Nîşana Lût – Quran | Nîşana Lût – Taurat Afirîn 19 |
Sûret 7: 80-83 (Bilind) یادی (لوت پێغهمبهریش) بکه کاتێک به قهومهکهی وت: چۆن ئێوه گوناهو تاوانێکی وا دهکهن که تا ئێستا هیچ کهس پێش ئێوه له جیهاندا گوناهو تاوانی وای نهکردوه؟! چونکه بهڕاستی ئێوه ئارهزووی (جنسی) خۆتان لهگهڵ پیاواندا ئهنجام دهدهن لهباتی ژنانی هاوسهرتان، نهخێر ئێوه قهومێکی ناپوخت و سنوور بهزێن و زیادهڕهون. وهڵامی قهومه نالهبارهکهی تهنها ئهوهبوو که وتیان: ئهوانه شار بهدهرکهن چونکه ئهوانه کهسانێکن خۆیان پاک ڕادهگرن (داوێن پاکن و وهک ئێمه ناکهن)!! ئێمهش لوت و خانهوادهکهیمان ڕزگار کرد، جگه له هاوسهرهکهی، چونکه ئهویش لهو کهسانه بوو که تیاچوون (لهبهر ئهوهی باوهڕی به لوت پێغهمبهر نهبوو). ئهوسا (بهردمان) بهسهرداباراندن، جا تهماشا بکهو سهرنج بدهو پهند وهرگرهو بزانه، سهرئهنجامی تاوانباران وبێ ڕهوشتان چۆن بوو. Sûret 11: 77-83 (Hud) کاتێکیس وهفدی فریشتهکانی ئێمه هاتنه لای لوط، ناڕهحهت بوو پێیان، زۆر دڵتهنگ بوو (چونکه له شێوهی چهند لاوێکی پێکهوتوودا هاتبوون، لهدڵی خۆیدا) وتی: ئهمه ڕۆژێکی سهخته (منی تێکهوتووم). هۆزهکهشی بهبیستنی هاتنی ئهم میوانانه، بهپهلهو بێ شهرمانه کشان بۆ لای، پێشتریش کرداره خراپهکانیان دهکرد، (کاتێك لوط ئهم دیمهنه ناشیرینهی بینی) وتی: ئهی خزمهکانم ئائهوانه کچهکانمن و ئهوان پاك و خاوێنن بۆ ئێوه (وهرن لهناو هۆزدا کێتان به دڵه بهشێوهیهکی شهرعی و ڕهوا لێتان ماره بکهم) جا له خوا بترسن و شهرمهزارم مهکهن لهناو میوانهکانمدا، ئایا پیاوێکی ژیرو مهردتان تێدا نیه (که له کاری ناڕهوای ئاوا جڵهوگیری بکات)؟! ئهوانیش بێ شهرمانه وتیان: سوێند بهخوا بهڕاستی تۆ دهزانیت ئێمه هیچ حهقێکمان نیه بهکچهکانی تۆوه، بێگومان تۆش دهزانیت ئێمه چیمان دهوێت! لوط وتی: خۆزگه بهڕاستی هێزێکم دهبوو له خۆتان (بۆ بهرامبهری ناپاکهکانتان) یان پهنایهکی بههێزم دهست دهکهوێت و دهڕۆیشتم بۆی (تا تۆڵهتان لێ بکهمهوه و تهمێتان بکهم). میوانهکان وتیان: ئهی لوط بهڕاستی ئێمه فریشتهی نێرراوی پهروهردگاری تۆین، ئهو تاوانبارانه ههرگیز ناگهنه لات (تابتوانن دهستدرێژی بکهنه سهر ئێمه) و جا تۆ خاوو خێزانت لهبهشێکی شهودا دهربکهو کهس له ئێوه لانهکاتهوه و ئاوڕ نهداتهوه، جگه هاوسهرهکهت (که لاسارهو بهگوێت ناکات) چونکه بهڕاستی ئهو سزایهی که تاوانبارانی گرتۆتهوه ئهویش دهگرێتهوه، بهڕاستی کاتی سزاکهشیان له بهرهبهیاندایه، ئایا بهرهبهیانی ئهمشهو نزیك نیه؟! جا کاتێك فهرمانی ئێمه بۆ تیاچوونیان هات، شارۆچکهکهیانمان ژێره و ژوور کرد و به قوڕی سوورهوه کراوی وهك بهرد، چین لهسهر چین بهرد بارانمان کرد. ههموو ئهو بهردانه دیاری کراو بوون، له لایهن پهروهردگارتهوه (که بدات بهسهر تهوقه سهری کێدا) ئهم کارهسات و ئهم بهرد بارانهش وهنهبێت زۆر دوور بێت له ستهمکارانهوه (له ههموو سهردهمێکدا، کاتێك ڕۆدهچن له تاوانکاریدا). | Hilweşîna Sodom û Gomorayê 1Ew herdu milyaket êvarê gihîştin Sodomê. Lût di nav dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew dîtin, rabû ser lingan, çû pêşiya wan, deverû çû erdê û got: 2“Ezbenî, kerem bikin mala xulamê xwe. Şeva xwe derbas bikin, lingên xwe bişon û serê sibê zû bi riya xwe ve herin.” Wan got: “Na, emê şeva xwe li meydana bajêr derbas bikin.” 3Lût pir li ber wan da, heta ew pê re çûn mala wî. Lût ji wan re ziyafet amade kir, nanê şikeva çêkir û wan jî xwar. 4Beriya ku ew razin, mêrên bajarê Sodomê, çi ciwan çi jî kal hemû bi hev re dora malê girtin. 5Gazî Lût kirin û gotin: “Ew zilamên ku îşev hatin ba te li ku ne? Wan derxe bide me ku em bi wan re razin.” 6Lût derket derve, derî li pişt xwe girt 7û got: “Birayên min, ez rica dikim vê xerabiyê nekin. 8Binêrin, du keçên min ên ku destê tu mêran li wan neketiye hene. Ez wan ji we re bînim. Çi dixwazin bi wan bikin lê tiştekî bi van zilaman nekin. Çimkî wan xwe spartiye siya banê min.” 9Wan got: “Xwe ji ser riya me bide alî. Evê hanê yekî xerîb e û dixwaze xwe bike hikûmdar? Emê te ji wan xerabtir bikin.” Lût daf dan û ji bo ku derî bişikênin, pêş ve hatin. 10Lê mêvan destên xwe dirêjî Lût kirin, ew kişandin hundirê malê ba xwe û derî girtin. 11Wan, hemûyên li ber derî, ciwan û pîr tev kor kirin. Loma jî riya derî nedîtin. 12Herdu zilaman ji Lût re got: “Mirovên te yên din li vir hene? Zavayên te, kur an keçên te, an kesekî te yê din hebe, hemûyan jî ji vî bajarî derxe. 13Emê vî cihî wêran bikin, çimkî li ber Xudan gazina li dijî wan wisa giran bûye ku wî em şandin ku em vî cihî wêran bikin.” 14Lût derket derve û ji zavayên xwe, yanî dergistiyên keçên xwe re got: “Lez bikin û ji vê derê herin. Çimkî Xudan dike vî bajarî wêran bike.” Lê zavayên wî guman kirin ku ew henekan dike. 15Ber destê sibê milyaketan Lût dan lezandin û gotin: “Bilezîne, jina xwe û herdu keçên xwe yên li vir hilîne. An na, gava bajêr cezayê xwe bibîne tê jî pê re helak bibî.” 16Ew hê dudilî bû, mirovan bi destê wî, bi destê jina wî û bi destê herdu keçên wî girtin û derxistin derveyî bajêr. Çimkî Xudan li wan hat rehmê. 17Çaxê ew derxistibûn derve, yekî ji wan ji Lût re got: “Bireve, canê xwe rizgar bike. Li pey xwe nenêre û li tu dereke vê deştê nesekine! Bireve çiyê, an na tê helak bibî!” 18Lê Lût ji wan re got: “Nexêr, xweyê min! 19Dilê te bi xulamê te xweş e û bi rizgarkirina canê min, te dilsoziyeke mezin bi min kir. Lê ez nikarim birevim çiyê. Wê ev felaket bigihîje min û ezê bimirim. 20Binêre, bajarekî biçûk ê ku ez birevimê li vir heye. Bi destûra te ez birevim wê derê û canê xwe rizgar bikim. Ji xwe bajarekî biçûk e.” 21Wî ji Lût re got: “Baş e, ez vê daxwaza te jî qebûl dikim. Ezê wî bajarê ku te got, wêran nekim. 22De bilezîne bireve wê derê. Çimkî heta tu negihîjî wê derê, ez nikarim tiştekî bikim.” Ji ber vê yekê ji wî bajarî re Soar hat gotin. 23Çaxê Lût gihîşt Soarê, roj li ser erdê bilind bibû. 24Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand. 25Wî ew bajar wêran kir û tevahiya deştê, hemû rûniştiyên wan bajaran, gul û giyayên li wir tune kirin. 26Lê jina Lût li pey xwe nêrî û bû stûneke xwê û ma. |