Skip to content
Home » Çîroka evînê ya Rût û Boaz çawa bêhempa ye?

Çîroka evînê ya Rût û Boaz çawa bêhempa ye?

  • by

Eger hûn bixwazin çîrokên evînê yên mezin bi nav bikin, hûn dikarin çîroka evînê ya di navbera pêxember Muhemmed (S) û Xedîceyê de, an jî di navbera pêxember (S) û jina wî ya bijare Aîşeyê de, an jî ya Elî û Fatîmeyê pêşniyar bikin. Di fîlm û wêjeyê de hûn dikarin li ser van mijaran bifikirin: Romeo û Juliet, Beauty & the Beast, Elî û Jasmine di fîlma Aladdin de, an jî dibe ku Sinderella û Prince Charming. Di wan de, dîrok, çanda pop û çîrokên romantîk di pêşkêşkirina çîrokên evînê yên dilşewat de bi hev re têne. Ew dil, hest û xeyalên me dikişînin.

Bi awayekî ecêb, evîna di navbera Rût û Boaz de ji van hemû evînên evîndaran pir domdartir û bi rûmettir derketiye holê. Bi rastî, evîna wan hîn jî bandorê li jiyana me bi milyaran kesên ku îro dijîn dike, piştî zêdetirî 3000 salan ji hevdû nasîna wan.

Sûreyên Ma’ûn, Dûha, Inşîrah û Mumtehîne di Rût & Boaz de mînak in

Çîroka Rût û Boaz prensîbên bêdem ên van Sûreyan nîşan dide. Boaz, bi dilovaniyên xwe yên piçûk ji Rût re, berevajiyê bêkêmahî yê mirovê xerab ê ku di Sûreya Ma’ûn (Sûreya 107 – Dilovaniyên Biçûk) de hatiye hişyarkirin, nîşan dide.

Vêca ew bêbawer, ew ê ku yê sêwî bi dilhişkî dide paş (û merhemetê lê nake). Ji bo nandayîn û têrkirina belengazan kesî di ber re nake

Sûreya Ma’ûn 107:2-3

Rût bi awayekî bêkêmasî mînaka serpêhatiyên ku di Sûreya Dûha (Sûreya 93 – Saetên Sibê) de hatine vegotin e.

Ma tu neheyirîbûy êdî Xwedê tu rasterê kir?

Ma tu ne xizan bûy Xwedê tu dewlemend kir?

Vêca herçî ku yê sêwî ye, tu wî riswa meke.

Herçî yê parsek e jî tu wî neqewirîne.

Herçî qencî û kerema Xwedayê te ye, vêca tu jê xeber bide û wê (ji xelkê re) bibêje.

Sûreya Dûha 93:7-11

Serpêhatiyên Naomî, xesûya Rût, bi awayekî zelal prensîbên ku di Sûreya Inşîrah (Sûreya 94 – Rizgarkirin) de hatine dayîn nîşan didin.

Erê ma me sînga te (resûlê min, ji bo ahkamên dîn) fireh nekir?

Ma me barê te li ser te sivik nekir?

Ew barê ku ku pişta te di bin de dikir qirçeqirç.

Ma me nav û dengê te bilind nekir?

Vêca bi rastî li dû her tengasiyê firehî tê.

Dîsa bi rastî li dû her tengasiyê firehî tê.

Sûreya Inşîrah 94:1-6

Awayê ku Boaz lêkolîna penabera bawermend Rût dike, ji bo Sûreya Mumtehîne (Sûreya 60 – Ewê ku dê were lêkolînkirin) mînak e.

Gelî yên ku bawerî anî! Gava ku jinên bawermend hicret bikin û bên cem we, wan biceribînin (ka wan ji dil bawerî aniye yan na). Xwedê Teala bêhtir agahdar e ji îmana wan. Eger we zanî ku ew jin ji dil bawermend in, wan li kafiran venegerînin. Ne ew jinên bawermend li kafiran helal in ne jî kafir li wan jinan helal in. Ew mehra ku mêrê wan jinan daye wan, li wan (mêrên kafir) vegerînin. Dema hûn mehra wan jinan bidin wan, tu guneh ji we re nîn e ku hûn bi wan re bizewicin. Jinên kafir di bin mehra xwe de negirin, ew mehra ku we daye wan (jinên ku gihîştine kafiran) ji wan bistînin. Bila ew (kafir) jî mehra ku dane jinên xwe (ew ên ku misliman bûne û hûn bi wan re zewicîn) ji we bixwazin. Ev hukimê Xwedê ye, Xwedê di navbera we de hukim dike. Xwedê zana û karbinecih e.

Sûreya Mumtehînê 60:10

Rût û Boaz ji bo îro

Evîna wan di heman demê de wêneyek evîneke mîstîk û giyanî ye ku Xwedê pêşkêşî min û te kiriye. Çîroka Rût li ser evîn û koçberiya di navbera çandên cuda û qedexekirî de disekine. Ew têkiliya di navbera zilamekî bihêz û jineke lawaz de vedikole. Ev yek bi zelalî di serdema #MeToo ya îroyîn de derbas dibe. Ew li ser têkiliyên kevnar ên Cihû-Ereban disekine. Ew ji bo me dibe nexşeyek li ser ka meriv çawa zewacek saxlem ava dike. Bi her yek ji van pîvanan, çîroka evîna Rût û Boaz hêjayî zanînê ye.

Evîna wan hatiye qeydkirin di Pirtûka Rûtê ya di Încîlê de. Ew pirtûkeke kurt e – bi 2400 peyvî hatiye gotin – lê ew hêjayî xwendinê ye (li vir). Ew li derdora sala 1150’yî ya BZ çêbûye, ev wê dike çîroka herî kevin a evînê ku hatiye qeydkirin. Çend filmên wê jî hatine kişandin.

Filmê Hollywoodê çîroka Evîna Rûtê teswîr dike

Çîroka Evînê ya Rûtê

Naomi û mêrê wê, herdu jî Cihû ne, û herdu kurên wan ji bo ku ji ziwabûnê birevin, Îsraîlê diterikînin. Ji ber vê yekê ew li welatê nêzîk Moabê (îro Urdun) bi cih dibin. Piştî ku bi jinên herêmî re dizewicin, herdu kur û mêrê Naomi jî dimirin, û ew bi herdu bûkên xwe re bi tenê dimîne. Naomi biryar dide ku vegere welatê xwe yê Îsraîl û yek ji bûkên wê, Rût, tercîh dike ku bi wê re biçe. Piştî nebûna dirêj, Naomi wekî jinebiyeke xizan li welatê xwe yê Beytlehmê vedigere. Rût, koçbereke ciwan û bêparastin a Moabî (Ereb), bi wê re diçe.

Rût û Boaz hevdu dibînin

Rûta ku tu dahata wê nebû, diçe nav zeviyan da ku dexla ku ji ber palehiya paleyan maye ji xwe re efare bike. Şerîata Qanûna Pêxember Mûsa (AS) weke toreke ewlehiya civakî ferman kiriye ku pale divê li pey xwe hinek dexlê bihêlin di nav zeviyê de da ku kesên xizan wê ji xwe re bidin hev. Rût dibîne ku ew bêyî hemdê xwe ketiye nav zeviyên kesekî dewlemend ê bi navê Boaz û dexlê dide hev. Rûta ku li zeviyê di nav kesên din de bi lez û bez dexla ku ji ber paleyan mabû dide hev bala Boaz dikişîne. Ew talîmatê dide zilamên xwe ku bêtir dexlê li pey xwe bihêlin da ku ew bikaribe bêtir bide hev. Bi wê kirina xwe Boaz wêneyekî berevajî zilamê xerab ê di Sûreya Ma’ûn, de dide û Rût pêdiviyên xwe dabîn dike wekî ku di Sûreya Dûha de hatiye gotin.

Rût û Boaz hev dibînin. Gelek berhemên hunerî yên ku hevdîtina wan teswîr dikin hene.

Ji ber ku ew dikare gelek efareya dexlê bike li zeviya wî, Rût îcar her roj tê zeviya Boaz ji bo efareya dexla mayî. Boaz, parêzvanê wê, nahêle ku Rût ji aliyê tu paleyê wî ve were acizkirin û tahdekirin. Rût û Boaz bala hev du dikişînin, lê belê ji ber ferqa salên wan, statuya wan a civakî, neteweya wan a cuda, her du jî gav naavêjin. Îcar Naomî navbîniya wan dike. Ew ji Rûtê re dibêje, bi şev piştî ku pîrozbahiya palehiyê qediya, here bi wêrekî xwe di rex Boaz re dirêj bike. Boaz wê kirinê wê wekî teklîfa zewacê qebûl dike û biryar dike ku bi wê re bizewice.

Rizgarkerê Xizm

Ji ber vê yekê zewaca Rût û Boaz bi wê ve girêdayî bû ka gelo zilamekî din dixwaze berpirsiyariya lênêrîna Naomi û Rût bigire ser xwe. Di civînek giştî ya rûspiyên bajêr de, ev kesê rêza yekem zewac red kir. Wî ev yek kir ji ber ku ew milkê wî dixe xetereyê. Bi vî awayî Boaz azad bû ku milkê malbata Naomi bikire û vegerîne û bi Rût re bizewice. Naomi, piştî gelek salên dijwar, niha rihetiyê dibîne, û vê prensîbê di Sûreya Inşîrah de nîşan dide.

Mîrata Rût û Boaz

Ji zewaca wan zarokekî wan ê bi navê Obed çêbû û piştre ew bû kalikê Padîşah Dawûd. Dawûd soz girtibû ku ‘Mesîh’ wê ji malbata wî derkeve. Her wiha wî kehanet kiribû ku ji bakîreyekê zarok wê çêbe û di dawiyê de Îsa Mesîh (AS) li Beytlehemê hate dinyayê, li heman bajarê ku Rût û Boaz hev du dîtibûn berî demeke dirêj. Evîna wan, zewaca wan û secereya malbata wan bi zarokekî encam bûye ku bûye bingeha salnameya modern û cejnên navneteweyî yên wekî Krîsmas û Hêkesorkê – ew ne encameke xerab e ji bo evîna li gundekî di nav tozê de ya beriya 3000 salî.

Teswîrkirina Çîroka Evîneke Mezintir

Nezaket û hurmeta Boazê dewlemend û bihêz a li hemberî Rûtê, yanî jineke xizan û koçber, modeleke berevajî tundî û îstîsmara berbelav a di dema me de ye ku bûye sedema tevgera #EzJî. Bandora dîrokî ya secereya malbatê ya ku bi saya wê evîn û zewacê çêbûye, her cara ku em dîroka di cîhazên xwe de not digirin tê bîra me û ev çîroka evînê ji me re bûye mîrateke mayînde. Lê çîroka evîna Rût û Bowaz her wiha wêneyek e ji bo evîneke mezintir – evîneke ku ez û we jê re vexwendî ne.

Pirtûka Pîroz me wekî Rûtê teswîr dike, dema ku dibêje:

Ezê wê li welêt ji bo xwe daçikînim.

    Ezê li ber Lo-Ruhama, bikevim.

Ezê ji Lo-Ammî re bibêjim ‘Tu gelê min î.’

    Ewê jî, ji min re bêje: ‘Tu Xwedayê min î.’”

Hoşêya 2:23

Pêxemberê Peymana Kevin Hoşeya (nêzîkî 750 BZ) lihevhatinê di zewaca xwe ya şikestî de bi kar anî da ku Xwedê/Xwedê bi evîna xwe bigihîje me nîşan bide. Rût wek kesekî bê hezkirin ket welêt, lê paşê Boaz evîna wê nîşan da. Bi heman awayî, Xwedê dixwaze evîna xwe nîşanî wan kesên ku ji evîna Wî dûr in jî bide. Încîl/Peymana Nû (Romayî 9:25) vê hevokê tam vedibêje da ku nîşan bide ka Xwedê çawa firehtir digihîje wan kesên ku ji Wî dûr in.

Hezkirina Wî çawa tê nîşandan? Îsa Mesîh ê ku ji zuriyeta Boaz û Rûtê ye, ‘xizmê’ me ye, çawa ku Boaz xizmê Rûtê bû. Wî berdêla gunehên me da Xwedê dema ku ew hate çarmixkirin li ser xaçê û bi wî awayî

Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e. 

Tîtos 2:14

Çawa ku Boaz ‘wezîfekarê xwedîtiyê’ bû û berdêlek da ji bo xelaskirina Rûtê, Îsa jî ‘wezîfekarê xwedîtiyê’ ye ji me re ku bi fedakirina jiyana xwe em xelas kirine.

Nimûneyek ji bo zewaca me

Awayê berdêldayîna Îsa Mesîh û (Boaz) ji bo xelaskirina me û qezenckirina bûka xwe nimûne ye ji bo avakirina zewaca me. Pirtûka Pîroz/Încîl rave dike bê em ê çawa zewaca xwe ava bikin.

21 Bi tirsa Mesîh bi ya hev bikin. 

22 Ey jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, wisa bi ya mêrê xwe bikin. 23 Çimkî çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye û Mesîh bi xwe Xilaskarê Civînê, yanî bedenê ye. 24 Îcar çawa ku Civîn bi ya Mesîh dike, bila jin jî bi vî awayî di her tiştî de bi ya mêrê xwe bike. 

25 Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir û xwe di ber wê de feda kir, bila her kes ji jina xwe hez bike. 

26 Wî xwe feda kir, da ku Civînê bi peyva xwe pîroz bike û bi şuştina [b] avê paqij bike, 27 da ku Civînê bi rewneqiya wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike, ku tu leke an qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be. 28 Bi vî awayî her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike. Yê ku ji jina xwe hez dike, ji xwe hez dike. 29 Çimkî tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe, wek ku Mesîh jî Civînê xweyî dike û xema wê dixwe. 

30 Çimkî em endamên bedena wî ne. 31 «Loma mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.» 32 Ev sir mezin e; lê ez vê li ser Mesîh û li ser Civînê dibêjim. 33 Loma bila her yek ji we jî wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike û bila jin siyaneta mêrê xwe bigire.

Efesî 5:21-33

Zewaca Boaz û Rûtê ya li ser bingeha evîn û hurmetê û fedakariya Îsa bûne model ji bo mêrên ku bi fedakarî ji jinên xwe hez dikin, lewma divê em jî zewaca xwe li ser heman nirxan ava bikin.

Vexwendnameyeke Dawetê ji bo min û we

Wekî hemû çîrokên evînê yên xweş, Pirtûka Pîroz/Încîl jî bi dawetekê xelas dibe. Çawa ku berdêla ku Bowaz ji bo xelaskirina Rûtê da rê vekir ji bo daweta wan, berdêla ku Îsa Mesîh (AS) jî da rê vekiriye ji bo daweta me. Ew dawet ne fîguratîf e, rastîn e û ew ên ku vexwendnameya wî ya dawetê qebûl dikin dibin ‘Bûka Îsa’. Çawa ku Încîl dibêje:

Em şa û dilgeş bibin

    Û em rûmetê bidin wî.

Çimkî daweta Berx hat

    Û bûka ku ji bo wî ye, xwe amade kir.

Peyxam 19:7

Ew ê kesên ku teklîfa Îsa ya xelaskirinê qebûl dikin, dibin ‘bûk’. Ew daweteke îlahî ye ku ji me hemûyan re hatiye pêşkêşkirin. Încîl bi vê vexwendnameya daweta Wî ya ji bo me diqede.

Ruh û bûk dibêjin: «Were!» Û yê dibihîze bila bêje: «Were!» Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne.

Peyxam 22:17

Têkiliya di navbera Rût û Bowaz de evîneke model e ku hê îro jî xwe dide hîskirin. Ew wêneyek e ji bo hezkirina îlahî ya Xwedê. Ew ê bi her kesê ku teklîfa wî ya zewacê qebûl bike re wekî ku Bûka Wî ye bizewice. Wekî hemû teklîfên zewacê, teklîfa Wî divê were nirxandin da ku were dîtin bê divê hûn wê qebûl bikin yan na.

  • Ji vir bi ‘plana’ ku bi Hezretî Adem hatiye danîn dest pê bikin,
  • Ji vir jî bibînin bê Hezretî Îbrahîm plan çawa dîtiye,
  • Ji vir jî bibînin bê Mûsa çawa nîşan daye ku Xelasker wê berdêlê bide û
  • Ji vir jî bibînin bê ew çawa hatiye pêşbînîkirin berî demeke dirêj da ku em bizanibin ku ew bi rastî Teklîfa Xwedê ye.

Filmekî din ê adaptasyona Pirtûka Rûtê

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *