Quran- Sûret 37: 102-110 (Saffat) | Taurat: Destpêbûn 22: 1-18 |
کاتێک ئهو کوڕه کهوته دهروماڵ لهگهڵیدا بهیانیهک پێی وت: کوڕم شیرینم بێگومان من دهمبینی له خهونمدا که تۆ سهردهبڕم، تۆ دهڵێی چی؟ ڕات چۆنه؟! (کوڕی چاک و خواناس و خۆگر بهزمانی شیرین) وتی: بابهگیان ههر فهرمانێکت پێ دراوه جێبهجێی بکه، دهمبینیت ئهگهر خوا حهز بکات، خوابیهوێت، له ئارامکاران دهبم. کاتێک ههردووکیان تهسلیمی فهرمانی پهروهردگار بوون، ئیبراهیم، ئیسماعیلی به ڕوودا خسته سهر خاک بۆ ئهوهی سهری ببڕێت. ئێمهش بانگمان لێکرد: ئهی ئیبراهیم!! بهڕاستی خهوهکهت هێنایه دی، ئێمه ههر ئاوا پاداشتی چاکهکاران دهدهینهوه (له تاقی کردنهوهکاندا سهریان دهخهین، چونکه لێبڕاون). بهڕاستی ئهمه خۆی تاقیکردنهوهیهکی ئاشکراو ڕوونه. ئێمهش قۆچێکی گهورهمان کرده قوربانی ئیسماعیل تا له جیاتی ئهودا سهری ببڕێت. پاشان ئێمه لهناو گهلان و نهوهکانی داهاتوودا ناوی ئیبراهیممان هێشتهوه. سڵاو و دروود و ڕێز لهسهر ئیبراهیم. ئێمه ئا بهو شێوهیه پاداشتی چاکهکاران دهدهینهوه… | Ceribandina Îbrahîmê Pêxember 1 Piştî van tiştan Xwedê Îbrahîm ceriband. Xwedê got: “Îbrahîm!” Wî got: “Keremke!” 2Xwedê got: “Kurê xwe yê yekta Îshaqê jê hez dikî bibe herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, bike qurbana şewitandinê.” 3Serê sibê Îbrahîm rabû, kerê xwe kurtan kir, bi du xulam û Îshaqê kurê xwe re da rê. Wî ji bo qurbana şewitandinê êzing birîn û çû cihê ku Xwedê jê re gotibû. 4Di roja sisêyan de Îbrahîm serê xwe bilind kir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît. 5Wî ji xulamên xwe re got: “Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin dera hanê biperizin û werin.” 6Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kir, wî jî rahişt êgir û kêrê. Herdu bi hev re meşiyan. 7Çaxê herdu dimeşiyan, Îshaq ji bavê xwe re got: “Bavo!” Wî got: “Bêje lawo!” Îshaq got: “Agir jî heye, êzing jî heye lê ka ew berxê tê bikî qurban?” 8Îbrahîm got: “Lawo, wê Xwedê berxê qurbana şewitandinê peyda bike.” Herdu bi hev re meşiyan. 9 Çaxê gihîştin cihê ku Xwedê jê re gotibû, Îbrahîm gorîgehek çêkir û êzing danî ser. Rabû kurê xwe Îshaq girê da û danî ser êzingên gorîgehê. 10Îbrahîm dest avêt, kêr hilda ku kurê xwe serjê bike. 11Lê milyaketê Xudan ji ezmanan gazî kir û got: “Îbrahîm, Îbrahîm!” Wî got: “Keremke!” 12Milyaket got: “Dest nede kurik! Tiştekî pê neke. Niha ez dizanim tu ji Xwedê ditirsî. Te kurê xwe yê yekta jî ji min texsîr nekir.” 13Îbrahîm serê xwe bilind kir û dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbana şewitandinê. 14Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.” 15Milyaketê Xudan cara diduyan ji ezmanan gazî Îbrahîm kir û got: 16“Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi navê xwe sond dixwim, ji ber ku te ev yek kir û kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir, 17ezê te gelekî pîroz û bereket bikim. Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan, sêlaka ber deryayê zêde bikim. Wê ziriyeta te bajarên dijminên xwe ji xwe re bikin milk. 18Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî te bi gotina dengê min kir.’” |