستی له ئامۆژگارانم بۆ ئێوه‌و دڵسۆزتانم!!
ئیتر شه‌یتان به‌فێڵ و پیلان فریوی دان (به‌ره‌ولای دره‌خته‌که‌ی بردن) جاکاتێک تامی به‌رو بوومی دره‌خته‌که‌یان چه‌شت، هه‌رچی عه‌یب و عاریان هه‌یه که‌وته ده‌ره‌وه‌، (ناچار به‌په‌له‌) ده‌ستیاندایه گه‌ڵای دره‌خته‌کانی به‌هه‌شت عه‌یب و عاری خۆیان پێ دائه‌پۆشی و په‌روه‌ردگاریان بانگی کردن و فه‌رمووی: ئایا من قه‌ده‌غه‌ی ئه‌و دره‌خته‌م لێنه‌کردن و پێم نه‌وتن، که به‌ڕاستی شه‌یتان بۆ ئێوه دوژمنێکی ئاشکرایه‌؟!
(ئه‌وسا ئیتر هه‌ردووکیان هه‌ستیان به‌هه‌ڵه‌ی خۆیان کردو) وتیان: په‌روه‌ردگارا ئێمه سته‌ممان له خۆمان کرد، خۆ ئه‌گه‌ر لێمان خۆش نه‌بیت و به‌زه‌ییت پێماندا نه‌یه‌ته‌وه‌، ئه‌وه به‌ڕاستی ئێمه سوێند به خوا له خه‌ساره‌تمه‌ند و زه‌ره‌رمه‌ندانین.
خوای گه‌وره فه‌رمووی: ئیتر دابه‌زن هه‌ندێکتان دوژمنی هه‌ندێکتانن (شه‌یتان و دارو ده‌سته‌ی دوژمنی ئێوه‌ن و نه‌وه‌ی ئاده‌میش به‌هۆی پیلانی شه‌یتانه‌وه دوژمنایه‌تی یه‌کتر ده‌که‌ن)، بۆتان هه‌یه له زه‌ویدا نیشته‌جێ بوون و هۆی ڕابواردن و ژیان تا ماوه‌یه‌ک.
خوا فه‌رمووی (پێیان): هه‌ر له زه‌ویدا ده‌ژین و له‌وێش ده‌مرن و (تێکه‌ڵ به‌خاکی ده‌بن، له کاتی دیاری کراویشدا) هه‌ر له ناخیه‌وه ده‌هێنرێنه ده‌ره‌وه ( بۆ لێپرسینه‌وه‌).
ئه‌ی نه‌وه‌ی ئاده‌م، ئێمه به‌ڕاستی پۆشاکی له‌بارمان بۆ فه‌راهه‌م هێناون، عه‌وره‌ت و ئه‌وه‌ی پێتان ناخۆشه ده‌ربکه‌وێت دای ئه‌پۆشێت، هه‌روه‌ها جل و به‌رگی جوانیش که خۆتانی پێ بڕازێننه‌وه (به‌ڵام بیرتان نه‌چێت) که پۆشاکی ته‌قواو خواناسی چاکتر و خێردارتر و به‌فه‌ڕتره‌، ئه‌و پۆشاکه (ماددی و مه‌عنه‌ویانه‌) له نیشانه و به‌ڵگه‌کانی خوای گه‌وره‌ن بۆ ئه‌وه‌ی یاداوه‌ری وه‌ربگرن و (یادی به‌هه‌شت بکه‌ن).

(Ta Ha) Sûret 20: 121-123
(شه‌یتان هه‌ر کۆڵی نه‌دا تا فریوی دان) هه‌ردووکیان له به‌روبوومی دره‌خته‌که‌یان خوارد (ئیتر جل و به‌رگ و پۆشاکیان داماڵرا)، عه‌یب و عاریان ده‌رکه‌وت، به‌په‌له هه‌وڵیاندا به‌گه‌ڵای دره‌خته‌کانی به‌هه‌شت (خۆیان داپۆشن) ئابه‌و شێوه‌یه ئاده‌م یاخی بوو له په‌روه‌ردگاری و فریوی خواردو ڕێگای لێ تێکچوو، پاشان په‌روه‌ردگاری هه‌ڵی بژارد و (کردی به پێغه‌مبه‌ر) ته‌وبه‌ی لێ وه‌رگرت و هیدایه‌ت و ڕێنموویی کرد.
پاشان په‌روه‌ردگاری هه‌ڵیبژارد بۆ پێغه‌مبه‌رێتی و له‌خۆی نزیک خسته‌وه‌و ته‌وبه‌شی لێ وه‌رگرت و شاره‌زا و ڕێنمایی کرد، بۆ پارانه‌وه‌و داوا کردنی لێخۆشبوون.
(ئه‌وسا خوای گه‌وره فه‌رمانیدا) وتی: ئیتر هه‌ردووکتان له به‌هه‌شت دابه‌زن به‌گشتی، هه‌ندێکتان ده‌بنه دوژمنی هه‌ندێکتان، جا ئه‌گه‌ر هیدایه‌ت و ڕێنموویی من بۆ ئێوه هات، ئه‌وه‌ی شوێنی به‌رنامه‌که‌م بکه‌وێت، نه‌گومڕا ده‌بێت، نه ناخۆشی و ناڕه‌حه‌تی و ناسۆر دێته ڕێی.














































































































































































































.  
Nîşana Adem – Taurat
Destpêbûn 2: 15-17
Xwedê Xudan Adem hilda û li nav Bexçeyê Adenê danî ku li wê derê bixebite û hay ji bexçeyê hebe. 16Xwedê Xudan li Adem emir kir û got: “Tu dikarî ji her dara bexçe bixwî, 17lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî.”
Gunehê mirov
1 Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”
2Jinê ji marî re got: “Em dikarin ji fêkiyên darên li bexçeyê bixwin. 3Lê Xwedê got: ‘Divê hûn ji fêkiyê dara li nava bexçeyê nexwin û dest nedinê yan na hûnê bimirin.’”
4Marî ji jinê re got: “Hûn qet namirin. 5Çimkî Xwedê dizane gava hûn ji wê bixwin, wê çavên we vebin û wekî Xwedê, hûnê bi qencî û xerabiyê bizanin.”
6 Jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, baş xuya dike û zanabûnê tîne. Rabû fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê li ba wê bû. Fêkî da wî û mêrik jî xwar. 7Li ser vê yekê çavên herduyan jî vebûn û fêm kirin ku tazî ne. Pelên hejîran bi hev ve dirûtin û xwe nixamtin.
8Bihîstin ku dengê Xwedê Xudan, di hênikahiya rojê de, di nav bexçe de digere. Adem û jina xwe, ji hizûra Xwedê Xudan, xwe di nav darên bexçe de veşartin. 9Lê Xwedê Xudan gazî Adem kir û got: “Tu li ku yî?”
10Adem got: “Min li bexçe tu bihîstî û ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.”
11Xwedê Xudan got: “Kê ji te re got tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‘Jê nexwe’ xwar?”
12Adem got: “Jinika te dabû min, fêkiyek ji wê darê da min û min jî xwar.”
13 Xwedê Xudan ji jinikê re got: “Te çi kir?!”
Jinikê got: “Marî ez xapandim, loma min xwar.”
14Li ser vê yekê Xwedê Xudan ji marî re got:

“Ji ber ku te ev yek kir,
Wê di nava hemû heywanên kedî û kovî de,
Yê herî bi nalet tu bî.
Tê li ser zikê xwe bişêlî,
Di hemû rojên jiyana xwe de axê bixwî.
15 Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê,
Navbera ziriyeta te û ya wê.
Wê serê te biperçiqîne,
Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”

16Wî ji jinikê re got:

“Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim
Û bi êş tê zarokê xwe bînî.
Tê hewcedarê mêrê xwe bî
Ewê jî serwerê te be.”

17 Wî ji Adem re got:

“Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir
Û ji wê dara ku min ji te re gotibû
‘Divê tu nexwî’ te xwar,
Ax ji rûyê te bi nalet bû.
Tê di hemû rojên jiyana xwe de
Bi zehmetî jê bixwî.
18Wê ax stirî û diriyan bide te.
Tê giyayên çolê bixwî.
19 Tê nanê xwe, bi xwêdana eniya xwe bixwî.
Heta ku tu bizivirî axa tu jê hatî çêkirin.
Çimkî tu ax î û tê vegerî axê.”

20Adem navê jina xwe Hawa danî. Çimkî ew bû dayika hemû mirovan.
21Xwedê Xudan ji Adem û jina wî re kincên çermîn çêkirin û li wan kirin. 22Piştre Xwedê Xudan got: “Niha Adem bûye yekî mîna me, bi qencî û xerabiyê dizane. Divê niha ji bo wî destûr neyê dayîn ku destê xwe dirêjî fêkiyê dara jiyanê bike, jê bixwe û her û her bijî.” 23Bi vî awayî Xwedê Xudan Adem ji Bexçeyê Adenê derxist ku axa jê hatibû çêkirin, bajo. 24Piştî wî Adem qewirand, ji bo parastina riya dara jiyanê wî li aliyê rojhilatê Bexçeyê Adenê xerûb û şûrekî agiravêj ê bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin.